Her tişt berevajî bû…

❗️Zilam wek jina bû, Jin wek mêran bû.

❗️Heywanên kedî li kolanê,
Heywanên kovî li malê.
❗️Li şûna xortê 18 salî yê ku nan tîne malê, di 40 saliya xwe de xortên nû yên navsere û bi pereyên dê û bavên xwe soytarîyê dikin derketin.
❗️Temenê zewacê derengî ket,
Zarok anîn kêm bû.
❗️Ji ber jidayikbûna dereng, dê û bavên bêtehemûl li şûna ku bi zarokan re bilîzin, ji kesên lênêrînê/bakici re hatine hîştin.
❗️ Mezinên malê li şûna ku li quncikê malê rûnin û ji neviyan hez bikin, avêtin malên aramiyê.
❗️Pirsgirêka xortanîyê danîn ser milê malbatê, digotin hûn bi zarokê we re hevaltiyê bikin, digotin hevalin û xort dê û bavê xwe êdî nizanin, bêhurmetîyê wekî jîrektî dihesibînin.
❗️ Hevjînan hurmeta xwe winda kirine, xapandin êdî ne zîna ye, kuştin zêde bû.
❗️Yên zewicî yên ku ji hevjînên xwe hesûdiyê dikin çûn, kesên bêexlaq ên ku di medyaya civakî de ji bêşermiyê pere qezenc dikin zêde bûn.
❗️Ziyareta malbat, xizm, heval qediya, heywan ketin malê, dostanî qediya.
❗️ Li şûna xwendin û hilberandina ramanan, sondxwariyên ku li ser klavyeyê dema xwe bi tik tokê derbas dikin zêde bûn.
❗️Rewşa gund xerab bû, cotkarî, sewalkarî qediya, ciwanan li pey karê ser masê xwe perîşan kirin.
❗️Jina ku bûdçeya malê bi konserveyê hevseng dikir çû û hejmara jinên ku mast jî ji bazarê dikirin zêde bû.
❗️Serdema xwarinên malê derbas bûye, luks bû pêwîstiyek, bûdce hat hejandin.
❗️Xwarina hazir tenduristiya me xera kir, ji çûna nexweşxanê berhemdariya me kêm bû.
❗️Dema vala ya mirovan zêde bû, her tişt li dora xwe zivirî, psîkolog bi ser ketin.
❗️Lûks zêde bû, nexwarinî zêde bû.
❗️Daxwaza qezenckirina pereyên hêsan, sextekarî zêde kir û yên ku nekirin jî wek ehmeq hat dîtin.
❗️ Yê bêrûmet li çepikan hatin pêşwazîkirin, yê rast xerîb man.
❗️ Bawermend kêm bûn, yên sextekar zêde bûn.
❗️Mirovên dilnizm ji wêrekiya zaliman tirsiyan, deng nekirin, meydan ji xeraban re ma.

Ji fêsbûkê hat standin, kesî/ê ku gotiye ne diyar e

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply