Keka Bi Gizêr

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 8 kesan

*Gizêr: Hûrkirî (Qedeheke avê)

*Gûz: Qedeheke avê

*Şekir: 1.5 Qedeha avê

*Hêk: 2-3 heb

*Toza werimandinê: Pakêtek

*Vanîlya: Pakêtek

*Rûnê Ron: Ji qedeheke avê hinekî kêmtir

*Şîr: Qedeheke avê

*Ard: 3 qedehên avê

ÇÊKIRINA KEKA BI GIZÊR

Hêk û şekir têxin beroşekî piçûk û heta ku bibe sipî li hev xin. Dûvre rûnê ron, şîr, ard, toza werimandinê û vanîlyayê têxin beroşê û bi mîkserê li hev xin. Piştre gizêrên hûrkirî û gûzan têxinê û li hev din. Sêniya ku ji bo kekê, we binê wê rûn kiribû deynin ber xwe û keka xwe bera ser din. Di firina xwe de, di dereceya 160-170ê de bipijînin. Gava pijiya û we ji firinê derxist bi kêrê jêkin û bihêlin hinekî sar bibe. Piştre hûn dikarin ji mêvanên xwe re îkram bikin.

Noşî can be

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Jinên ducanî ji bêhna hertiştî çima me’dê xwe hevdikeve?

Sedema sereke ya gêjîbûn û vereşîna jinên ducanî ji bêhnan ev e: guhertinên hormonan û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *