Kovara Philosophia 1 Derket

Nûçeya “Kovara Philosophia bi jimra xwe ya taybet dest bi weşanê kir”

Wekî dihate zanîn van çend salên dawî, di kovargerîya kurdî da pêşketinên baş pêk hatin û niha gelek kovar bi formatên cihê tên weşandin. Lêbelê, kêmasîya kovareke felsefî ya xwerû bi zimanê kurdî, gelekî berbiçav e. Berî 6 salan me bi navê ‘Felsefevan’ dest bi weşandina kovareke felsefî kiribû, lê mixabin ji ber hinek kêmasîyan temenê kovarê dirêj nebû. Tenê sê hejmarên Kovara Felsefevan hatin weşandin, û çend hejmar jî li ser internetê bi formata Pdf hatin weşandin.

Piştî şeş 6 salan wek weşanxaneya Na’yê û deste rêveberiya kovara Philosophîa me dîsa biryara xwe daye ku em kovareke felsefî a xwerû bi kurdî biweşînin. Kovar wê çarmehane be. Em ê hewl bidin di kovarê da cih bidin zarê (dialect) kirmanckî (zazakî) û şêwezarê (subdialect) soranî jî. Ji bo vê yekê jî, em ê têkilîyê bi felsefeperwerên soranîaxêv û kirmanckîaxêv ra dahînin. Bireveberê kovarê, sociolog û felsefezan Ali Gurdilî ye, editoria kovarê jî philolog û nivîskar Raif Yaman û gerînendeyê weşanê jî Berfo barî ye. Armanca me a sereke di hinek warên felsefî da berdestîya zarûzimanê kurdî ye, Ji bo me a giring ewê qualita guncawtîya (content) metnan û xwegihandina xwendevanên felsefeperwer be. Hêvîya me heye em dê bikanibin weke komeke xebatê karê xwe bikin û xwe bigihînin terminologiayek baş a felsefê. Hejmara destpêkê dê taybet be û pişt ra dê hejmara pêşîn were weşandin.

Kovar dê li ser hinek principan were weşandin. Nivîsên werin divêt xwedî guncawtîyek felsefî bin, ji aliyê zimên ve sade û zelal bin. Nivîs, divê bi programa ‘Word û bi kertên (letters) ‘Times New Roman hatibin nivîstin û çavkanîyên wan jî zelal bin. Nivîsên ku ji bo weşanê hatibin şandin, li nivîskaran nahên vegerandin û biryara weşanê dê redaction bide.

Ji bo navê kovarê jî, em li ser gelek navan fikirîn. Wekî ‘Philosophy Kurdî’, ‘Philosophia Kurdî’, ‘Feylesofîya Kurdî’ û ‘Philosophia’. Ji ber ku peyveke resen e û baş dihata zanîn, me biryar da ku navêkovarê ‘Philosophia’ be. Em ê hewl bibin ku bikanibin salê hejmarekê jî ‘Philosophia Werger’ biweşînin û tê da tenê cih bidin wergerên ji zimanên resen. Bi hêvîya rojên xweş û geş, her şad û bextewar bin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Helbest | Rewşa Zana û Nezan

Bîr, bi zanistîyê ronî ye L’ba hişronî şev wek rojê ye   Heger hişê te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *