Berxwedana Kela Dimdimê di dîroka kurdan de mîneka herî girîng ya berxwedanê yê ku îspatkiriye kurd bi tana serê xwe dikarin bibin dewlet û karin têkoşîna miletbûn û dewletbûne bikin.
Ahmedê Xanî jî li ser vê rewşa kurdan di helbesteke xwe de wiha gotiye:
Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm
Kurmanc ne pir di bê kemal in
Ema yetîm û bê mecal in
Fîlcumle ne cahil û nezan in
Belkî sefîl û bê xudan in
Ger dê hebûya me jî xudanek
Àlî-keremek, letîfedanek
Ger dê hebuya me ittifaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me îlim û hikmet
Rom, Ereb û Ecem temamî
Hemîyan ji me re dikir xulamî
Belgefîlma ku li ser Qewlê Berxwedana Kela Dimdimê di televîzyona TISHKê de hatiye weşandin em bi hev re tema şe bikin.