
Paşila te germav e
hembêza te mîna ber tav e
tu hêlîn ez jî çûk im
tê de razêm
teral teral.
Xuyê te şîrîn e
zimanê te hingivîn e
tu bûk î ez zava me
îşev razên
teral teral.
Bila sonda me yek be
ne rojek heta mirinê be
mal avayê de were
em êdî razên
teral teral.
Herkes vê yekê baş beled e
ev çi şerm e bêedeb e
derî bigire biedeb e
şerm neke zû were
em razên teral teral…
Bawer Agirî
Gotara berê: Çavbirçîtiya Kûçikê
Gotara piştî: Ostrojen dilê jinan diparêze
Gotarên Têkildar
Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman
Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

