
Dîyeteke baş divê hemû madeyên xurekî yên ku laş pêdiviya wan heye dihewîne. Sebze û fêkî divê di xwarina rojane de cihê taybet bigirin, ji ber ku ew çavkaniyeke girîng a vîtamîn, mîneral û fîberê ne. Her wiha, xwarinên wekî genimê temam, nîsk, fasûlî, nok, masî, hêk, mast û goştê bê qelewî dikarin hewcedariyên laş ên rojane peyda bikin. Rûnên baş, wekî rûnê zeytûnê, gûz û badem jî ji bo xebata laş girîng in. Lê divê mirov di bikaranîna wan de jî zêdeyî neke.
Di dîyeta rojane de kêmkirina xwarinên pir şîrîn, vexwarinên bi şekir, xwarinên amade û xwarinên pir rûn girîng e. Ev cure xwarin, heke pir bên bikaranîn, dikarin bibin sedema zêdebûna giraniya laş û hin pirsgirêkên tenduristiyê. Her wiha, vexwarina avê ji bo laş gelek girîng e. Av alîkariya rêkûpêkkirina germahiya laş, xebata gurçikan û birêvebirina gelek karên din ên laş dike. Ji ber vê yekê, divê mirov di tevahiya rojê de avê bi rêkûpêk vexwe.
Tişteke din a girîng ew e ku dîyet divê li gorî hewcedariyên her kesî were amadekirin. Ji ber ku temen, giraniya laş, asta çalakiya rojane û rewşa tenduristiyê ya her kesî cuda ye. Ji bo nimûne, kesekî ku rojane gelek karên laşî dike, ji kesekî ku piraniya dema xwe rûniştî derbas dike, zêdetir enerjiyê hewce dike. Ji ber vê yekê, dîyeteke ku ji bo yekî baş e, ne mecbûr e ku ji bo kesekî din jî guncav be.
Di heman demê de, mirov divê ji birçîmayîna zêde û dîyetên tund dûr bikeve. Hin kes ji bo ku di demeke kurt de kîloyan winda bikin, xwarina xwe pir kêm dikin an jî hin cureyên xwarinan bi tevahî ji jiyana xwe derdixin. Ev yek dikare bibe sedema westînê, kêmbûna enerjiyê û kêmbûna madeyên girîng ên laş. Dîyeteke rast ne bi birçîmayînê, lê bi hilbijartina xwarinên baş û bi rêkûpêk pêk tê.
Bêguman, tenê xwarina baş ji bo tenduristiyê bes nake. Çalakiya laşî, meşîn, werziş, xewa baş û dûrketina ji stresê jî bandoreke mezin li ser tenduristiya mirovan dikin. Mirov divê hewl bide ku her roj demekê ji bo hereket û meşînê veqetîne û xewa xwe jî bi rêkûpêk bike.
Dîyeteke baş ew e ku mirov bi wê re xwe baş, bihêz û bienerjî hîs bike. Divê armanc tenê kêmkirina kîloyan nebe, lê parastina tenduristiyê û avakirina şêwazeke jiyana baş be. Mirov dema ku xwarina xwe bi hişmendî hilbijêre û ew xwarinê bike perçeyek ji jiyana xwe ya rojane, dikare di demeke dirêj de ji gelek pirsgirêkên tenduristiyê xwe biparêze. Ji ber ku tenduristiya rastîn bi xwarina rast, jiyana hevseng û lênêrîna laş dest pê dike.
Dt. Emîr Kalender
Gotara berê: Helbest | Xwe û xweza | Bager Adar
Gotara piştî: Projeya Cardo xelata Hilbijartina Gel wergirt!
Gotarên Têkildar
Dema ehlîyet standinê li ser van tiştan hûr û kûr bisekinin

