
Facebookê ragihand ku ji bo pêşiyê li dîmenên tundiyê yên ku demên dawîn li ser “Facebook Live” tên parvekirin bigre, dê 3 hezar kesî wezîfedar bike.
CEOyê Facebookê Mark Zuckerberg daxuyanî da û got ku di demên dawîn da di dîmenên li ser facebookê tên parvekirin da, tê dîtin ku mirov zirarê didin xwe yan jî didin der û dora xwe, parvekirinên wiha mirov dixin nav fikaran.
Zuckerberg ragihand ku ji bo ev dîmenên tundiyê bên tespîtkirin û raporkirin, niha li facebookê 4 hezar û 500 kes dixebitin, ji bo ev kar zûtir bê kirin, dê sala pêşiya me 3 hezar kesên din jî bigrin kar.
Zuckerberg got ku bi saya îstixdama nû, parvekirinên “gotinên nefretê” û “îstismarkirina zarokan” jî dê hêsantir bên raporkirin. Her wiha facebook dê bi gelê herêmê û rêvebirên qanûnê re jî bixebite.
AA
Gotara berê: Li Bakurê Kurdistanê Cejn Çawa Tê Pîrozkirin?
Gotara piştî: 10 Giyannasên (Derûnnas) Herî Navdar
Gotarên Têkildar
Ji Kaniya Gel Çend Xebatên Folklorî
Rîsaleyên Nûr êdî bi dengê Zazakî û Kurmancî têne guhdarîkirin!
Pirtûka “Vî Zemanî Her Kes Mîmarê Sînemaya Xwe ye” ya Ardîn Dîren

