Ji bo ez kêfxweş bibim ji xwe re çend pêşniyaz

1- Nefikirin ku cihê we nayê tijekirin! Li cîhanê ji bilî dêûbavtiyê her cîhek tê dagirtin. Û berî ku kursîya we sar nebiye…

2- Bi hejmara kesên ku hûn nas dikin pesnê xwe nedin. Hevnaskirin destpêk e. Naskirinên ku pêşneketine ji xeynî westandinê tu feydeyê nadin. Ji ber vê yekê jimartina kesên ku hûn nas dikin rawestînin û dest bi jimartina kesên ku hûn jê hez dikin û ji wan rêz digirin dest pê bikin.

3- Bi gelemperî kesên ku rêzê li ramanên kesên din nagirin, hevoka “ez rêz li her ramanê digirim” pir caran bikar tînin. Ji ber vê yekê vê hevokê bikar neynin. Rasterast rêz bigrin.

4- Êvarê dema ku hûn radizên, ji xwe bipirsin: “Gelo min îro dilê kesî şikand?”. Ger we dilê kesî şikand, roja din yekem tişt ev e ku hûn hewl bidin ku wî dilê ku we şikandiye sererast bikin. Ji bo we, bila roj û şevên kesî xerab nebe.

5- Peyamî Safa dibêje; “Tecrûbe ne bi pîrbûnê, bi jiyankirinê tê bidestxistin. “Dem tenê armudan/hirmiyan digihîje.” Ji ber vê yekê pesnê xwe nedin ku hûn çend sal in tiştekî dikin. Dibe ku mirov hebin ku di nav du salan de tiştê ku we di bîst salan de nekarî bike, bikin û dikin.

6- Xwebaweriya bilind her tim ne tiştekî baş e. Ji ber vê yekê bila di hin mijaran de xwebaweriya we ji erdê de here. Serê xwe li ber tiştên ku hûn difikirin ku hûn di wan de ne baş in xwebikin.

7- Zimanê xwe pir tûj neke. Carinan baş e ku meriv cûda bifikire, lê hay jê hebe ku ev nakokî dê kesan xemgîn bike. Kesên serketî ew in ku bêyî ku dil bişkînin dikarin qaliban bişkînin.

8- Di hin mijaran de dema ku hûn nefsbiçûkêyê nîşan didin jî, hûn dibêjin: “Ez çiqas mitewazî me, Xwedê ji min razî be!”. Û dibe ku hûn celebek herî tarî ya quretiyê dijîn. Nefsbiçûkbûn ne hêsan e! Xwe nexapînin!

9- Ji şermokîyê şerm neke! Ji bêzarbûnê bêzar nebin! Şermbûn karaktera we şîn dike, û bêzarbûn cîhana weya ramanê şîn dike.

10- Mirov ê ku herî zêde hewl dide kijan alîyê xwe derxe holê, belkî ew aliyê xwe herî qels e. Ji qelsî û qelsiyên xwe şerm nekin! Ji bîr nekin ku her gav hewldana bêkêmasîyê pir diwestîne!

11- Tiştên ku ne li gorî karaktera we ne nekin! Heger hûn xwe zêde bixin tengasiyê, hûn ê bibin tiştekî tevlihev. Hûn nikarin taybetmendiyên karakterê xwe veşêrin!

12- Di dema mezinbûna zarokên we de her deqeya ku hûn bi wan re derbas dikin, wek xalên bonûsê ye ku li ser kartên we yên krediyê kom dibin û ji ber ku hûn wan xerc nakin têne jêbirin. Zêdetir wext bi zarokên xwe re derbas bikin.

13- Bi berdewamî serdana dê û bavê xwe bikin. Dibe ku hûn ê di jiyanê de gelek tiştan poşman bibin. Lê tu poşmanî bi qasî poşmaniya îhmalkirina dê û bavê we giran nabe!

14- Heger hûn pir hêrs bibin jî hewl bidin ku aram/sakîn bimînin! Ger divê hûn bifirin û biqîrin, ji xwe re bibin bayê bakur/poyraz û ji yên din re jî bibin bayê meltemê.

15- Pere qezenç bikin, lê ji qezençkirina pere hez nekin. Bînin bîra xwe ku pere xulamekî baş e lê axayekî xirab e.

Salîh Uyan

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo kêfxweşîyê van tiştan nefikirin

Bextewarî carinan dibe ku ji kêfa wê gavê be û hişê me ji ramanên neyînî …

Leave a Reply