
86.HÎZB
- Ey ê ku bê seltenatê Wî tu seltenatê rast tune ne
- Ey ê ku ebdan bi hejmartî rûmetîya Wî nikanibu biqedande
- Ey ê ku ezameta Wî tam nikanibe were tewsîf kirin
- Ey ê ku çav, kemalê wî nikane îdraq û îhata bike
- Ey ê ku eqil, sifatên Wî bi heqîqî nikane fehm bike
- Ey ê ku fikrên tu kesî nikane bigîhîşe kîbrîya û ezameta Wî
- Ey ê ku sifatê Wî bi hêla mirovan tu cara tam nayê zana
- Ey ê ku qeza û qedera Wî red nabe
- Ey Xwedayê min ê ku her tiştî de ayet û nîşaneyê xwe eşkere ne
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


87.HÎZB
- Ey evîna yê ku digrîn û liberdigerin
- Ey ê ku tewekulê dikin re paldanke
- Ey ê ku rêşaşan dike rêya rast
- Ey xwedî û malîkê mu’mînan
- Ey dostê yê ku Wî zikir dikin
- Ey xurtê herî bixurt
- Ey nav ê ku dibînin de yê herî baş dibîne
- Ey alimê herî alim
- Ey ê ku bende îmdadê ne yan re stargeh
- Ey Xwedayê min ê ku alikarê alîkaran
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


88.HÎZB
Xwedayê min! Bi hurmeta navên te,
bi libergerîn ji te dixwazim;
- Ey ê ku îkraman dike Mukrîm
- Ey ê ku ezamet û mezinîyê dide Muezîm
- Ey ê ku nîmetan dide Muneîm
- Ey ê ku her tiştî dide ebdên xwe Mu’tî
- Ey ê ku ebdên xwe dewlemend dike Muxnî
- Ey ê ku jînê dide her tiştî Muhyî
- Ey ê ku tunebunê diafirîne Mubdî
- Ey ê ku ebdên xwe yê mu’mîn bi bihuştê qayîl dike Murdî
- Ey kesê ku îltîcaya Wî dikin rizgar dike Muncî
- Ey Xwedayê min ê ku îhsan û qencîyan dike Muhsîn
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


89.HÎZB
- Ey ê ku têre her tiştî dike
- Ey ê ku her tiştî ser pîyan digre
- Ey ê ku tiştek naşibe Wî
- Ey ê ku milkê xwe de tiştek zêde nabe
- Ey ê ku gencîneyên xwe de tiştek kêm nabe
- Ey ê ku tiştek lê nayê veşartin
- Ey ê ku tiştek ne mîsl û mîna Wî ye
- Ey ê ku mifteyê her tiştî dest qudretê Wî de ye
- Ey ê ku rehmeta Wî her tişt îhata kirîye
- Ey ê ku her tişt fanî ye lê Xwe bakî ye
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


90.HÎZB
- Ey ê ku bê Wî kes xeybê nizane
- Ey ê ku bê Wî tu kes nikare xerabîyan def bike
- Ey ê ku karan bê Wî tu kes nikare îdare bike
- Ey ê ku gunehan bê Wî tu kes nikare bibexşîne
- Ey ê ku dilan bê Wî tu kes nikare biguherîne
- Ey ê ku mahluqan bê Wî tu kes nikare biafirîne
- Ey ê ku nîmetan bê Wî tu kes nikare temam bike
- Ey ê ku baranê bê Wî tu kes nikare bibarîne
- Ey ê ku mirîyan bê Wî tu kes nikare bivejîne
- Ey Xwedayê min ê ku bê Te tu kes nikare ebdan dewlemend bike
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke

ÇandName Li pey şopa bav û kalan…