
Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê bi hevkarîya ABFê (Dezgeha Perwerdeyî ya Karkeran) çi bigre her hefte semînerekê amade dike. Vê hefteyê (29-10-2016) jî nivîskar û lêkolînerê navdar Murad Ciwan bi navê ”Kurd li Rojavayê Anadoluyê berî Osmanîyan” semînerek da.
Murad Ciwan di semînera xwe de qala rewşa rojavayê Anadoliya sedsala 12an kir. Wê demê gelek dewlet û hukumdariyên cuda wek Menteşahî (Menteşeogullari), Aydinan (Aydinogullari), Germiyanan, Karamanan, Candaran (Candarogullari) û hwd li herêmê hukum dikirin. Di pirraniya damezirandin û rêveberiya van dewletan de Kurd jî desthilatdar bûne. Wê demê li wê herêmê tu roleke berbiçav ya Osmanîyan tunebuye. Beriya Osmanî werin li rojavayê Anadoliyê di gel hin miletên din Kurd û Bîzansî cînarê hev bûn.
Rûpela nû
Gotara berê: Romana Bi Navê “Nûrheyata Licî”
Gotara piştî: Girîngiya Zewacê-Xutbe
Gotarên Têkildar
Tu dixwazî bila Ehmedê Xanî mamosteyê te be?

