Wek ku min sozdaye we, ez ê her roj kovarekê an rojnameyeke Bedirxaniyan ji bo we belav bikim û wiha ta ku em bigihêjin rojnameya dayik (KURDISTAN).
Belê werin em îro, berê xwe bidin mîr Sûreya Emîn Alî Bedirxan û rojnameya wî (Kurdistan), ewa ku wî di sala 1917an de li Misrê, bajarê Qahîre bi zimanê kurdî û tirkî weşandiye. Wî jî bi weşandina vê rojnameyê re, daye ser şopa herdu mamên xwe; mîr Miqdad Medehet û Abdurehman Bedirxan.
Hêjaye gotinê, ku mîr Sûreya Bedirxan birayê mîr Celadet û mîr Kamîran Bedirxan yê mezin e û rola wî di şanda Şerîf Paşa bo kongreyê (Sîverê) de, mezin bû û her wiha rola wî di avakirina komeleya Xoybûnê de jî ewa ku sala 1927an li Libnanê hatiye avakirin mezin bû..
Kurdistan: Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Qahîre bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan (1938-1883), an Ehmed Sûreya Amîn Alî Bedirxan bû. Mîr Sûreya Bedirxan di sala 1938an de li Parîsê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Konê Reş
Qamişlo, 19.04.2017