Çîroka Gel – Ayşe IRMAK

Dibê carek hebûye cara rahmet li dê li bavê hazir guhdaran…

Dibê carekê hebûye paşek û wezîrekî wî hebûye, paşa paşatîya xwe , wezîr jî wezîrtîya xwe dike. Wezîr rojekê xirabîyekê dike, lê xirabî çîye kes nizane. Ev tişt tê  bihîstinê û paşa pêdihese,, gazî wezîrê xwe dike û dibêje

-ez ê te dardakim ji bo vê xirabîya te… wezîr înkar dike û dibêje

– ez bêgunehim , sucê min tuneyî…

Paşa dibêji – fermana te hatîye , em ê te bixeniqînin, lê ez destûr dime te, deh rojan bigere bêje bê lê li vî dinyê de , tiştê herî nebaş û pîs cîye ?

Wezîr dibê temam , diçe mala xwe jin û zarê xwe re dibêje ;

– êdî ez ê sibê herim êvarê werim mal .

Dibê – çima, çi bû ?

Wezir dibê – paşayê min dardake lê deh roj îzîn daye min .

Got – xwe re bigere bajar bi bajar , gund bi gund , di vê dinê de tiştê herî pîs û nebaş çî ye ?

Wezîr diçe diçe diçe, diçe cem cum’etekê merivên mezin ra dipirse

– selam eleykum

-eleykum selam ,

Wezir dibê – paşe ji min re pirsîye, di vê dinê de tiştî herî nebaş û pîs çîye ?

Herkes xeberekê dibêje, yek dibê derew e , yek dibê dizî ye , yek dibê heramîye hwd…

Wezîr tê mala xwe , neh û deh rojê wî temam dibe, diçe cem paşê ,, paşa dipirse

– te sual kir , hîn bûyî ? Wezîr dibêje

-erê , herekî tiştek got, lê ez durust nakim bêjim…

Paşa dibêje :

– bêje te got ev tişt rast be , ez ê te berat kim lê rast nebe ez ê serê te lêxim.

Wezîr ditirse û dibêje

– paşa xwaş , deh rojan caka îzîn bide min ez ê herim caka bigerim , paşa dibê temam here dîsa bigere cewaba pirsa min hîn bibe.

Wezîr diçe diçe diçe , diçê çolê rastî şivanekî tê , dêna xwe didê pezê wî mexel e , şivên jî ji xwe re rûniştîye diçe nîzîkaya şivên , dibê

– selam aleykûm

– aleykum selam , wezîr dibêje şivên ez zahf birçî me , qe nan û şîr heye tu bidî min ,

şivên dibêje :

-welle nan heye lê şîr tuneyî .

Dibê

– xwedê ji te re razî be , tu dibê nan heye şîr tuneyî, wî sed pez heye qe di yekî de şîr tuneyî ?

Şivên dibê

– na gişkîda şîr heye lê heqqê me nîne , heqqê xelkêye tenê mîhekî danê min ez xwe re didoşim, min hema le’ezekî berê dotîye, eger tu hinekî sebir bikî weke seatekî ez ê pez rakim, bila rabe alinçê hinekî bigere şîr bikeve guhanê wê ez ê ji te re bidoşim, çi hatibe tu bi nanê xwe ve bixwe û here…

Dibê erê , cem disekine ew pez digerîne û hinekî diçêrîne caka dîne dide mexel , şîr dikeve binê guhanê pez , ev mîha şivan her roj jî ji xwe re didoşe , ew ê li vî re didoşe, wezîr dibêje:

– xwedê ji te razî be ew tîmam pez e , hema tu serê wan guhanan hemûyan piçekî bidoşî tasekî tiju be ,

şivan dibê

– nexêr ev heqqê me nîne

Wezîr dibê

– tu çiqas helalî dixebite,

Şivên dibê

– mîhek dane min lê ez vê didoşim û bi îdara xwe dikim. Wexte isa dibêje nan û şîrê xwe jî dixwe, radibe û xatirê xwe lê dixwaze. Hewekî wêda diçe lingê wê li kevir dileqite û tite’ese dikeve, wexta radibe dêna xwe dide selikeke zirav , selik welgerîya kupê zêr bindane, kupê zêr derdixe tê cem şivên , dibê

-Selam aleykum

Şivan dibê :

-aleykum selam

 

Wezîr dibê :

– welle ez erdê ketim, min wan zêra waha dît. Dibê , em ê bijmêrin nivek min nivek jî te .dijmerên. hezar zêr derdikeve .

Dibê : pênsid yê min pênsid yê te , dibê :

– temam , paşê xatirê xwe dixwaze û diçe, hewekî diçe careke din dizivire tê cem şivên dibê :

– tu dikarî sed zêr bidî min.

Şivên dibê:

– temam

Zêr didê û ew diçe dîsa hewekî dûr diçe, carka wergere tê dibê:

– tu dikarî sedê din jî bidî min

Şivên dîsa sed zêr didê, welhasil wan zêra gişkî lê distîne. Jê dûr dikeve şivan destê xwe diavêja çakêtê xwe , dihêjîne û dibê:

– weyyy tu çi qas cîmrîyî ?, ew cîmrîtî dikeve hişê wî, lê dixe diçe mala xwe , hê rojek di rojê wî jî maye, diçê wan zêran dide jina xwe û wiha dibêje:

-jinik hemîn min ew kelîme hildaye , dibê heke ew kelîme rast derket em ê werin bixwin , bidin ,bistînin kêf bikin. Lê derneket jî ew ê serê min lêxe, de maye du roj , em ev herd rojan kêfa xwe biniherin, kêf bikin. Her rojê wî tên lê dilê wezir kul e , rojê wî temam dibe diçê hizura paşê, paşa dibêje:

-tu hatî ?

Dibê :

-erê

Dibê:

-te çawa kir ?

Dibê :

-welle min pê derxist , di vê dinyê de tişti herî nabaş û pîs cimrîtîye.

Paşa difikire û dibêje:

-erê welle, rast e te pê derxist…. wezîr şa dibe dibê:

-ez êdî berat bûm herim mala xwe…

Paşa dibê:

-wisa nabe

Wezîr dibê :

-çima?

Paşa dibê:

-kê gote te , tu çû yî kuderî,  kîjan gund bû ?

Wezîr dêna xwe dide , nikare vira bike mecbûr dimîne dibê:

– paşa xwaş , welle hal hewalê min , şivanekî waha min zêr jê stendîye min zêr anî parve kir , nivek ji wî re nîvek xwe re hilda , paşê sê çar cara vegeriyam min hemû zêr lê stend û anî malê, wezîr dibê ê min kelîme jî pê derxist , tu niha çi ma , nahêlî ez herim û berat bim,

Paşa dibê:

-naxêr ez qebûl nakim ,

wezîr li vir digire û yekî dişîne mala wezîr dest dide li ser wan zêran, paşê serî wezîr lê dixe peyra du heb dişînin pey şivên û şivên dînin suwal dikin.şivan jî dibê :

-halhewal wahaye,

Paşa dibêje:

– şivan qurban, te rast got lê vê dinê de tiştî herî nebaş û pîs cîmrîtîye ji bo wî paşa şivên dixe wezîrê xwe, paşa bi paşatîya xwe , wezîr ji wezîrtîya xwe berdewam dike…

Ew çûn mirazên xwe şa bûn, hûn çûn mirazê xwe şa bûn.

Nîşe: Ev çîrok  bajarê agirî di navçeya gîyadînê gundê tendurekê de di devê apê mihemed ve hatîye girtin û nivîsandin ,

Navê  : mihemed

Temen: 70

Ziman : kurmancîye , tirkî nizane.    

Gîyadîn nufûsa wî 43.947

Şikêftên wî hene û nêzî çîyayê tendûrekê ye, germavên wê navçeyê pir navdar e rewşên wanî aborî , zevî û mêrg û ajaldarî pirani xelkê gîyadînê feqîr e.

Berhevkar : Ayşe IRMAK

Beşa zîmanê kurdî ji pola duyem, zaningeha çewligê

www.candname.com

 

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply