
Yar ku ne mêvanê te bî, ma tê bi mizgînê çi bikî
Dayê ne rêzanê te bî, ma tê bi dûrbînê çi bikî?
Carek li cem te rûnenî, şekir nexe nav wî kenî
Bê gorî û bê ezbenî, ma tê bi şêrînê çi bikî?
Yar wek kevoka xweşkedî, serbest û bêşerm û bêfedî
Xwe li pencera eşqê nedî, ma tê bi wê dînê çi bikî?
Heta di eşqê wer nebî, dil wek biyokê zer nebî
Wek Mem evînperwer nebî, ma tê bi wê Zînê çi bikî?
Ta wek Cegerxwîn dîn nebî, evîn di dil da şîn nebî
Tehlî bi te şêrîn nebî, ma tê bi zanînê çi bikî?
CEGERXWÎN
Gotara berê: Diayên Kurdî yên di nav gel de
Gotara piştî: Bingeha Şaristaniya Yewnanan Şaristaniya Kurdan e
Gotarên Têkildar
Hîkayeya Hesê Mişî Ser o Analîzêk
10 nivîskarên japonî yên navdar û jiyana wan

