Di Roja Cîhanî ya Jinê de, Panoramayek li Dor Rola Jina Kurd li Beriya Mêrdînê

Bi min xweş e ku, di roja Cîhanî ya Jinê de, karibim ronahiyê berdim dor rola jinê di civaka Beriya Mêrdînê de. Rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna malê ye), biçesipînim.. Erê rola mêr mezin e, lê barê giran li ser pişta jinê ye, jin stûna malê ye. Erê jin nîvê civakê ye.. Wek ku diyar e, di vê serdemê de guhdanek mezin bi jinê heye. Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve.. Ev dewlet û saziyên têvel bi hewildan in ku ew zilm û zora ji sedê salan ve li ser jinê dihat û tê meşandin, nemîne.. Bêguman jina kurd jî, beşeke ji jinên netewên cîhanê, gelek zilm û zor lê hatiye kirin û hêjî dibe. Û zilm û zora ku li jina Kurd hatiye kirin û dibe, dubare ye; ji rexekî ve bindestiya ku gelê Kurd bi tevayî, ji rex rêjîmên kedxwar ve, tê re derbas bûye û dibe, ji rexekî din ve civakî ye, wek ya civaka cîhana gelên sisya ye ji paşketinê.

-1-

Di vê rojê de, navê çend Jina Kurd yên navdar:

Di dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20an de, navê çend jinên kurd di bakurî Beriya Mêrdînê de bi mêranî, merdî û cegerdarî di civaka kurdên Beriya Mêrdînê de dihat gotin, bandora wan li jinên Beriya Mêrdînê hebû wek: Xatê; diya Silêmanê Mistê, ku jinek mêr bû di herêma Xerzan de.. Şemê; diya Felîtê Quto, ew jî jinek mêr bû di herêma Pêncînaran de.. Perîxanê; diya Omer û Emînê Perîxanê di herêma Rema û Bişêriyê de.. Fesla Anter; Diya nivîskarê Kurd Musa Anter di navçeya Nisêbînê de. Dibêjin jinek wek axa bû û mixtariya gundê xwe Zivingê dikir. Durra; jina Hemê Mihê serokê eşîra Koçeka, dibêjin jinek nandan û sexî bû, deriyê wê ji mehcir, feqîr û û fiqran re vekirî bû.. Sara Hesê; Jina Hesê Şemokî, ji mala Hesê Berekêt bû, dibêjin ew jinek zana, merd û şaraza bû, di herêma Hevêrkan de..

-2-

Xensa, kebaniya Îbrahîm Paşayê yek ji jinên Beriya Mêrdînê bû:

Tevî vê rewşa xerab ya ku Kurdistan tê re derbas bûye û dibe, gelê Kurd bi rûmet û rêzgirtinê li jinê mêze kiriye û derfetên berfireh di jiyana rojane de li ber vekirî hiştiye.. Di encam de jina Kurd di gelek waran de xwe parastiye, serê xwe hildaye û nav û deng daye.. Mirov dikare wan waran bi van xisletan bi nav bike: Merdî, mêranî, zanîn û huşmendî, wefadarî, deyax û cangorî..

Yek ji jinên Beriya Mêrdînê yên ku di destpêka çerxê bîstan û vir de nav û deng daye Xensa Paşê ye. Xensa Paşê an Xensa Xelecî: kebaniya Îbrahîm Paşayê Millî bû; Jinek jîr û jêhatî bû, xwedî kesayetiyek xurt û bi biryar bû. Di heyamê mêrê xwe îbrahîm Paşa de û di pey wî re jî, wê karîbû zarok û êla xwe a Millan di deverên teng re, bi serketin derbas bike.. Ew bû ya ku di şerê erebên Iniz û Şemeran de, nav di mêrên Millan, Xelecan û Kîkan de dida û ji wan re digot; Yaxên we yaxên guran e. Anku yaxên guran jî pezkujin, yaxên we jî mêrkujin.. Ew keça Daoud Axa, pismamê Îsmaîl Axa serokê êla Xeleca bû, lê bi navê Xensa Îbrahîm Paş dihat naskirin an bi navê Xensa Paşa. Piştî ku di payîza 1908an de zilamê wê Îbrahîm Paşayê Millî li Sifeya, nêzîkî Kewkebê Millan canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê û zarokên wî li Nisêbînê hatin girtin.. Xensa xatûn bi kar û barê êla Millan rabû û bi zîrekiya xwe zarokên xwe ji zindanê berdan.. Xensa xatûn xwedî rêz û rûmet bû li cem axayên Kurdan û keyaxên ereban, nîşana rêzgirtina wê ku, di hevdîtinan de serê wê maç dikirin..

-3-

Rola Jina Kurd di tevgera Siyasî de:

Bi helkefta 8ê Adara 2024an, bi min xweş e ku ez navê çend jinên kurd yên ku navê wan bi welatperweriyê derketiye; tevlî tevgera Kurdî bûne, li kêleka mêr kurd tekoşîn kirine û bûne piştgir ji siyasetmedarên kurd re. Mirov dikare van çend navan bînim ziman: Fatma Şernexî; vê jina kurd wek kurdperwereke dilsoz gelek caran endamên Partî yên ku ji asayîşê direviyan xwe li mala wê digirtin û vedişartin. Wê, wek endamek partî xebat di nav tevgera niştimanî kurdî de li bajarê Qamişlo dikir.. û herwiha jinên wek Stîya Mele Ehmedê Şûzî; Wezîra Têllo, Meqbûla Têllo, Sînem keça Cegerxwîn, Emîna Çelengî.. van jinan jî wek wê xebata Kurdewariyê dikirin û dikarim bêjim ku ev jinên han û ji bil wan ve jî hene ji pêşengên jinên kurd bûn di Beriya Mêrdînê de di warê hestê netewî kurdî de.

-4-

Di Roja Cîhanî ya Jinê de, silavek wefadarî jinên Beriya Mêrdînê re:

Tevî jiyana gundîtiyê, cehalet, nexwendin û perîşaniya ku civaka kurdên Beriya Mêrdînê tê re derbas dibû, Jina kurd li kêleka mêrê xwe berxwedaneke bê rawestan kiriye û dike.. Digel mêrê xwe qonaxên cetin û dijwar, bi wefadarî derbas kiriye.. Tevî ku zimanê erebî li pêşberî xwendina zarokên wê astengek mezin bû, wê ew asteng bi vîn û deyaxeke mezin li pêş xwe hişt û nehişt ku zarokên wê dûrî zimanê bav û kalên xwe bikevin.. Hezkirina zimanê xwe bi zarokên xwe re çand.. Roja îro, bi saya wê, bi dehan ji mamoste, parêzer, bijîjk û endazyar di nav malbatên Beriya Mêrdînê de têne dîtin, tev bi Kurdî xeber didin û şerim dikin ku bi hev re bi zimanên biyanî xeber bidin.. Ji dil, roja 8ê Adarê li tev jinên cîhanê û taybetî li jinên Kurdistanê û Beriya Mêrdînê pîroz dikim û ji dayika xwe çêtir nabînim ku silaveke ji giyanê we re pêşkêş bikim.

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply