Çîroka Paşe

Rojek ji rojên Xwedê Teala Husên paşeyê kurê Xertawîzade Şêx Mihemed Selîm Efendî cimeatê li binî konê rês/rîs komdike piştî wê goşt, qelî û gêrmî xwarin filan, dibêje: cimeat li ruyê dinyê sê tişt hene lê mirov qîmeta wan nizanin.

Rûsipî dibêjin paşe xwedê emrê te dirêj bike, ka keremke ew çi ne?

Husên paşe dibêje: Cimeat yek çêlek in ku qatixê malê dide ga ji wan dikevin zevî bi ga tên ajotin nan pê dikeve malan.

Cimeat dibêje raste wele Paşe ka yên din çi ne?

Husên paşe dibêje: Cimeat ya duduyan bizin in ku bi wan goşt dikeve malan û bi mûyê wan jî kon çêdibin va ye em cimeatek di binî de di sîyê de rûdinin.
Rûspî dibêjin erê wele paşe xwedê emrê te dirêj bike raste, ka kerem bike ya sisiyan çi ye?

Husên paşe dibêje: Cimeat ya sisiyan jî jin in ku paşeyê wekî min zîrek qedirbilind xwediyê şûr û mertalê ji zikê jinan dikevin…

Federal Gundî

Derbar Çand Name

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply