Bihar – Helbest

  • Dilemin bi tîtina te bu dîn û har
  • Zivistan çu vaye hat bihar
  • Dar û çiya bejna xwe xemilandin
  • Kulilkê jiyana min behn barandin
  • Bi gulekê nabê bihar
  • Bi gotinekê nayê yar
  • Bi sosin û nergiza reng reng
  • Li cîhanê evîna min bu bideng
  • Bihar tu çiqas xweş û delalî
  • Wek ava zemzem pir zelalî
  • Gul vedibin bi renge xwînê
  • Hiş ji serê min diçê bi vê evînê
  • Yar bi bejn û bal û gerdenîye
  • Ronî dikê dilê min ji tenîyê
  • Bayê bihare min serxweş dikê
  • Dîtina evînê birîne min derman dikê.

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle