Em nivîskarên xwe nas bikin

Em Kurd pirê caran di saxîya wan de qala kar û barê nivîskar, rewşenbîr û sîyasetvanên welatên xwe nakin û pesnê wan nadin. Lê wexta koça dawî dikin, wê demê ew tên bîra me û em pesnê wan didin.

Ez vê dîtinê şaş dibînim û li dijî we dîtinê me. Ez dibêm wexta ku rewşenbîr, siyasetvan û nivîskarên me dijîn divê em qedrê wan bigrin.
Ji ber vê yekê ez bi vê nivîsa xwe dixwazim li ser nivîskar û lekolînerê Kurd yê mezin mamoste M.Emîn Bozarslan binivîsînim.

Mamoste M.Emîn di sala 1934an da li bajarê Amedê navça Licê hatiye dinê û niha 88 salî ye. Hîna jî li ser dîrok, çand, jîyan û zîmanê Kurdî bê westan dinivîsîne. Ji ber ku M.Emîn Bozarslan niviskarekî Kurd bû û lêkolîn li ser rewşa Kurd û Kurdistanê dikir, Ji ber wê xebatê di 1971an da tê girtin û heya sala 1974an di girtîgeha Amedê de dimîne. Wek gelek rewşenbîr, niviskar û sîyasetvanên Kurd ew jî derdikeve derwayî welêt, diçe li Swêd bi cîh dibe û heya niha jî li wê dijî.

Xwedê umrê wî dirêj bike û saxî û silametîyê je ra dixwazim.
Weke ku ez wî nas dikim û wî dişopînim, ji 50 salî zedetire ku ew li ser jiyan, çand, ziman û diroka gelê Kurd kar û xebatê dike.
Heya niha bi dehan pirtuk nivîsandine û çap kirine. Brêz M.Emîn Bozarslan ne tenê nivîsî ye. Li welatên Ewrûpa beşdarî bi sedan konferansan bûye, di cîvînan da axivî ye

Mamosta M.Emîn Bozarslan xudan prensîb, merivek nefspiçûk û mutewazî ye. Çend caran li mala me bû mêvan. Min carekê jê pirsî got: Mamosteyê hêja, te heya niha bi dehan pirtukên giranbuha nivisî ne, tu çawa wext dibînî ku wan pirtûkan dinivîsînî?

Wexta min ev pirs jê kir, rûkên bû û got: “Ez bi plan û bername kar dikim. Eger wer nekim nikarim evqas pirtûk binivîsim. Ez sibê zû radibim paqijîya xwe dikim û piştra jî taştê dixwim. Piştî taştê heya nîvroj dest bi nivîsê dikim. Nîvroj seatek ji bo xwarin û bîhnvedanê navber didimê. Piştra heya êvarê dîsa dest bi nivîsandinê dikim. Yanî çawa karkerik sibê radibe dev û rûyê xwe dişo, taşte dixwe û diçe kar, ez jî wer kar dikim. Wer nekim karê ku min program kiriye nikarim biqedînim û bighînim destê xwendekaran”.

Brêz M.Emîn Bozarslan, ji bo gelê xwe bi dehan sal wer kar û xebat kiriye. Wek min li jor jî nivisî, Mamoste M.Emîn Bozarslan, nivîskarekî ne qure û xwehezkirî ye, ew merivekî nefspiçûk e.

Dixwazim li ser wê nefspiçûkîya wî tiştekî bînim zimên. M.Emîn Bozarslan, wexta pirtûkek nû çap dikir, Komkarê ji bo ku wê pirtûkê bigihîne ber destên xwendekaran, li gelek bajarên Ewrûpayê ji bo wî civîn û konferansên nasandina pirtûka wî amade dikir.

Kîjan sal bû û kîjan pirtûk bû niha nayê bîra min. Mamosta M.Emîn Bozarslan, rojekê çûbû bajarê Nurnberg ê. Heval dibên “M.Emîn Bozarslan bi salan e ji bo gelê Kurd kar û xebatê dike. Em dixwazin wek diyarî jê re bedlek (taximek) kinc bikirin. Baş e, wextê em ji brêz M.Emîn Bozarslan ra bibên, gelo ewê neqehire û aciz nebe? “.
Ji wan yek dibê, “Emê bi navenda KOMKARê ra biaxivin hele ew çi dibên “Telefonî navenda KOMKARê dikin. Hevalek ji wan hevalan ra dibê, M.Emîn Bozarslan bibin sûkê dikana kincfirotinê, li wê jê ra bibin em dixwazin wek diyarî taximek kinc ji te ra bikirin “.
Hevalên Komkarê ji wer dikin. Wexta diherin dikana kincfirotinê, jê ra dibin, “Mamoste em dixwazin ji bo te taximek kinc bikirin“.

Mamostê ji wan hevalan ra dibe: “Ez pir spas dikim lê peşniyarek min jî heye. Ez jî dibêm perê ku hûn ji bo min bidin kincan, pirtûka min pê bikirin ji bo ez bi wî pereyî pirtûkek din çap bikim daha baştir bibe“.

Ev yeka jî dide xuyakirin ku mamoste ne ji bo taximek kincê wî hebe, lê ji bo ku pirtûkek din li ser rewşa Kurdan derkeve fedakarîye dike.

M.Emîn Bozarslan bi serê xwe tenê wek çapxaneyekê kar û xebat kiriye. Li alîkî dokuman û belge kom kirine, ev dokuman wergerandine zimanê Kurdî, ev pirtûk dane çapê û wexta ev pirtûk derketîne li seranserê Ewrûpayê bi civîn û konferansan daye nasandin.

Mamoste M.Emîn Bozarslan, car caran helbest jî nivisîne. Ji wan helbestan yek jê “Ez xortê Kurd im pir bi nav û deng “ e ku hunermendê Kurd Şivan Pewer distirê.

Ez xortê Kurd im pir bi nav û deng

Ez xortê Kurd im pir bi nav û deng
Wa min hilgirtîye bombe û tifeng
Ez ê herim şer ez ê herim ceng
Ger nezîvirim dayê tu megrî

Ji vir heya Çîn, nav û dengê min
Dinya hemû bihîst şan û rengê min

Tu temaşeke li şer û cengê min
Ger ez bem kuştin dayê tu megrî

Dayka min û te tev Kurdistan e
Em ê xelaskin ji bin destan e
Ger ez şehîd bim ew bo me şan e

Ger venegerim dayê tu megrî

Te min xwedî kir bi şîr mijandî

Hêsirên çavan bo min rijandî

Dilê xwe vekir bo min şewtandî
Min helal bike dayê tu megrî

Şêro / M. Emîn Bozarslan

Bekîr Topgîder

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply