Savara Bi Nok û Goşt

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra  4 kesan

*Goştê çênîkirî: Nîv kîlo

*Savar: 2 qedehên avê

*Nok: Nîv qedeha avê

*Rûnê nivîşk: 4 kevçiyên xwarinê

*Xwê: Têra xwarinê

*Av:  5 qedehên avê

ÇÊKIRINA SAVARA BI NOK Û GOŞT

Goştê çênîkirî, xwê û avê bi hev re bidin ser agir bila bipije. Avê bixin ser nokan û bikelînin. Rûn bixin beroşê deynin ser argûnê. Gava rûn sor bû, savar têde biqelînin, paşê ava girarê berdin serê, dema av ji ser savar kêm bû  goşt û nokan tev bikin  û agir ji binê xwarinê kêm bikin, li ser agirê kiz bila bipije. Dema savar pijiya  ji ser argûnê hildin, 10 deqeyan bila devgirtî vehese, paşê bi germî deynin ser sifreyê.

Noşî can be

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Jinên ducanî ji bêhna hertiştî çima me’dê xwe hevdikeve?

Sedema sereke ya gêjîbûn û vereşîna jinên ducanî ji bêhnan ev e: guhertinên hormonan û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *