Kinyazê Îbrahîm Xelata ‘Kaşgarli Mahmûd’ wergirt

Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê, Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze (Mîrzoyev) bi xelateke nû hate rewakirin. Mîrzoyev bi merasîmeke taybet ‘Xelata Kaşgarli Mahmûd’ ango ‘Xelata Mehmûdê Qeşqarî’ stand.

Merasîma xelatdayîn û rewakirinê li avahiya Yekitiya Gelên Qazaxistanê ango ‘Dom Drujbê’ (Mala Dostaniyê) li saloneke mezin, bi beşdariya gelek giregir û mêvanên Rûs, Qazax, Azerî, Ermenî û miletên din pêk hat.

Kinyazê Îbrahîm ji ber xizmeta xwe ya salan ku hem li Yêrevana Ermenistanê, hem jî li Alma Ataya Qazaxistanê kiribû ji hêla ‘Fonda Kaşgarli Mahmûd’ ve hate xelatkirin ku navenda vê weqif û fondê li Bakûya Azerbaycanê ye.

Tevî Kinyazê Îbrahîm du kesên din jî, ji ber xizmeta geşkirin û birêvebirina zimanên rojhilat hatin xelatkirin: Ebûlfeyz Xamedovê Serokê Yekitiya Azeriyên Qazaxistanê û Bêrîk Saxanovê Sekreterê Yekitiya Nivîskarên Qazaxistanê.

Şayanê gotinê ye ku xelata Kinyazê Îbrahîm, Ebûlfeyz Xamedov û Bêrîk Saxanov ji hêla zanyar û nivîskar Elxan Zalovê Sekreterê Weqfa Kaşgarli Mahmûd û rojhilatzan û helbestvan Axacafer Hesenlî ve hate dayîn.

Sala par Oljas Suleymanov (Rektorê Zankoya Qazaxistanê), G. Mutanov (Akademîsyen) û D. Gusainov (Serokê Turksoyê) Xelata Kaşgarli Mahmûd wergirtibûn.

Kinyazê Îbrahîm 2 sal berê jî xelata ‘Îbrahîm Altinsarîn’ wergirtibû

Kinyazê Îbrahîm du sal beriya niha jî bibû ‘Dersdarê Emekdar êDewleta Kazakistanê’ û Xelata Îbrahîm Altinsarîn wergirtibû. Şayanê gotinê ye ku ev xelat, li Kazakistanê yek ji girîngtirîn û watedartirîn xelata dewletê tê hesibandin.

Xelat ji bo yadkirina 85 saliya avakirina Zanîngeha Abayê hatibû dayîn.

Cara yekem e ku kurdek bi vê xelatê tê rewakirin

Cara yekem e ku kurdek hem ‘Xelata Îbrahîm Altinsarîn’ û ‘Xelata Kaşgarli Mahmûd’ werdigire.

Xelata Îbrahîm Altinsarîn li Qazaxistanê didin wan kesan ku di warê zanistî, pedagojik û ramyarî de xizmeta komarê kirine. Xelat her sal bi navê ‘Dersdarê Emekdar ê Dewleta Kazakistanê’ tê dayîn. Li ser madalyaya nirxdar portreyê Altinsarîn heye.

Îbram ango Îbrahîm Altinsarîn (1841-1889) di sedsala 19an de jiyaye. Di warê perwerdehiyê de di nav kazaxan de wekî kesê sereke tê naskirin. Altinsarînê nivîskar û helbestvan, bingeha Edebiyata Kazakistanê avêtiye û bi navê ‘Bavê Edebiyata Zarokên Kazakistanê’ jî tê naskirin.

Xelat piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetê bi navê Îbray Altinsarîn tê belavkirin. Lê di dema Yekitiya Sovyetê de ev xelat bi navê ‘Dersdarê Emekdar ê Kazakistanê’ dihate dayîn. Piştî rûxandina rejîma Sosyalîst, dewleta Kazakistanê navê Altinsarîn danî ser xelatê. Her sal mirovek dibe xwediyê vê xelatê.

Kinyazê Îbrahîm: Xwediyê gelek xelatên hêja

Profesor û Akademîsyen Kinyazê Îbrahîm di 20 salên dawî de gelek xelatên mezin ên dewletê wergirtine. Sala 1998ê, Serokomarê Kazakistanê Nazarbayev Xelata ‘Hurmet’pêşkêşî wî dike. Sala 1999ê, Madalyaya Lomonosov distîne. Li Moskovayê payeya ‘Akademîk’ werdigire. Sala 2002yê di warê ilme perwerdehiyê de careke din xelat werdigire. Her wiha ew ji hêla Serokomar ve bi Madalyaya Zêrîn a Asambleya Gelên Kazakistanê hatiye xelatkirin. Nazarbayev sala 2010ê xelata ‘Xebatkarê Navdar ê Kazakistanê’ pêşkêşî Kinyazê Îbrahîm dike.

Kinyazê Îbrahîmê rojhilatnas û akademisyen, Serokê Yekitiya Kurdên Kazakistanê ye û li Zanîngeha Abayê Serokê Navenda Zimanên Dinyayê ye. Piştî şerê Qerebaxê terka Ermenistanê kiriye û ji sala 1990î ve li Alma Atayê dijî. Li Erîvanê, li Zanîngeha Xaçatûr Abovyanê Serokatiya Beşê Ziman û Edebiyata Azeriyan kiriye. Îbrahîm bi 6 zimanan dizane û heta niha nêzîkî 20 pirtûkên wî hatine weşandin.

Salihê Kevirbirî

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply