Êl Begê Caf (1492 – 1553)

Ew di sala 1492yê de li devera Şarezûrê di malbateka ji êla cafan de ji dayik bû. Ola yarsanê hêj di wî serdemî de li wê derê belav bû. Wî li Şarezûrê dest bi xwendinê kir û herweha çû Bexda û Îranê. Ew, ji bo xweparastinê ji dijminên yarsaniyan, ji Şarezûrê çû Hewramanê û li wê derê akincî bû. Ew di sala 1553yê de mir.

Êl Begê Caf (Êl Begî Caf) helbestên pênckî nivîsîne û zimanê helbestên wî tevliheviyeka soranî û goranî ye. Ji helbestên wî yên di nav xelkî de berbelav û nas <Her wa bûwe û her wa debê> ye.

Min be qewlî goran dekem
Qisey le jêr hewrana dekem
Hemûy bo soran dekem
Îtaey dewran dekem
               Her wa bûwe û her wa debê
Ewsa eday wefa dekem
Serim pirr şor, sewda dekem
Temaşayî dunya dekem
Rû be tûrî Sîna dekem
               Her wa bûwe û her wa debê

Ew di vê helbesta xwe de gelek pêşbînînan dike, mîna ku dê balafirên bi dûkel peyda bibin û dê bifirin û guhortin dê di Îranê de çê bibin û hwd.

Teyrê wek reid û berq debê
Gwêçkey le dûkell xerq debê
Deşt û û derî pê leq debê
Berûy hewa molleq debê
               Her wa bûwe û her wa debê

Çavkanî:
– Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê duyê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2002.

Amadekar: Sidqî Hirorî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply