Eşq

Evîna te xwêya nav nên bû
Belbî jî xwêya ser birînê bû
Tu nifira dîya min a li min bû
Lawiko çûyîna te hebe vegera te tunebe !"
An jî duaya salihek bûy
Heza ji te sînorê nava Dirbêsê bû
Di navbera min û ezê de hatibû danîn
Her du lêvên te peravên şeta Nîl
Her du memikên te cotşoreşgerên qada şer bûn
Kenê te kevirê rozeta bû bi efsûn, veşartî û nepenî
Qederê kabikên xwe avêtibûn ji bo me
Û evîna te bûbû qismetê dilê min
Û ez bûbûm xwarina gurên har
Morik digeriyan di tamarên min de dema min ji hestên te vedixwar
Kole azad dibûn ji zincîrên zingarî dema te li min dinêrt
Asîman dibû erda beyar dema te porê xwe bi ba dikir

Dilbirîn Dilo

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply