Ji bo ku hûn Cejna Qurbanê da nerihet nebin divê hûn çi bikin?

  • Roja xwe bi taştêyek sivik dest pê bikin.
  • Ji parêzek yek alî dûr bikevin. Goşt, sebze, şîr û dexlên xwe bi nermî biqedînin.
  • Pir avê vexwin û şilavîyê bixeritînin. Pêdiviyên xweya şilavê bi vexwarinên tendurust ên wekî av, ava fêkiyê teze, û dew bicîh bînin.
  • Hişyar bimînin ku li her xaniyê ku hûn diçin şirînahiyê nexwin. Di hin serdanan de, tenê şîraniyê qebûl bikin an li pir hindik cîyan şîraniyê bixwin.
  • Heke we bi ro pir xwar/vexwar, êvarê tenê mast û fêkiyan bixwe, û xwarinek sivik bistînin.
  • Teqez bimeşin. Ger mesafeyên nêz bin serdanên cejnên xwe bi lingan bikin. Hûn her roj 30-60 hûrdeman bi lez bimeşin, hûn hem dikarin tevgerên xwe rêkûpêk bikin û hem jî metabolîzma xweya hêdî, zûtir bikin. Wekî din, dema ku hûn pir kaloriyan bigirin, hûn fersendek şewitîninê diafirînin.
  • Ji bo ku hûn îkramên bi çij nexapin, birçî neçin gerê an zîyaretên cejnê.
  • Di cejnê de bêhesab vexwarina çîkolata û şîraniyan dibe ku bibe sedema giliyên wekî dilşikestin û nexweşiyên rûvî. Dibe ku we ji ya ku divê hûn di xwarinek din de bigirin bêtir kalorîk werbigire, enerjiya xweya rojane bi hêsankirina xwarina paşîn hevseng bikin.
  • Di dawiya cejnê de, vegerin ser adetên xweya tenduristiyê, ji parêzên xeternak ên ku ‘we di 3 rojan de 3 kîlo winda bike’ dûr bimînin. Ew tiştek nake lê metabolîzmaya we hêj bêtir hêdî dike!
  • Ji bo em porsîyonên xwe yê xwarinê eyarbikin, divê em tebaxên xwe yê şîvê, kekê û ên xwarinên din piçûk bikin.

Derbar Çand Name

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply