Nexweşiyên Fîzîkî û Metodên Tîmarkirina Wan

Em di hejmara derbasbûyî de li ser dîroka Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê rawestiyabûn me bi kurtahî wê dabû nasîn. Niha jî emê hêdî hêdî bikevin nav nexweşiyan û emê nexweşiyên fîzîkî û metodên tîmarkirina wan di vê hejmarê de bidin.

Fizyoterapi nedir?

Di roja îroyîn de nexweşî, bi taybetî jî yên fîzîkî pir in. Mirov çend zû li nexweşiya xwe bihese tîmara nexweşiyê ew qas hêsan dibe (ev yek ji bo nexweşiyên fîzîkî pir pêwîst û girîng e). Çimkî nexweşî hêdî hêdî derdikevin holê û ji holê rakirin jî gelek wext digire, her wiha tîmarkirin jî zehmettir dibe. Divê mirov hê ku nexweşî pêşve neçûye, biçe bal bijîşk da ku çareserî zû lê bê kirin. Nexweşiyên fîzîkî yên ku di nav civaka me de herî zêde tên xuya kirin yên li jêr in:

  • Piştêş (janepişt)
  • Falinç (şil, felç)
  • Fitix (a stû û piştê)
  • Serebral palsî (felinca mêjû)
  • Ba (reşaba, balêxistin)
  • Êşên stû, mil û destan
  • Piştkol û xûzbûyîn (qombûyîn)
  • Romatoîd artrît- osteoartrît
  • Multîlp skleroz
  • Lateral-medîal epîkondîlît
  • Brîndarbûyînên masûlke, livokan û birikan(sînîr)
  • Birîndarbûyînên mêjûyê marîpiştê
  • Şikestinên hestiyan
  • Skolyoz
  • Atrofiyên masûlkeyan
  • Spastîsîte
  • Parkînson
  • Ankîlozan spondolît
  • Osteoporoz û hwd…

Fizyoterapi nedir? | Lider Tıp Merkezi

Ji bo tîmarkirina van nexweşiyên li jor rêzkirî, gelek metod tên bikaranîn û her ku diçe metodên nû jî derdikevin holê. Ji ber ku hinek ji van nex-weşiyan dibin sedema hinek nexweşiyên din jî divê mirov bi beşên din yên bijîşkiyê re jî têkildar be (her wekî: ortopedî, norolojî, romatolojî…). Her wiha beşên bijîşkiyê yên din de jî tîmara hinek ji van nexweşiyan pêkan e. Metodên di Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê de herî zêde tên bikaranîn ev in: elektroterapî, egzersîzên terapatîk, manuel terapî, germav, sermav, metodên germ û sermayê , ultraviyole û hwd… in.

FİZİK TEDAVİ VE REHABİLİTASYON | Sportoteam

Me di vê hejmarê de nexweşiyên fîzîkî û metodên tîmarkirinê dan û emê hejmarên bê de jî yek û yek li ser nexweşiyan bisekinin û semptomên wan, sedemên wan, tîmarên wan û her wiha ji bo parastina ji van nexweşiyan jî emê hin pêşniyariyan bikin.

Şevger Cîlo – Xwendekarê Zanîngeha Marmara 

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 4an (2011)

 

FERHENGOK:

Elektroterapî: Metodekê ji tîmarkerên Fîzyoterapiyê ye ku elektrîk tê bikaranîn, ge-lek amûrên cuda û cûreyên tîmarkirinê di elektroterapiyê de hene. Elektroterapî herî pir ji bo rehabilîtasyonê tê bikaranîn.

Manuel terapî: Metodekê ji tîmarkerên Fîzyoterapiyê ye. Piranî ev metod bi dest tên kirin (herwekî masaj û perixandin) lê carna hinek amûr jî tên bikaranîn.ji tîmarkerên Fîzyoterapiyê ye ku elektrîk tê bikaranîn, ge-lek amûrên cuda û cûreyên tîmarkirinê di elektroterapiyê de hene. Elektroterapî herî pir ji bo rehabilîtasyonê tê bikaranîn.

Germav: Ava germ, hotpack

Sermav: Ava sar, coldpack

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply