Bavê Min Osman Sebrî – Hêvî Sebrî

Li ser pirsa we ka bavê min mirovekî çawa, bavekî çawa bû, ez dikarim bi kurtî bavê xwe welê bidim naskirin:

 

Pere:

Şîreta wî ew bû ku em nebin xulamê peran.

 

Keçik:

Wî digot wê her keçik bibe dayikek, divê em alîkariya keçikan bikin. Keçik mala mirov germ dikin.

 

Ez ji bavê xwe fêrî çi bûme?

Ez ji bavê xwe fêrî rastiyê bûme, dûrî derewan ketime.

 

Ez pozîtîf û realîst im.

Ez ji alîkariya xelkê hez dikim.

Ez dilşa me, car caran jiyan zehmet bibe jî, bi sebr im.

Heke ez bixwazim tiştekî bikim, hêviya min xurt e, bi sebr û tehemûl im.

Ez karê xwe ji dil û can dikim.

 

Zewac:

Wî digot heke têkiliya keç û kurekî bi başî û bi hezkirin dest pê bibe, ew dikare bibe bingehê zewaceke baş. Dema qelen tê ortê, her tişt xera dibe û jiyana herdu aliyan tevlihev dibe. Qelen tiştekî xerab e, mirov keça xwe difiroşe.

 

Şîret:

Bavê min hertim em şîret dikirin, dixwest em ferqa başî û xerabiyan ji hev derxin; digot filan tişt baş e, filan tişt xerab e. Wî bi awayekî aram û zelal hewl dida ku zarokên xwe li ber başî û xerabiyan bixe. Gava wî behsa mijarekê dikir, bi mantiq pê de diçû û bi analîz em li ber dixistin. Ez heta niha jî di bin tesîra wê ramana wî de me.

 

Hezkirina wî wek bavekî:

Wî em bi hezkirin û hurmet mezin kir. Ew wek deryayekê bû, hemêza wî germ bû. Em dixistin hemêza xwe, bi me şa dibû, em maçî dikir. Wî ne bi tirs, lê bi hezkirin û evîn em mezin dikir.

 

Jiyan:

Wî hertim bi awayekî erênî li jiyanê dinêrî, realîst bû, kûr, wek fîlozofekî bû. Wî ji jiyanê hez dikir û bi qîmetê her tiştî zanîbû. Ew mirovekî razî bû.

 

Ya dawî:

Bavê min Osman Sebrî, rêber û ronahiya jiyana min e, ew hêzê dide min, ez taqet û enerjiya xwe ji wî distînim.

 

Çavkanî: 

Kovara Dilopê – Sal: 3 • Hejmar: 16 • Îlon-Cotmeh (Eylül-Ekim) 2020

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply