Rojîname – 17

Ayeta Rojê

وَنَضَعُ الْمَوَاز۪ينَ الْقِسْطَ لِيَوْمِ الْقِيٰمَةِ فَلَا تُظْلَمُ نَفْسٌ شَيْـًٔاۜ وَاِنْ كَانَ مِثْقَالَ حَبَّةٍ مِنْ خَرْدَلٍ اَتَيْنَا بِهَاۜ وَكَفٰى بِنَا حَاسِب۪ينَ

“Em ê roja qiyametê şehînên edaletê deynin. Êdî li tu kesî bi tu awayî dê neheqî
neyê kirin. Çendî ew (karê ku hatiye kirin) bi qasî giraniya libeke xerdelê be jî
em ê dîsa wî bînin (ber şehîna edaletê) û ji aliyê hesabbîniyê ve em bes in.”

(Enbîya, 47)

Hedîsa Rojê

“ Cihada herî bi fezîlet li hemberî hukumdarê zalim gotina rast gotin e.”

(Tirmizî, Fiten, 2175)

Duaya Rojê

Ya Rebbê me yê bilind, yê herî nêzîkî tenêyan, hevalê bêkesan, alîkarê bêkesan, dewlemendiya bêdawî ya belengazan, hêza qelsan û gazinca xerîban.

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel ezîz!

Nîmetên ku Xwedê Teala dide însan –çi yên afaqî û yên der û çi jî yên enfûsî û hundirîn– di bin hinek şertan de, tên dighêjin însan. Mesela, ji bo îstifadeya însan a ji nîmetên wek tav, hewa, xwarin, deng, bes bi vekirina wasiteyên wek çev, dev, guh, poz, pêk tên. Ev wasiteyên han, bi xulq û îcada Xweda, çêdibin. Kesb û tercîha di destê însan de, tenê ew e ku wan wasiteyan veke.

   Lewma, bila zen neke ku ewan nîmetanan, her wekî ku di rê de dîtibe, bêxwedî û bêhesab in. Tenê bi qesta Munîmê Heqîqî, tên; însan jî, bi emd û îradeya xwe, hildide, digre. Paşê, bi îradeya yê ku ew îkram û înam kiriye û li gor îhtiyacê, di bedena wî de, belav dibe.

(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply