Xaşxaş Kebab

Biraşka xaşxaşî, xaşxaş kebab, kebaba Rihayê navê biraşkek (kebab) ji pêjgeha kurd e. Li parêzgeha Rihayê navdar bûye lê li gelek deverên Kurdistanê tê xwarin.

Berkelî (bo kesekê)

150-200 gr goştê bêbez ê berxê
Nivê îsoteke sor
1 firing (tomatos)
2 îsotên dirêj
Xwê
Îsota reş
Bo piyazê pîvaza teze, îsota sor, bexdenûs, simaq

Amadekirin

Goştê li makîneyê bixin û têxin badiyekê. Îsota xwe ya sor ziravane hûr bikin, bi tevî xwê û îsota reş tevlî goşt bikin.

Hindik tevdin. Li ser agirdankê (mantêz, manqal) li ser şîşan, bihêlin bipije.

Ji aliyekê ve piyaza xwe çêbikin. Kebaba ku pijiyaye ji şîşan derînin, têxin bindanka xwarinê. Piyaza pîvazê, firingî û îsota li ser agir hatiye pijandin jî têxin bindankê û bo xwarinê bînin ser destexaneyê.

Hûn dikarin kebaba xwe di rûnbirêşkê yan biraşteyê de (caxik, izxare) jî bipijînin.

Bo piyaza pîvazê ji we re 3-4 ta pîvaza teze, 5-6 ta bexdenûs, îsota sor û biharbêhna (biharat) simaqê pêwîst e.

Etîket: haşhaş kebab, Jiyan, riha, urfa kebab, xaşxaş, Xwarin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Kuncî

Gûzên Adilcewazê

Fêdeyên Qalikên Gûzan

Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî

Tarîtî û Ronahî

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle