Husein Muammed
Ev nivîsar beşek ji rêzelêkolînên me yên li ser giringtirîn lêkerên kurdî ye. Berî niha beşên li ser lêkerên bûn û hebûn û lêkerên hatin û çûn hatine belavkirin.
- Çima lêkolîneke hevbeş li ser lêkerên dîtin û gotin?
Bêjin kî ye da biçim bibînim,
hazir bikirim[1] ji bo we bînim.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 16)
Di rêzenivîsarên xwe yên li ser lêkerên kurdî de me di nivîsara yekem de du lêkerên bi wateya xwe nêzîkî hev anku bûn û hebûn pêşkêş kirine. Di nivîsara duyem de jî me berê xwe daye du lêkerên dijberî hev anku hatin û çûnê.
Lê gelo çima nivîsareke hevbeş li ser lêkerên dîtin û gotinê?
Sebebên lêkolîneke hevpar li ser ser lêkerên gotin û dîtinê ne ji wê ye ku ew ji aliyê watenasî ve têkildar bin. Sedemên lêkolîna wan bi hev re ew e ku dîtin û gotin ji hêla bikaranînê ve bi gelek awayan dişibin hev û ji lêkerên din cuda ne.
Bo nimûne, herdu lêker jî her yek xwedî du bistikên demên borî ne:
- gotin: -got- (wek “wî got”) û -go- (wek “wî go”)
- dîtin: -dît- (wek “min dît”) û -dî- (wek “min dî”)
Herwiha bistikên demên neborî yên herdu lêkeran jî awarte anku istinayî ne û ne li gor qeyd û bendên çêkirina bistikan ji formên raderî ne.[2] Loma bistikên demên neborî yên standard wiha ne:
- gotin: -bêj- (wek “tu di-bêj-î, ez na-bêj-im, ne-bêj-e…)
- dîtin: -bîn- (wek “tu di-bîn-î, ez na-bîn-im, bi-bîn-e…)
Ji bilî bistikên demên neborî yên standard, herdu lêkeran çend bistikên demên neborî yên din jî hene:
- dîtin:
- -vîn- (wek ez na-vîn-im, ew di-vîn-in, bi-vîn-e!…)
- -wîn- (wek ez na-wîn-im, ew di-wîn-in, bi-wîn-e!…)
- gotin:
- -bê- (wek “ez di-bê-m, ew na-bê-n, ne-bê…)
- -wê- (wek “ez di-wê-m, ew na-wê-n, me-wê-n!…)
- -vê- (wek “ez di-vê-m, ew ne-vê-n, me-vê-n!…)
- -wêj- (wek “ez di-wêj-im, ew na-wêj-in, me-wêj-in!…)
- -vêj- (wek “ez di-vêj-im, ew na-vêj-in, me-vêj-in!…)
Lê di heman demê de çendîn cudahiyên giring jî di navbera herdu lêkeran de hene.
Bo nimûne, lêkera gotin di hemû devokên kurmancî de xwedî heman peyva forma raderî ye: gotin.[3] Li aliyekî din, di soranî de sê formên wê yên raderî peyda dibin: witin, gutin, kutin[4] tevî ku adeten di kurmancî de formên devokî ji formên devokî yên soranî zêdetir in çunkî kurmancî li devereke cografî ya berfirehtir tê peyivîn.
Lê lêkera dîtin jî bi forma xwe ya raderî di kurmanciya rojhilatî de tenê bi awayê dîtin e lê di kurmanciya navendî, rojavayî û serhedî de bi awayê dîn jî heye û li hin deveran tenê bi wî awayî peyda dibe.
Bistikên demên borî yên gotinê anku -got- û -go- di hemû devokên kurmancî de peyda dibin lê ji bistikên demên borî yên dîtinê anku -dît- û -dî- adeten di her devokekê de tenê yek ji wan tê bikaranîn.
Li aliyekî din, bistika kurtkirî dîtinê -dî-, di devokên ku tê de heye, dikare hemû paradîgmayên lêkeran pêk bîne (wek “min dî, min didî, min diye, min dîbû…) lê bistika kurtkirî ya gotinê –go– tenê dikare demên borî yên sade û berdewam (wek “min go, min digo…”) lê nikare demên dûdar û dûr pêk bîne (formên wek “*min goye” yan “min gobû” nînin yan ne rast in.)
Ne tenê di kurmancî de lê di hemû zaravayên kurdî de ji yekê zêdetir bistik hene. Hinek ji wan ji ber devokên ne (wek “dibêm” û “diwêm”), hinek ji ber formên sivik û giran in (wek “dibêjim” û “dibêm”), hinek di demên cuda de tên bikaranîn (wek “min go” lê “min got-i-bû”) û hinek jî di raweyên cuda de tên bikaranîn (bo nimûne bistikên zazakî: bistika raweya ragihandinê -va- û ya raweya dananê/subjunktîv -vaj-). Em ê di vê lêkolîna xwe de yek bi yek van taybetmendiyan binasin.
Mijarên li jor rêzkirî tenê çend tiştên balkêş in ku di lêkerên gotin û dîtinê de veşartî ne. Kerem bikin em bi hev re lê kana bihagiran hilkolin û taybetmendiyên van lêkerên giring bibînin.
- Dîtin û gotin di kurmancî de
2.1. Bistikên demên borî yên dîtin û gotinê
2.1.1. Bistikên demên borî yên dîtinê
Herkesê carek diye ew zinde ma hetta ebed
Wê nedîtî ew perîrû zindegî lê bit heram.
(Melayê Cizîrî: Daneyên Enber)[5]
Lêkera dîtin du bistikên demên borî hene: –dît– û –dî-. Ev herdu jî di vê parçeya helbesta Melayê Cizîrî de tên dîtin. Ev jî isbat dike ku herdu bistik jî bi sedsalan e ku di kurmancî de tên û ti ji wan herduyan ne tiştekî nû ye.
Bistika -dît- di zimanê nivîskî de serdest û standard e. Ew herwiha di devokên kurmanciya rojhilatî[6] (behdînî) de tek bistika demên borî ya dîtinê ye û di wan devokan de bistika -dî- di ti rewş û haletan de nayê bikaranîn.
Bistika -dî- bi taybetî di devokên kurmanciya rojavayî û serhedî de û herwiha li gelek deverên kurmanciya navendî li kar e.
Berovajî cote-bistikên demên borî yên gotinê, ku em ê li jêr bi hûrgilî behs bikin, herdu bistikên demên borî yên dîtin di hemû demên borî de tên bikaranîn. Kerem bikin em bi tabloyeke nimûneyan lê binêrin:
| Rawe û dem | Bistika -dît- | Bistika -dî- |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya sade | min (ne)-dît | min (ne)-dî |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya berdewam | min (ne)-di-dît | min (ne)-didî |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûdar | min (ne)-dît-i-ye | min (ne)-di-ye |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûr | min (ne)-dît-i-bû | min (ne)dî-bû |
| Raweya dananê, dema borî ya sade | min bi-dît-a/ne-dît-a | min bi-di-ya/ne-di-ya |
| Raweya dananê, dema borî ya dûr | min (ne)-dît-i-bû-ya | min (ne)-dî-bû-ya |
Herwiha herdu bistik jî dikarin hemû paşgirên kesî yên cuda bigirin. Bo nimûne:
- Te ez (ne)-dît-i-m/(ne)-dî-m
- Min tu (ne)-dît-î/ne-dî
- Me hûn (ne)-dît-i-bûn/ne-dî-bûn
- Xwezî we ew (ne)dît-i-bûn-a/(ne)-dî-bûn-a
2.1.2. Bistikên demên borî yên gotinê
Tacdîn li nik wî hebû şu’ûrek,
‘işqê di wî hiştibû qusûrek.
Go: “Rabe bira ji nav nivînan,
bes ah-i bike ji ber birînan.
Em şêr in û ew di xwe xezal in.
Pir eyb e ku em ji dest binalin.”
Mem puxteyê ‘işqê bû bi temamî.
Gotê: “Bira meger tu xam î,
da zen nebirî, mucessem im ez,
ser ta bi piyan muqessem im ez.”
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 15)
Lêkera gotin jî di kurmancî de du bistikên demên borî hene: –got– û –go-.[7] Wek ku ji parçe-helbesta li jor ya ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî diyar dibe, herdu bistik jî bi sedsalan e ku di kurmancî de hene û ti ji wan ne tiştekî nû ye.
Bistika -got- di zimanê nivîskî de serdest û standard e. Bistika -go- jî di hemû devokên kurmancî de peyda dibe (berovajî bistika -dî- ya dîtinê, bistika -go- ya gotinê di kurmanciya rojhilatî de jî li kar e.)
Bistika dirêjtir -got- dikare di hemû demên borî de were bikaranîn. Kerem bikin em bi tabloyeke nimûneyan lê binêrin:
| Rawe û dem | Bistika -dît- |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya sade | min (ne)-got |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya berdewam | min (ne)-di-got |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûdar | min (ne)-got-i-ye |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya dûr | min (ne)-got-i-bû |
| Raweya dananê, dema borî ya sade | min bi-got-a/ne-got-a |
| Raweya dananê, dema borî ya dûr | min (ne)-got-i-bû-ya |
Herçi bistika kurtkirî -go- ye, ew tenê hingê tê bikaranîn eger ”-go” li dawiya peyvê be û ti paşgirên kesî, demî yan raweyî nekevin dûv wê. Di pratîkê de ew tenê di dema borî ya sade û dema borî ya berdewam de mimkin e. Bo nimûne:
| Rawe û dem | Bistika -dît- |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya sade | min (ne)-go |
| Raweya ragihandinê, dema borî ya berdewam | min (ne)-di-go |
Wek din, formên bi bistika -go- bi awayê ”*min (ne)-go-ye”, ”*min (ne)-go-bû”, ”*min bi-go-ya/ne-go-ya”, ”*min (ne)-go-bû-ya” û hwd. ne mimkin û ne rast in.
Di dema borî ya sade û dema borî ya berdewam de jî bikaranîna bistika kurt -go- tenê hingê mimkin e gava ku berkar (objekt) yekhejmar be û mirov bibêje ”(ne)go/(ne)digo”. Eger ji ber berkara pirhejmar paşgira kesê sêyem yê pirhejmar ”-(i)n” hebe, hingê bi zerûrî divê bistika -got- were bikaranîn. Bo nimûne:
- Min çîrokek go/got.
- Min du çîrok got-in. (ne ”*Min du çîrok go-n.”)
Di dema borî ya sade û dema borî ya berdewam de, bi şertê ku berkar yekhejmar be, hem ”(ne)go” û ”(ne)digo” û hem jî ”(ne)got” û (ne)digot” di kurmanciya rojhilatî de û li hin deverên kurmanciya navendî li kar in. Lê di kurmanciya rojavayî, kurmanciya serhedî û kurmanciya de ”(ne)got” û (ne)digot” nayên bikaranîn yan pir kêm tên bikaranîn û li cihê wan formên serdest yan tekane ”(ne)go” û ”(ne)digo” ne.
2.2. Bistikên demên neborî yên dîtin û gotinê
2.2.1. Bistikên demên neborî yên dîtinê
Lew weku sewda û dîn im
herdema dêmê dibînim
Dîn dibim heyran dimînim.
(Melayê Cizîrî: Dilberê Serdarê Xûban)[8]
Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘ilmê me bibînitin rewacê.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 5)[9]
Sê bistikên demên neborî yên lêkera dîtinê yên demên neborî hene:
- -bîn-
- -wîn-
- -vîn-
Bistika -bîn- forma serdest û standard e. Ew di devokên kurmanciya rojhilatî û kurmanciya navendî de li kar e. Ew di hemû rawe û demên neborî de tê bikaranîn. Bo nimûne:
| Rawe û dem | Bistika -bîn- |
| Raweya ragihandinê, dema niha | ez di-bîn-im/na-bîn-im |
| Raweya dananê, dema niha | (Eger/ku/bila) ew bi-bîn-in/ne-bîn-in |
| Raweya fermanî | bi-bîn(-e)[10]! bi-bîn-in! ne-bîn(-e)/me-bîn(-e)! ne-bîn-in/me-bîn-in! |
Bistika -wîn- bi taybetî di devokên kurmanciya rojavayî de û di kurmanciya Xorasanê de tê bikaranîn. Di wan devokan de ew di hemû haletan de cihê bistika -bîn- ya standard digire.
| Rawe û dem | Bistika -wîn- |
| Raweya ragihandinê, dema niha | ez di-wîn-im/na-wîn-im |
| Raweya dananê, dema niha | (Eger/ku/bila) ew bi-wîn-in/ne-wîn-in |
| Raweya fermanî | bi-wîn(-e)[11]! bi-wîn-in! me-wîn(-e)! me-vîn-in |
Bistika -vîn- bi taybetî di devokên Serhedê de tê bikaranîn. Di wan devokan de ew di hemû haletan de cihê bistika -bîn- ya standard digire.
| Rawe û dem | Bistika -vîn- |
| Raweya ragihandinê, dema niha | ez di-vîn-im/na-vîn-im |
| Raweya dananê, dema niha | (Eger/ku/bila) ew bi-vîn-in/ne-vîn-in |
| Raweya fermanî | bi-vîn(-e)[12]! bi-vîn-in! me-vîn(-e)! we-vîn-in |
Bistika -vîn- bi taybetî di berhemên şair û nivîskarên kurmancînivîs yên Ermenistanê de tê dîtin. Bo nimûne:
Kî zane ew çi xewna divîne?
Kî zane naha [li] Moskovê nîne…
Yanê li Yapon yan li Sîngapûr,
Yan welatekî mayînî hê dûr?…
(Fêrîkê Ûsiv: Daxistan)[13]
Hebûna dengê -w- yan -v- di van bistikên -wîn- û -vîn- de diyardeyeke giştî ya van devokan e ku b-ya nav-vokalî/întervokalîk anku b-ya di navbera du vokalan de dibe -v- yan -w-. Bi heman awayî bistika lêkera ”bûn”ê, ku bi kurmanciya standard û di devokên kurmanciya rojhilatî û navendî de -b- ye, di kurmanciya rojavayî û xorasanî de dibe -w- û di kurmanciya serhedî de jî dibe -v-:
- standard, herwiha kurmanciya rojhilatî û navendî: ew mezin di-b-in.
- kurmanciya rojavayî û xorasanî: ew mezin di-w-in.
- kurmanciya serhedî: ew mezin di-v-in.
- Bistikên demên neborî yên gotinê
Da xelq nebêjitin ku ekrad
bême’rîfet in, bêesl û bunyad.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 16)
Lêkera gotin xwedî pênc bistikên ji hev cuda ye:
- -bêj- (wek “ez di-bêi-im, ew na-bêj-in, ne-bêj-e/me-bêj-e!…)
- -bê- (wek “ez di-bê-m, ew na-bê-n, ne-bê/me-bê!…)
- -wê- (wek “ez di-wê-m, ew na-wê-n, me-wê-n!…)
- -vê- (wek “ez di-vê-m, ew ne-vê-n, me-vê-n!…)
- -wêj- (wek “ez di-wêj-im, ew na-wêj-in, me-wêj-in!…)
- -vêj- (wek “ez di-vêj-im, ew na-vêj-in, me-vêj-in!…)
Forma serdest û standard ya zimanê nivîskî -bêj- e. Ew herwiha forma serekî ya “j-neavêj”[14] ya devokên kurmanciya rojhilatî û kurmanciya rojavayî ye. Ew di hemû rawe û demên neborî de tê bikaranîn. Bo nimûne:
| Rawe û dem | Bistika -bîn- |
| Raweya ragihandinê, dema niha | ez di-bêj-im/na-bêj-im |
| Raweya dananê, dema niha | (Eger/ku/bila) ew (bi-)bêj-in/ne-bêj-in |
| Raweya fermanî | (bi-)bêj(-e)[15]! (bi-)bêj-in! ne-bêj(-e)/me-bêj(-e)! ne-bêj-in/me-bêj-in! |
Hêjayî gotinê ye di piraniya devokên kurmancî de pêşgira raweyên dananê û fermanî “bi-“ nayê gotin. Di peyivîna bi devokên kurmanciya rojhilatî de “bi-“ qet nayê pêşiya wê. Anku awayê serdest yê zimanê devkî wiha ye:
- bêje! bêjin! (bi nivîskî bi piranî: “bibêje! bibêjin!”)
- (Eger/ku) ez bêjim (bi nivîskî: ez bibêjim)
Bistika kurtkirî -bê- jî dîsa di hemû devokên kurmanciya rojhilatî û navendî de tê bikaranîn. Di devokên kurmanciya navendî de ew dikarin di hemû demên neborî de di hemû raweyan de were bikaranîn. Bo nimûne:
| Rawe û dem | Bistika -bîn- |
| Raweya ragihandinê, dema niha | ez di-bê-m/na-bê-m |
| Raweya dananê, dema niha | (Eger/ku/bila) ew bi-bê-n/ne-bê-n |
| Raweya fermanî | bi-bê! bi-bê-n! me-bê/me-bê-n! |
Lê bi taybetî di devokên kurmanciya rojhilatî de bikaranîna wê di hemû haletan nayê bikaranîn yan pir kêm tê bikaranîn. Di kurmanciya bikaranîna bistika -bê- tenê hingê mimkin e gava ku ew li gel pêşgira berdewamiyê “di-“ yan jî pêşgireke neyînîkirinê (na- yan ne-) pê re hebe. Bo nimûne:
- ew di-bê-n (ew dibêjin)
- ew nabên (ew nabêjin)
- (Eger/ku/bila….) ew nebên (ew nebêjin)
Lê formên raweya fermanî bi devokên kurmanciya rojhilatî ne mimkin in anku formên wek ”*bê! bên! *bibê! *bibên!” bi wateya ”(bi)bêje, (bi)bêjin” yan nînin yan pir kêm tên bikaranîn. Sebeb ew e ku ”bê! bên!” mimkin e ku di kurmanciya rojhilatî de wek formên fermanî ji lêkera ”hatin”ê werin fehmkirin tevî ku di wan de devokan de jî formên serdest yên fermanî ji lêkera ”hatin”ê peyvên ”were, werin” in. Herwiha pêşgira ”bi-” di devokên kurmanciya rojhilatî de nayê pêş bistikên demên neborî yên ”gotin”ê loma peyvên wek ”bibê, bibên” jî di wan devokan de yan peyda nabin yan jî pir nadir in.
Bistika -bê- jî pir kevnar e û di klasîkên me yên wek Dîwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî de pir hatine bikaranîn anku bi sedsalan e ku di kurmancî de li kar e û bi ti awayî ne formeke nû ye. Bo nimûne:
Zanim perîşan î ji dil
Bêhed biêşan î ji dil
Teşbîhê biryan î ji dil
Billah ne insan î Mela
Billah çi teb`et adem î
Yekser dibêm yek `alem î
Deryayê Qaf û Qelzum î
Yan çerx-i gerdan î Mela
(Melayê Cizîrî: Îro ji derba xencerê)[16]
Ehmedê Xanî:
Hem ehlê nezer nebên ku kirmanc
işqê nekirin ji bo xwe amanc.
(Mem û Zîn, 6)
Bistika -wê- di kurmanciya rojavayî û xorasanî de li kar e. Dikare di hemû rawe û demên neborî de were bikaranîn bi şertê ku pêşgireke ji ”di-”, ”na-”, ”ne-” yan ”me-” bikeve pêşiya wê:
- ”Me li ser sêlê nanê zirav çêdikir. Neh deh ro carkê me nan lêdixist. Carkê diya min got “Lê lê, diwên li Yunaxê şeş me carkê nan lêdixin. Paşê gundiyên me jî mîna yê Yunaxê nan lêxistin… Çanaxkî me yê gir hewû. Sifte goşt rîsi dikirin, oko dirêj dirêj dibirîn û xwê dikirin. Lê re rîsi diwên.” (Zara Hacî Îwîş ku ji Polatliyê ye.)[17]
Devokên kurmanciya rojavayî û xorasanî adeten tenê bistika kurttir -wê- bi kar tînin. Lê wisa dixuye ku bistika dirêjtir -wêj- jî peyda dibe:
”Ez jî merivekî ji Qazî me. Mi go, madem ez jî li vî gundî mezin bûme, mi av û nanê vî gundî xariye, haja mi ji vî gundî heye, destê mi jî tê ku ez binvîsim. Desto tu qurbana serî bî. De haydê tu jî binvîse. Aha ez jî ketime vê rêyê, ji we ra merheba diwêjim. Ez ê ne bi zimanê xu yê nivîskariye lê bi zimanê gundiyê xu va binvîsim.” (Yaşar Eroğlu: Gundê Qazî).
Di devokên kurmanciya serhedî de bi piranî bistika -vê- tê bikaranîn bi şertê ku pêşgireke ji ”di-”, ”na-”, ”ne-” yan ”me-” bikeve pêşiya wê. Bo nimûne:
Şingîn ketiye erd û ezmana,
hinek divên: – Leyî rabûye?
Lê ez divêm: – Çima hûn nabihên,
xirmîna morî-mircana ye!
Kê ku bêje[18]: “huba te çiqas rind e”,
wê ji dilê min ava sar vexwe.
(Memê Elîxanê: Kê ku bêje)[19]
Lê wek ku ji navê helbestê û herwiha ji destpêka malika duyem ya jêgirtî diyar dibe, gava ku ti pêşgirek li destpêka bistikê tine be, bistika -bê- tê bikaranîn, ne bistika -vê-.
Wek di devokên kurmanciya rojavayî û xorasanî de, di kurmanciya serhedî de jî bikaranîna bistika dirêjtir -vêj- di zimanê devkî de pir kêm tê bikaranîn yan qet nayê bikaranîn. Lê carinan ew di nivîsên kurdên serhedî, bi taybetî yên ji Ermenistanê de tê dîtin. Bo nimûne:
- ”Ez divêjim qenc û xweş kirine.”[20]
- Dîtin û gotin di zaravayên din yên kurdî de
Hevreh û hevwateyên peyvên dîtin û gotinê û herwiha hevreh û hevwateyên bistikên wan yên demên borî û yên neborî jî di hemû zaravayên din yên kurdî de jî peyda dibin. Em ê li jêr wan di beşa dîtin û beşa gotinê de yek bi yek pêşkêş bikin.
Hem di formên ”raderî” û hem jî di bistikên van lêkeran de gelek tiştên balkêş derdikevin ku gelek awayên cudahî û wekheviyên dengnasiya zaravayên kurdî jî diyar dikin.
3.1. Dîtin û bistikên wê di zaravayên din yên kurdî de
Di soranî de du hevwateya dîtina kurmancî hene: dîtin û bînîn. Dîtina soranîhevreha peyva dîtina kurmancî û hevreh û hevwateyên heman peyvê bi gelek zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî ye (li jêrtir binêrin). Herçi bînîn e, ew li ser bingehê bistika demên neborî -bîn- hatiye avakirin û bi zelalî tiştekî bi rêjeyî nû ye.
Bistika demên borî ya dîtinê di soranî de jî wek di kurmancî -dît- e. Bistika demên borî ya bînînê jî -bînî- ye.
Bistika demên neborî ya dîtinê û ya bînînê jî di soranî de bi awayekî giştî -bîn- e lê di hin devokên başûrîn de bi awayê -wîn- jî peyda dibe.
Di kurdiya başûrî anku feylî/kelhurî/kirmaşanî de forma raderî dîdin e. Bistika demên borî bi piranî -dî- ye, di hin devokan de -dînî-, -dünî-, dînis-, -dînist- e. Bistika demên neborî jî dîn- yan dün- e ku pêşgira berdewamiyê ”di-/de-” pê ve heliyaye.[21]
Di hewramî de forma ferhengî/raderî diyey (dîyey), bistika demên borî -dî- û bistika demên niha -wîn- e. Wek soranî, di hewramî de jî formeke raderî û bistikeke demên borî ya paralel hene ku li ser bingehê bistika demên neborî hatiye çêkirin: forma raderî wînay û bistika demên borî –wîna-.[22]
Di zazakî de forma ferhengî ya hevwateya dîtin ya kurmancî bi awayekî giştî diyene (dîyene) ye[23] lê herwiha varyantên wek diyayene, vînayene, vênayene, vînitene jî peyda dibin.[24] Ji van diyene û diyayene hevrehên dîtinê ne û yên bi ”v” jî li ser bingehê bistika demên neborî hatine avakirin.
Bistika demên borî di zazakî de bi avêtina ”-(y)ene” ji van forman tê çêkirin. Di piraniya zazakî de bistika demên borî -dî- ye ku hevşêweyî devokên kurmancî yên nêzîkî zazakî ye.
Bistika demên neborî jî di zazakî bi awayekî wek di kurmanciya serhedî de -vîn-, li kêm deran jî -vên- e. Wek din jî dengê /v/ di zazakî de gelek caran beramberî dengê /b/ yê kurmancî ye, bo nimûne bi zazakî ”va, varan, vewre” anku bi kurmancî ”ba, baran, berf/befr”.
3.2. Formên ferhengî û bistikên demên borî yên gotinê
Di soranî de çar varyantên hevreh û hevwateya gotina kurmancî hene: gutin, kutin, witin, wutin. Ji van gutin bi taybetî li Hewlêrê û derdorên wê li kar e, kutin li Mukriyan (Mehabadê û derdorên) tê bikaranîn û witin/wutin jî li Silêmanî û Kerkûkê û li deverên başûrtir yên soranîaxiv tê bikaranîn. Hemû varyant jî di soraniya nivîskî de tên dîtin û ti ji wan nikariye bi temamî varyantên din bide alî û bi zelalî bibe forma standard. Bistikên demên neborî bi avêtina paşgira ”-in” ji van peyvan tê çêkirin û dîsa li gor deverên behskirî -gut-, -kut-, -wit- yan -wut- e.
Di devokên kurdiya başûrî anku feylî/kelhurî/kirmaşanî de hevreh û hevwateyên gotina kurmancî bi sê varyantan peyda dibin: witin, vitin û watin. Bistika demên borî -wit-, -vit- û -wat- in.[25]
Di hewramî de forma ferhengî “watey” e, bistika demên borî jî ”wat-” e.
Wek ku soranî, başûrî û hewramî de ti varyantên bistikên demên borî yên ku t-ya dawiyê biavêjin (wek kurmancî -got- > -go-) peyda nabin.
Di zazakî de forma ferhengî “vatene” ye. Du bistikên demên borî hene: -va- û -vat-. Bistika -va- hingê tê bikaranîn gava ku ti paşgireke kesî yan demî nekeve dûv wê anku beramberî -go- ya kurmancî ye. Bistika -vat- jî bo nimûne di dema borî ya dûr de tê bikaranîn, wek ”vat-i-bî” anku ”got-i-bû”. Bo nimûne:
- ”Kitabê de[r]heqê Malmîsanijî ”Malmîsanijî Va û Nuşt” hetê Weşanxaneyê Vateyî ra ame weşanayene.”[26] (Kitêba derbarê Malmîsanîj ”Min go/got û nivîsî” ji aliyê Wesa_nxaneya Vateyê ve hat weşandin.)
- ”Eskero ke govende kay kerdbî û deyîrê Kurdkî vatibî erzîya hepisxane!”[27] (Eskerê ku govend girtibû û stranên kurdî gotibûn hat avêtin zindanê!)
”Vatene” ya zazakî, ”watey” ya hewramî, ”watin/witin/vitin” yên kurdiya başûrî û ”witin” ya soranî dibe ku ji ”gotin” ya kurmancî dûr bixuyin lê di rastiyê de cudahiyên wan fehmbar in eger mirov li ber çavan bigire ku di gelek peyvên din de jî di kurmancî de -g- heye li cihê ku di zazakî de -v- û di hewramî de -w-/-v- heye, bo nimûne:
- kurmancî: gul, gur(g)
- zazakî: vil(e), verg
- hewramî: vile/vilî, werg
3.3. Bistikên demên neborî yên gotinê
Di hemû zaravayên kurdî de herwiha bistikên demên neborî yên hevwate û hevrehê bistikên demên neborî yên gotinê hene lê hinek ji wan ji aliyê dengî ve ji hevreh û hevwateyên xwe yên kurmancî dûr dixuyin. Li jêr em ê bibînin ku ew çawan in û bi çi awayî di rastiyê de bi eslê xwe eynî peyv in.
Em ê pêşî bi kurdiya başûrî (kelhurî), hewramî û zazakî dest pê bikin û dawiyê bên ser bistikên soranî çunkî – berovajî ku tê pêşbînîkirin – bistika serekî ya soranî ji bistikên zaravayên din zêdetir ji bistikên kurmancî dûr ketiye.
Di devokên kurdiya başûrî bistikên demên neborî bi çendîn awayan peyda dibin: -ûj-, -îj-, -ûş-, üş-, -ij-, -iş-[28] ku formên herî nêzîk yên varyanta -wêj- ya kurmancî ne. Di devokên kurdiya başûrî, wek di kurmanciya rojavayî de jî, b-ya navbera vokalan adeten dibe -w-. Bistikên wek -ûj- bi awayekî wiha peyda bûne:
- bibêjin > biwêjin > biwijin > bûjin
Bistikên wek ”-ij-” jî bi ketina ”-iw-” wek di hin devokên kurmancî de (bo nimûne di behdînî de) di peyva ”ciwan” de ku bûye ”can” wiha:
- bibêjin > biwêjin > biwijin > bijin
Di hewramî de du bistikên demên neborî hene: -waç- û -aç-.[29] Bistika -waç- (bide ber kurmancî -wêj-) di raweyên fermanî û dananê/subjunktîv de tê bikaranîn, bistika -aç- jî di raweya ragihandinê/îndîkatîv de. Bistika -waç- bi eslê xwe ji pêşgira dananê ”bi-” û bistika -waç- peyda bûye anku ”*bi-waç-” bûye û paşî bûye ”waç” loma pêşgira dananê ”bi-” li pêşiya wê nayê bikaranîn. Bistika -aç- jî di haletên wek ”*miwaç-” (di-bêj-) de ”-iw-” jê ketiye û êdî wek ”m-aç-” maye ku m-ya wê pêşgira berdewamiyê ye (wek farisî ”mî-”) û beramberî ”di-” ya kurmancî ye û -aç- jî bistika demên neborî ya raweya ragihandinê ye, beramberî ”-bêj-” ya kurmanciya standard.
Di zazakî de jî du bistikên demên neborî yên lêkera ”vatene” hene: -vaj- û -va-. Bistika -vaj- di raweyên dananê û fermanî de tê bikaranîn, wek ”vaje/vaj!” (bêje! bêj!). Wek ku tê dîtin, di zazakî de – wek di kurmanciya devkî de jî – pêşgira ”bi-” ya danan û fermanê nakeve pêşiya wê. Di kurmancî de bikaranîna pêşgira ”bi-” bi bistika ”-bêj-” re mimkin e (wek ”bi-bêje”) lê di zazakî de qet nayê bikaranîn tevî ku di peyvên din de ”bi-” di zazakî de jî di raweya dananê û raweya fermanî de adeten li kar e. Bistika raweya ragihandinê di zazakî de -va- ye, wek ”o va-n-o” (ew di-bêj-e).
Sebebên ku bistika dirêjtir di kurmancî -bêj-, di zazakî de -vaj- û di hewramî de -waç- ev in:
- Beramberî b-ya kurmancî adeten jî di zazakî -v- û di hewramî -w- heye, wek kurmancî ”ba, baran, berf/befr”, zazakî ”va, varan, vewre” û hewraî ”wa, waran, wewre”.
- Beramberî ê-ya kurmancî adeten jî di zazakî û hewramî de -a- heye, wek kurmancî ”kêr”, hewramî û zazakî ”kardî”.
Ji aliyê dengnasî ve bistika zazakî -vaj- beramberî -bêj- ya kurmancî û bistika -va- jî beramberî -bê- ya kurmancî ye. Lê ji aliyê bergeha bikaranînê ve ew ji hev cuda ne: herdu bistikên kurmancî bi temamî hevwate ne û dikarin herdem li cihê hev bên bikaranîn (tenê pileya wan ya ”standardiyê” ji hev cuda ye) lê bistikên zazakî -va- tenê dikare di demên neborî de tenê di raweya ragihandinê de û bistika -vaj- jî tenê di raweyên fermanî û dananê de were bikaranîn.
Di soranî de vê peyvê sê bistikên demên neborî hene: -ɫê- (lê, ڵێ), -rê-, -êj-/-eyj-.
Forma berbelav û serdest -ɫê- ye. Forma -rê- di soraniya hewlêrî de tê bikaranîn ku adeten di gelek peyvên din de jî ɫ-ya soraniya giştî dike /r/. Bistika -êj-/-eyj- bi taybetî di soraniya sineyî/senendecî de tê bikaranîn.
Berovajî bistikên demên neborî yên lêkera gotinê di kurmancî û zaravayên din yên kurdî û piraniya zimanên îranî de (li jêrtir binêrin), etîmolojiya bistikên peyva gotin di soranî de ne bi temamî zelal in:
Bistika -êj-/-eyj- diyar e ku hevreha -bêj-/-wêj-/-vêj- yên kurmancî (û bistikên demên neborî yên zaravayên din yên kurdî ye – li jêrtir binêrin). Bi ihtimaleke mezin ew -wêj- bûye lê di peyvên wek ”biwêje! biwêjin” de -iw- jê ketiye wek çawa ku di hin devokên kurmancî de (bo nimûne li Behdînan) peyva ”ciwan” bûye ”can”. Paşî wisa hatiye texmînkirin ku bistik ”-êj-” û wisa belavî raweya ragihandinê de jî bûye. Bo ketina ”w-” yan ”b-” ji destpêka bistikê, bide ber bistikên heman peyvê bi hewramî ”-waç-” > ”-ac-”.
Meseleya bistika -ɫê- hinekî aloztir e.[30] Dengê duyem yê bistika -ɫê- heman deng e ku di bistikên gotinê yên kurttir yên kurmancî de jî heye: -bê-, -wê-, -vê-: Lê nayê dîtin ku di ti peyveke din de kurdî de dengek ji /b/, /w/ yan /w/ (-bêj-, -wêj-, -vêj-) bûbe /ɫ/ yan /l/.
Lê diyardeyeke din ya berbelav heye ku dengê /ɫ/ yan /l/ dibe /w/. Loma bo nimûne niha di polonî de herfa /ɫ/, ku tarîxiyen wek soranî bi ”L-ya qelew” dihat gotin, êdî wek /w/ tê bilêvkirin. Herwiha di portugalî de jî /l/ bi /w/.[31] Ev jî bûye sebeb ku carinan qisekeran texmîn kiriye ku dengê /w/ yê heyî dibe ku bi rastî bi eslê xwe /ɫ/ yan /l/ be loma bi hîperkorektî wê dikin /l/ yan /ɫ/. Ev yek bo nimûne bûye sedema wê yekê ku navê bajarekî Inglîstanê yê bi inglîziya navîn Brigstow niha Bristol e.[32]
Bi ihtimaleke mezin bistika -wê- (-wêj-) di peyvên wek ”*biwê!” (bibê/bêje!) jî di soranî de bi hîperkorektî wek -ɫê- hatiye ”verastkirin” û bûye ”biɫê!” (bêje, bibêje!) û paşî ji wê heman bistik belavî raweyên din jî bûye. Wek din, ti hevrehên -ɫê- ne di ti zaravayên din yên kurdî de, ne di ti zimanên din yên îranî de û ne jî di ti zimanên din yên cîran yan lêzim de peyda nabe û herwiha ti sebebeke din ya dengguherînê jî wê zelal nake.
Di soranî de herwiha -bêj- jî wek paşgireke peyvsaz heye, wek ”goranîbêj” (stranbêj) lê ew bi zelalî di sedsalan 20em de ji kurmancî hatiye deynkirin.
- Dîtin û gotin û bistikên wan di zimanên din yên îranî de
- Dîtin û bistikên di zimanên din yên îranî de
Hevrehên dîtinê bi berfirehî di zimanên niha, navîn û kevn yên îranî de peyda dibe. Formên ferhengî û/yan bistikên wê yên demên borî wiha ne:[33]
- farisî: dîden
- pehlewî: dîden/dîten
- partî: dîd-
- avestayî: dî-
- hexamenişî: dey-
Bistika demên neborî di piraniya zimanên din jî yên îranî de supletîv e anku ne li ser bingehê forma raderî hatiye avakirin:
- farisî: -bîn-
- pehlewî: -wên-
- belûçî: -gind-
- Gotin û bistikên di zimanên din yên îranî de
Hevrehên gotinê bi berfirehî di zimanên niha, navîn û kevn yên îranî de peyda dibe. Formên ferhengî û/yan bistikên wê yên demên borî wiha ne:[34]
- farisiya klasîk, derî û tacikî: guften; -guft-
- farisiya niha ya tehranî: goften; -goft-
- hexamenişî: gewbetey
- belûçî: gweşek; gweş-
Berovajî kurdî, di van zimanan de adeten bistika demên neborî jî ji rêzê ne, ne awarte yan supletîv in. Bo nimûne farisî -gû- û -gûy-, pehlewî -gûy- û belûçî -gweş-.
Beramberî bistikên demên niha yên lêkera gotinê yên wek -bêj-/-vêj-/-wêj- yên kurmancî, -waç- ya hewramî û -vaj- ya zazakî di farisî de peyva ”a-vaz” (bi farisiya klasîk ”awaz”) ku wek ”awaz” ketiye kurdî jî.
- Dîtin û gotin û bistikên wan di zimanên din yên hindûewropî de
Rehên bistikên demên neborî yên lêkera dîtinê anku -bîn-, -vîn-, -wîn- digihin heta makezimanê proto-hindûewropî *winédti[35] (dîtin, peyda kirin, lê gerîn) ku formeke peyva proto-hindûewropî *weyd-[36] (dîtin) ku bermayiyên wê di piraniya çiqên zimanên hindûewropî de peyda dibe, wek:
- sanskrîtî: vindáti (dîtin, peyda kirin)
- îrlandî: fionn (dîtin, pê hesîn)
- latînî: vidēre (dîtin)
Ji heman latînî peyvên bi wateya ”dîtin” yên piraniya zimanên romansî yên niha jê peyda bûne, wek îtalî ”vedere”, portugalî û spanî ”ver” û fransî ”voir”.
Peyvên navneteweyî ”video/vîdyo” û ”vîzyon” (herwiha di peyva ”tele-vîzyon” de) jî ji heman rehê peyva latînî ne û bi maneya ”dîtin”ê ne.
Lê hêjayî gotinê ye ”find” (vedîtin, peyda kirin) ya inglîzî ne ji heman rehî ye herçend e ku ji aliyê wateya xwe û dengê xwe ve nêzîkî ”-bîn-, -wîn-, -vîn-” yên kurdî bixuye jî.[37]
Etîmolojiya peyva ”gotin”ê ne li derveyî zimanên îranî ne zelal e lê bistikên wê yên dema niha rehên xwe dîsa bi riya peyva proto-hindûîranî *wā́kš[38] digihîne proto-hindûewropî *wṓkʷs. Ew di sanskrîtî de wek wek ”vac”[39] (peyivîn, axiftin) û di latînî de jî wek ”vox” (peyivîn, peyv, axiftin, deng) hatiye parastin. Peyva latînî jî çavkaniya piraniya peyvên bi maneya ”deng” di zimanên niha yên romansî de ye, wek îtalî ”voce”, portugalî û spanî ”voz” û fransî ”voix” (bixwîne /vwa/). Heman peyv bi riya deynkirinê di inglîzî de wek ”voice” (deng) cih girtiye.
- Peyvsaziya ji dîtin û gotinê û bistikên wan
Hem ji formên rader dîtin û gotin û hem jî bistikên wan yên demên borî û demên neborî hin peyvên nû di kurdî de hatine çêkirin û hê jî tên çêkirin.
Formên rader bi pêşlêkera ”ve-” du peyvên nû çêdikin:
- ve- + dîtin > vedîtin (kişf kirin, peyda kirin, îcad kirin…)
- ve- + gotin > vegotin (behs kirin, qal kirin…)
Ji bilî pêşlêkera “ve-” haya me jê nîne ku dîtin yan gotin bi ti pêşlêkerên din yên wek ber-, da-, hil-, ra- yan wer- ti peyvên din yên berbelav ava kiribin.
Ji herdu lêkeran forma partîsîpî ya demên borî peyda dibe: dîtî û gotî[40] û herwiha formên wan yên neyînî nedîtî û negotî.
Herwiha ji bistika demên borî -got- bi paşgira -ar peyva ”gotar” hatiye çêkirin yan jî (yekser yan bi riya soranî “gutar/witar”) ji farisî “goftar” hatiye hatiye deynkirin û li gor bistika demên borî ya kurmancî wek “gotar” hatiye eyarkirin. Li aliyekî din, peyva ji bistika demên borî ya “dîtin”ê anku “dîdar” wek xwe ji farisî hatiye deynkirin û ne di kurmancî de û ne jî di soranî de ew li gor bistika demên borî ya kurmancî/soranî “-dît-“ nehatiye guherandin û nebûye “*dîtar” lê bi bistika demên borî ya farisî -dîd- wek “dîdar” maye û tê bikaranîn.
Ji bistikên demên neborî jî hem paşgirên peyvsaz yên wek -bîn (dûr-bîn, rê-bîn) û -bêj (çîrokbêj, stran-bêj) û hem jî peyvên serbixwe “bîn-er” û “bêj-er” jî hatine çêkirin. Ji bistika -bîn- herwiha peyva “bîna”[41] (kesa/ê ku dibîne, kesa/ê ku ne kor e – li ber modela “zana” û “fehma”) û “bînahî” (ronahiya çavan, hêz û şiyana dîtinê).
Herwiha heta hin peyv ji herdu bistikên demên borî û demên neborî yên “gotin”ê jî hatine çêkirin: bi kurmancî “gotûbêj” (yekser yan bi riya soranî “gutubêj/witubêj”) li ber modela farisî “goftûgû” (di farisî de -goft- bistika demên borî û -gû- bistika demên neborî ya lêkera “goften = gotinê” ye.) Di soranî de herwiha peyva “gut-e-bêj/wit-e-bêj” (berdevk, peyvdar) jî li kar e ku dîsa ji bistika demên borï -gut-/-wit- + navgira -e- + bistika demên neborî -bêj- hatiye hatiye çêkirin.
Hin berhemên din yên Husein Muhammed yên zimannasiyê:
- Dengnasî di zimanê kurdî de
- Peyvsazî di zimanê kurdî de
- Cînavên kurdî
- Daçek di kurdî de
- Rengdêr, hoker û baneşan di kurdî de
- Watenasî û wateguherîn
- Rêber – rêbernameya rastnivîsîna kurdî
- Rehnas – ferhenga etîmolojî ya kurdî
- Rêzimana soranî bi kurmancî
- Rehê dema niha yê lêkerên kurdî
- Çemandin û girêdana navdêran
- Hoker di zimanê kurdî de
- Baneşan
- Partîsîp di zimanê kurdî de
- Rêbazên neyînîkirinê
- Peyvrêzî
- Pirtikrêzî anku morfotaksî
- Navnasî anku onomastîk
- Peyvên malbatî çi ne û ji kû tên?
- Kurmancî, soranî zazakî – ziman yan zarava?
- Nirxandina “Rêbera Rastnivîsînê” ya Weqfa Mezopotamyayê
- Lêkerên bûn û hebûn
- Lêkerên hatin û çûn
- Pasîv di kurdî de
- Kanîzar (15 hejmarên kovareke ziman û zimannasiyê bi nivîsên wî û yên kesên din)
JÊRNOT
[1] ”Hazir bikirim” anku ”hazir bikim”.
[2] Di rastiyê de di kurdî û zimanên îranî de formên ”rader”/ferhengî ji bistikên lêkeran tên çêkirin (bo nimûne -gir- > -girt- > girtin) û ne berovajî (girtin > -girt- > -gir). Lê xwîner û xwendevanên rêzimannameyên kurdî wisa hîn bûne ku bistikên lêkeran ji formên ”rader” tên çêkirin loma em li ser navê hêsankirina meseleyê li vir wisa bibêjin.
[3] Carinan ev peyv di nivîsan de bi awayê ”gutin” yan ”gûtin” tê dîtin, bi taybetî bi kurmanciya bi alfabeya erebî (behdînî) lê bi baweriya me ev tenê ji ber şaşiyên rastnivîsînê ye yan jî ji tesîra soranî ye – di soranî de formeke vê peyvê ”gutin” e – û ne ji ber wê ye ku bi rastî awayên wek ”gutin” yan ”gûtin” di devokên kurmancî de hebin.
[4] Di soranî de herwiha forma ”wutin” (ووتن) jî di nivîsînê de tê dîtin lê bi qenaeta me ew tenê awayekî din yê nivîsîna lêkera ”witin” (وتن) e û ne formeke bi deng ji wê cuda ye.
[5] Melayê Cizîrî: Daneyên Enber
[6] Mebesta me bi kurmanciya rojhilatî ew devokên kurmancî ne ku gelek caran jê re ”behdînî” tê gotin lê ne bi deverên kurmancîaxiv yên Başûrê Kurdistanê ve bisinor in lê herwiha kurmancîaxivên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li Bakurê Kurdistanê deverên başûr-rojhilatên wê beşê, bi taybetî herêma Hekariyan heta Wanê vedigire. Li aliyekî din, ji aliyê devoknasî ve li Şengalê ne bi kurmanciya rojhilatî lê bi kurmanciya navendî tê peyivîn ku herwiha li Rojavayê li herêma Hesekê/Qamişloyê û li Bakurê Kurdistanê jî li Mêrdînê û deverên/parêzgehên derdora wê tê axivîn. Herçi kurmanciya rojavayî ye, ew bi taybetî li rojavayê çemê Firat li Bakur û Rojavayê Kurdistanê lê herwiha li Xorasanê jî tê axiftin. Li beşên bakurî yên Bakurê Kurdistanê jî bi devokên serhedî tê peyivîn. Bo parvekirineke devokên kurmancî (ya hinekî bikêmasî) binêrin: Parvekirina devokên kurmancî. Bo nasîna hejmareke devokên kurmancî binêrin: devokên kurmancî.
[7] Melayê Cizîrî carekê herwiha forma ”goft” jî bi kar aniye: ”Hudhudê wê remz û raz/ Ba bû ew çû goft bi sazê / Qisse bir behsa mecazê / Qasidek xweşteb`-i ba ye.” (Melayê Cizîrî: Muhbetê mihnet). Lê formeke wiha niha di kurmancî de peyda nabe û bi qenaeta me li serdema Cizîrî jî peyda nedibû û ”goft” forma farisî ye ku Cizîrî bi kar aniye.
[8] Melayê Cizîrî:Dilberê Serdarê Xûban
[9] Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 5
[10] Di hin devokan de di raweya fermanî ya yekhejmar de ”-e” tê bikaranîn (bibîne/nebîne/mebîne!) û di hinan de jî nayê bikaranîn (bibîn/nebîn/mebîn!). Li gel piraniya lêkerên din jî wisa ye.
[11] Di hin devokan de di raweya fermanî ya yekhejmar de ”-e” tê bikaranîn (bibîne/nebîne/mebîne!) û di hinan de jî nayê bikaranîn (bibîn/nebîn/mebîn!). Li gel piraniya lêkerên din jî wisa ye.
[12] Di hin devokan de di raweya fermanî ya yekhejmar de ”-e” tê bikaranîn (bibîne/nebîne/mebîne!) û di hinan de jî nayê bikaranîn (bibîn/nebîn/mebîn!). Li gel piraniya lêkerên din jî wisa ye.
[13] Fêrîkê Ûsiv: Bijare, r. 159
[14] J-avêtin yan j-xistin yan j-ketin diyardeyeke bistikên demên neborî yên lêkerên kurdî ye. Ji bilî bistika gotinê, herwiha j-ya bistikên çend lêkerên din jî dikeve: -avêj- > -avê- (wek ”di-avêj-im” > ”di-avê-m”), -gihêj-/-gihîj- > –gihê- > -gih-/-geh- (wek ”di-gihêj-im/digihîjim” > ”di-gihê-m” > ”di-gih-im”).
[15] Di hin devokan de di raweya fermanî ya yekhejmar de ”-e” tê bikaranîn (bibîne/nebîne/mebîne!) û di hinan de jî nayê bikaranîn (bibîn/nebîn/mebîn!). Li gel piraniya lêkerên din jî wisa ye.
[16] Melayê Cizîrî: Îro ji derba xencerê
[17] Kovara Bîrnebûn, hj. 73, sal 2019, r. 80.
[18] Peyva ”bêje” di kitêbê de bi şaşî wek “beje” hatiye nivîsîn.
[19] Memê Elîxanê: Surra hisretê û çend helbestên din, r. 26)
[20] Aslîka Qadir: Dem hatiye em hişê xwe topî serê xwe bikin.
[21] Ismaïl Fattah Kamandâr: Les dialectes kurdes méridionaux, r. 369.
[22] Masoud Mohammadirad: A grammar of Hewramî, r. 238 û 517.
[23] Roşan Lezgîn: Gramera Kirdkî (Zazakî), r. 205.
[24] Binêre bo nimûne: https://diq.wiktionary.org/wiki/vinayene
[25] Ismaïl Fattah Kamandâr: Les dialectes kurdes méridionaux, r. 368.
[26] Zazakinews: M. Malmîsanijî ser o kitab : ‘Malmîsanijî Va û Nuşt’.
[27] Zazakinews: Eskero ke govende kay kerdbi û deyîrê Kurdkî vatibî erzîya hepisxane!.
[28] Ismaïl Fattah Kamandâr: Les dialectes kurdes méridionaux, r. 368.
[29] Masoud Mohammadirad: A grammar of Hewramî, r. 229 û 517.
[30] Nêzîkî deh sal berî niha profesorê hêja Michael Chyet pirsa etîmolojiya bistika soranî -ɫê- ji min kir lê mixabin hingê ti bersiveke bikêrhatî peyda nedibû.
[33] Johnny Cheung: Etymological Dictionary of the Iranian Verb, r. 48.
[34] Johnny Cheung: Etymological Dictionary of the Iranian Verb, r. 113
[37] Bo etîmolojiya peyva ”find” hûn dikarin: find.
[39] Bo peyva sanskrîtî û etîmolojiya wê binêrin: वाच्
[40] Binêrin: Partîsîp di zimanê kurdî de.
https://zimannas.wordpress.com/2026/05/07/ditin-u-gotin-lekolineke-zimannasi-ya-hevdemi-diroki-u-diyalekti/, 07.05.2026
Gotara berê: Hevpeyvîna Seîd Nursî û Eşref Edîp | Piştî jihev veqetaneke dirêj
Gotara piştî: Divê em bixebitin


