Exniya Cîgerê

ÊXNIYA CÎGERÊ (CİGER YAHNİSİ)

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 4 kesan

*Cîger (kezeb): Nîv kîlo

*Kixsên pîvazan: 10 serî

*Bexdenûs: Nîv qevd

*Îsota pûlikî: Nîv kevçî

*Salçeya firingiyan: Kevçiyekî xwarinê

*Sîr: 4 dendik

*Rûnê nivîşk: Kevçiyekî xwarinê

*Gijnîj (a kutandî): Kevçiyekî çayê

*Îsota reş: Kevçiyekî çayê

*Xwê: Têra xwarinê

ÇÊKIRINA ÊXNIYA CÎGERÊ

Ewilî perdeya ser cîgerê rakin û cîgerê bikin keriyê mezin. pîvazên kixs (heke hûn pîvazên kixs peyda nekin, dikarin pîvazên hûrik jî bikar bînin) biqeşêrin, hûr bikin, bişon bixin derdanekê. Gijnîj û îsota reş bikutin.

Cîgerê bişon û tevî ava wê bixin beroşekê û bidin ser argûn bila bikele heta bipije. Heta cîger bipije, pîvazên hûrkirî bidin ber rûn û sor bikin. Ku pîvaz kemidîn, salçeyê bikinê bila di nav hev de sor bibin.

Heta wê gavê, wê cîger jî bipije. Cîgerê ji nav avê derxin, bi kêrê keriyan bikin çêniyên bi qasî kabika zara tawleyê. Dema salçe di nav rûn û pîvazan de ji hev belav bû, cîgera hûrkirî berdin serê û tev bidin, bila qasekê di nav hev de sor bibin. Dema cîger di nav rûn û pîvazan de hate sincûrê, hinek av pê de bikin û agir ji bin xwarinê kiz bikin. Bila bi qasê nîv saetê bipije. Paşê xwarinê ji ser argûnê hildin, bexdenûsa hûrkirî li serê bikin û bi germî deynin ser sifreyê.

Noşî can be

Etîket: Jiyan, Xwarin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Google çi ye?

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Zarokên We Divê Çi Bixwin/Vexwin

Li hember serma standinê divê em kijan tedbîran bistînin?

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle