Helbesta Hestên Azadiyê

Dilê min lez û bez be

Her dem jî geş

Rewşekî bê bêxof were

Rût û tazî her tim jî şilf

Nekeve nav xem û xeyalan

Hestên azadî qet te kêm nebe

Her dem hêvî te tijî be

Bixwaze rizgarî dil û can, serbestî

 

Dilo were bi lezgîn be

Nêta xilte te hebe tiwarde

Zelal bike wek çemê Erez çemê Firat

Bi şewq û şemalan welatê me ava bike

Mîna hespekî kehêl zû were

Dil û can rêkeve

Reng û rengan bi kesk sor û zer

Gulan vede kulîlkan bide

 

Dilo werê serbilindî werê rûmetî

Zincîra koletiyê biqetîne bişkêne

Ser hîmên serîhildana şanaziyê

Pêl û pêl xwe azadî berde

Şêr û lehengî bi egîtî

Dema me bike şeng û şahî

Roja me jî ronahî

Dilê min were wek birûskan

Rizgarî û têkoşînî

Min qurbana hemû gelê meke

Welatê me jî çêke

Dilo xwe bişibîne xêlîya serê bûkan

Bixemile li her rengan

Bikeve nav bax-baxçan hemû werzan

Stargeh tekoşeran şên bike

 

Dil min neqede her roj bimeşe Amed, Qers û Mûşê

Cîzra Botan û Zêtka Her der Kurdistan e

Navê welatê me pir xweş e

 

Dilo dilo dilê min

Tu seh dikî dengê min

Welatê me her çavê min e

Zanî an nizanî

Koletî mirin e

Rizgarî jiyan e

Hege war, welat nebe

Ax bi gelan re darbeste, goristan e

Dilo lez were bez were

Wek şervanan

Wek şefeqa serê sibehan

Gelan re bîne serfirazî

Kurdistana me şên bike

Ala rengîn ser de navdake

 

19.10.2011

Mehmet Çobanoglu

Etîket: Helbest, hestên azadiyê, Hîsên Azadiyê, Mehmet Çobanoglu, Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Helbest | Car caran difikirim

Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

Helbest I Ji bo gerdûnê ji bo însanbûnê

Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle