Esasên Dozê – 1

1- EM DILVEKIRÎ NE

Em li ser xwe wezîfe dizanin û ji ber vê yekê metodên xwe li ber çavan radixînin û bê veşartin û dizî doza xwe ji herkesî re dibêjin.

Doza me ji tîrêja tavê nûranîtir, ji gewrbuna sibehê vekirîtir û ji ronahîya rojê bi şewqtir e.

 

2-EM MASÛM IN

Em ji hemu birayên xwe yên Misilman ji dil û can daxwaz dikin ku bila ew bizanibin, doza Birayên Misilman dozek pak û masûm e.

Doza me dozek wusaye ku ji berjewendîyên şexsî derbas buye,  menfaatên maddî piçûk dibîne, daxwazên nefsî şunda hiştîye û li ser xeta rêya ku Xwedê Teala ji bo daweta îslamê kifşkirîye,li ser wê dozê ne: “Tu ji wan re bibêje: “Rêya min ev e. Bi besîret dewetî rêya Xwedê dikim. Ez û ên didin pey min jî; em Xwedê (ji hemû kêmasiyan) tenzîh dikin. Ez ne ji muşrîkan im.”

Em ji mirovan tiştekî naxwazin. Ne çavê me di mal de heye, ne jî di xelatê de, ne çavê me di şan û şuhretê de heye, ne jî di şerefê de. Em xelata xwe ancax ji Xwedayê xwe yê ku em xuluqandine dixwazin. 

3-EM JI HEQÎQETÊ HEZDIKIN:

Bila milleta me bizanibe ku, em milleta Îslamê ji canê xwe zêdetir hezdikin.Eger gurbanek pêywîst be ji bo îzzet, şeref, dîn û hedefên Misilmanan em ji dil û can amadene ku canê xwe feda bikin.

Bêguman  ji bo Misilmanan evîna me ya bê hed û hidud, muhabettên ku li hestên me hakim buye, xemên ku xewên şevan li me diherimîne û hêsrên wek avzêmê ji çavên me diherikin em ber bi van kiryaran de fetilandine.

Tu carî ne mimkune ku em, vê rewşa milleta xwe bibînin û zelîlîyê qebul bikin û bêhêvî bibin. Em di rêya Xwedê de ji xwe zêdetir, ji bo însanîyetê dixebitin.

Gelî Misilmanan!

Em dewamî bi we re ne. Emê tu rojekê jî li dijî we nebin…

4. LITÛF Û ÎHSAN BITENÊ JI XWEDÊ YE:

Em tu qencîyê nakin serhevdî û nadin serê însanan. Em tu îddîaya litûfekê jî nakin. Em bawerî bi vê kelama Xwedê Teala tînin: “ji bo ku bawerî kiriye nesîbê we, Xwedê minnetê li we dike.” 

Temennîya me ewe ku, çavê we yê dil ji heqîqetê re vebibe da ku hûn bizanibin em kî ne. Hûn îdraq bikin ku ji hezkirin, hurmet û fedekarîyê pêvtir ji bo we em tiştekî hîs nakin. Muşahede bikin ku ji ber vê rewşa hûn ketinê, em di êş û kederan de diperpitin.

Lê Xwedê Teala bi vanan zanibe, ji bo me bes e. Lewra kilîtên dilan di destê Wî de ye. Yê digîhîne rêya rast û alîkarîya heqîqetê dike Ew e.

“Xwedê kî jî bîne ser rêya rast; êdî kesê ku wî bixerifîne tune.”

 

Hesen El Benna / Werger: Fikrî Amedî

Jêrenot: Ev werger di kovara Ozedonuş’e hejmara 4. de hatiye weşandin 

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply