
Husein Muhammed
Ev nivîsar beşek ji rêzelêkolînên me yên li ser giringtirîn lêkerên kurdî ye. Berî niha beşên li ser bûn û hebûn, hatin û çûn, dîtin û gotin, kirin, dan û standin hatine hatine belavkirin..
Lêkerên anîn û birin – lêkolîneke zimannasî ya hevdemî, dîrokî û diyalektî
- Çima lêkolîneke taybet li ser lêkerên anîn û birinê
Anîn û birin du lêker (fiil, verb) in ku di kurmancî de pir tên bikaranîn. Ew du lêkerên dijberî yan beramberî hev in: anîn tê wateya ”tiştek yan kesek ji cihekî dûrtir gihandin cihekî nêzîktir” û birin tê maneya ”tiştek yan kesek ji cihekî nêzîktir neqil kirin cihekî dûrtir”.
Li gel ku anîn û birin ji aliyê wateya xwe ve têkildar in, ji aliyê avanî (struktur) û çawaniya peydabûn û bikaranîna xwe ve ew bi gelek awayan pir ji hev dûr in:
- Birin bi forma xwe ya raderî/ferhengî li hemû deverên kurmancîaxiv tenê bi şiklê birin peyda dibe lê anînê bi çend varyantên cuda tê dîtin: anîn, hanîn, hînan, înan, înadin…[1]
- Birin pêşgira giştî ya berdewamiyê “di-“ lê anîn bi awayekî giştî pêşgira berdewamiyê ya taybet ”t-” bi kar tîne, wek ”ez di-b-im, min di-bir” û ”ez t-în-im” û min ”t-anîn”
- Tevî hebûna çendîn varyantên raderî jî, bistikên demên neborî di piraniya mitleq ya devokên kurmancî de wek hev -în- e (wek ”ez t-în-im, tu t-în-î, ew t-îne, em/hûn/ew tînin), tenê li hin deran ya di devê hin kesan de -hîn- (wek ez di-hîn-im, tu di-hîn-î, ew di-hîn-e) û ev bikaranîn ne li gor deverên mezin yên devokên serekî yên kurmancî ye. Lê herçi birin e, ew li gor bistikên xwe yên demên neborî yek ji peyvên devok-diyarker e anku bi bikaranîna wê mirov dikare pê bihese ka bikarînerê wê ji çi devereke (berfireh ya) kurmancîaxiv e, wek ”ez di-b-im” (kurmanciya navendî), ”ez di-be-m” (kurmanciya rojhilatî), ”ez di-v-im” (kurmanciya serhedî) û ”ez di-w-im” (kurmanciya rojavayî).
- ”Anîn/hanîn/hînan/înan” yên kurmancî û ”hênan” ya soranî nêzîkî hev in lê hevwateyên wan di zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî dûr dixuyin û ne mimkin e ku tenê bi cudahiyên dengnasî yên di navbera kurmancî û van zar û zimanan de ev cudahî werin şirovekirin: zazakî ”ardene”, hewramî ”arđey”, belûçî ”areg”, farisî ”averden”. Li aliyekî din, bi van zar û zimanan ev peyv bi zelalî nêzîkî hev in. Gelo ew jî hevrehên peyva kurmancî ”anîn/înan” in yan bi temamî ji reh û rîşên cuda ne? Gelo tevî cudahiyên wan jî, çima li destpêka wan û li destpêka peyva serekî ya kurmancî dengê ”a” heye? Ew ”a” çi ye yan çi dike?
- Birin bi forma xwe ya raderî û bistikên demên borî pir dişibe lêkera kirin lê bi bistikên xwe yên demên neborî di piraniya devokan de wek bistikên demên neborî yên lêkera bûnê ye.
- Hevreh û hevwateyên birinê bi hêsanî di zaravayên din yên kurdî û di gelek zimanên xizm de jî tên dîtin lê peydakirina hevrehê anînê dijwartir e.
- Gelo çima ”anîn”a zazakî ”ardene”, hewramî ”arđey” û farisî ”averden” pir dişibin peyvên wan zimanan yên bi wateya ”birin” anku zazakî ”berdene”, hewramî ”berđey” û farisî borden” lê ”anîn”a kurmancî qet naşibe ”birin”a kurmancî û ”hênan”a soranî jî hîç naşibe ”birdin”a soranî?
- Lê li aliyekî din, gava ku mirov li ”birin” ya kurmancî, ”bêrêl” ya ermenî, ”bring” ya inglîzî û ”fêrno” ya yûnanî dinêre, heyirî dimîne: ew bi dengên xwe pir dişibin ”birin” ya kurmancî lê ti ji van ne hevwateyên ”birin”a kurmancî ne lê bi ne maneya ”anîn”ê didin! Gelo ew li gel ”birin”a kurmancî hevreh in anku ji peyveke hevpar ya proto-hindûewropî ne yan jî wekheviya wan tenê tiştekî tesedifî ye?
Kerem bikin em bersiva van mijaran û gelek raz û sirên di anîn û birinê de veşartî bibînin. Pêşî em ê berê xwe bidin anînê û paşî jî bala xwe bidin birinê.
- Lêkera anîn
- Formên raderî
Anîn yek ji wan lêkeran e ku di kurmancî de xwedî herî zêde varyantan e: anîn, hanîn, hînan, înan, înadin û belkî hînadin. Li jêr em ê hebûna wan bi belge bipeyitînin anku isbat bikin û herwiha dever an devokên ku wan bi kar tînin diyar bikin.
Anîn
”Bi xewwasî bi sehharî te dur anîn ji Behreynê
Ji nezma te şeker barî ji Misrê ta bi Qezwînê
Bi diqqet bîn sed eş‘arî dibêjî terfetil‘eynê.”
(Melayê Cizîrî: Dîwan, 91)[2]
Varyanta anîn forma serdest û standard e ku hem bi berfirehî di kurmanciya nivîskî (bi taybetî ya bi alfabeya latînî û krîlî) û herwiha di devokên kurmanciya navendî, kurmanciya rojavayî û kurmanciya serhedî de tê bikaranîn. Li hin deverên kurmanciya navendî, rojavayî û serhedî ew bi forma hanîn tê bikaranîn (li jêrtir binêrin).
Lê ev lêker bi forma anîn di kurmanciya rojhilatî/behdînî de peyda nabe û li cihê wê bi awayekî giştî înan û carinan jî hînan yan înadin tê bikaranîn (li jêrtir binêrin). Çunkî piraniya kurmanciya ku bi alfabeya erebî tê nivîsîn bi kurmanciya rojhilatî/behdînî tê nivîsîn, înan di kurmanciya bi alfabeya erebî de forma serdest e (berovajî kurmanciya bi alfabeyên latînî û krîlî ku forma serdest tê de anîn e).
Varyanta înan
”Înaye nizam û intizamê,
kêşaye cefa ji boyî ’amê
Da xelq nebêjitin ku ekrad
bême’rîfet in bêesl û bunyad.”
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, beşa 6)
Varyanta înan di kurmanciya rojhilatî de forma serdest e. Ew ji aliyê piraniya kurmancîaxivên Rojhilatê Kurdistanê, li Başûr ji aliyê piraniya kurmancîaxivên parêzgehên Dihok û Hewlêrê ve û li Bakur jî ji hêla kurmancîaxivên Hekariyan heta başûrê Wanê û herwiha gelek deverên Botan ve jî tê bikaranîn.
Wek ku ji parçe-şi’ra li jor diyar dibe, Ehmedê Xanî jî ew wek “înaye” anku “aniye” bi kar aniye. Lê Xanî li hin derên din yên Mem û Zînê herwiha forma “anîn” jî bi kar aniye. Bo nimûne:
“Remla te çi go, perî te zanîn
Yan herdu di şûşeyê te anîn.”[3]
Varyanta înan ji aliyê hin şairên me yên klasîkên yên din ve jî hatiye bikaranîn. Bo nimûne, Mela Huseynê Bateyî di Mewlûda xwe de dibêje:[4]
“Sacidû bê hiş kerî sed salî dî
Ser hilîna got: “Îlahî seyyîdî.” (anku: ser hil-anî û got…)
Herwiha dibêje:
“Ger nebûya ew Muhemmed, lewh û erş
Min nediînane wucûdê ta bi ferş.” (anku: Min nedianîn…)
Di kurmanciya nivîskî ya niha de varyanta înan bi taybetî di kurmanciya bi alfabeya erebî de bi berfirehî tê dîtin. Yek ji berhemên ku bi alfabeya latînî hatiye çapkirin û çendîn caran formên cuda yên çemandî yên vê varyantê tê de cih digiring bo nimûne Antolojiya Helbesta Nû ya Kurmancên Başûr e ku ji aliyê Xelîl Duhokî ve hatiye amadekirin û ji helbestên şairên cuda yên kurmancîaxivên ji Başûr pêk tê ku piraniya helbestên wan bi alfabeya erebî hatine nivîsîn.[5]
Varyanta hanîn
Varyanta hanîn di wan devokên kurmanciya rojavayî, navendî û serhedî de tê bikaranîn ku wek din jî h-yekê dixin destpêka peyvên ku di kurmanciya giştî de bi vokalekê dest pê dikin, wek “hajotin” (ajotin), “havêtin” (avêtin), “henî” (enî), “henîşk” (enîşk). Ev diyarde bi taybetî di kurmanciya Xorasanê de li kar e.[6] Wek din diyarkirina devereke cografî ya diyar bo bikaranîna varyanta hanînê dijwar e: ew li heman herêmên berfireh yên ku “anîn” lê tê bikaranîn peyda dibe, li navçeyekê yan heta li gundekî dibe ku wek “anîn” be, li navçeya yan gundê cîran jî bi awayê “hanîn” be.
Bi nivîskî varyanta hanîn bi taybetî di berhemên nivîskarên wek Şahînê Bekirê Soreklî û Perwîz Cîhanî de tê dîtin.[7]
Varyanta hînan
Varyanta hînan li hin derên devokên kurmanciya rojhilatî/behdînî de li Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê tê bikaranîn. Dijwar e ku mirov cografyayeke cuda ya navbera wê û înanê diyar bike: li navçeyekê yan heta gundekî dibe ku înan were bikaranîn û li navçeya yan gundê cîran jî hînan. Lê bi awayekî giştî mirov dikare bibêje ku heman deverên/navçeyên/gundên/eşîrên kurmanciya rojhilatî ku wek din jî h-yekê dixin destpêka peyvên ku bi kurmanciya giştî bi vokalekê dest pê dikin, heman dengê “h” dixin destpêka “înan”ê jî û wê dikin “hînan”, wek “hajotin” (ajotin), “havêtin” (avêtin), “henî” (enî), “henîşk” (enîşk).
Carinan ev varyant jî di nivîs[8] û nûçeyan de tê dîtin wek ku bo nimûne di vê nûçeyê de:
- Berpirsê wê saziyê Dr. Pol Martin li ser wê çalakiya xwe ji Rûdawê re got, me 12 mamosta ji Amerîka hînane vir û em wan zarokan fêrî ziman, mûzîk û karên hunerî dikin…[9]
Varyanta înadin
Varyanta înadin li hin deverên kurmanciya rojhilatî de tê bikaranîn, belkî li hin deran wek varyanta tekane lê bi awayekî giştî wek formeke sekunder li gel varyanta înan. Anku li heman deveran jî, heta ji aliyê heman kesan ve jî carinan varyanta înan û carinan jî înadin tê bikaranîn.
Varyanta înadin bo nimûne di çîroka Ehmed Çelebî ya ji aliyê Sıddık Duran ve vegotî û ji aliyê Yasîn Duran ve berhevkirî û vekolandî de û çîroka Xiwşka Heft Bira ya bi vegotina Rukiye Duran û berhevkirin û lêkolîna heman kesî de çendîn caran tê dîtin.[10]
Varyanta hînadin?
Wek prensîp mimkin e ku li hin deverên ku varyanta hînan bi kar tînin herwiha hînadin wek varyanteke sekunder hebe. Lê heta niha me ew di ti berheman de peyda nekiriye loma guman ji hebûna wê heye û hebûna wê nehatiye peyitandin anku îsbatkirin.
- Bistikên demên borî
Bistika anku qurma demên borî ew beşa rût ya ji lêkerê ye pêşgir û paşgirên pêdivî pê ve tên zeliqandin û jê formên demên borî tên çêkirin.
Bistikên demên borî yên hemû varyantên anînê bi awayekî avêtina -n yan -in ya dawiya wan ya formên raderî tê çêkirin:
- anîn > -anî- (bistika demên borî)
- înan > -îna-
- hanîn > -hanî-
- hînan > -hîna-
- înadin > -înad-
Kerem bikin em pêşî bi her pênc bistikan li gor hemû rawe û demên borî binêrin (berkar/objekt: kesê sêyem yê yekhejmar, biker/subjekt: min/te/wê/wî/me/we/wan. (Di tabloyê de tenê paşgirên kesî yên standard hatine bikaranîn tevî ku ew jî li gor dever û devokan ji hev cuda ne[11]).
| Rawe/Dem, erênî | -anî- | -îna- | -hanî- | -hîna- | -înad- |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya sade |
anî | îna | hanî | hîna | înad |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya berdewam |
dianî / tanî | tîna / diîna | dihanî | dihîna | tînad / diînad |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûdar |
aniye | înaye | haniye | hînaye | înadiye |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûr |
anîbû | înabû | hanîbû | hînabû | înadibû |
| Raweya dananê, dema borî (sade/berdewam) | bianiya / baniya | (bînaya / biînaya)[12] | bihaniya | (bihînaya)[13] | (bînada / biînada)[14] |
| Raweya dananê, dema borî ya dûdar |
anîbe | înabe | hanîbe | hînabe | înadibe |
| Raweya dananê, dema borî ya dûr |
anîbûya | înabûya | hanîbûya | hînabûya | înadibûya |
| Rawe/Dem, neyînî | -anî- | -îna- | -hanî- | -hîna- | -înad- |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya sade |
neanî | neîna / neyna | nehanî | nehîna | neînad / neynad |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya berdewam |
nedianî / netanî | netîna | nedihanî | nedihîna | netînad / nediînad |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûdar |
neaniye / naniye | neînaye / neynaye | nehaniye | nehînaye | neînadiye/ neynadiye |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûr |
neanîbû / nanîbû | neînabû / neynabû | nehanîbû | nehînabû | neînadibû/ neynadibû |
| Raweya dananê, dema borî (sade/berdewam) | neaniya / naniya | neînaya / neynaya)[15] | nehaniya | (nehînaya)[16] | (neînada / neynada)[17] |
| Raweya dananê, dema borî ya dûdar |
neanîbe / nanîbe | neînabe / neynabe | nehanîbe | nehînabe | neînadibe/ neynadibe |
| Raweya dananê, dema borî ya dûr |
neanîbûya/ nanîbûya | neînabûya | nehanîbûya | nehînabûya | neînadibûya/ neynadibûya |
Gava ku berkar/objekt kesî din yê rêzimanî yê ji bilî kesê sêyem yê yekhejmar be, hingê paşgirên kesî li gor wî kesê rêzimanî dikevin peyv bistika -anî-. Bo nimûne:
- Min ew anîn. (”ew” li vir pirhejmar e)
- Min hûn anîn.
- Te ez anîm.
Gava ku berkar kesê duyem yê yekhejmar (tu) be, paşgira wî ya kesî -î dikare bi bistika demên borî ya -anî- re bihele yan jî bimîne:
- Min tu anî/aniyî.
Ji tabloyên li jor çendîn diyardeyên dengî-pirtikî anku fono-morfolojî tên dîtin ku em dikarin wiha rêz bikin:
Pêşgira berdewamiyê di- dikare wek xwe bimîne (dianî/nedianî, diîna/nediîna, diînad/nediînad) yan jî ”i” jê bikeve û ji ”d” bibe t- (tanî/netanî, tîna/netîna, tînad/netînad). Heman guherîn li gel lêkerên din jî yên ku li destpêka bistika wan vokalek heye diqewime: wek
- diajot / nediajot > tajot/netajot
- diavêt / nediavêt > tavêt, netavêt
- diêşand / nediêşand > têşand / net_êşand
Di zimanê axiftinê de piranî formên bi t- (tanî/netanî, tîna/netîna…) tên gotin lê di zimanê nivîskî de di demên borî de formên serdest yên bi di- ne (bi taybetî “dianî/nedianî” – yên bi bistikên -în- pir kêm di bi alfabeya latînî tên nivîsîn û dijwar e ku mirov bi esehî bibêje ka kîjan serdesttir e “diîna/nediîna” yan jî “tîna/netîna”).
Di raweya dananê/subjunktîv ya dema borî de ji pêşgira ”bi-” dengê “i” di ziman^de devkî de dikeve (bianiya > baniya”). Di zimanê nivîskî de dengê “i” jî bi piranî tê parastin û wek “bianiya” tê nivîsîn.
Dengê “e” yê pêşgira neyînîkirinê “ne-“ di zimanê devkî de ji ber dengê “a” yê li destpêka bistika -anî- dikeve loma “neanî” di li piraniya devokan dibe “nanî”. Di zimanê nivîskî de ew teqrîben herdem tê parastin anku forma serdest û standard ya zimanê nivîskî “neanî” ye. Heman guherîn di lêkerên din de jî çêdibe ku bistikên wan bi vokalekê dest pê dikin:
- neajot > najot
- neavêt > navêt
- nêeşand > êşand
Di zimanê nivîskî de dengê «e” jî tê parastin anku formên serdest û standard yên nivîskî wiha ne:
- neanî
- neajot
- neavêt
- neêşand
- neeciband…
Gava ku bistik bi dengê ”î” dest pê bike û pêşgira “ne-“ were pêşiya bistikê, hingê bi taybetî di zimanê devkî de “î” dibe “y”:
- neîna > neyna
- neînaye > neynaye
- neînabû > neynabû
Heman guherîn di zimanê devkî de di dema borî ya berdewam de jî dibe “naîne > nayne”. Di zimanê nivîskî de herdu form jî tên dîtin lê bo hêsankirina fehmkirin û zanîna ku bistika peyvê çi ye, nivîsîna wek “naîne” çêtir e.
Bikaranîna pêşgirên t- û b- li gel lêkera anîn û varyantên wê bi taybetî de demên neborî de tên bikaranîn (li jêrtir binêrin).
- Bistikên demên neborî
Di devokên kurmancî de çar bistikên cuda yên lêkera “anîn” û varyantên wê (înan, hînan, înadin) hene:
- -în-
- -hîn-
- -ên-
- -hên-
Kerem bikin em li jêr yek bi yek lê binêrin ka ew çawa û li kû derê tên bikaranîn.
Bistika -în-
Bistika -în- varyanta serdest û standard ya hem anînê û herwiha înanê jî ye. Bistika -în- di piraniya devokên kurmanciya navendî, rojavayî û serhedî de (yên ku forma raderî ya ”anîn”) û herwiha di devokên kurmanciya rojhilatî de (yên ku ”înan” yan ”înadin”ê bi kar tînin) tê bikaranîn. Anku bistika demên neborî ya her sê varyantên ”anîn”, ”înan” û ”înadin” heman -în- e:
- anîn > -în-
- înan > -în-
- înadin > -în-
Tenê devokên ku formên raderî yên ”h” li destpêka wan û herwiha devokên ku di hemû bistikan de li cihê -în- ya kurmanciya giştî varyantên bi -ên- bi kar tînin, bistika -în- bi kar naînin (li jêrtir binêrin).
Kerem bikin em bi tabloyekê li formên rawe û demên neborî yên bi bistika -în- binêrin. (Di tabloyê de tenê paşgirên kesî yên standard hatine bikaranîn tevî ku ew jî li gor dever û devokan ji hev cuda ne.[18]).
| kes Rawe û dem | ez | tu | ew | em/hûn/ |
| Raweya ragihandinê, dema niha, erênî |
tînim (/diînim) | tînî (/diînî) | tîne (/diîne) | tînin (/diînin) |
| Raweya ragihandinê, dema niha, neyînî |
naînim / naynim | naînî / naynî | naîne / nayne | naînin / naynin |
| Raweya dananê, dema niha, erênî |
bînim (/biînim) | bînî (/biînî) | bîne (/biîne) | bînin (/biînin) |
| Raweya dananê, dema niha, neyînî |
neînim / neynim | neînî / neynî | neîne / neyne | neînin / neynin |
| Raweya fermanî, erênî | bîne! | bînin! | ||
| Raweya fermanî, neyînî | neîne! meîne! neyne! meyne! | neînin! meînin! neynin! meynin! |
Wek ku tê dîtin, pêşgira berdewamiyê li gel bistika -în- bi awayekî pir serdest û standard “t-“ ye (tînim, tînî, tîne, tînin). Formên bi “di-“ (wek “diînim, diînî, diîne, diînin”) qet di zimanê devkî de peyda nabin û di zimanê nivîskî de jî pir kêm tên dîtin.
Bi heman awayî di raweya dananê û raweya fermanî de pêşgira erêniyê “bi-“ dengê “i” jê dikeve gava ku tê pêş bistika -în- loma formên serdest û standard wek “bînim, bînî, bîne, bînin” in û formên wek “biînim, biînî, biîne, biînin” di zimanê devkî de qet peyda nabin û di zimanê nivîskî de jî pir kêm tên bikaranîn û ne standard in.
Dengê “î” yê li destpêka bistikê piştî pêşgirên neynîkirinê na-, ne-, me- bi taybetî di zimanê devkî de bi dengê “y” diguhere (naînim > naynim”, neînî > neynî, meîne > meyne!). Di zimanê nivîskî de hem formên bi “î” (naînim, neînî, meîne…) û hem jî formên bi “y” (naynim, neynî, meyne…) tên dîtin. Herdu jî formên standard in lê bi taybetî van dehsalên dawiyê formên î-parêz zêdetir tên bikaranîn û zêdetir cihê standard ji xwe re xweş dikin.
Bistika -hîn-
Dever yan kesên ku forma ”hanîn” yan ”hînan” bi kar tînin, bistika wa nya demên neborî jî wek -hîn- bi kar tînin. Bistika -hîn- bi zelalî ji bistika -în- kêmtir tê bikaranîn lê ew hem ji devê hin kesan û hem jî di nivîsên hin nivîskaran de, bi taybetî di nivîsên Şahînê Bekirê Soreklî û Perwîz Cîhanî de, tê dîtin.
Kerem bikin em li formên rawe û demên neborî bi bistika -hîn- binêrin (dîsa jî tenê li gel paşgirên kesî yên standard.)
| kes Rawe û dem | ez | tu | ew | em/hûn/ |
| Raweya ragihandinê, dema niha, erênî |
dihînim | dihînî | dihîne | dihînin |
| Raweya ragihandinê, dema niha, neyînî |
nahînim | nahînî | nahîne | nahînin |
| Raweya dananê, dema niha, erênî |
bihînim | bihînî | bihîne | bihînin |
| Raweya dananê, dema niha, neyînî |
nehînim | nehînî | nehîne | nehînin |
| Raweya fermanî, erênî | bihîne! | bihînin! | ||
| Raweya fermanî, neyînî | nehîne! mehîne! | nehînin! mehînin! |
Wek ku tê dîtin, berovajî bistika -în-, li gel bistika -hîn- zêde varyantên formên cuda peyda nabin çunkî destpêka bistika -hîn- ne bi vokalekê ye ku ji ber tesîra pêşgirên wek ”di-, bi-, na-, ne-, me-” biguhere yan bikeve.
Bistika -ên-
Bistika -ên- li wan deverên kurmancî tê bikaranîn ku wek din jî bistikên lêkerên ku bi forma xwe ya raderî bi paşgira -andin yan -endin dikin -ên- li şûna -în- ya kurmanciya giştî, wek:
- tênim (li şûna ”tînim”)
- diçênim (li şûna “diçînim”)
- distênim (li şûna “distînim”)
Ev awa li hin derên Mêrdînê û herwiha li aliyê beramber yê Rojavayê Kurdistanê jî tê bikaranîn. Ew -ên- li şûna -în- di soranî de forma serdest û standard e lê di kurmancî de forma serdest û standard -în- e.
Ev awa carinan bi nivîskî jî tê dîtin. Bo nimûne:
- “û ramûsanekê nikarim bistênim / heyfa salan hiltênim / deyndara min be / û wer bihêle / hinarkên gewezî! / Îlleh, distênim / qîma xwe tênim, carek din…” (Arjen Arî: Girtî me[19])
Me di lêkolîna xwe ya li ser lêkerên dan û standinê de, di beşa bistika -stên- ya lêkera standinê de dûrûdirêj behsa wê kiriye loma em li vê derê heman tiştan dubare nakin lê bala xwendevanan dikişînin ser wê nivîsarê.
Bistika -hên-
Bistika -hên- di kurmancî pir kêm tê bikaranîn lê ew jî carinan di nivîsan de tê dîtin.[20] Bistika -hên- di wan devokan de tê bikaranîn ku forma raderî wek ”hanîn” (yan mihtemelen ”hînan”) bi kar tînin û herwiha -în- ya bistikên demên neborî ya kurmanciya giştî wek -ên- dixebitînin (li jor li beşa bistika -ên- binêrin).
Bistika -hên- di soranî de forma serdest û standard e (li jêr binêrin) lê di hin devokên kurmancî de ew ji soranî pir dûr jî û bi awayekî ne ji ber tesîra soranî jî heye.
- Anîn û bistikên wê di zaravayên din yên kurmancî de
Soranî
Di soranî de hevreh û hevwateya ”anîn, înan, hanîn, hînan, înadin” yên kurmancî bi awayekî serdest û standard hênan e. Bistika wê ya demên borî -hêna- ye. Du bistikên wê yên demên neborî hene:
- -hên-
- -ên-
Di kurmancî de bistikên -în-, -hîn-, -ên-, -hên- yên ”anîn”ê û varyantên wê dikarin herdem li cihê hev bên bikaranîn û hilbijartina wan ne li gor raweyên cuda yan erênîtî/neyînîtiya hevokê ye lê li gor devok yan tercîha nivîskar e. Lê di soranî herdu bistik herdem li şûna hev bi kar nayên: Bistika -hên- dikare wek prensîp li her cihî were bikaranîn lê bistika -ên- tenê bi pêşgira berdewamiyê ”de-” ve helandî dikare were bikaranîn: Bo nimûne:
- de- + -ên- + -im > ewe dênim (ne “*deênim”) = (ez) wê/wî tînim
Di soranî de, wek di kurmancî de jî, hin guherînên dengî-pirtikî anku fono-morfolojî diqewimin gava ku pêşgir dikevin pêş bistikên ku bi vokalekê dest bê dikin. Loma bo nimûne pêşgira berdewamiyê ya soranî ”de-” (beramberî ”di-” ya kurmancî) gava ku tê pêş bistika -ên-, e-ya wê dikeve.
Ji bistika -hên- paşgira bikersaz -hêner hatiye çêkirin ku ketiye kurmancî jî, wek di peyvên ”der-hêner û ”bikarhêner” de.
Li deverên başûrîn yên soranîaxiv, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, ji hênanê zêdetir peyva hawirdin li kar e. Bistika wê ya demên borî -hawird- e lê bo demên neborî bistikên supletîv yên ji «hênan»ê anku -hên- û -ên- tê bikaranîn.
Berovajî «anîn, hanîn, hînan, înan, înadin» yên kurmancî û herwiha «hênan» ya soranî jî, «hawirdin» pir dişibe hevwateyên xwe yên zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî. Kerem bikin em niha li wan binêrin.
Zazakî
Di zazakî de hevwateya ”anîn”a kurmancî ardene ye û bistika wê ya demên borî -ard- e. Bistika demên neborî ya raweya ragihandinê -a-n- e ku jê -a- bistika rasteqîn e û -n- jî navgira berdewamiyê ye (beramberî ”di-” ya kurmancî). Bistika demên neborî ya raweya dananê/subjunktîv ”-ar-” e. Tarîxiyen divê bistika raweya ragihandinê jî -ar- bûbe û li gel navgira berdewamiyê -n- bi hev re -arn- bûbin lê paşî -r- jê ketibe.[21]
Di raweya dananê û raweya fermanî de y-yek dikeve navbera pêşgira dananê/fermanê û bistika -ar-: bi-y-a(re) (bîne!), o bi-y-ar-o (ew tîne). Heman herfa pêvegirêdanê -y- di belûçî de jî dikeve navbera pêşgira bi- û bistika -ar- ya demên neborî (li jêrtir binêrin).
Di raweya fermanî de herwiha bistika -a- jî tê bikaranîn, wek ”b-iy-a” (”bîne!”).
Di gelek nivîsên zazakî de bi şaşî ew wek ”bîyaro” û ”bîya” anku bi herfa ”î” û herfa pêvegirêdanê -y- tên nivîsîn[22] lê ev bi zelalî şaş e çunkî di pêşgira ”bi-” de dengê ”i” heye, ne dengê ”î” heta ku ew di ”biyaro” de bibe ”bîyaro”. Mixabin heta di Rastnustişê Kirmanckî (Zazakî) de jî ew bi şaşî wek ”bîyare” tê nivîsîn: ”Gayan bîyare” (Gayan bîne!)[23] ku divê wek ”Gayan biya(re)” be.
Ev heman guherîn bi pêşgira ”nê-” (na-, ne-) re çênabe, ew û bistik yekser digihin hev û wek ”nêano” (naîne) û ”nêaro” (neîne) tên bikaranîn. Di belûçî de li gel pêşgira ne- jî herfa pêvegirêdanê -y- tê bikaranîn (li jêrtir binêrin).
Hewramî
Di hewramî de hevwateya ”anîn”a kurmancî li hin deveran arđey e[24] û li hinan jî awirdey e.[25]
Bistika varyanta arđey ya demên borî -arđ- û ya demên neborî jî -ar- e. Berovajî zazakî, di hewramî de bistika demên neborï -ar- di hemû raweyan de tê bikaranîn. Bo nimûne:
- m-ar-û, m-ar-î, m-ar-o (ez t-îni-m, tu t-în-î, ew tî-îne)
- b-ar-o ([ku] ew bîne)
- b-ar-e! (bîne)
Wek ku tê dîtin, di hewramî de, pêşgira “b-“ ye (b-ar-e, b-ar-o), ne wek zazakî “bi-y-“ (bi-y-ar-e, bi-yar-o).
Belûçî
Di belûçî hevwateya “anîn” ya kurmancî areg e, bistika demên neborî awirteg/aorteg û bistika demên neborî -ar- e. Wek hewramî lê berovajî zazakî, -ar- di hemû raweyan de tê bikaranîn.[26]
Çend diyardeyên balkêş di bikaranîna bistika demên neborî de peyda dibin:
- Wek di zazakî de, di belûçî de jî herfa pevgirêdanê -y- dikeve navbera pêşgira raweya dananê/subjuntîv û fermanî “bi-“ û bistika -ar-: bi-y-ar-an ([ku ez] b-în-im). Lê berovajî zazakî, di belûçî de -y- herwiha dikeve navbera pêşgira neyînîkirinê û bistikê jî: men ne-y-ar-an (“ez na-în-im”) û “me-y-ar-an” (“ez ne-în-im”). Bidin ber zazakî “ez nê-a-n-a” (na-în-im) û “nê-ar-a” (ne-în-im) ku herfa pêvegirêdanê -y- li gel pêşgira neyînîkirinê bi kar naîne.
- Di raweya ragihandinê de de wek herfeke pêvegirêdanê dikeve destpêka bistika demên neborî: men-e k-ar-an (ez t-în-im). Heman -k- wek herfeke pêvegirêdanê herwiha tê pêşiya lêkera “ayeg” (hatin).
Farisî
Di farisiya klasîk de hevwateya «anîn» ya kurmancî “awerden” bû ku niha jî di farisiya Efxanistanê de maye. Bistika wê ya demên borî -awerd- û ya demên neborî jî -awir- e/bû. Di farisiya niha ya Îranê de di zimanê nivîskî de ew bi awayê “averden” e, bistika demên borî -averd- û bistika demên neborî jî -aver- e. Di farisiya devkî de ew bûye “avorden/ovorden” û bistika wê ya demên borî -avord-/-ovord- û bistika demên neborî jî wek di hewramî û belûçî -ar- e.[27]
Bo nimûne:
- “mî-ar-em” (ez t-în-im), “mî-ar-î” (tu t-în-î), “mî-ar-ê” (ew t-în-e).
Di raweya dananê û fermanî de di farisî de – wek di zazakî û belûçî de lê berovajî kurmancî, soranî û hewramî – herfa pêvegirêdanê -y- dikeve navbera pêşgira “bi-“ û bistika lêkerê: bi-y-aver-em / bi-y-ar-em (ez b-în-im).
Di zimanên din yên lêzim de
Di nav zimanên îraniya navîn de di pehlewî bi awayê anî-, di sogdî de bi awayê t-înî û di xotanî de jî wek anana hatiye qeydkirin. Ew hemû li gel anîn ya kurmancî (varyantên wê) û ji îraniya kevn *a- (ber bi, bi aliyê ve) + *ney- (serkêşî kirin, rêberî kirin, bi rê ve birin) in. Lêkera danîn ya kurmancî jî ji heman rehî ye: da- + *nîn. Hênan ya soranî jî ji heman rehî ye.[28] Hevrehên wê herwiha di zimanên îraniya kevn de wek avestayî û hexamenişî/farisiya kevn û herwiha di sanskrîtî de peyda dibin.[29]
Hevwateyên “anîn”ê di zarû zimanên din yên îranî – wek zazakî “ardene”, hewramî “arđey, awirdey”, belûçî “areg” û farisî “averden” jî ji heman daçeka *a- ne lê beşa wan ya duyem ji *ber- anku “birin”ê ye. Bi gotineke din, ew pirtik-bi-pirtik wateya “ber bi cihekî/kesekî/tiştekî ve birin” didin.[30] Di belûçî û zazakî de divê ew berê bi awayê awer- bûbe û paşî -we- jê ketibe wek çawa ku ew di hin devokên hewramî de jî “awir-“ e lê ji hin devokan jî -wi- ketiye û tenê wek ar- maye. Heman guherîn di farisî de jî diyar e: di zimanê nivîskî de ew aver- e lê bi zimanê devkî bûye ar-.
Johnny Cheung di ferhenga xwe ya etîmolojiya lêkerên îranî (Etymological Dictionary of the Iranian Verb) de idia dike, bistika “an-“ ya zazakî jî ji *a- + ney- e û anku hevreha “anîn” ya kurmancî ye.[31] Lê ev nêrîn bi zelalî şaş e. Bistika zazakî bi eslê xwe -ar- e û tenê di raweya ragihandinê de -ar-n- (ku n-ya wê navgira berdewamiyê ya beramberî “di-“ ya kurmancî ye) bûye -an- û dengê “n” tê de ne beşek ji bistika eslî ye lê navgira berdewamiyê ye. Berovajî ku Cheung idia dike, -a-n- ya zazakî ne formeke supletîv e jî.
- Gelo çima evqas varyantên anînê di kurmancî de hene?
Belkî ti lêkerên din yên kurmancî hindî anku bi qasî “anîn”ê varyantên cuda tine bin: anîn, hanîn, hînan, înan, înadin û belkî hînadin.
Lê gelo çima diyardeyeke wisa qewimiye? Çima dijwateya wê “birin” di hemû devokên kurmancî xwedî tenê xwedî yek formê ye lê anîn xwedî 5 – 6 forman e?
Du sebebên serekî bo peydabûna van hemû varyantan hene:
- Li destpêka eslê peyvê vokala ”a” heye lê dengnasiya kurmancî bi awayekî giştî hewl dide rê li ber hebûna vokalan li destpêka peyvan bigire. Loma bo nimûne heywanekî barhilgir bi piraniya zar û zimanên din yên îranî ”esp” yan ”esb” e lê bi kurmancî ”hesp” e.[32] Herwiha loma madenek bi soranî, zazakî û kurmanciya rojhilatî ”asin” û bi farisî ”ahen” e e lê kurmanciya navendî ew kiriye ”hesin”. Loma hin devokên kurmancî herwiha h-yekê dixin destpêka lêkerên ku vokalek li destpêka wan heye jî: ajotin > hajotin, avêtin > havêtin, êşandin > hêşandin. Bi heman awayî ji ”anîn” varyanta ”hanîn” jî peyda bûye.
- Tewîna anku çemîna ”anîn”ê di demên neborî de awarte û istisnayî ye. Adeten bistikên dema borî bi avêtina hin beşên dawiya forma raderî tên çêkirin û destpêka forma raderî wek wek dimîne, bo nimûne ”girtin > -gir-” (wek ”di-gir-im, bi-gir-e…”) yan ”çûn > -ç-” (wek ”di-ç-im, ne-ç-e…”) lê ”anîn” nabe *-an- lê dibe -în- (wek ”t-în-im, ne-în-e…”) anku ne destpêka lêkerê ”an-” lê dawiya wê ”-în-” tê parastin (yan wisa dixuye) loma di hin devokan de wisa hatiye texmînkirin ku forma rast ya raderî divê ”înan” be loma wisa hatiye guherandin. Yan jî forma raderî ji nû ve li ser bingehê bistika demên neborî -în- wek ”înan” hatiye avakirin. Ev diyarde herwiha sebebê forma raderî ya soranî ”hênan” e jî ku li ser bingehê bistika demên neborî ji nû ve hatiye avakirin û bi temamî cihê forma orijînal ”anîn/hanîn” girtiye.[33] Varyanta ”hînan” dîsa ji ber sebebê yekem anku tehemilnekirina vokalan li destpêka peyvan ji ”înan peyda bûye.
Sebebên jorîn peydabûna varyantên hanîn, înan, hînan ji anînê diyar dikin. Lê varyanta înadin bi rastî wek tiştekî ecêb dimîne. Tarîxiyen -d- ya piştî vokalan ji lêkerên din yên hemû kurdî ketiye yan jî bûye -y- loma bo nimûne kurmancî bûn/bûyîn, soranî bûn, zazakî biyene lê farisî bûden yan kurmancî çûn/çûyîn, soranî çûn û zazakî şiyene lê farisî ”şoden” (paşî wateya peyva farisî ji ”çûn”ê guheriye bûye ”bûn”, bi inglîzî to become). Wisa dixuye ku înadin tek lêkera kurdî de piştî vokalekê -d- tê de heye. Sebebên peydabûna wê baş nayên zanîn lê mimkin e ku bistika -în- wek bistikên din yên lêkerên transîtîv ku -în- tê de heye hatibe hesibandin û wisa hatibe texmînkirin ku divê ew ji paşgira formên raderî yên -andin be (wek ç-andin, kel-andin, xemil-andin…) û loma forma raderî wek ”*înandin” hatibe vesazkirin lê paşî n-ya duyem jê ketibe (yekser yan bi riya asîmîlasyonê û paşî degemînasyonê: *înandin > *înaddin > înadin). Lê ev tenê texmîneke serekî ye û divê wek sebebeke bêguman neyê hesibandin.
- Peyvsazî ji anînê û varyantên wê
Lêkera anîn û varyantên wê di kurmancî de beşdarî çêkirina peyvên nû dibin. Li jêr em ê diyar bikin ka ew çawa peyvan çêdike û bi çi awayî çênake.
Partîsîp û paşgira bikersaz
Wek ku tê zanîn, partîsîpên anku parengên demên borî di kurmancî de ji bistika demên borî + -î/-yî tê çêkirin, wek ”hat > hatî” û ”çû > çûyî”.
Bistika demên borî ya ”anîn”ê -anî- ji xwe bi -î bi dawî dibe. Ti formeke baş cih girtibe ya partîsîpî ji ”anîn”ê nayê bikaranîn. Lê ji varyanta ”înan”ê di kurmanciya rojhilatî de forma partîsîpî ”înayî” bi awayekî têra xwe aktîv tê bikaranîn. Ew herwiha di peyvên pêkhatî de jî tê bikaranîn, wek ”bikarînayî” anku ”hatî bikaranîn”.
Partîsîpa demên borî bi varyantên ”hînan” û ”înadin” jî mimkin e: hînayî, înadî.
Tevî ku ”anîn” forma serdest û standard e jî, ”înayî” ya ji varyanta ”înan” çêkirî dikare wek forma partîsîpa demên borî bo zimanê nivîskî jî were pêşniyazkirin.
Paşgira bikersaz anku paşgira ku navên pîşe yan bikeran çêdike ji lêkera ”anîn” û varyantên wê bi xwemalî bistika demên neborî -în-/-hîn- + -er anku -îner/-hîner e lê li gel wan herwiha paşgira bikersaz ya ji soranî deynkirî jî tê bikaranîn. Bo nimûne:
- bikarîner/bikarhîner/bikarhêner
- derîner/derhîner/derhêner
Herwiha bistika demên neborî ya lêkera ”awerden” ya farisiya klasîk -awer- jî di hin peyvan de tê bikaranîn, wek ”cengawer, dilawer”.
Pêşlêker + anîn
Pêşlêkerên ku ew pê re peyvên nû çêdikin der- û hil- in:
- deranîn (derhanîn, derhînan, derînan, derînadin – û herwiha di kurmancî de carinan forma soranî ”derhênan” jî tê bikaranîn)
- hilanîn (hilhanîn, hilhînan, hilînan, hilînadin)
Herwiha lêkera ”danîn” jî carinan wek ku ji ”da- + anîn” be tê şirovekirin lê di rastiyê de ew ji ”da- + *nîn” e (li jortir binêrin). Wek din, anîn yan varyantên wan li gel pêşlêkerên din (ber-, ra-, ve-, wer-) di kurmancî de peyvan çênakin lê li gel paşlêkera -eve di kurmanciya rojhilatî de û hevwateya wê ya soranî -ewe di soranî de bi kurmanciya rojhilatî înan-eve (vegerandin, dîsa anîn) û soranî hênanewe (vegerandin, dîsa anîn) çêdike. Peyva ”ber” di peyva pêkhatî ”beranîn” (”berhem dan” yan ”zarok anîn”) de ne ji pêşlêkera ber- e lê peyva ”ber” (berhem) e.
Navdêr + anîn
Anîn û varyantên wan li gel çend navdêran peyvên nû çêdikin ku bi taybetî wateya ”dan, welidandin, pê ve şên bûn”) didin, wek:
- ber anîn (berhem dan, berhem pê ve şên bûn – bi taybetî bo riwek û nebatan tê bikaranîn)
- zarok anîn (zarok welidandin, zarok jê re çêbûn)
- têjik anîn (”zarokên” heywanan ji heywanekî re çêbûn)
Bi hev re nivîsandî ew dibin navdêr, wek ”beranîna daran, zarokanîna jinan, têjikanîna heywanan”.
Heman peyv dikarin li gel varyantên din jî yên anînê bên bikaranîn, wek ”berhanîn, berhînan, berînan…”
Anîn herwiha li gel peyva ”bîr” (hiş, hizir, fikir) peyva ”anîn bîrê” (bi inglîzî ”remind”) çêdike. Ew jî bi varyantên din jî di devokan de peyda dibe: ”hanîn bîrê, hînan bîrê, înan bîrê, înadin bîrê”.
Daçek + navdêr + anîn
Anîn û varyantên wê herwiha li gel daçeka ”bi” û navdêra ”bîr” (hiş, hizir, fikir) peyva ”bi bîr anîn” (bi inglîzî to remember) pêk tîne. Heman peyv bi varyantên din jî di devokan de tê bikaranîn, wek ”bi bîr înan, bi bîr hanîn, bi bîr hînan, bi bîr hînadin”.
Gava ku ew bi hev re tê nivîsîn, dibe navdêr: ”bibîranîna wan”. Heman peyv dikare herwiha wek navdêreke bikersaz ”bibîrîner/bibîrhîner/bibîrhêner” û wek partîsîpa demên borî ”bikarînayî/ bikarhînayî/bikarînadî” jî were bikaranîn.
Daçek + cînav + anîn
Anîn li gel daçeka ”li” û cînavê ”hev” peyva ”li hev anîn” (sulh pê dan kirin) pêk anîn. Gava ku ew bi hev re tê bikaranîn, dibe navdêr: ”lihevanîna du malbatên xwîndarên/xwîniyên hev”. Ew wek ”lihevîner/lihevhîner/lihevhêner” dikare bibe navdêreke bikersaz ya bi wateya ”sulhker, sulhpêker”. Herwiha heman peyv dikare bibe partîsîpa demên borî wek ”lihevînayî/lihevhînayî/lihevînadî” anku ”lihevhatî, sulhkirî, aştbûyî”.
Herwiha peyva ”pêk anîn” û varyantên wê ”pêk înan, pêk hînan, pêk hanîn, pêk înadin” jî ji daçeka ”bi” + ”yek” (di kurmanciya rojhilatî de li cihê ”hev” wek cînav jî tê bikaranîn) + ”anîn” hatiye çêkirin. Ew jî bi hev re nivîsandî dibe navdêr, wek ”pêkanîna peyvan”. Bi heman awayî jê navdêreke bikersaz wek ”pêkîner/pêkhîner/pêkhêner” û partîsîpa demên borî ”pêkînayî/pêkhînayî/pêkînadî” jê tên çêkirin.
- Lêkera birin
- Forma raderî ya birinê
Birin di tevahiya devokên kurmancî de tê bikaranîn û ti varyanteke wê ya din di kurmancî de peyda nabe.
Carinan di axiftinê û kêm caran heta di nivîsînê de forma birn- jî tê bikaranîn gava ku paşgirek bikeve dûv wê, wek ”birna” yan ”birnê”. Lê ev xistina dengê ”i” ji kîteya dawiyê ya forma raderî taybetmendiyeke devkî ye ku di hemû peyvên ku di kîteya wan ya dawiyê de heye çêdibe loma ev nayê wê wateyê ku ”birn” varyanteke ”birin”ê be.
- Bistikên demên borî yên birinê
Bistikên demên borî yên lêkera birinê bi sê varyantan di kurmancî de peyda dibin:
- -bir-
- -vir-
- -wir-
Bistika demên borî ya lêkera birinê jî di hemû devokan de li destpêka peyvê -bir- e. Di kurmanciya rojhilatî û navendî de ew di hemû rewşan de û li hemû cihan -bir- e. Bo nimûne:
| Rawe/Dem | erênî | neyînî |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya sade | bir | nebir |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya berdewam | dibir | nedibir |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûdar | biriye | nebiriye |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûr | biribû | nebiribû |
| Raweya dananê, dema borî (sade/berdewam) | bibira | nebira |
| Raweya dananê, dema borî ya dûdar | biribe | nebiribe |
| Raweya dananê, dema borî ya dûr | biribûya | nebiribûya |
Lê li gel pêşgira neyînîkirinê ne- yan jî pêşgira berdewamiyê ew dikare di devokên kurmanciya rojavayî û xorasanî de dibe -wir- û di kurmanciya serhedî jî bibe -vir-. Bo nimûne:
- standard, kurmanciya navendî û rojhilatî: di-bir, ne-bir, ne-di-bir
- kurmanciya rojavayî: di-wir, ne-wir, ne-di-wir
- kurmanciya serhedî: di-vir, ne-vir, ne-di-vir
Ji bilî rawe û demên cuda, herwiha paşgirên kesên rêzimanî jî li gor berkarê/objektê li lê tên zêdekirin. Bo nimûne:
- Min tu (ne)birî. Te ez (ne)birim.
- Min du kes (ne)birin. Du kesan ez (ne)birim.
- Te ew her sê kes (ne)biribin. Wan her sê kesan tu nebiribî.
Kerem bikin em bi tabloya jêrîn li hemû rawe û deman li gel paşgirên kesî jî bibînin (kes/cînav wek berkar/objekt, tenê bi paşgirên standard).
| Rawe/Dem | ez | tu | ew | em/hûn/ew |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya sade | (ne)birim | (ne)birî | (ne)bir | (ne)birin |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya berdewam | (ne)dibirim | (ne)dibirî | (ne)dibir | (ne)dibirin |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûdar | (ne)birime | (ne)bir(iy)î | (ne)biriye | (ne)biriye |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûr | (ne)biribûm | (ne)biribûyî | (ne)biribû | (ne)biribû |
| Raweya dananê, dema borî (sade/berdewam) | bibirima/nebirima | bibiriya / nebiriya | bibira/nebira | bibirina / nebirina |
| Raweya dananê, dema borî ya dûdar |
(ne)biribim | (ne)biribî | (ne)biribe | (ne)biribin |
| Raweya dananê, dema borî ya dûr |
(ne)biribûma | (ne)biribûya | (ne)biribûya | (ne)biribûna |
- Bistikên demên neborî yên birinê
Di devokên kurmancî de çar bistikên demên neborî yên lêkera birinê hene ku her yek ji wan ji aliyê komeke mezin ya devokan ve tê bikaranîn:
- kurmanciya navendî û standard: -b- (wek: ez di-b-im, tu di-b-î, hûn di-b-in)
- kurmanciya rojhilatî: -be- (wek: ez di-be-m, tu di-be-y[î], hûn di-be-n)
- kurmanciya serhedî: -v- (wek: ez di-v-im, tu di-v-î, ew di-v-in)
- kurmanciya rojavayî û kurmanciya xorasanî: -w- (wek: ez de-w-im, tu de-w-î, hûn de-w-in)[34]
Peyvên li ser bingehê bistika -b- di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî de berbelav in û hema-hema di her nivîsa dirêj de tên dîtin.
Peyvên bi bistika -be- bi taybetî di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya kurdî-erebî nivîsandî de tên dîtin. Ew herwiha di wan berheman de tên dîtin ku pêşî bi alfabeya kurdî-erebî hatine nivîsîn lê paşî li alfabeya kurdî-latînî hatine wergerandin.[35]
Peyvên li ser bingehê bistika -v- bi taybetî di kurmanciya bi alfabeya krîlî nivîsandî de tên dîtin, bo nimûne Fêrïkê Ûsiv dibêje: “Dajom divim ber derê xwe”[36] anku “[Pez] diajom dibim ber deriyê xwe.”
Ji bilî yên jorî, di Dîwana Melayê Cizîrî de carekê herwiha bistikeke din jî ya demên neborî tê dîtin ku di versiyonên dîwanê de wek -ber- û di hinan de jî wek -bir- hatiye diyarkirin. Piştî bistikên niha, em ê behsa wê jî bikin.
Bistika kurmanciya navendî -b- wek bistika lêkerên din e ku di forma wan ya raderî de li dawiya wan vokalek + -rin heye ku di bistika demên borî de ew vocal + -rin tên avêtin. Bo nimûne:
- birin > -b- (wek: ez di-b-im, tu di-b-î, hûn di-b-in)
- kirin > -k- (wek: ez di-k-im, tu di-k-î, hûn di-k-in)
- xwarin > -xw- (wek: ez di-xw-im, tu di-xw-î, hûn di-xw-in)
Kerem bikin em bi bistika -b- û bi paşgirên kesî yên standard di tabloyekê de li hemû raweyên demên neborî li gel hemû kesên rêzimanî binêrin.
| kes Rawe û dem | ez | tu | ew | em/hûn/ |
| Raweya ragihandinê, dema niha |
di-b-im / na-b-im |
di-b-î / na-b-î |
di-b-e / na-b-e | di-b-in / na-b-in |
| Raweya dananê, dema niha |
bi-b-im / ne-b-im | bi-b-î | bi-b-e / ne-b-e |
bi-b-in / ne-b-in |
| Raweya fermanî, erênî | bi-b-e! | bi-b-in! | ||
| Raweya fermanî, neyînî | ne-b-e! me-b-e! |
ne-b-in! me-bin! |
Bistika kurmanciya rojhilatî -be- wek bistika lêkerên “kirin” û “dan”ê ye ku di kurmanciya rojhilatî de di bistikên wan yên demên neborî de di kurmanciya navendî de tenê konsonantek heye (-b-, -d-, -k-) lê di kurmanciya rojhilatî de herwiha e-yek jî di bistikên wan de heye (-be-, -de-, -ke-). Bo nimûne:
- kurmanciya navendî: ez di-b-im, ez di-d-im, ez di-k-im
- kurmanciya rojhilatî: ez di-be-m, ez di-de-m, ez di-ke-m
Di kurmanciya navendî de bistika demên neborî ya lêkera ”bûn” ya dînamîk[37] û ya lêkera “birin”ê wek hev -b- in. Lê di kurmanciya rojhilatî de bistikên wan ji hev cuda ne. Kerem bikin em li van herdu hevokan bi kurmanciya navendî û kurmanciya rojhilatî binêrin daku em baş cudahiya wan bibînin:
- kurmanciya navendî:
- Bûn: Ew dibin mamoste.
- Birin: Ew mamoste dibin. (Bo nimûne ew mamosteyekî bi tirimpêlê dibin cihekî.)
- kurmanciya rojhilatî:
- Bûn: Ew dibin mamoste.
- Birin: Ew mamoste diben. (Bo nimûne ew mamosteyekî bi tirimpêlê dibin cihekî.)
Bistika kurmanciya serhedî -v- ji diyardeyeke giştî ya wan devokan tê ku b-ya piştî vokalan dike -v-. Bi heman awayî bistika demên neborî ya lêkerên din jî ku di kurmanciya navendî û rojhilatî de -b- tê de hebe, di kurmanciya serhedî de dibe -v-. Bo nimûne:
- kurmanciya rojhilatî û navendî: bistika “bûn”ê -b-, “dîtin”ê -bîn-, bistika “gotin”ê -bêj-/-bê-… (wek: di-b-im, di-bîn-im, di-bêj-im / di-bê-m…)
- kurmanciya serhedî: bistika “bûn”ê -v-, “dîtin”ê -vîn-, bistika “gotin”ê -vêj-/-vê-… (wek: di-v-im, di-vîn-im, di-vêj-im / di-vê-m…)
Bi heman awayî bistika kurmanciya rojavayî û xorasanî -w- ji diyardeyeke giştî ya wan devokan tê ku b-ya piştî vokalan dike -w-. Bi heman awayî bistika demên neborî ya lêkerên din jî ku di kurmanciya navendî û rojhilatî de -b- tê de hebe, di kurmanciya rojavayî û xorasanî de dibe -w-. Bo nimûne:
- kurmanciya rojhilatî û navendî: bistika “bûn”ê -b-, “dîtin”ê -bîn-, bistika “gotin”ê -bêj-/-bê-… (wek: di-b-im, di-bîn-im, di-bêj-im / di-bê-m…)
- kurmanciya serhedî: bistika “bûn”ê -w-, “dîtin”ê -wîn-, bistika “gotin”ê -wêj-/-vê-… (wek: de-w-im, de-wîn-im, de-wêj-im / di-wê-m…)
Ji bilî van bistikên -b-, -be-, -v- û -w- yên “birin”ê, di Dîwana Melayê Cizîrî de carekê bistikekek demên neborî ya wek -ber- yan jî -bir- tê dîtin. Li hin deran ew wek -ber- û li hin derên din jî ew wek -bir- hatiye nivîsîn. Bo nimûne
Dîwana Melayê Cizîrî bi amadekarî û wergera tirkî ya Osman Tunç:
Şimşadixeram û serwixennac
Canan diberit bi ‘işwe tarac.”[38]
Dîwana Melayê Cizîrî bi amadekariya Zeynelabidîn Kaya û Emîn Narozî:
Şimşadi xeram û serwi xennac
Canan dibirit bi ‘işwe tarac.[39]
Melayê Cizîrî bistika demên neborî ya -ber- yan -bir- tenê carekê di dîwana xwe de bi kar aniye. Ti ji van herdu bistika di klasîkên din yên wek Ehmedê Xanî yan Feqiyê Teyran de nayên dîtin. Lê bistikên demên neborî yên arkaîk yên mîna -ber- û -bir- ji lêkerên din yên wek “kirin” û “dan” re bi awayê -kir- û -der-/-dir- de ji aliyê çendîn şairên me yên klasîk ve hatine bikaranîn. Me dûr û dirêj behsa wan bistikan di nivîsarên xwe yên li ser lêkerên kirin û dan kiriye.
Ev bistikên arkaîk di kurmancî êdî nînin/nemane lê em ê li jêr bibînin ku ew di zar û zimanên din yên lêzim de peyda dibin.
- Birin û bistikên wê di zaravayên din yên kurdî de
Hevreh û hevwateyên birinê di hemû zaravayên din yên kurdî de peyda dibin. Pêşî em formên raderî bidin:
Sebebê ku di wan hemûyan de -d- heye lê di kurmancî de -d- nîne ew e ku peyvên din de jî di kurmancî de d-ya piştî “r” êdî nemaye. Loma bo nimûne kurmancî “kirin, mirin, xwarin” lê soranî “kirdin, mirdin, xwardin”, zazakî “kerdene, merdene, werdene”, hewramî “kerdey, merđey, wardey” û farisî “kerden, morden, x(w)arden”…
Bistikên wan yên demên neborî wiha ne:
- soranî: -bird-
- kurdiya başûrî: -bird-
- zazakî: -berd-
- hewramî: -berđ
Bistikên demên neborî wiha ne:
- soranî: -be- (wek kurmanciya rojhilatî)
- kurdiya başûrî: -we-
- zazakî: -be-n- (raweya ragihandinê) û -ber- (raweya dananê/subjunktîv)
- hewramî: -ber-
Çend têbînî li ser bistikên demên neborî yên van zaravayan hewce ne:
Di soranî de bistika demên neborî adeten -be- ye, wek ”de-be-m/na-be-m, de-b-ey(t)/na-be-y(t)” (ez dibim/nabim, tu dibî/nabî) anku ew di soranî de – wek di kurmanciya rojhilatî de jî – bistika “birdin”ê -be- ji bistika “bûn”ê -b- cuda ye:
- bûn: min de-b-im/na-b-im (ez dibim/nabim – bi kurmanciya rojhilatî: ez dibim/nabim)
- birdin: min de-be-m/na-be-m (ez dibim/nabim – bi kurmanciya rojhilatî: ez dibem/nabem)
Di soranî de herwiha bistika -ber- jî heye ku di raweya fermanî de tê bikaranîn gava ku daçeka -e dikeve pey wê. Bo nimûne:
- “Jiyan kurt e. Be poşînî pêlawî bêzarker mey-ber-e ser.” (Jiyan kurt e. Bi lêkirina pêlavên/solên bêzarker me-b-e serî [anku neborîne].)[42]
Di zazakî de bistika demên borî ya raweya dananê -ber- e. Bo nimûne:
- “Mintîqaya koyî ya Çewlîgî de, yew heskerdoxê tebîatî ke vejîyabî geyrayîş, dî ke yew qertal keno ke kudikê heşe bigîro, wedaro û ber-o. Ê demî hetê drone ra ameyî qeydkerdiş.” (Li devera çiyayî ya Çewligê/Bîngolê, hezkerekî siriştê ku derketibû geriyanê, dît ku qertalek dike têjikeke hirçê bigire, rake û bi-b-e. Ew dem ji aliyê dronekê ve hat qeydkirin.)[43]
Wek ku tê dîtin, bistika -ber- di zazakî de bêyî pêşgira “bi-“ tê bikaranîn tevî ku adeten di zazakî de jî di raweya dananê ya erênî de pêşgira bi- tê bikaranîn. Bo bikaranîna bêyî pêşgira bi- bidin ber kurmancî “bêjim, bêjî, bêje, bêjin” ku di zimanê devkî de li şûna “bibêjim, bibêjî, bibêje, bibêjin” tên bikaranîn.
Di raweya ragihandinê ya demên neborî de di zazakî de, wek di kurmanciya rojhilatî û soranî de jî – bistika -be- tê bikaranîn, wek “o be-n-o” (ew di-b-e). Di zazakî de -be- hevdem bistika demên neborî ya raweya ragihandinê ya lêkera “biyene/bîyene”yê anku “bûn”ê ye jî.
Di gelek rêzimannameyên zazakî de bistika demên neborî ya raweya ragihandinê wek -ben- tê diyarkirin lê tenê -be- bistik e û -n- jî navgira berdewamiyê ye (beramberî pêşgira kurmancî “di-“) û li gel bistikên demên neborî yên raweya ragihandinê ya lêkerên din jî tê bikaranîn.
Eslê bistika demên neborî ya raweya ragihandinê jî di zazakî de tarîxiyen divê *ber- bûbe lê r-ya wê bi riya asîmîlasyona dengî pêşî bûye *n (* ber-n- > *-be-n-n-) û paşî bi riya degemînasyonê bûye be-n-.[44] Heman guherîn di bistika ”kerdene”yê (kirin) -ker- de jî qewimiye ku di raweya ragihandinê de *-ker-n- bûye *-ken-n- û paşî bûye -ke-n-.[45]
Di hewramî de di hemû raweyan de bistika demên neborî -ber- e.
Di kurmancî de jî tarîxiyen divê ew -ber- bûbe, paşî ji hemû devokên kurmancî -r- ketibe û paşî jî di devokên navendî, rojavayî û serhedî de bûbe -b- (lê di devokên rojhilatî de wek -be- mabe) û li dawiyê aliyê jî di devokên rojavayî de bûbe -w- û di devokên serhedî de bûbe -v-:
- kurmanciya rojhilatî: -ber- > -be-
- kurmanciya navendî: -ber- > -be- > -b-
- kurmanciya serhedî: -ber- > -be- > -b- > -v- (yan: -ber- > -ver- > -ve- > -v-)
- kurmanciya rojavayî û xorasanî: -ber- > -be- > -b- > -w- (yan: -ber- > -wer- > -we- > -w-)
Lê dive were gotin ku ti ji van bistikan ne tiştekî nû ye. Bo nimûne, bistika -b- ya “birin”ê bi esehî ji dema Ehmedê Xanî ve heye. Bo nimûne, ew diferme:
“Ewwel fekirîn di zilf û xalan
Dîtin ku dilan dibin bi talan.”[46]
Lê ji ber ku di kurmanciya navendî -b- hem bistika ”birin”ê û hem jî ya ”bûn”ê ye, piranî caran ku peyvên bi bistika -b- di klasîkan de hatine bikaranîn, bi mebesta “bûn”ê ne.
- Birin û bistikên wê di zimanên lêzim de
Hevreh û hevwateyên birinê di piraniya zimanên îranî û zimanên din yên hindûewropî de jî peyda dibin.
Belûçî: bistika demên neborî -ber-, bistika demên borî -bort- û forma raderî bereg e.[47]
Farisî: bistika demên neborî -ber-, bistika demên borî -burd- / -bord- û forma raderî burden / borden e. Berovajî di lêkera “averden” – ku di farisiya nivîskî de bistika wê -aver- ye û di farisiya devkî de bûye -a- ye – bistika -ber- di zimanê devkî de jî kurt nebûye û wek -ber- maye.[48]
Di pehlewî de lêker bistika demên neborî -ber-, bistika demên borî -burt- û forma raderî burten bû.[49]
Di avestayî de bistika demên neborî -ber- bû[50] û bi sanskrîtî jî bhar û bʱr̩[51], herdu jî ji proto-hindûîranî *bʰár- (bistika demên neborî bi wateya “birin, hilgirtin”)[52], ji proto-hindûewropî *bʰer-[53] (hilgirtin, veguhastin, neqil kirin, birin) ku herwiha serekaniya bo nimûne peyva yûnaniya kevn φέρω[54] (pʰéro > féro: anîn, hilgirtin), prûsî брать (brat’)[55], inglîzî “bear”[56] (hilgirtin, rakirin).
Di makezimanê proto-hindûewropî de wateya bingehîn ya peyvê “hilgirtin, neqil kirin, anîn yan birin” bûye loma di zimanên îranî de wateya wê “birin” e, di yûnaniya kevn de wateya wê “anîn” e û di inglîzî de wateya wê “hilgirtin” e ku dikare “birin” yan jî “anîn” be.
Wek ku tê dîtin, hevreha “birin”ê di inglîzî de “bear” (hilgirtin, rakirin) e. “Bring” (anîn) ya inglîzî jî belkî ji eynî rehî be.[57]
Ji heman rehê proto-hindûewropî herwiha peyvên kurdî wek bar[58] (tiştê ku tê hilgirtin/neqilkirin), ber (berhem, berên ku nebat didin).
- Peyvsazî ji birinê
Çend peyv ji birinê û bistikên wê hatine çêkirin. Bi taybetî bistika demên neborî ya kevnar wek paşgireke bikersaz ji mêj ve hebûye lê vê dawiyê hatiye çalakkirin.
Forma partîsîpa demên borî ya birinê wek ya piraniya lêkerên din jî ji bistika demên borî + -î tê çêkirin: -bir- + -î > birî.
Bistika demên neborî ya kevnar -ber- wek paşgireke çêkirina navdêran ji mêj ve di peyva “pêxember” de heye: “peyxam = peyam” û “-ber: yê ku dibe” anku “pêxember = kesê ku peyamên Xwedê bo xelkê dibe/digihîne”. Ew vê dawiyê hatiye çalakkirin û di peyvên wek “peyamber” (kesê ku peyaman dibe – ne illeh peyamên îlahî bin), nameber (kesa/ê ku nameyan dibe, postevan).
Birin bi xwe jî di lêkerên pêkhatî yên wek “jê birin” (paqij kirin) û “bi rê ve birin” (meşandin) çêdike. Gava ku ew bi hev ve tên nivîsîn, dibin navdêr, wek “jêbirina nivîsê” yan “birêvebirina karûbaran”. Ew herwiha dibin partîsîpên demên borî, wek “jêbirî” (paqijkirî) û “birêvebirî” (meşandî). Ew herwiha dibin navdêrên biker jî, wek “jêber” û “birêveber” (midûr, serok). Ji “birêveber” herwiha bi paşgira -î karê birêvebirinê jî hatiye çêkirin û bi awayekî çalak tê bikaranîn: birêveberî (serokatî, midûriyet…)
Lê berovajî anînê, birin bi ti pêşlêkerên wek ber-, da-, hil-, ra-, ve- yan wer- re di kurmancî de peyvên nû çênake. Di kurmanciya rojhilatî de ew li gel paşlêkera -eve peyva “birineve” (dîsa birin) çêdike. Bistika wê ya demên borî -bir-eve (wek “wî ez ne-bir-im-eve” anku “wî ez dîsa ne-bir-im”) û bistika demên neborî jî di kurmanciya rojhilatî de -be-eve ye (wek “ez di-be-m-eve” anku “ez dîsa dibim”). Bi heman awayî di soranî jî bi awayê “birdinewe” peyda dibe û bistika wê ya demên borî -bird-ewe û bistika demên neborî jî -be-ewe ye.
Hin berhemên din yên Husein Muhammed yên zimannasiyê
- Dengnasî di zimanê kurdî de
- Peyvsazî di zimanê kurdî de
- Cînavên kurdî
- Daçek di kurdî de
- Rengdêr, hoker û baneşan di kurdî de
- Watenasî û wateguherîn
- Rêber – rêbernameya rastnivîsîna kurdî
- Rehnas – ferhenga etîmolojî ya kurdî
- Rêzimana soranî bi kurmancî
- Rehê dema niha yê lêkerên kurdî
- Çemandin û girêdana navdêran
- Hoker di zimanê kurdî de
- Baneşan
- Partîsîp di zimanê kurdî de
- Rêbazên neyînîkirinê
- Peyvrêzî
- Pirtikrêzî anku morfotaksî
- Navnasî anku onomastîk
- Qur’an bi kurdî
- Ravekirina peyvên Mewlûda Mela Huseynê Bateyî
- Peyvên malbatî çi ne û ji kû tên?
- Kurmancî, soranî zazakî – ziman yan zarava?
- Nirxandina “Rêbera Rastnivîsînê” ya Weqfa Mezopotamyayê
- Lêkerên bûn û hebûn
- Lêkerên hatin û çûn
- Lêkerên dîtin û gotin
- Lêkera kirin
- Lêkerên dan û standin
- Pasîv di kurdî de
- Vokatîv (banglêkirin, gazîkirin) di kurdî de
- Kanîzar (15 hejmarên kovareke ziman û zimannasiyê bi nivîsên wî û yên kesên din)
JÊRNOT
[1] Em ê paşî hebûna her yekê ji van varyantan bi belgeyan bipeyitînin anku isbat bikin.
[2] Dîwana Melayê Cizîrî li gel wergera tirkî ya Osman Tunc_, r. 212. Peyvnasiya helbestê: xewwasî: noqavî, xwebinavkirin, avjeniya/melevaniya kûr; sehharî: sihirbazî (li vir bi wateya ”hostetî, pisporî, şarezayî”); durr: gewher, cewher, xişil, morî û mircan; nezm: helbest; şi’r; eşar: helbestan (pirhejmariya ”şi’r”ê), tertefil’eyn: çirke, kêlîka bi qasî girtin û vekirina bi lez ya çavan.
[3] Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, beşa 21.
[4] Mela Huseynê Bateyî: Mewlûda pêxemberî.
[5] Antolojiya Helbesta Nû ya Kurmancên Başûr.
[6] Mehdi Jafarzadeh: Analîza Kurmanciya Deregeza Xorasanê, r. 38.
[7] Soreklî bo nimûne di kitêba xwe Jana Heft Salan de ev formên çemandî yên bi varyanta hanînê bi kar anïne: hanîbû (s. 31, dihanî (r. 47), bihanîna (r. 48), bîrhanînê (r. 77), hanîn (r. 88). Cîhanî bo nimûne di teza xwe ya doktorayê de ev formên çemandî yên bi varyanta hanînê bi kar anîne: dihîne (r. 11), hanîna (r. 19), desthanîna (r. 78), hanîn (r. 135)…
[8] Kenan Subaşı di nivîsa xwe Weku Sazî û Dezgeh Xebatên Li Ser Folklora Kurdî de çendîn caran formên ji varyanta “hîna” bi kar anîne, wek “pêkhînan” (r. 211), “hînan” (r. 212), hînane (r. 213), pêkhînana (r. 214), nehînaye (r. 229).
[9] “Saziyeke amerîkî zarokên êzîdî fêrî înglîzî dike”.
[10] Yasin Duran: Li gorî rêbaza Vladimir Propp, analîza çend çîrokên herêma Colemêrgê, çîroka Ehmed Çelebî r. 69 – 78 û çîroka Xwişka Heft Bira r. 113 – 116. Di heman kitêbê de herwiha formên wek “înaderê” (r. 97) û “înaderî” (r. 115) jî hatine nivîsîn lê ew ne varyantên “înadin”ê ne lê du peyv bi şaşî bi hev re hatine nivîsîn û divê wek “îna derê” hatibûna nivîsîn.
[11] Bo nimûne, “anîbe” dikare li gor devokan mihtemelen “anîbe, anîbê, anîbi, anîbit, anîbitin, anîbît, anîbîtin” lê di tabloyê de tenê forma li gor paşgira kesî ya standard -e wek “anîbe” hatiye dan. Binêrin: Paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan.
[12] Di devokên kurmanciya de raweya dananê ya dema borî ya sade (wek “bihata, bikira”) peyda nabe û li şûna wê jî raweya dananê ya dema borî ya dûr (wek “hatibûya / kiribûya”) tê bikaranîn.
[13] Binêrin jêrnota berî vê.
[14] Binêrin jêrnota berî vê.
[15] Di devokên kurmanciya de raweya dananê ya dema borî ya sade (wek “bihata, bikira”) peyda nabe û li şûna wê jî raweya dananê ya dema borî ya dûr (wek “hatibûya / kiribûya”) tê bikaranîn.
[16] Binêrin jêrnota berî vê.
[17] Binêrin jêrnota berî vê.
[18] Bo nimûne, li gel kesê sêyem yê yekhejmar (”ew”ê yekhejmar) paşgirên kesî li gor devokan bi çendîn awayan hene loma bo nimûne li gel ”ew tîne” ya standard herwiha ”ew tînê, ew tîni, ew tînit, ew tînitin, ew tînî, ew tînît, ew tînîtin” hene lê di tabloyê de tenê formên standard hatine pêşkêşkirin.
[20] Bo nimûne, Mehdî Zana di Parastina Min de bistika -hên- bi kar tîne û formên wek ”dihênim, dihêne, dihênin” û herwiha “danahêhim, danehênim” dinivîse.
[21] Bi heman awayî bistika raweya ragihandinê ya “kerdene” (kirin) niha -ke-n- e lê divê tarîxiyen -ker-n- bûbe. Bo şirovekirina mijarê binêrin nivîsara me ya li ser lêkera kirinê.
[22] Bo nimûne: Ehmed Şera: Trump eşkeno aştî bîyaro Rojhelatê Mîyanênî anku “Ehmed Şera: Trump dikare aştiyê bîna Rojhilata Navîn.
[23] Binêrin nimûneyên beşa Herfa pêragirêdayene.
[24] Masoud Mohammadirad: A Grammar of Hewramî, r. 515
[25] D. N. McKenzie: The Dialect of Awroman (Hawraman-I Luhon), r. 118.
[26] Hemû agahiyên derbarê peyva belûçî û bistikên wê ji Karina Jahani: A Grammar of Modern Standard Balochi, r. 139 û 149.
[27] Bo hemû varyant, bistik û formên li gor rawe û demên cuda di farisiya Îran ü Efxanistanê de binêrin آوردن. Bo formên farisiya tacîkî binêrin овардан.
[28] Johnny Cheung: Etymological Dictionary of the Iranian Verb, r. 278. Herwiha binêrin îraniya kevn *náyHati û proto-hindûewropî *neyH-
[30] Johnny Cheung: Etymological Dictionary of the Iranian Verb, r. 7 – 10. Herwiha binêrin: آوردن
[31] Johnny Cheung: Etymological Dictionary of the Iranian Verb, r. 278
[33] Di gelek ferhengên soranî de varyanta «hanîn» jî tê dan lê di axiftin yan nivîsên soranî de pir kêm peyda dibe.
[34] Pêşgira berdewamiyê di piraniya devokên kurmanciya rojavayî û kurmanciya Xorasanê de “de-“ ye, di hinan de jî “da-“ û di hinan de wek kurmanciya standard “di-“ ye.
[35] Bo nimûne di Antolojiya Helbesta Nû ya Kurmancên Bas_ûr de ku ji aliyê Xelîl Duhokî ve hatiye amadekirin.
[36] Fêrîkê Ûsiv: Pez, helbestên Bijare, r. 68.
[37] Mebest ji lêkera ”bûn” ya dînamîk “bûn tiştek” e, ne “tiştek bûn” e, bo nimûne “ew bû mamoste” bûna dînamîk e lê “ew mamoste bû” ne bûna dînamîk lê bûna statîv e. Binêrin: Lêkerên bûn û hebûn.
[38] Melayê Cizîrî: Dîwan û wergera wê ya tirkî, r. 68.
[39] Melayê Cizîrî: Dîwan, r. 68. Di vê çapê de peyva “canan” wek “cananan” hatiye nivîsîn lê bi zelalî an-ek tê de zêde ye.
[41] Masoud Mohammadirad: A Grammar of Hewramî, r. 515
[42] ژیان کورتە بە پۆشینی پێلاوی بێزارکەر مەیبەرە سەر
[43] Zazakinews: Qetalî kerd ke kudikê heşe bero.
[44] Degemînasyon di dengnasiya kurdî de
[45] Bo peydabûna bistika -ke-n- ya zazakî binêrin nivîsara me ya li ser lêkera kirin.
[46] Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, beşa 23. Mebesta şair ji “fekirîn” ne “fikirîn” lê “lê nêrîn, temaşe kirin” e. Heman lêker niha jî li Behdînan û Botan bi wateya “lê nêrîn, temaşe kirin” e.
[47] Karina Jahani: A Grammar of Modern Standard Balochi, r. 122 û 136.
[48] Bo formên hemû dem û raweyên lêkera farisî binêrin بردن
[50] Binêrin: bar (bixwîne: ber).
[52] Binêrin: bʰárati (bixwîne: b(h)ereti).
https://zimannas.wordpress.com/2026/05/24/anin-u-birin-lekolineke-zimannasi/, 24.05.2026
Gotara berê: Kurmanci 5 Fiilin Zamanlara Göre Çekimi (Bi Kurmancî-Tirkî)
Gotara piştî: ferhengkurdi.com

