MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 6 kesan
*Goştê hûrkirî: Nîv kîlo
*Birinc: 2 qedehên avê
*Mast: Kîloyek
*Ava firingiyan: 2 kevçîyên xwarinê
*Pîvaz: 2 serî
*Xiyar: 2 kîlo
*Rûnê nivîşk: Kevçiyekî xwarinê
*Îsotên hêşîn: 3 heb
*Sîr: 4-5 dendik
*Bexdenûs: Qevdek
*Biharet (5 çeşît): Kevçiyekî çayê
*Îsota reş: Kevçiyekî çayê
*Îsota pûlikî: Kevçiyekî xwarinê
*Xwê û av: Têra xwarinê
ÇÊKIRINA DOLMEYÊN XIYARAN
Xiyaran bişon, di nîvî de bikin du qet û nava wan biqewêrin. Îsota hêşîn û bexdenûsê bişon û hûr bikin, pîvazan biqeşêrin û hûr bikin. Sîran qeşûr bikin û bikutin. Mast û sîran di firaqeqê de biçirpînin.
Leganekê deynin ber xwe, goşt û birinç, bexdenûs, xwê, îsota reş û salçeya firingiyan tevî hev bikin, bi destan li hev bixin û bieciqînin bi vî awayî êdî navoşka xiyaran amade ye.
Beroşekê deynin ber xwe, xiyaran bi navoşkê dagirin û dolmeyan bi himet di binê beroşê de qor bi qor li rêz bikin. Xwêya xwarinê têreşînin, ava germ û kelijî berdin ser wan, kevirê dolmeyan deynin ser û bidin ser argûnê
Dema kel bi xwarinê ket, agir ji binê beroşê kêm bikin, li ser agirê kiz bi qasê nîv saetekê bila bipijin. Gava xwarina we pijiya, ji ser argûnê hilînin, ava zêde ya li ser dolmeyan vala bikin, mastê bi sîr lê bikin, di taweyekê de rûnê xwe sor bikin, îsota pûlikî bixinê û ser dolmeyan bi vê sosê bixemlînin, piştre bi germî serwîsa wê bikin.
Noşî can be