FOTO ŞÎROVE: Sûlava Xelef û Çîroka Wê

Sûlava Parmûk an jî bi navekî din sûlava Xelef yek ji sûlavên Çewlîgê ye ku bi serpêhatî û çîroka xwe him balê dikişîne ser xwe hem jî bi salan e bê west û rawest dikişe û hey dikişe.

Sûlava ku havînan bo geşt û ger û wênegiriyê dibe mekaneke xweş zivistanan jî diqerise û dimenên krîstalî û nebinayî pêşkêşî niştecîhên gund û hezkiriyên xwe yên derve dike, lê her çiqas bi van dimenên xweş li ber çavan be jî di esasê xwe de çîrokeke dilşewat jî din av xwe de dihewîne.

Sûlava ku hetanî demên dûdirêj navê gund lê bû piştî mirina kesekî navê xwe jî mînanî qedera xwe diguherîne, li gorî saloxên gundiyan mesele wiha rû dide; “Rojeke kesekî bi navê Xelef bo hinekî bêhna xwe vede û kêliyekî hênikahiyê de rûnê çûye li ser sûlavê, lê qedera kambax lê hatiye xezebê û Xelef ji sûlavê ketiye xwarê û xeniqiye. Termê wî yê ku bi dehan metreyan xişikiyaye paşê ji aliyê gundiyan ve hatiye dîtin. Êdî ji wê rojê û vir ve navê vê derê bûye Sûlava Xelef.

Çûnûhatina Sûlavê:

Ev gundê ku girêdayî Çewlîgê (Çolîg, Bîngol) ye bi qasî 20 deqîqeyan ji navenda bajêr dûr e. Ji nav bajêr meriv dikare bi wesayîtên gund û bi erebeyên xwe yên şexsî here gundê Parmûkê (Çavuşlar) û li vir Sûlava Xelefê bibîne.

Debara Gund;

Debara gund bi heywandarî û çandiniyê dibe û hin gundî sewa xebatê diçin derveyî bajêr jî.

Zaravayê Gundiyan:

Piraniya niştecihên gund Kirdkî axêv (Zazakî axêv) in û gelek ji wan Kurmancî jî baş dizanin.Her wiha li gund Girê Keçel, Ava Serkaniyê û Aşê Kevir jî hin cihên hêjayî dîtinê ne.

Kunyewêne:

  • Wêne: Mem Artemêt
  • Dem: Nîsana 2016an
  • Cîh: Gundê Parmûka Bîngolê
  • Navê wêneyê:  Sûlava Xelef û Çîroka Wê

 

Mem Artemêt
memartemet65@gmail.com
PopKurd, Jimar 1, Gulan 2018

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply