Dewlemendî ya Zimanekî – Ferzad Şikak

Zimanek ku ji bo demeke dirêj derfeta were nivîsandin nebîne, ew ziman bêhtir li gor rewşa dev û guh guhertinan jiyan dike û li ser dev çawa sivik were, bi guh çawa were bihîstin, wiha di rêziman de jî guhertin û di peyvan de veguherîn tên dîtin. Bêguman zimanê kurdî zimanekî derfeta bikaranîna azad nedîtiye. Ji ber vê bêhtir di warekî teng de û bi axaftinî xwe daye jiyandin. Bi vê sedemê jî ziman her xwe sivik û hêsan kiriye, ango ji xwe daye hilandin. Ev hilandina di ziman de pêk tê, di roja me de jî hebûna xwe didomîne.

Zêdetir jî tipên li ser ziman giran tên, ji nava peyvan tên derxistin û tîpên wiha bêhtir ew tîpên di kurdî de nayên serê peyvan in.tîpa (I) mînakek balkêş a ketina tîpan e. Çawa ku ziman destpêkê di warê nivîsandinê de tenê bi tîpên dengdar dihat bikaranîn, zimanê kurdî jî wek ku dixwaze vegere rojên nû nivîsandin derketiye, xwe ber bi hevsaziya tîpên dengdar ve dibe. Lê divê were zanîn ku sedema vê ya herî mezin, axaftina peyvkî û nedîtina derfeta awayê nivîskî ye. Zimanek çiqasî dewlemend û kevnare dibe bila bibe,rêzik û teşeya wê,dewlemendkirina peyvên wê tenê bi rêka nivîsandinê dikare were çêkirin, an na ew ziman pêwîst e ji xwe bixwe.

Derbar Rêvebir

Check Also

Çend Peyv Li Ser Zimanê Kurdî-2

Hinek mutefekkirên berê dibejin: “Ziman fikr e, o fikr ziman e”. Farabî dibêje: “Însan ji …

Leave a Reply