Derbarê Felsefeyê de Çend Gotin

Felsefe, bi awayê xwe yê herî berbiçav jî razber e û felsefe, ji bo her gotinên ku bên gotin, avahiyên ramanî yên bêne lêkirin, ji bo her tiştî hilweşînere. Hildiweşîne û berdide. Helbet hin kesên ku bi saya felsefeyê avakirina hin pergalan weke armanc didin berxwe hene, lê tiştên ku ava dikin bi kevirên wan tê xwarê. Bi felsefeyê tişt tên hilweşîn nayên serrast kirin, ev karê zanistên civakî ye û xebateke înterdîsîplîner e.

Felsefe, bi hilweşîneriya xwe nahêle pergal û civak bisekinin, wan dehf dide ji bo pêş de herin û li ser pirsên xwe yî kevn, li ser kavilên demekê ji aliyê felsefeyê ve hatibû dagirkirin, pirsên nû, dîwarên nû tê lêkirin. Yê dîwaran lêdike ne felsefeye, zanîna ku bi saya felsefeyê bidestdikeve ye. Helbet destkeftiyên bi saya felsefeyê jî hilweşînerin, lê mîna Janus, ango Şîva û Sauşka ew jî xwedî du rûyanin û dualî ne. Felsefe bi xwe, bi saya hilweşîneriya xwe afirîner û avasaz e. ew bi xwe ji ber ku ne sekinandî ye û tim tevdigere ji bilî hilweşînê jî kar dike. Avakirin, bi rûyekê xwe yî dinê hilweşîne.

Çawa ku wê her cihok bimiçiqe û her qesr wê hilweşe, felsefe wê mîna ruhstîn wê were çi ava kiribe hilweşîne û ji bermahiyên wê ji bo zarokên xwe yên nû – wêje, zanist û hwd. – aşê bipije.

Gavên felsefeyê bijimare û her jimarek bo heyamekê ye. Her heyam bi hişekê ava dibe û bi bêhişîyekê hildiweşe. Mîna çerxê digere lê tu wextî li heman zemanî nasekine. Ji nav şikêra bermahiyên zemanê çûyî û hatina wê ne gengaze, nêrînek nû tê avakirin bi her dû rûyên felsefeyê, ji ber ku felsefe ne bi gotinan tê rave kirin ne jî gotinên tê gotin felsefeyê ji xwe dikare dûr bixîne. Çawa hiş felsefe be herwiha bêhişî jî xwedî felsefeye.

Avakirin, hilweşîne! Li ser şikêrên ramanên nûhilweşiyayî avakirina ramanên nû nerihete û wê bibe. Felsefe xwebûne lê ew bi xwe nebixwe ye. Her çi hişmend be û hiş di xwe dihewîne ew felsefeyê jî dixwede dihewîne û ew bîra bênavber ya mirovahiyê ye, ji dergûşa mezin, ji Afrîkaya bextreş û vir ve ye bi me re ye û heya em cardin lê vegerin wê bi me re bimîne.

 

Çavkanî: ramanaaryen.wordpress.com

Nivîskar: Aryan Pêşeng

Derbar Çand Name

Check Also

Bajar û roman hevdu ava dikin – باژار و رۆمان ھەڤدو ئاڤا دکن

Mirov ti carî neçûbe bajarê Dublînê jî tenê pirtûkên nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) bixwîne …

Leave a Reply