Şerê doza xwînê, kuştinên tolhildanê di nav civaka kurd de wekî birînekî civakiye û hêj jî didome. Du şêweyên şerê navxweyî ên di nav kurdan de (şerê doza xwînê û şerê îdeolojîk û sîyasî ên di nav partî û rêxistinên kurdan de) bu sedema bi hezaran kuştina kurdan. Kurd bi destê kurd dihatin kuştin.
Di şerê doza xwînê a tolhildanê de êş û trajediya nedîtî pêk dihat. Şerê di navbera malbatan û eşîran de dibû sedemê trajedîyan. Tirsa dê xwînî min bikujin, dê xwînî mêrê min, kurê min bikujin diket dilê jinan û dayikan. Ev tirs, tirseke xof bû û her roj di hiş û mejiyê dayikan de, jinan de bû.
Romana nivîskarê kokkurd Yalçin Sarilmaz a bi tirkî ”Tukenmeyen Bekleyiş – Bendemayina bêpayan” yan jî “Seknandina neqedandî” mijara doza xwînê /kan davasî û tolhildanê raveyê xwendevanan dike.
Li herêma Bedlîsê zilamekî bi nave Yakup tê kuştin. Kurê wî Sînan li du heyfa/tola bavê xwe digere û dixwaze tola bavê xwe helîne. Sînan bi keçika ku nave wê Xedra ye re dizewice, lêbelê dîsa jî dev ji lêgerîîna tolhildana bavê xwe bernade û paşê tola bavê xwe hiltîne, yekî dikuje.
Sînan piştê bûyera kuştinê jina xwe digre û direve dice herêma Amedê, ji wir jî dostê bavê wî ew dişîne herêma Dêrikê. Sînan li Dêrikê dest bi karê aşvaniyê dike. Beriya Sînan çend kesên din ku li aşê xebitîne, dev ji kar berdane û gotine; “Li aşê cin hene, em tirsiyane loma me dev ji kar berdaye.”
Mesela hebûna cinan rengekî mîstîk û xurafa olî dide romanê. Sînan dest bi kar dike. Di şeva yekem de xwedêgiravî cin têne aşê û hemû arvan diarin.
Di romanê de dîmenek kuştina zarokekî biçûk heye, gelek balkêşe. Ji ber hesudî û çavnebariyê, jineka dilreş zarokekî dikuje. Merivekî xwedî du jinan yek jê zarok naynê û ya din zarok tîne. Jineka ocaxkor a ku zarok naynê, zarokê jinika din difetisîne, dikuje yan diya zarok wî/wê dikuje?
Dema min romanê xwend min got qey jinika ku zarokê wê tune ew dikuje, lêbelê bi şêweyeke eqilane û bi pirsên balkêş derdikeve holê ku jinika ocaxkor a bê weled na, jinika din, a diya zarok weledê xwe dikuje. Çima ew weledê xwe dikuje? Qarekterê wê çawaye? Bersîva pirsan di romanê de heye. Ez nebêjim, bila xwendevan meraq bike û romanê bixwîne.
Sînan û jina xwe bi salan li Dêrikê dimînin. Xwînîyên wan êdî şopa wan wenda kirine û ew nizanin Sînan li kure. Ji Sînan û Xedra re çend zarok jî çêdibin.
Hecî Ubeydê Dêrikî bi Sînan re gelek bubû alîkar. Kurê Hecî Ubeyd navê wî Seydo ye û zilamekî xirab e. Dema bavê Seydo dimire, Seydo diya xwe xwedî nake, lê dixe, tehda lê dike. Sînan diya Seydo tîne mala xwe û wê xwedî dike, lê mêze dike.
Seydo pê dihese ku Sînan li Bedlîsê mêr kuştiye û reviyaye hatiye û bi alîkariya bavê wî Hecî Ubeyd li Dêrikê bi cih û war bûye. Seydo î fesad û hesûd diçe Bedlîsê û ji neyarê Sînan re hertişt qal dike. Xwîniyên Sînan ji Bedlîsê tên û Sînan dikujin. Kurê Sînan jî zilamê ku ji Bedlîsê hatiye dikuje. Lêbelê di esasê xwe de ê ku Sînan dikuje Seydo bi xwe ye.
