Zimanê Kurdî Dewlemend e

Zimanê Kurdî, zimanekî zengîn û kevnare ye û têra xwe ji ava dîrokê jî vexwariye. Lêbelê, di hinek mijarên felsefî, zanistî û nûjen de, mixabin baş nehatiye xebitandin. Di rewşa a niha de, ev valahî bêtir tê hîskirin. Ziman çi dibe bila bibe, divê bikaribe bersiva jiyana mirovan bide.

Nabe ku em bibêjin bila Zimanê Kurdî bi tenê zimanê wêjeyê be yan yê pêdiviyên rojane be. Pêdivî pê heye ku em di hemû warên jiyana xwe de (wêje, huner, zanist, felsefe, hiqûq) bikaribin bi zimanê xwe bifikirin û bijîn. Yan na, encam derengmayîn yan jî têkçûna ziman e.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Rojnameya Kurdistan. Hejmar 71. Sala 2016an.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *