Aqubeta Dersên Kurdî Yên Viyanî

Hukimetê di sala 2011’ê de di dibistana navîn de pêşî li dersên Kurdî vekir. Ji bo mamosteyên vê dersê jî di zanîngehan de beşên Kurdolojiyê vekir. Heta niha nêzî 2000 mamoste ji van Kurdolojiyan mezun bûn.

Di serdema 2011-2012’an ya perwerdê de dersa Kurdî tenê di pola 4’an de dest pê kir. Niha di hemî polên dibistana navîn de dersên Kurdî li gelemperê Tirkiyê tên dayîn.  Sala pêşî 20 hezar kesî dersa Kurdî tercîh kir lê ji bo ku mamosteyên vê dersê tune bû, mamosteyên ku bi Kurdî dizanin bi diravî ketine dersê. Niha hejmara xwendekarên Kurdî gihaye asteke pir bilind. Di destpêka serdema 2015-2016’an de 150 hezar xwendekaran ev ders tercîh kir.

Piştî dersên Kurdî di sala 2013’an de pêşî 18 piştre jî peyderpey 22 mamoste hatin tayînkirin. Ya rast piştî ku dersa Kurdî dest pê kir miletê Kurd eleqeyeke mezin nîşan da.

Him weliyên xwendekaran him jî mamosteyên vê dersê ji bo destpêkirina dersa Kurdî kêfxweş in lê helbet gelek jî gazindên wan he ne. Lewra weke her tiştî di vê meselê de jî teorî xweş e lê di pratîkê de gelek problem he ne. Problema pêşî hejmara mamosteyan e. Niha her sal nêzî 150 hezar xwendekar vê dersê tercîh dikin lê tenê 40 mamoste he ne. Her wiha pirtûkên dersa Kurdî jî di nîvê serdemê de digihêjine dibistanan.

Di dema hilbijartina dersan de jî helbet gelek problem têne pêşberê kesên ku dixwazin Kurdî hilbijêrin. Şiya îfadeya xwendekar û weliyan hinek rêvebirên dibistanan bi hinceta nebûna mamosteyên Kurdî berê zarokan didin dersên din.

Daxwaziya xwendekar, welî û mamosteyan ew e ku, di demeke zûtirîn de ev pirsgirêk safî bibin û di dibistanên seretayî de jî dersa Kurdî dest pê bike.

 

Çavkanî: zamankurdi

Derbar Rêvebir

Check Also

Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’

Di vê gotarê de,  perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di …

Leave a Reply