Du kurên Sînan li çiya Seydo digrin, dest û lingên wî girê didin û bişev di çiya de dihêlin ku gur werin wî bixwin, lêbelê gur nayên wî naxwin. Piştê demekî kurê Sînan ku navî Xetîbe wenda dibe. Gelo Seydo wî dikuje û wenda dike yan cin wî direvînin, dibin?
Di romanê de cin hene. Navê cineka jin jî Gewrê ye. Di navbera Gewrê û kurê Sînan ku navî Ahmed e, çi diqewime, çi pêk tê? Çima Ahmed dîn dibe?
Di romanê de Xwedêgiravî şêxekî heye, ew cinan difetisîne. Zilamekî ku pê re cin hene dibine cem Şêx, lê cin fetisandina çi, halê çe. Zilamê dîn paşê dibine tîmarxaneyê ango nexweşxaneya derûnî/psîkolojîk.
Ahmed jî dîn dibe. Li gor wî ew bi cina ku navê wê Gewrê ye û jineka rind, bedew û spehiye re zewiciye. Diya Ahmed wî dibe cem Şêxekî. Şêx jê re nivişt çêdike û pê ve dike. Şêx ji diya wî re dibêje : ”Kurê te bi cin e. Pê re cin hene. Pê re zêde mijul nebin, dikare zirarê bide we.”
Di nav civakê de bûyerên weha gelek pêk tên. Kur yan keçek dîn dibe, ji heşê xwe dibe, dibêjin ”bi cinan ket. Cinan wî/wê weha kiriye.” Şêx û melayên nezan jî bi çêkirina niviştê hêvîyeke didine malbata wan.
Di hişê însanên dîn, bêhiş de xapandina mejî heye. Mejiyê wan ew dixapîne. Ew bi xwe re xeber didin, her wekî ku bi yekî din re diaxifin. Ew di kuçan, di holikan, di avahiyên xirabe de dijîn, her wekî ku di sarayan de, koşk û qesran de dijîn. Ahmed jî di mixarek de bi tena serê xwe dijî her wekî ku bi jina xwe û zarokek xwe re dijî. Ahmed çendek di mixarê de dijî, malbata wî ew tîne û di malê de wî bi zincîr girê didin. Kuçikek jî tînin li cem wî girê didin. Xwedêgiravî cin ji kuçikan ditirse û lewre jî dê cin bi alî Ahmed ve neyên. Lê, Ahmed bişev kuçik dikuje.
Piştî heft salan heşê Ahmed tê serê wî û ew baş dibe. Ahmed baş dibe û li pey birayê xwe ê wenda, li Xetîb digere. Xetîb wenda ye û çi bi serî de hatiye kes nizane.
Gelo çi bi serê Xetîb de hatiye? Gelo Ahmed birayê xwe dibîne yan na? Bersîvên van pirsan di romanê de hene.
Piştê demeke Ahmed dice binxetê, ango dice rojavayê Kurdistanê. Paşê ew tê ser xetê û dîsa vedigere binxetê. Ew çima tê û çima dice? Di dawiya romanê de sedemê wê tê rave kirin. Min bi kurtahî naveroka romanê pêşkêş kir, heger naverok bala xwendevanan bikşîne û întreseya wan a li ser naverokê hebe û heger xwendevan romanê bikire û bixwîne dê bersîva hemû pirsan fêr bibe.
Romana birêz Yalçin Sarilmaz di sala 2011an de derketiye. Di navberê de heşt sal derbas bûye hêj jî romana wî a duyem derneketiye. Bi hêviya ku ew romannivîseriya xwe bidomîne û bi kurdî roman û berhemên edebî biafrîne.
Lokman Polat

