Li Amedê Turnuvaya Kişikê Dest pê dike

Midûrtiya Şaxa Sporê a bi ser Serektiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin û Nûnertiya Bajarê Amedê a Federasyona Kişikê ya Tirkiyeyê xwe ji bo 5emîn Turnuvaya Kişikê amade dikin.

Turnuva 12ê berfanbarê dest pê dike û 27ê berfanbarê bi merasîma xelatdanê bi dawî dibe, di sê kategoriyan de tê lidarxistin; Zarok (8-9-10 salî), Stêrk (11-12-13 salî) û Têkel (bi ser 8 saliyê de) beşdarî vê turnuvayê dibin. Kişikvanên serkeftî dê derfeta wan bi dest bikeve ku Amedê li derve temsîl bikin, zarokên serkeftî jî dê beşdarî bijartinên milî bibin, ger li wê derê bi ser bikevin dê Tirkiyeyê li derve temsîl bikin.

Maçên kategoriya Zarok û Stêrkan ên Turnuvaya Kişikê dê Atolyeya Kişikê ya Sumerparkê bêne lidarxistin, hevrikiyên karegoriya Têkel jî dê li Salona Resepsiyonê a Tîgrîsê pêk werin.

Serlêdan heta 11ê mehê ye

Heta niha 75 kesî serlêdan kiriye û tê çaverêkirin ku îsal bi ser 100 kesî re serlêdan bêne kirin. Midûrtiya Şaxa Sporê, ji bo kişik zêde balê bikêşe, li ser cade û kuçeyên sereke yên bajêr bi kurdî û tirkî afîşên danasînê daleqandine û tê diyarkirin, kesên dixwazin serlêdana xwe bikin heta 11ê mehê divê serlêdana xwe li Midûrtiya Şaxa Sporê ya li Sumerparkê bikin.

‘Em dixwazin kişik belav bibe’

Perwerdekara Midûrtiya Şaxa Sporê ya bi ser Serektiya Daîreya Karên Civakî Mizgîn Karaman der barê turnuvayê de agahî dan û diyar kir ku mebesta wan bi vê turnuvayê ew e ku kişik di nav xelkê de belav bibe. Karaman da zanîn, wan tunrnuva wisa amade kiriye ku her kes bikaribe beşdar bibe û got, ji bo vê wan pirtûka bi navê “Kursa Kişikê” çap kiriye û got, ji ber kişik bala zarokan dikêşe wan li Sumerparkê Atolyeya Kişikê saz kiriye. Karaman aşkere kir ku her kesê dixwaze dikare di nav saetên mesaiyê de ji atolyeyê sûdê wergire.

Çavkanî: zamankurdi

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply