Di maweya (dem-wext) perwerdehiya pêşdibistanê de zarok ji dibistanê re tên amade kirin û li vir hînî parvekirin, piştgirî, civakîbûn û bi hev re xebitînê dibin. Armanca perwerdehiya pêşdibistanê, bi zarokan re eleqeya hînbûnê hişyar kirin û qebîliyetên wan yên heyî derbixe holê ye.
Ev heyam, ji aliyê lekolîneran ve heyameke ku zarok xwedî potansiyeleke mezin a hînbûnê ne tê dîtin. Zarokên di dorhêleke ji aliyê fîzîkî û civakî ve musaîd (dirist) de mezîn bûyîn (gihiştin), pêşveçûneke zûtir û serkeftîtir didin nîşan.
Perwerdehiya pêşdibistanê, papelûka (gav) perwerdehiyê a yekem ê û mîna kevirê dîwêr ê yekem e û dive ev kevir rast were danîn. Perwerdehî, platformeke ji segoşeya mamoste-xwendekar-dê/bav pêk tê ye. Ev hevgirtin û tekilî çiqas xurt be, zarokên me jî wê ewqasî kesayetiyeke (şexsiyet) baş bidestxin.Bandora perwerdehiya pêşdibistanê a ji bo perwerdehî li ser bingehên xurt were ava kirin û ji bo mirov di jiyana xwe a pêşerojê de serkeftî bin, bi awayekî zanistî hatiye îspat kirin. piştî eleqedariya zêde a di hembêza dayikê de, dorhêla pêşdibistanê ji bo zarokê paceyeke nip û nû a ku li cîhanê vedibe ye. Erênî an jî neyînî her tişta tê dayîn, di pêşerojê de jî li ser jiyana zarokan rasterast bandorê dike.
Saziyên perwerdehiya pêşdibistanê: ji hêla
- Rêzgirtin, Hez kirin,
- Parve kirin, kar dabêş kirin,
- Berpirsiyariyê ve (evana tiştên ruknên jiyana civakê tînin holê ne) dorhêla herî ewledar e.
Weke tê zanîn, salên 3 û 6an salên ku zarok ji hemû hêlan ve pirr tê guhertin in. Zarokeke pêşveçûneke (mezinbûneke) asayî (normal) bide nîşan, nêzîkî temenê 6an de dest bi karanîna gelek hunerên zîhnî û fîzîkî dike.
Ji hêla pêşveçûna bîrbirinê ve, di derheqê derdora xwe a fîzîkî û civakî de dest bi berhevkirineke zêde a agahiyan dike û fêhmkirina bûyêrên li derdora wî/wê diqewimin destpêdike.
Digel vê, salên pêşdibistanê hunera zarokê a fikirîna neberçav hîn tam bicihnebûye û ji ber vê zarok di van salan de di çalakiyên tên kirin hemûyan de bi awayekî berçav bi kirin û ceribandinê hînbûnê pêktînê. Mirov baş bifikê wê tebigihe ku dive salên pêşdibistanê salên wisa bin ku çalakiyên zarok bi heval û mamosteyên xwe re yekbiyek ragihandinê pêkbînê û hunerên xwe yên axaftin û guhdarkirinê pêşbixîne zêdetir bin.
Perwerdehiya pêşdibistanê çima hewce ye?
Pêşveçûna hişê zarokêzarokî ji %70yî heta sala 7an temam dibe û hunera hînbûnê di van salan de pêş ve diçe.
Taybetiyên (bûyînên) weke Tevlîbûna zarokê a nav koma hevalan, ava kirina têkiliyên xurt, xwedî derketina li nirxên xwe yên çandî, civakî bûnê di van salan de pêş ve diçin.
Neyînî û ji rêketinên di van salan de, li ser hemû jiyana zarokê/zarokî bandoreke neyînî dike. Zarokên ji dorhêlên çandên cuda û malbatên cuda tên, di saziyên perwerdehiya peşdibistanê de digihin jiyaneke hevbeş û hevpar.
Zarok di van saziyan de dest bi destxistina hesta ji xwe baweriyê dike.
Taybetiya zimanê xwe rast, bêxeletî û rind axivînê di van salan de hîn dibe. Dest bi nasîna Civakê, derdorê, gerdûnê û helwestên (tevgerên) mirovan dike.
Temenên destpêkirina hînbûna tiştan, alav û hebûnan, hinek hunerên bingehîn, helwestan, erênîyan û neyîniyan navbera salên 4-6an e.
Ji bo ku piştgiriya nava malbatê bi tenê ne bese, dorhêleke zarok bi hevalên (hemtemen) xwe re be, pêşveçûnên xwe yên laşî û hişî bi awayekî dirist berdewam bike, perwerdehiya pêşdibistanê mecbûrî û hewce ye.
Ji bo piştgiri ji perwerdehiya pêşdibistanê re were dayîn em dikarin wiha bibêjin: Pêşdibistana bi hevkariya malbat û perwerdekar were pêkanîn; ji bo zarok di fikran de bêtir afîrîner be, pêşiya (pêşeroj) xwe bibîne, berhemên nû derxê holê û derfet û fersendên derdora xwe ji bo armancên xwe beralî bike (bikar bînê) û bi vî awayî bibe xwedî kesayetiyeke xweser perwerdehiya pêşdibistanê wê ji zarok re bibe arikar.
Wek gotina dawiyê: perwerdehiya pêşdibistanê girîng e û ji bo her zarokê/zarokî hewce ye!..
Çavkanî:http://www.cocukgelisimi.gen.tr/okul-oncesi-egitim/okul-oncesi-egitimin-onemi/45-okuloncesiegitiminonemi.html
WERGÊR: CEMAL ŞINGAR