Tîtan a Gubgube

Tîtan heyv a herî mezîn a Keywanê ye û jî Merkûr a pepûk mezintir e. Ev dûvik di sala 1655’an de ji hêla asîman nas ên Hollendî Christiann Huygens hatiye kişfandin. Berî Huygens Galileo ji xwe çar dûvikên Jûpîterê, ên bi navê Dûvikên Galileo dihatin nasıkirin kişfandi bû. Ji ber vê Huygens û biraderê xwe teleskobek pêşketî çê kirin û di ceribandina wê teleskobê de Tîtan kişf kirin. Navê wê kirin Saturni Luna kû bi Latinî tê ser wate ya dûvika Satûrnê. Piştre gelek dûvik hatin kişfandîn li dora Tîtanê û ji bo kû tevlihev nebe navê wê kirin Saturn VI. Piştre ji mîtolojîya Yewnanî navê Tîtan hate dayîn û heta anha bi vî navê tê naskirin. Divê em vê jî bêjin di nav 62 heyvên Satûrnê, Tîtan li gorî dûrbûnê ji erda Satûrn ê di rêza 19’a de ye.

Dema em dest bi taybetmendî yên Tîtan ê bikin bi rastî a herî ecêb ewe kû Tîtan wek e gerstêrkê xwedî atmospferê kê ye. Ev ji gelek gelek ecêb û xerîbe ji bo dûvikan. Heta anha tî dûvikên dîn kû xwedî atmospferê bin nehatîye dîtin. Ji ber tîr bûna atmospfera Tîtanê ser rûyê erda wê ji durvê nayê dîtin. Belê bi xera teknolojîya termal û tîrêjên înfrarûj ser rûyê vê dûvikê xûya bû. Atmospfera wê bi pîranî ji Azatê pêk tê. Heta anha li tu dûvikan atmospferek wa qalind û girs ne hatîye dîtin û ti fikirîn kû dişibihînin atmospfera dinya me di demên xweyî pêşi de.

Tîtan ji bilî atmospfera xwe xwedî taybetmendî yek hîn ecêbtir e. Ji ber kû piştî dînya me tenê li ser rûyê Tîtanê golên avê hatine ditîn. Yanî ne bi şiklê qeşa girtî ha! Belê piştî lêkolînan derket kû ew golên avê Metana şilavî ye. Yani şiklê gaza metanê ya avî. İca li gor lêkolînan dibe kû di nav van golana de hinek bakterî hebin. Ew jî ji bo jiyana li Fezayê wê bibe şoreşek…

Di dawîde ez vê jî li ser bikim kû Tîtan ji di lisat Terraformingê de ye.

Rûpela Astronomîa

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply