Di jiyanê de têkilîyên bi ewle

Têkiliya zarok û dayîkê,di hemû jiyana mirovan de bi bandor e. Gava zarok ji dayîk dibin, têkiliya wan a yekemin bi dayîka wan xwe re ye. Bandora vê têkilîyê di heyanî dawiya temenê însanan berdewam e; herwiha peywira dayîkê di navbera zarok û jîyanê de mînanî pirekî ye…

Ev rewşa dayîk nişan dide, ji bo ku zarok bibe xwedî raman û têbigihêje ,peywireke pir girîng e. Zarok,di temenê xwe yê asta 0-3’de bi şêwe dibe û bandora dayîkê li pêşerojê de jî dewam dike.

Kesên xama/gêran, yên ku li jiyanê girêdaneke bi ewle pêkanîne, bi awayekî erênî bi hevserên xwe re dikevin têkilîyê û ew, jiyana bi hevserê xwe re kêfxweş in û xema dev jê berdanê jî nakin.

Hem ji xwe re û hem jî ji mirovên li der û dora xwe re bi rêzdartir dibin. Têkilîyên wan yên civakî baştir dibin, bi têkiliyan kêfxweş dibin.

Têkilîyên wan yên ji însan re erênî ne; ew,dilovan û xweşbîn in.Gava ku di têkilîyên wan de pirskirêk çêbibin,ji alîkarîya civakî digerin…

Nivîskar: Cüneyt Yazıcı

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo divê ku em her tiştên ku zarok dixwaze bikirin?

Ger em her tiştê ku ew dixwaze bidin zarokê xwe, em ê xêrê jê re …

Leave a Reply