Lêdana Rûn

Hekîm û pizişk dibêjin lêdana rûnê li binê piyan dermanê gelek derd û êşên laşê merive. ew bawer in ku lêdanana rûnên wekî runê zeytûnan, badema tehl, rûnê reşreşkê û  runê kuncî dibe sedem gelek derd û êşên bedena meriv derman bibin.

Divê meriv şevekê ne yekê, berî razanê, yek ji van rûnan li binê piyê xwe bide û kêmekê piyên xwe miz de yan masajê bide û hema wisa raze, ew rûn ji postê meriv derbas dibe û diçe bin postê meriv û eger ev kare berdewam be rûn gera xwe li bin post berdewam dike û  belavî her derê bedenê dibe.

Eger kesek vî karî bike paşê midehekê êşên wî/ ê ên mîna piştêş, hin qismên serêşê, êşa ma`de bi rihetî derman dibin.

Lêdana rûnê li binê piyan herwisa dibe sedem ku hişkatiya bedenê me kêm be û nêm û ava bedenê bitaybet ava binê postê merivan zêde bibe.

Hekîm dibêjin hin caran sedema nexweşiyan kêmbûna nêma bedenê ye.

Lêdan rûnê li binê piyan herwisa dibe sedem pirsgirkên mîna: çilmisîna postê merivan, sipîbûna mû yan porê serê merivan, pûkbûn yan valabûna hestiyan û berxweketin wekî nexweşiyekî derûnî çareser bin. dil yan qelbê însan baştir bixebte û mejî bi hêztir bibe û qaweta bedena însan jî zêde bibe. lêdana rûnê li binê piyan bo rûvî û gorçikê meriv jî bi mifa ye.

Lêdana rûnê bin piyê xwe, midehê du heftiyan şevekê ne yekê berdewam bikin.

Hekîm dibêjin lêdana rûn li  binê binê piyan, bona dermankirina nexweşiyan pir bi mifa ye. tika ye vî karî bikin taku hûn tasîrên wê li saxlemiya xwe de bibînin.

Menûçêhr Tarverdî, Tehran

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply