Filma kurdî rekora xelatan şikand!

Fîlmê “Ez Samî me” (I am Sami) yê derhênerê kurd Key Bihar başdarî 100 festîvala kurtefîlman bû û bi vê yekê rekorek şikand.
Key Bihar da zanîn ku filmê wî di du salan de beşdarî 100 festîvalan bûye, 25 caran xelata “baştirîn fîlm” û “baştirîn temaşevan” bidest xist ku bi yekûnî 40 caran xelat qezenc kiriye.
Derhêner Bihar got, “Fîlmê min li ser televîzyon û sînemayê hate belavkirin ku ji aliyê şîrketa belavkirinê ya amerîkî Shorts ve hat hilbijartin.”
Shorts International, bi giştî fîlmên Oskarê belav dike lê vê carê giringiyê dide fîlmekî kurdî.
Fîlma 35 xulek behsa sînemaya kurdî dike ku çîroka wê li Kurdistan, Brîtanya, Meksîka, Amerîka û li Hindîstanê derbas dibe.

Fîlma “Ez Samî me” fîlmekî hevbeş ê Kurdistan û Brîtanya ye.
Nivîskar, derhêner û çêkerê fîlm Key Bihar kurdekî Başûrê Kurdistanê ye lê niha li Ewropa dijî.
Fîlmê Bihar ê bi navê “Blindfold Shows” jî fîlmekî hevbeş ê Kurdistan û Brîtanya ye.

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply