Hêza mêjiyê zarokan bi tevger, xew û dema ekranê re têkildar e

Li gorî lêkolîneran, ji bo ku xwendekar ji testên jêhatîbûna zîhnî pûanekê zêde werbigirin, divê van sê tiştan miqate bin: Di rojê de herî kêm 60 deqîqe fealiyeta fîzîkî, her roj di navbera saet 9 û 11an de xew û bi rojê ji du saeta ne zêdetir saeta ekrana bisînor.

Di lêkolînekê de ku di kovara medîkal a navdar Lancetê de hat weşandin, 4,524 zarokên ku temenê wan  di navbera 8 û 11an de ne li gorî şeş testên standart hatin nirxandin ku şiyana ziman, hiş, jêhatîbûna plankirinê û xebatên wan ên zîhnî hatin pîvandin.

Zarokên ku li gorî van hersê pîvanên navborî tevdigerin, berawird ligel zarokên din ji testan sedî 4 zêdetir puan wergirtin. Dema ku zarok hem li gorî pîvana maweya ekranê hem jî maweya xewê tevdigerin, di puanên testê de ji zarokên ku van pîvana paşguh dikin sedî 5.1 puan bilind dikin. Wexta ku tenê ji sedî 5 zarok li sê pîvanê tê. Nêzî sedî 30 jî li tu pîvanê nedihat.

Li gorî lêkolînerê zanîngeha British Columbia, Jeremy J. Walsh. “Wexta ekranê dibe ku bandorê li xewê bike.” Jeremy dibêje “Xew, di şikilgirtina hişên me de roleke heyatî dilîze. Ji bo asteke maqûl bo werara hişî/kognîtîv divê rojê zarok qedera 9 û 11 saetan razên.”


Çavkanî: egitimpedia

Werger: Tuba Akıncı

Sererastkirin: Perwerdia

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply