Husein Muhammed
Lêkerên “bûn” û “hebûn”
lêkolîneke zimannasî ya hevdemî, dîrokî û diyalektî
Hin berhemên din yên Husein Muhammed li ser zimannasiyê:
- Dengnasî di zimanê kurdî de
- Peyvsazî di zimanê kurdî de
- Cînavên kurdî
- Daçek di kurdî de
- Watenasî û wateguherîn
- Rêber – rêbernameya rastnivîsîna kurdî
- Rehnas – ferhenga etîmolojî ya kurdî
- Rêzimana soranî bi kurmancî
- Rehê dema niha yê lêkerên kurdî
- Çemandin û girêdana navdêran
- Hoker di zimanê kurdî de
- Baneşan
- Partîsîp di zimanê kurdî de
- Rêbazên neyînîkirinê
- Peyvrêzî
- Pirtikrêzî anku morfotaksî
- Navnasî anku onomastîk
- Peyvên malbatî çi ne û ji kû tên?
- Kurmancî, soranî zazakî – ziman yan zarava?
- Nirxandina “Rêbera Rastnivîsînê” ya Weqfa Mezopotamyayê
- Kanîzar (15 hejmarên kovareke ziman û zimannasiyê bi nivîsên wî û yên kesên din)
Beşa 1
Lêkera bûn
- Pêşgotin: Lêkera bûn û giringiya wê
Îrohe ku bûne peyda,
dîn in, teles in, cunûn û şeyda(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 16)[1]
Lêkera bûn û varyantên wê yên devokî (li jêrtir binêrin) û formên wê yên dem û kesên cuda lêkera herî zêde bikarhatî ya zimanê kurdî ye. Eger formên wê yên hemû dem û kesan wek heman peyv bên hejmartin, bi ihtimaleke mezin ew di heman demê de herwiha bikarhatîtirîn peyva hemû zimanê kurdî ye.
Di heman demê de, ji aliyê wate û bergeha bikaranîna xwe ve lêkera kurdî bûn ji hevwateyên xwe yên gelek zimanên din jî zêdetir tê bikaranîn.
Bo nimûne, wek prensîp bûn hevwateya peyva inglîzî be, farisî bûden û tirkî olmak e. Lê wate û bergeha wê ji van peyvan firehtir e û loma ew gelek caran li cihên wisa jî tê bikaranîn ku ev ziman van peyvên xwe li wan deran bi kar naînin.
Bo nimûne (li cihê ku peyva bûn yan hevwateya wê yan formeke hevwateya wê di zimanekî din de hatibe bikaranîn, hingê ew hatiye qelewkirin; eger peyveke din li cihê wê hatibe bikaranîn, ew hatiye xwehrkirin):
| kurmancî | farisî | inglîzî | tirkî | Têbînî |
| Ew mamoste bûn. | آنها معلم بودند (Anha muelim bûden.) |
They were teachers. | Onlar öğretmendi | Her çar zimanan formeke “bûn”ê bi kar aniye. |
| Ew bûn mamoste. | آنها معلم شده اند (Anha muelim şode end.) | They became teachers. | Onlar öğretmen oldular. | Kurdî û tirkî formeke ji lêkera ”bûn”ê bi kar aniye. Lê forma tirkî ne heman forma nimûneya pêştir e. Farisî û inglîzî lêkereke din bi kar aniye. |
| Ew çû-bû | او رفته بود (O refte bûd.) | He had gone. | O gitmişti. | Kurmancî û farisî formeke ”bûn”ê bi kar aniye lê inglîzî û tirkî na. |
| Ew mezin bû. (dema borî ya “ew mezin e”) | او بزرگ بود (O bozorg bûd.) | It was big. | O büyüktü. | Her çar zimanan formeke lêkera ”bûn”ê bi kar aniye. |
| Ew mezin bû. (dema borî ya “ew mezin dibe”) | او بزرگ شد (O bozorg şod.) | It became/grew big. | O büyüdü. | Tenê kurmancî formeke lêkera ”bûn”ê bi kar aniye. |
- Lêkolînên berî niha û sebebên hewcedariya vê lêkolînê
Bûn giringtirîn lêkera zimanê kurdî ye loma ev bi ti awayî ne yekem car e ku ew tê nasandin. Ew hema bêje di her rêzimannameyeke kurdî ya giştî de tê behskirin û formên wê yên dem û raweyên cuda tên pêşkêşkirin.
Gelek ji rêzimanên kurdî hewl didin ku heta hemû formên çemandî/tewandî yên lêkera bûnê rêz bikin. Bo nimûne, Selîm Biçûk hewl daye di kitêba xwe Rêzimanê Kurdî – Kurmancî[2] de hemû formên wê bide lê tenê yên erênî dane û yên neyînî piştguh kirine. Aynur Bozkurtê di kitêba xwe Kesandina lêkerên kurmancî[3] de hewl dide hemû formên dem û raweyên cuda yên erênî û neyînî rêz bike.
Berfirehtirîn nivîsara li ser ”bûn”ê di kurdî/kurmancî de ya Ferhat Demirkan Di kurmancî de lêkera ’bûn’ê ye ku li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê nivîsiye.
Mixabin ti ji berhemên yên heyî ku bi taybetî li ser lêkera ”bûn”ê ne jî zêde nakevin bin barê vekolîn û şirovekirina peydabûna wê, avaniya wê, erk û wezîfeyên wê, berhevdana wê bi zaravayên din yên kurdî re yan bi zimanên lêzim yan cîran re. Herwiha berhemên heyî tenê xwe bi formên (bi qenaeta nivîserên wan) standard ve mijûl dikin û bala xwe nadin formên devokî û dîrokî.
Rewşa heyî ya lêkolînên hebûnê ji ya bûnê jî hê xavtir û savatir e. Piraniya rêzimannameyên kurdî wê û formên wê yên cuda tenê rêz dikin û çend nimûneyan jê didin lê li dîsa li peydabûna wê yan formên devokî û dîrokî yan bikaranîna wê ya li gor deverên cuda venakolin.
Ev lêkolîna li ber destê we dê hewl bide ji aliyê xwe ve, di kitêbokeke nêzîkî 100 rûpelan de, bersiva hinek ji valahiyan bide. Em ê hewl bidin diyar bikin ka hem bûn û hem jî hebûn çawa peyda bûne, çawa tên bikaranîn û formên wan yên erênî û neyînî yên standard û devokî pêşkêş bikin. Em ê herwiha hewl bidin formên wan yên zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên lêzim (îranî, hindûewropî) pêşkêş bikin.
Em ê herwiha nîşan bidin ku bergeh û bikaranîna lêkera bûnê di kurdî de hem ji zimanên lêzim (îranî, hindûewropî) û hem jî zimanên cîran (erebî, tirkî) berfirehtir e.
- Lêkera bûn bo çi bi kar tê?
Wek ku me got, di kurdî de wate û bergeha bikaranîna lêkera bûn berfireh e. Li jêr em ê yek bi yek li wan binêrin.
- Bûn wek lêkera rewşa heyî
Ez pîlewer im, ne gewherî me
Xudreste me ez, ne perwerî me
Kirmanc im û kûhî û kenarî
Van çend xeberên di kurdewarî
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 7)
Berî her tiştî lêkera bûn bi formên xwe yên cuda yên demî û kesî bo diyarkirina rewşa heyî yan berdewam ya kesekî yan tiştekî tê bikaranîn. Ew rew_sa heyî/berdewam dikare berê hebûbe, niha hebe yan jî paşî hebe. Bo nimûne:
- Em kurd in.
- Ew mamoste bû.
- Keçik mezin e.
- Kurik ne biçûk bûn.
Di vê bikaranînê de ew wateya farisî bûden, inglîzî be, tirkî olmak[4] û erebî kane/yekûnu dide.[5]
- Bûn wek lêkereke guherîna rewşê
Bif’kir ji ’ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê burcan
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 5)
Erk û wezîfeya duyem ya lêkera bûn diyarkirina guherîna rewşê ye. Anku kesek yan tiştek pêşî tiştek e û paşî rewşa wî diguhere û dibe tiştekî din. Ew guherîna rewşê mimkin e ku berê peyda bûbe, niha diguhere yan jî paşî biguhere. Bo nimûne:
- Ew bû mamoste.
- Keçik mezin dibe.
- Kurd nabin ereb, faris an tirk.
Di vê bikaranînê de bûn wateya farisî şoden, inglîzî become, tirkî olmak[6], erebî ṣare ye.
- Bûn wek lêkereke alîkar
Lawek kiribû bira ji bo xwe,
ne, ez xelet im, çira ji bo xwe.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 10)
Peywir û fonksiyona sêyem ya lêkera bûn ew e ku lêkera alîkar e li gel lêkerên din bo diyarkirina raweyên (bi inglîzî aspect) cuda yên lêkeran. Bo nimûne:
- çû > çû-bû (bide ber “mamoste bû”), çû–ye (bb. “mamoste ye”)
- kir-i-bû (bb. ”kurd bû”), kir-i-ye (bb. ”mamoste ye”)
Dema ku lêkera ”bûn”ê wek lêkera alîkar tê dawiya lêkerên din, ew bi zelal tê nasîn, wek ku ji nimûneyên li jor diyar dibe. Lê di rastiyê de pêşgira lêkeran ya ”bi-” jî bi eslê xwe ji lêkera ”bûn”ê ye, ji rehê ”b-” yê wek di peyvên ”di-b-im, di-b-î, di-b-e, di-b-in” de:
- b-i-d-e, b-i-d-in, b-i-d-a…
- b-i-keve, b-i-kev-in, b-iket-a…
Lêkera bûn bi xwe lêkereke intransitîv e (gerneguhêz, têneper) lê, wek ku ji nimûneyên li jor diyar dibe, bûn wek lêkera alîkar ew hem alîkariya lêkerên intransitîv dike (di nimûneyên me yên li jor de lêkerên çûn, ketin) û hem jî alîkariya lêkerên transitîv anku “gerguhêz, têper” (li jor kirin, dan).
Farisî jî wek kurdî lêkera xwe ya bûden (hevreh û hevwateya bûn ya kurdî) wek lêkera alîkar di haletên wiha de bi kar tîne. Lê inglîzî li cihê wan lêkera have bi kar tîne ku wateya wê ya bingehîn hebûn, xwedî bûn e. Erebî û tirkî jî hevwateyên lêkera bûn di haletên wiha de bi kar naînin.
- Bûn wek lêkereke sivik
Gava ku ji rengê meşqê pir bû
ya şubhetê nesx û sulusê gir bû.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 60)
Di zimannasiyê de mebest ji lêkerên sivik ew e ku hinek lêker di hinek rewş û haletan de ne xwedî wateyeke kamil in lê li gel hin peyvên din tên bikaranîn bo çêkirina hinek lêkerên pêkhatî (hevedudanî).
Di kurdî û zimanên din yên îranî de bikaranîna lêkerên wiha pir belav û mişe ye. Bi taybetî lêkerên “bûn” û “kirin” lê herwiha hinek lêkerên din jî (bo nimûne dan, anîn, ketin, xistin…) tên bikaranîn.
Adeten li beramberî wan di zimanên din de peyveke xwerû heye. Bo nimûne (lêkerên sivik hatine xwehrkirin û anku bi îtalîkî hatine nivîsîn):
- dest pê kirin (inglîzî begin, tirkî başlamak)
- qise kirin, xeber dan (inglîzî speak, tirkî konuşmak)
- lê dan, lê xistin (inglîzî hit, tirkî vurmak)
- bi kar anîn (inglîzî use, tirkî kullanmak)
Di kurdî de piraniya lêkerên wiha yên transitîv dikarin bi alîkariya lêkera sivik kirin û beramberî wan jî lêkerên intransitîv bi lêkera bûn tên çêkirin:
- mezin bûn (to grow)
- kêm bûn (inglîzî: to decrease)
- dest pê bûn (to begin)
- li bîrê bûn (to recall)
Ev bergeh û meydana bikaranîna lêkera bûn gelek ji hevwateyên wê yên farisî, inglîzî, tirkî û erebî zêdetir dike ji ber ku di van zimanan de hevberên lêkera bûn bi vê mebestê nayên bikaranîn. Farisî li şûna bûn ya kurdî di rewşên wiha de bi piranî şoden bi kar tîne. Erebî, inglîzî û tirkî adeten lêkerên yekpeyvî li cihê wan dixebitînin.
- BÛN DI KURDÎ Û ZIMANÊN LÊZIM DE
Lêkera bûn peyveke kevnar e ku rehên wê digihin heta makezimanê proto-hindûewropî. Hevrehên wê di zaravayên din yên kurdî, di zimanên din yên îranî û di piraniya zimanên din jî yên hindûewropî de peyda dibin.
Di vê beşê de em ê pêşî varyant û guhartoyên bûnê di devokên kurmancî de pêşkêş bikin. Paşî em ê berê xwe bidin heman peyvê di lehceyên din yên kurdî de. Dûv re em ê bala xwe bidin wê peyvê di zimanên din yên îranî de. Taliyê jî em ê hevrehên bûnê ji şaxên din yên zimanên hindûewropî pêşkêş bikin.
Hêjayî gotinê ye ku di vê beşê de em ê tenê hevrehê forma ”bûn” bidin. Hevrehê formên kopulatîv yên dema niha yên wek ”(ez) … im/me, (tu) ..î/yî, (ew) … e/ye, (em/hûn/ew) … in/ne” em ê paşî di beşên dûvre de pêşkêş bikin gava ku em bi dirêjahî behsa yên kurdî bikin.
- Varyantên bûnê di kurmancî de
Li piraniya deverên kurmancîaxiv awayê peyva berbehs bûn e. Di zimanê nivîskî de jî ew awayê serdest û standard e. Lê dîsa jî çend varyant û guhartoyên din jî di kurmancî de peyda dibin.
Awayê bûyin/bûyîn carinan di nivîsînê de jî peyda dibe. Ew jî li gelek deveran heye, bi piranî li wan deveran yên ku di heman demê de varyanta bûnê bi kar tînin. Bûyin awayê kevnar e ku hem varyanta niha serdest bûn û hem jî awayên li jêr bên behskirin jê peyda bûne.
Di kurmanciya rojhilatî[7] de, bi taybetî li Behdînan û Hekariyan, awayên bîn û bün/bwîn jî peyda dibin. Varyanta bün herwiha di hinek devokên kurmanciya rojavayî de, bi taybetî li Efrînê, serdest e. Ü-ya peyvê hevdenga ü-ya almanî û tirkî ye lê ji wan dirêjtir e.
Sebebê peydabûna sê awayên cuda yên bûn, bün, bîn ew e ku destpêkê peyv bûyîn/bûyin bû lê sivik bûye û hinek deng jê ketine. Li hin deveran -yi-/-yî- ketiye û peyv bûye bûn, li hinek herêman -û- ketiye û peyv bûye bîn û li hinek navçeyan jî dengên Û û Î heliyane nav hev û bün jê peyda bûye.
Di nav kurmancîaxivên Xorasan û Tirkmenistanê de awayê serdest wûn e anku li şûna B dengê W heye. Ev awa bi taybetî di nav hevokan de tê bikaranîn gava ku berî wê peyveke din hebe û peyva ”wûn” di axiftinê de bi wan ve tê zeliqandin û girêdan.
Guherîna B bi W di van devokan de (û herwiha di gelek devokên din jî yên kurmanciya rojavayî û serhedî de) diyarde û fenomeneke berbelav e. Paşî em ê bibînin ku guherîna dengê B bi W (yan V) di formên çemandî/tewandî yên lêkera bûn de di rastiyê diyardeyeke gelek belav e û ji bilî kurmancî di hinek lehceyên din jî yên kurdî de tê dîtin.
- Bûn di zaravayên din yên kurdî de
Hevreh û hevwateyên lêkera bûn di hemû lehceyên kurdî de peyda dibin.
Bi qasî ku me seh kiriye, di tevahiya soranî de tenê awayê bûn peyda dibe û varyantên din di wê lehceyê de nînin.
Di kurdiya başûrî anku feylî, kelhurî, kirmaşanî û devokên nêzîkî wan de awayên bün û bîn hene lê awayê bûn peyda nabe. Wek diyardeyeke giştî jî beramberî dengê Û di kurmancî û soranî de, di van devokan de li hin deran dengê Ü û li hinan jî dengê Î heye. Li aliyekî din, beramberî dengê O yê kurmancî û soranî, di van devokan de dengê Û li kar e.
Di hewramî de li şûna bûn awayê biyey/bîey li kar e.
Hem di hewramî û hem jî di kurdiya başûrî de gava ku pêşgir tên pêşiya vê lêkerê, dengê B yê vê peyvê adeten dibe W.
Di zazakî de beramberî bûnê peyva biyayene/bîyayene li kar e.
- Bûn di zimanên din yên îranî de
Hevreh û hevwateyên lêkera bûn di zimanên din jî yên îranî de kar e yan li kar bû.
Çend nimûne ji zimanên îranî yên niha:
- belûçî: bûeg
- farisî: bûden
- mazenderanî: bûin
- osetî: win
- peştûyî: wo
Çend nimûne ji zimanên îranî yên navîn:
- pehlewî: bûden
- sogdî: bû-
Nimûneyek ji zimanên îranî yên kevn:
- avestayî: bew-
- Bûn di zimanên din yên hindûewropî de
Hevrehên lêkera bûn di piraniya (lê ne di hemû) zimanên din yên hindûewropî de jî maye û li kar e. Li jêr em ê ji her şaxekî zimanên hindûewropî tenê çend nimûneyan bidin.
Eslê peyvê di makezimanê proto-hindûewropî de *bʰuH- bû.[8]
Di hinek zimanan de hevreha bûnê wek forma ferhengî yan forma rader (mesder, infinitîv) nemaye lê wek formeke din ya wê lêkerê maye. Bo nimûne, di almanî de ew wek hevwateya yekser ya peyva bûn nemaye lê bi formên xwe yên bin (ez im) û bist (tu yî) maye. Di fransî de jî ew wek forma rader nemaye lê bo nimûne bi forma xwe fut (ew bû) û fus (ez bûm/tu bûyî) maye.
Çunkî peyva mayî ya hevreha lêkera bûn di hemû zimanan de yekser wateya bûn ya kurdî nade, em ê di tabloya li jêr de diyar bikin ka wateya wan çi ye.
| Ziman | peyv | wateya peyvê bi kurdî |
| sanskrîtî | bhū- | bûn |
| latviyayî | būt | bûn |
| lîtwanî | būti | bûn |
| rûsî | быть (biyti) | bûn |
| çekî | být | bûn |
| bretonî | bout | bûn |
| inglîziya kevn | beon | bûn |
| inglîziya niha | be | bûn |
| almanî | bin, bist | (ez) im, (tu) yî |
| holandî | ben | (ez) im |
| danmarkî/norwecî/swêdî | bo | jîn |
| latînî/îtalî | fui | (ez) bûm |
| spanî | fue | (ew) bû |
| fransî | fut, fus | (ew) bû, (ez) bûm / (tu) bûyî |
| yûnaniya kevn | φύω (phúô) | afirandin, welidandin |
- BISTIKÊN LÊKERA BÛN
Mebest ji reh an bistikên lêkeran (bi inglîzî verb stem) ew forma/formên ji lêkera rader (mesder, infinitive) in ku pêşgirên û paşgirên pêdivî lê tên zêdekirin wek mînak bo diyarkirina kes, dem û diyardeyên wisa.
Di kurdî de adeten lêkeran du bistik an rehên ji hev cuda hene ku yek reh an bistika demên borî ye û yê din jî rehê demên neborî (demên niha û yên bên) ye. Bo nimûne, lêkera ”çûn” du bistikên cuda hene:
| Dem | Bistik | Nimûne |
| Demên borî | -çû- | ez çû-m, tu çû-yî, ew çû, em/hûn/ew çûn, ne-çû-m, di-çû-m, ne-di-çû-m… |
| Demên neborî | -ç- | di-ç-im, tu di-ç-î, ew di-çe, em/hûn/ew di-çin, na-ç-im, tu na-ç-î… |
Bistik an rehê demên borî yê lêkera bûn jî -bû- ye. Bo nimûne:
- Ew kurd bû.
- Ew mamoste bû-n.
- Ez hingê xwandekar bû-m.
- Ew bû-n mamoste.
- Ew ne-bû-n doktor.
- Kurik zû mezin ne-bû.
Bo demên neborî (dema niha û bêt) jî rehê -b- tê bikaranîn:
- ew di-b-e mamoste.
- ez na-b-im cotkar
- ew na-b-in dijminên hev
- ne-b-e dijmin
Lê ev bistik di hemû rewşan de nayê bikaranîn:
Wek ku li destpêkê me diyar kiriye, lêkera bûn di kurdî de hem bi mebesta hebûna rewşa heyî/berdewam ya kesekî yan tiştekî (bi inglîzî ”be”, bi fransî ”être”, bi farisî ”bûden” û bi erebî ”kane”) û hem jî bi wateya guherîna tiştekî yan kesekî tê bikaranîn (bi inglîzî ”become”, bi fransî ”devenir”, bi farisî ”şoden” û bi erebî ”sare, emsa”).
Gava ku ew bi mebesta guherîna tiştekî yan kesekî be, em jê re bibêjin lêkera bûn ya dînamîk. Bi mebesta guherînê bistika -b- ya demên neborî bi temamî cihê rehê bistika -bû- ya demên borî digire. Bo nimûne:
- ew bû mamoste > ew di-b-e mamoste
- ew ne-bû-n dijminên hev > ew na-b-in dijminên hev.
Lê gava ku mebest ji lêkera bûn diyarkirina rewşê ye û merem ne guherîn be, em jê re dibêjin lêkera bûn ya statîv. Bi vê mebestê bistika -b- bo demên neborî bi kar nayê. Bo nimûne:
- ew mamoste bû > ew mamoste ye
- ez xwandekar bûm > ez xwandekar im
- tu li malê bûyî > tu li malê yî
- ew ereb bûn > ew ereb in
Ev peyvên ku cihê bistika anku rehê lêkera rader digirin di zimannasiyê de bi navê kopula tên nasîn. Di beşa dûv re de em ê bi berfirehî li ser kopulayê rawestin.
- BÛNA STATÎV DI DEMA NIHA YA RAWEYA RAGIHANDINÊ DE
Ev rûm û ecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kinar in.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 5)
Mebest ji raweya ragihandinê (indikatîv, bi inglîzî indicative) ew forma lêkeran e ku pê tê ragihandin an diyarkirin ku tiştek tiştek e yan kesek tiştek e. Bo nimûne:
- Ew kurd e.
- Ew mamoste bû.
- Ew dikin.
- Ez nakim.
Di kurdî de çend raweyên din jî hene:
- raweya fermanî/emrî (ing. imperative): bo nimûne ”bikin, nekin!”
- raweya mercî/şertî (ing. conditional): “(eger) bikin, (ku) nekin”
- raweya jêrdanî/subjunktîv (ing. subjunctive): ”(dikarim) bikim, (nikarim) bikim”
- raweya dananê (optative): “(bila) bikin, (bila) nekin”
Di kitêbên rêzimanî yên kurdî gelek navên cuda li van tên kirin û ew bi awayên ji hev cuda tên sinifandin û nasandin. Em ê dûv re wan bi hûrgilî li ser her yekê ji wan rawestin. Li vir bes e ku em bibêjin mebest ji raweya ragihandinê ne ev awayên lêkeran lê awayê li jortir e.
- Bûna statîv di dema niha ya raweya ragihandinê de (erênî)
Mebest ji bûna statîv ew formên lêkera bûnê ne ku diyar dikin ku kesek yan tiştek tiştek e. Bo nimûne:
- Ez kurd im.
- Ew mamoste ye.
- Ew ne kurd bû.
- Ew ne pêşmerge bû.
Bûna statîv di dema niha ya raweya ragihandinê de di ti bistikek an rehekî hevpar nîne ku formên kesî li ser bên avakirin.
Di kurdî û gelek zimanên din de jî bûna statîv di dema niha ya raweya ragihandinê de hin peyvên kopulatîv bi kar tînin.
Di kurmanciya nivîskî de du desteyên van peyvan hene ku em ê li vê derê pêşkêş bikin: 1) kopulaya atematîk anku piştî konsonantan û 2) Kopulaya tematîk anku piştî vokalan.
Dûv re em ê formên din yên devokî, formên lehceyên din yên kurdî û herwiha hinek nimûneyan ji zimanên din yên îranî û zimanên din yên hindûewropî û ji derveyî wan jî pêşkêş bikin.
- Kopulaya atematîk di kurmancî de (erênî, standard)
Te digo ”di gel te sadiq im ez”,
Te digor: ”bi te ra muwafiq im ez”.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 35)
Desteya kopulaya atematîk di kurmancî de ew peyvik in ku wek formên lêkera bûn ya statîv in ku di dema niha ya raweya ragihandinê (indikatîv) de tên bikaranîn gava ku li dawiya peyva berî konsonantek[9] hebe.
Di kurmanciya nivîskî ya standard de ew bi vî awayî ne:
| Kes | Kopulaya atematîk | Nimûne |
| ez | … im | Ez kurd im. |
| tu | … î | Tu kurd î. |
| ew (yekhejmar) | … e | Ew kurd e. |
| em | … in | Em kurd in. |
| hûn | … in | Hûn kurd in. |
| ew (pirhejmar) | … in | Ew kurd in. |
Wek ku tê dîtin, kopulayên piştî konsonantan tam wek wan paşgirên kesî yên lêkeran in ku di zimanê nivîskî de tên bikaranîn li gel lêkerên bi bistik an rehên bi konsonantan bi dawî tên.[10] Bo nimûne:
- ez kurd im, ez dibêj-im
- tu kurd î, tu dibêj-î
- ew kurd e, ew dibêj-e
- em kurd in, em dibêj-in
- hûn kurd in, hûn dibêj-in
- ew kurd in, ew dibêj-in
- Kopulaya atematîk di kurmancî de (erênî, ne-standard)
Em fanî û jar û mişti xak în.
Hadî ne tu bî, [ji]xwe em helak în.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 4)
Awayên kopulaya atematîk yên li jor pêşkêşkirî di kurmancî û heta di soranî de jî piraniya wan tam bi wî awayî serdest in. Lê hinek cudahî jî di devokan û di soranî de jî hene ku em ê li vê derê rêz bikin.
Cudahî di kopulaya cînavê duyem yê yekhejmar (tu) û cînavê yekem yê pirhejmar (em) de peyda dibin.
Li hin deveran paşgira kesî ya lêkeran ya atematîk li gel cînavê ”tu” ne ”-î” lê ”-e”, ”-ê” yan ”-i” ye. Li gor wê paşgirê, herwiha awayê kopulaya cînavê ”tu” jî diguhere. Bo nimûne:
- tu kurd e, tu dibêj-e (bi taybetî li hin deverên Mêrdîn û Qamişloyê)
- tu kurd ê, tu -dibêj-ê (li hin deverên Behdînan û Hekariyan)
- tu kurd i, tu dibêj-i (li hin deverên kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî)
Li gel cînavê yekem yê pirhejmar (bi kurmancî “em”, bi soranî “ême”) di kurmanciya rojhilatî û di soranî de li cihê in varyanta în tê bikaranîn (bi heman awayî paşgira kesî ya lêkeran ya atematîk jî di wan devok û zaravayan de ”-în” e). Bo nimûne:
- kurmanciya rojhilatî: Em kurd în, em diç-în (li şûna ”em diç-in” ya kurmanciya giştî)
- soranî: Ême kurd-în[11], ême deç-în.
Di soranî de herwiha li gel cînavê duyem yê yekhejmar (“tu”, bi soranî “to”) li gel awayê “î” herwiha awayê “ît” jî tê bikaranîn:
- soranî: to kurd-î / to kurd-ît
Hêjayî gotinê ye ku li gel cînavê sêyem yê yekhejmar (ew) awayê kopulayê di devokan de li gor paşgira kesî ya lêkeran naguhere. Paşgira atematîk ya kesê sêyem yê yekhejmar li gel lêkeran li gor devokan wiha ye: “-e, -ê, -i, -it, -itin, -ît, -îtin” lê kopulaya atematîk ya kesê sêyem yê yekhejmar herdem “e” ye.[12] Bo nimûne:
- ew dibêje – ew kurd e
- ew dibêjê – ew kurd e
- ew dibêji – ew kurd e
- ew dibêjit – ew kurd e
- ew dibêjitin – ew kurd e
- ew dibêjît – ew kurd e
- ew dibêjîtin – ew kurd e
Em dikarin hemû awayên kopulaya atematîk ya kurmancî di tabloya li jêr de bidin.
| Kes | Kopulaya atematîk (qelewkirî = standard) |
Nimûne |
| ez | … im | Ez kurd im. |
| tu | … î … e … ê … i | Tu kurd î. Tu kurd e. Tu kurd ê. Tu kurd i. |
| ew (yekhejmar) | … e … i | Ew kurd e. Ew kurd i. |
| em | … in … în | Em kurd in. Em kurd în. |
| hûn | … in | Hûn kurd in. |
| ew (pirhejmar) | … in | Ew kurd in. |
Ji bilî soranî, di zaravayên din yên kurdî de cudahî zêdetir in û ew dê paşî bên pêşkêşkirin. Herwiha mijara rastnivîsînê yan nivîsîna pêkve (bi hev re) yan ji hev cuda (“ew kurde” yan “ew kurd e”) dê paşî were behskirin.
- Kopulaya tematîk (erênî, standard)
Namê te ye lewhê nameya işq
Ismê te ye neqşê xameya işq.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 1)
Desteya kopulaya tematîk di kurmancî de ew peyvik in ku wek formên lêkera bûn ya statîv in ku di dema niha ya raweya ragihandinê (indikatîv) de tên bikaranîn gava ku li dawiya peyva berî wan vokalek[13] hebe.
Di kurmanciya nivîskî ya standard de ew bi vî awayî ne:
| Kes | Kopulaya tematîk | Nimûne |
| ez | … me | Ez pêşmerge me. |
| tu | … yî | Tu pêşmerge yî. |
| ew (yekhejmar) | … ye | Ew pêşmerge ye. |
| em | … ne | Em pêşmerge ne. |
| hûn | … ne | Hûn pêşmerge ne. |
| ew (pirhejmar) | … ne | Ew ew pêşmerge ne. |
Berovajî kopulaya atematîk, formên kopulaya temamtî ne wek bi temamî wan paşgirên kesî yên lêkeran in ku zimanê nivîskî de tên bikaranîn li gel lêkerên bi bistik an rehên bi vokalekê bi dawî tên. Bo nimûne:
- ez mamoste me, ez dicû-m
- tu mamoste yî, tu dicû-_
- ew mamoste ye, ew dicû-_
- em mamoste ne, em dicû-n
- hûn mamoste ne, hûn dicû-n
- ew mamoste ne, ew dicû-n
- Kopulaya tematîk (erênî, ne-standard)
Di hin devokan de li şûna ne ya pirhejmaran (”em/hûn/ew … ne”) piştî vokalan awayê nin tê bikaranîn. Bo nimûne:
- em pêşmerge nin
- hûn pêşmerge nin
- ew pêşmerge nin
Kopulaya tematîk jî li gel cînavê duyem yê yekhejmar (tu) li gor devokan diguhere:
- tu pêşmerge ye
- tu pêşmerge yê
- tu pêşmerge yi
Di kurmanciya rojhilatî de gel cînavê duyem yê yekhejmar (tu) kopula piştî vokalan li cihê yî ya standard tenê -y bi kar tîne:
- kurmanciya rojhilatî: tu pêşmerge-y
Di kurmanciya rojhilatî de herwiha li gel cînavê yekem yê pirhejmar (em) jî li şûna kopulaya in ya kurmanciya giştî awayê yîn tê bikaranîn:
- kurmanciya rojhilatî: em pêşmerge yîn (yan jî kurtkirî: em pêşmerge-yn)
Melayê Cizîrî jî ev awa bi kar aniye:
Bêj em ji hebabî bi hicabê te vedayîn
Serwî di çemen da û di benda hewe da yîn
Herçend tu mîr î, di feqîr û geda yîn
Zanî, ji giyanê xwe bi canê xwe feda yîn
(Melayê Cizîrî, Dîwan, 93)
Di hin devokan de, bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de, li gel cînavê sêyem yê yekhejmar kopulaya tematîk jî wek “e” tê gotin û di axiftinê de “y” nayê bihîstin.
Em dikarin hemû awayên kopulaya tematîk ya kurmancî di tabloya li jêr de bidin.
| Kes | Kopulaya tematîk (qelewkirî = standard) |
Nimûne |
| ez | … me | Ez pêşmerge me. |
| tu | … yî …-y … ye … yê … yi | Tu pêşmerge yî. Tu pêşmerge-y. Tu pêşmerge ye. Tu pêşmerge yê. Tu pêşmerge yi. |
| ew (yekhejmar) | … ye … e | Ew pêşmerge ye. Ew pêşmerge e. |
| em | … ne … nin …-yn | Em pêşmerge ne. Em pêşmerge nin. Em pêşmerge-yn |
| hûn | … ne … nin | Hûn pêşmerge ne. Hûn pêşmerge nin. |
| ew (pirhejmar) | … ne … nin | Ew ew pêşmerge ne. Ew pêşmerge nin. |
- Kopula di zaravayên din yên kurdî de
Di lehceyên din jî yên kurdî de kopula heye. Di wan de jî kopulayên atematîk (piştî konsonantan) û tematîk (piştî vokalan) ji hev cuda ne.
Li vê derê em ê kopulayên soranî, kurdiya başûrî[14], hewramî/goranî û zazakî bidin nasîn. Bo ku mesele zêde dirêj nebe, ji her zaravayekê ji van tenê varyantên serdest an serekî dê li vê derê bên pêşkêşkirin.
| Kopula di soranî de[15] | ||||
| Kes | Kopulaya atematîk | Nimûne ji kopulaya atematîk | Kopulaya tematîk | Nimûne ji kopulaya tematîk |
| min | …-im | min kurd-im | …-m | min pêşmerge-m |
| to | …-ît, …-î[16] | to kurd-ît to kurd-î | …-yt …-y | to pêşmerge-yt to pêşmerge-y |
| ew | …-e | ew kurd-e | …-ye | ew pêşmerge-ye |
| ême | …-în | ême kurd-în | …-yn | ême pêşmerge-yn |
| êwe | …-in | êwe kurd-in | …-n | êwe pêşmerge-n |
| ewan | …-in | ewan kurd-in | …n | ewan pêşmerge-n |
Wek ku tê dîtin, kopulaya atematîk ya soranî bi piranî wek kopulaya atematîk ya kurmancî ye: tenê li gel kesê yekem yê pirhejmar ji kurmanciya giştî cuda ye (wek kurmanciya rojhilatî ye) û li gel kesê duyem yê yekhejmar jî ji bilî forma wek ya kurmancî (… î) herwiha formeke din jî heye (…-ît). Hem di kurmancî û hem jî di soranî de kopulaya atematîk hevşêweyî paşgirên kesî yên lêkeran yên atematîk in.
Li aliyekî din, di kopulaya tematîk de kurmancî û soranî du rêbazên ji hev cuda hilbjartine. Kopulaya tematîk ya soranî dîsa dişibe paşgirên kesî yên tematîk. Bo nimûne:
- min dełê-m – min pêşmerge-m (ez dibê-m /dibêj-im – ez pêşmerge me)
- to delê-y(t) – to pêşmerge-y(t) (tu dibê/dibêjî – tu pêşmerge yî)
- ew dełê-(t) – ew pêşmerge-ye (ew dibê/dibêje – ew pêşmerge ye)
- ême dełê-yn – ême pêşmerge-yn (em dibê-n – em pêşmerge ne)
…
Kopula û paşgirên kurdiya başûrî wiha ne:
| Kopula di kurdiya başûrî de[17] | ||||
| Kes | Kopulaya atematîk | Nimûne ji kopulaya atematîk | Kopulaya tematîk | Nimûne ji kopulaya tematîk |
| min | …-im | min kurd-im | …-m | min pêşmerge-m |
| tu | …-îd | tu kurd-îd | …-yd | tu pêşmerge-yd |
| ew | …-e | ew kurd-e | …-s | ew pêşmerge-s |
| îme | …-îm(in) | îme kurd-îm(in) | …-ym(in) | ême pêşmerge-ym |
| îwe | …-în | îwe kurd-în | …-yn | êwe pêşmerge-yn |
| ewan | …-in | ewan kurd-in | …n | ewan pêşmerge-n |
Wek ku tê dîtin, kopulayên kurdiya başûrî dişibin kopulayên soranî lê hinek cudahî jî hene:
- kesê duyem yê yekhejmar “-îd” (bi soranî “-ît, -î”, bi kurmancî “î”)
- bo kopulaya tematîk ya kesê sêyem yê yekhejmar “-s” bidin ber farisî “-est” û gelek zimanên din yên hindûewopî, bo nimûne inglîzî “is” û almanî “ist”. Li jêrtir agahiyên zêdetir hene derbarê wê yekê ku “e” ya kurdî, “est” ya farisî, “is” ya inglîzî û “ist” ya almanî û gelekên din bi eslê xwe heman peyv in.
- kesê yekem yê pirhejmar “-îm” (wek farisî, bi soranî “-în”, bi kurmanciya rojhilatî “în”, bi kurmanciya navendî û rojavayî û herwiha forma standard “in”). Hin devokên kurdiya başûrî de bi awayê “-îmin” û di hinan de jî bi awayê “-îman” e.
- kesê duyem yê pirhejmar “-în” (bi soranî û kurmancî “in”)
Di hewramî de kopula wiha ne.
| Kopula di hewramî de[18] | ||||
| Kes | Kopulaya atematîk | Nimûne ji kopulaya atematîk | Kopulaya tematîk | Nimûne ji kopulaya tematîk |
| min | …-ena | min kurd-ena | …-na | min pêşmerge-na |
| to | …-enî | ti kurd-enî | …-nî | ti pêşmerge-nî |
| ad (nêr) ade (mê) | …-a …-ene |
ad kurd-a ade kurd-ene |
…-n …-ne |
ad pêşmerge-n ade pêşmerge-ne |
| ême | …-enmê | ême kurd-enmê | …-nmê | ma pêşmerge-nmê |
| şima | …-endê | şima kurd-endê | … yê | şima pêşmerge-ndê |
| êdê | …-enê | ê kurd-enê | …-nê | o pêşmerge-nê |
Di zazakî de kopula wiha ye:
| Kopula di zazakî de[19] | ||||
| Kes | Kopulaya atematîk | Nimûne ji kopulaya atematîk | Kopulaya tematîk | Nimûne ji kopulaya tematîk |
| ez | … a | ez kurd a | … ya | ez pêşmerge ya |
| ti | … î | ti kurd î | … yî | ti pêşmerge yî |
| o (nêr) a (mê) | … o … a |
o kurd o a kurd a |
… yo … ya |
o pêşmerge yo a pêşmerge ya |
| ma | … ê | ma kurd ê | … yê | ma pêşmerge yê |
| şima | … ê | şima kurd ê | … yê | şima pêşmerge yê |
| ê | … ê | ê kurd ê | … yê | o pêşmerge yê |
Kopula di zazakî de bi awayekî giştî hevşêweyî paşgirên kesî yên lêkeran yên zazakî ye.
Bi ser ve, kopulaya zazakî pir ji ya kurmancî û zaravayên din yên kurdî cuda dixuye. Ew heta gelek ji kopula û paşgirên kesî yên lêkeran yên hemû zimanên din jî yên îranî cuda dixuye. Bo nimûne:
- Kesê yekem yê yekhejmar di zazakî de ”a” (bi kurmancî ”-im” û bi piraniya zimanên û zaravayên din yên îranî û heta gelek zimanên din jî yên hindûewropî yên kevn ”-im / -em”)
- Cudakirina cînavê sêyem yê yekhejmar li gor cinsên mê û nêr (kurmancî û piraniya zimanên din yên îranî û hindûewropî wiha nakin lê wek ku me li jortir dît, hewramî jî wisa diye. Peştûyî jî vê cudahiyê dike: ew berovajî zazakî û hewramî herwiha li gel cînavê sêyem yê pirhejmar jî wisa dike.)
- Paşgir û kopulaya ”ê” li gel hersê cînavên pirhejmar (di kurmancî de ”in”, di ziman û zaravayên din yên îranî de bi piranî paşgir û kopulayên cuda bo her yekê ji wan yan jî paşgireke/kopulayeke hevpar bo cînavên duyem û sêyem yên pirhejmar û yek jî bo cînavê yekem yê pirhejmar)
Em hinekî lê binêrin ku paşgirên zazakî çawa peyda bûne:
- Paşgira ”a” ya kesê yekem yê yekhejmar ji ”em” ya îraniya kevn peyda bûye. Pêşî ew bûye ”*am” û paşî nasalîze bûye û bûye *ã û dawiyê jî denasalîze bûye û tenê wek ”a” maye.
- Paşgira kesê duyem yê yekhejmar wek kurmancî û wek piraniya zimanên din yên îranî ye.
- Paşgirên kesê sêyem yê yekhejmar yê nêr û mê ji îzafeyê/ravekê peyda bûne wek çawa ku kopulaya kurmanciya rojhilatî ”ew ê li mal” (ew [mêr] li malê ye) û ”ew a li mal” (ew [jin] li malê ye.). Bo agahiyên berfirehtir li ser vê peydabûna kopulayê li jêrtir li beşa ”Kopula ji ravekê (îzafeyê)” binêrin.
- Paşgir û kopulaya kesên pirhejmar ”ê” ji paşgira îranî ya kevn ”-end” çêbûye ku di farisî de wek ”-end” maye (paşgir û kopulaya kesê sêyem yê pirhejmar) û di kurmancî de bûye ”in”. Bo guherîna ”-end/-ent” bidin ber paşgira kesê sêyem yê pirhjemar ya fransî ”ent” ku wek ”ã” tê gotin.
- Kopula di zimanên din yên îranî de
Di zimanên din jî yên îranî de kopula bi awayekî awarte û istisnayî ye. Li vê derê em ê kopulayê bi çend zimanên din yên giring yên îranî pêşkêş bikin:
- ji zimanên îranî yên niha: farisî, belûçî û peştûyî
- ji zimanên îranî yên navîn: pehlewî
- ji zimanên îranî yên kevn: avestayî
Kopula û paşgirên bi farisî wiha ne:
| Kopula û paşgirên di farisî de | ||||
| Kes | Kopula (nivîskî) | Kopula (devkî) |
Paşgirên kesî (nivîskî) | Paşgirên kesî (devkî) |
| men | …-em | … em | …-em | …em |
| to | …-î | … î | …î | …î |
| o | …-est | … e /ê | …ed[20] | …ê[21] |
| ma | …-îm | … îm | …-îm | …îm |
| şoma | …-îd | … îd | …-îd | …îd/…în |
| anha/îşan | …-end | … end | …-end | …en |
Bi belûçî kopula û paşgirên kesî wiha ne:
| Kopula û paşgirên kesî di belûçî de[22] | ||
| Kes | Kopula | Paşgirên kesî |
| men | … an | …an |
| tew | … ey | …ey |
| a | … int | …it / …t |
| ma | … ên | …ên |
| şoma | … êt | …êt |
| a | … ent | …ent |
Bi peştûyî kopula û paşgirên kesî wiha ne:
| Kopula û paşgirên kesî di peştûyî de[23] | ||
| Kes | Kopula | Paşgirên kesî |
| zi | … yim | …im |
| ti | … yê | …ê |
| dey (mê) da (mê) |
… dey … de |
…î |
| muj / mung | … yû | …û |
| taso / tasê | … yey | …ey |
| dûy | … dî | …î |
Bi pehlewî kopula û paşgirên kesî di dema niha de wiha bûn:
| Kopula û paşgirên kesî di pehlewî de[24] | ||
| Kes | Kopula | Paşgirên kesî |
| ez | … hêm | …êm |
| to | … hê | …êh |
| oy | … est | …êd |
| ema | … hom | …om |
| eşma | … hêd | …êd |
| ewêşan | … hênd | …ênd |
Bi avestayî kopula û paşgirên kesî di dema niha de wiha bûn:
| Kopula û paşgirên kesî di avestayî de[25] | ||
| Kes | Paşgirên kesî | Kopula |
| ezim | …ehmi | …mi; -a[26] |
| tûm | …ehi | …hi |
| îm, îh, it | …esti | …θi[27] |
| veêm | …mehi | …mehi |
| yûjim | …? | …θe |
| -? | …hinti | …nti |
- Kopula di zimanên din yên hindûewropî de
Di vê beşê de em ê wek nimûne kopula ji çend zimanên din jî yên hindûewropî bidin. Giranî dê li ser zimanên kevn yên hindûewropî be ji ber ku paşgirên lêkeran û carinan kopula jî di gelek zimanên niha yên hindûewropî de pir guherîne û ne hêsan e ku wekheviya wan û yên kurdî were dîtin. Lê dîsa jî em ê hinek nimûneyan ji zimanên niha jî bidin, bi taybetî ji inglîzî, almanî û fransî.
Em ê pêşî ji zimanên kevnar dest pê bikin û li dawiya vê beşê nimûneyan ji çend zimanên niha jî bidin.
Di tabloyan de em ê sê zimanên îranî yeke nû (kurdî/kurmancî), yeke navîn (pehlewî) û yeke kevn (avestayî) bidin û li gel wan jî kopula bi zimanên din yên hindûewropî pêşkêş bikin daku wekhevî û hevrehiya wan bêt dîtin:[28]
| Kes | kurm | pehl. | avst. | sans. | hîtîtî | yûn. | latînî | ing. | fr.[29] | alm. | rûs.[30] |
| 1.yh. | im | hêm | ehmi | ásmi | ēšmi | eimi | sum | am | suis | bin | yêsm’ |
| 2.yh. | î | hê | ehi | ási | ēšši | ei | es | are | es | bist | yêsi |
| 3.yh. | e | est | esti | ásti | ēšzi | esti | est | is | est | ist | yêst’ |
| 1.ph. | in | hom | mehi | smás | ašweni | esmen | sumus | are | sommes | sind | yêsm’ |
| 2.ph. | in | hêd | ? | sthá | ēšteni | este | estis | are | êtes | seid | yêstê |
| 3.ph. | in | hênd | hinti | sánti | ēšer | eisi(n) | sunt | are | sont | sind | sut’ |
Kurm. kurmancî, pehl. pehlewî, avst. avestayî, sanskr. sanskrîtî, yûn. yûnaniya kevn, ing. inglîzî, fr. fransî, alm. almanî, rûs. rûsî.
Hêjayî gotinê ye ku guherîna S ya zimanên din yên hindûewropî adeten di zimanên îranî de dibe H loma sanskrîtî ”ásmi, ási, sánti” û avestayî ”ehmi, ehi, hinti”.
Wek ku tê dîtin, wekhevî di navbera bi taybetî zimanên kevn de diyar e. Di zimanên nû de wekhevî hê jî di hin forman de diyar e, bo nimûne kurdî ”(ez) im” û inglîzî ”am”. Lê di gelek forman de ji hev dûr bûne, bo nimûne kurdî ”(ew) in” û almanî ”sind”. Hinek formên hevwate jî ji rehên cuda ne û qet naşibin hev, bo nimûne kurdî ”(ez) im, (tu) î” û almanî ”(ich) bin, (du) bist” ku zêdetir dişibin formên demên borî yên lêkera ”bûn” ya kurdî û hevrehên wê ne.
Di hin zimanên niha de, bi taybetî di fransî de, bi nivîskî formên kevnar hatine parastin, wek ”es, ist” (tu yî, ew e) lê bi devkî ew jî wek di kurdî de kurt bûne û teqrîben wek ”ê” tên gotin (bidin ber kurdî ”[tu] î, [ew] e”).
- Berdêlên din yên kopulayê di kurmancî de
Di hin devokên kurmancî de di rewş û haletan de li şûna kopulayê hinek peyvikên din tên bikaranîn. Hinek ji van berdêlan bo nimûne di kurmanciya Behdînan de hene. Ew ne lêker in lê ji ravekê (îzafeyê) ne ku di tên dûv bikerên hevokê. Bo nimûne:
- Ez ê li malê. (Ez aniha li malê me – nêr)
- Ez a li malê. (Ez vê gavê li malê me – mê)
- Em ê(t) li malê. (Em aniha li malê ne – pirhejmar)
Li gor deveran ev ”ê, a, ê(t)” dikarin herwiha “yê, ya, yê(t)” yan jî ”wê, wa, wê(t)” bin, bo nimûne:
- Ez yê/wê li malê.
- Ez ya/wa li malê.
- Em yê(t)/wê(t) li malê.
Ev peyvik di dema niha ya berdest de (“aniha, vê gavê, tam vê gavê“) cihê kopulayê digirin lê di dema niha ya giştî de nikarin werin cihê wê. Bo nimûne, mirov dikare bibêje “ez ê li malê” (dema niha ya berdewam) lê mirov nikare bo nimûne li şûna “Ez Ehmed im“ anku “navê min Ehmed e“ bibêje “*ez ê Ehmed“.
Di eslê xwe de formên wek “ez ê li malê“ kurtkirina forma “ez li malê me“ ye ku tê de kopulaya “me“ heye. Peyvika “ê“ di hevokê de nîşana dema niha ya berdest e. Heman devokên ku van forman bi kar tînin herwiha dema niha ya giştî (adetî) û dema niha ya berdest (“aniha, vê gavê, tam vê gavê“) bi van peyvikan ji hev cuda dikin. Bo nimûne:
- Ez gûzan dixwim. (wek adetekî min – dema niha ya giştî)
- Ez ê gûzan dixwim. (ez aniha mijûlî xwarina gûzan im – dema niha ya berdest)
- Neyînîkirina kopulayê
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in.
Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 6)
Neyînîkirina (nerênîkirin, menfî, bi inglîzî negation) ya kopulayê di kurmancî de bi çend awayên cuda tê kirin. Awayê serdest di zimanê nivîskî de zêdekirina peyva neyînîkirinê ne li hevokê ye:
Bo nimûne:
| Erênî | Neyînî (standard) |
| Ew kurd e. | Ew ne kurd e. |
| Tu mezin î. | Tu ne mezin î. |
| Ew hevalê min e. | Ew ne hevalê min e. |
| Azad û Jiyan xwişk û birayên hev in. | Azad û Jiyan ne xwişk û birayên hev in. |
| Hevalên min yên baş li wê derê ne. | Hevalên min yên baş ne li wê derê ne. |
Wek ku tê dîtin, peyva ne di hevokan de dikeve dûv bikeran (failan, subjektan) lê wek din tê berî tiştên ku rave dike.
Ev awayê neyînîkirinê ji neyînîkirina giştî ya kurmancî pir cuda ye:
Di kurmancî de di dema niha de neyînîkirina lêkeran bi piranî bi pêşgira ”na-” ye, ne wek kopulayê bi ”ne-”.[31]
Di kurmancî de bi awayekî giştî neyînîkirin bi pêşgirekê ku yekser dikeve berî lêkerê û bi wê re ye û adeten rê nade ku peyvên serbixwe werin navbera wê û lêkerê.
Heta eger pêşlêker yan pêşgirên din jî bi lêkerê re hebin, ew dîsa jî dikeve navbera wê û lêkerê. Bo nimûne:
| Erênî | Neyînî |
| Ew dibêje. | Ew nabêje. |
| Wan her tişt got. | Wan her tişt negot. |
| Ez derdikevim. | Ez dernakevim. |
Lê di gelek devokên kurmancî de li cihê peyva ”ne” û kopulayê, formeke wan ya bi hev ve veheliyayî tê bikaranîn. Ew li gor devokan û kesên rêzimanî diguhere. Kerem bikin em formên wan yên cuda pêşkêş bikin, paşî behsa berbelaviya wan bikin û nimûneyan jê bidin:
| Kes | nîn- | nîn-/niy- | nin- |
| Ez | nînim | nînim | ninim |
| Tu | nînî | niyî | ninî |
| Ew (yekhejmar) | nîne | niye | nine |
| Em | nînin | nînîn | ninin |
| Hûn | nînin | nînin | ninin |
| Ew (pirhejmar) | nînin | nînin | ninin |
Bo nimûne:
| Erênî | Neyînî (devokî) |
| Ew kurd e. | Ew kurd nîne/niye/nine. |
| Tu mezin î. | Tu mezin nînî/niyî/ninî. |
| Ew hevalê min e. | Ew hevalê nîne/niye/nine. |
| Azad û Jiyan xwişk û birayên hev in. | Azad û Jiyan xwişk û birayên hev nînin/ninin. |
| Hevalên min yên baş li wê derê ne. | Hevalên min yên baş li wê derê nînin/ninin. |
Di piraniya devokên kurmanciya navendî û kurmanciya rojhilatî de awayê standard yê ”ne” + kopula tê bikaranîn. Di devokên sinorî yên navbera kurmancî û soranî de û herwiha kurmancî û azerî/tirkî de formên wek ”nîne, niye, nine” li kar in.
Di soranî de neyînîkirina kopulayê bi pevhelandina ”ne-” li gel kopulayê ye, bi awayê ”nî-” + paşgirên kesî. Di farisî de jî bi heman awayî ye û ji peyva ”nîst-” û paşgirên kesî pêk tê:
| Kurmancî (standard) | Soranî | Zazakî | Farisî |
| ez ne … im | min … nîm | ez … niya | men … nîstem |
| tu ne … î/yî | to … nît | ti … niyî (nêr) ti … niya (mê) |
tû … nîstî |
| ew ne … e/ye | ew … niye | o … niyo (nêr) a … niya (mê) |
o … nîst |
| em ne … in/ne | ême … nîn | ma … niyê | ma … nîstîm |
| hûn ne … in/ne | êwe … nîn | şima … niyê | şoma … nîstîd |
| ew ne … in/ne | ewan … nîn | ê … niyê | anha … nîstend |
Di zaravayên din yên kurdî (kurdiya başûrî, hewramî…) de jî neyînîkirina kopulayê li ser bingehê niy-/nî- û paşgirên kesî tê avakirin.
Di rastiyê de di kurmancî de jî ev awayê neyînîkirinê bi berfireh tê bikaranîn lê ne bo neyînîkirina bûnê lê bo neyînîkirina hebûnê:
| Erênî (standard) | Neyînî (bi taybetî kurmanciya rojhilatî, formên standard)[32] | Neyînî (bi taybetî kurmanciya navendî û rojavayî, formên standard)[33] |
| Ez heme | Ez nînim | Ez tine me |
| Tu heyî | Tu nînî | Tu tine yî |
| Ew heye | Ew nîne | Ew tine ye |
| Em hene | Em nînin | Em tine ne |
| Hûn hene | Hûn nînin | Hûn tine ne |
| Ew hene | Ew nînin | Ew tine ne |
Ev form hem bo neyînîkirina hebûna bi wateya ”peyda bûn, mewcûd bûn”ê û hem jî hebûna bi maneya “xwedî bûn, xudan bûn” jî tê emilandin. Bo nimûne:
- Ew nînin. (Ew peyda nabin, ew ne mewcûd in – dijwateya “ew hene”)
- Wan nînin. (Wan tine ne, ew ne xwedî ne.)
Lehceyên din yên kurdî cudahiyê naxin navbera neyînîkirina “bûn” û hebûn”ê. Bo nimûne, soranî:
| Soranî | Kurmancî, wek neyînîkirina “bûn”ê | Kurmancî, wek neyînîkirina “hebûn”ê |
| Min nîm | Ez ne … im | Ez nînim |
| To nît | Tu ne … î | Tu nînî |
| Ew niye | Ew ne … e | Ew nîne |
| Ême nîn | Em ne … in | Em nînin |
| Êwe nîn | Hûn ne … in | Hûn nînin |
| Ewan | Ew ne … in | Ew nînin |
- BÛNA DÎNAMÎK DI DEMA NIHA YA RAWEYA RAGIHANDINÊ DE
- Bûna dînamîk di dema niha ya raweya ragihandinê de (erênî)
Mebesta ji bûna dînamîk ew e ku rewşa ku diguhere yan guheriye yan jî dê biguhere diyar dike. Bo nimûne:
- bûna statîv: ew mamoste ye, ew mamoste bû (rewşa ku heye/hebû)
- bûna dînamîk: ew dibe mamoste, ew bû mamoste (berê ne mamoste bû lê bû mamoste).
Ev herdu bûnên kurdî bi gelek zimanên din bi lêkerên ji hev cuda tên diyarkirin. Bo nimûne:
| ziman | bûna statîv | bûna dînamîk |
| kurmancî | ew mamoste bû | ew bû mamoste |
| inglîzî | he was a teacher | he became a teacher |
| tirkî | o öğretmendi | o öğretmen oldu |
| farisî | o mo’elim bûd | o mo’elim şod |
- Formên standard yên lêkara bûn ya dînamîk
Tînin dikine refîq û rehber
Bednam dibin wezîr û serwer.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 49)
Berovajî lêkera bûn ya statîv, bûn ya dînamîk di kurdî de di dema niha de bi her awayî lêkereke asayî ye û wek lêkerên birist û ji rêzê (regular) diçeme anku ditewe.
Rehê demên neborî (demên niha û bên) yên lêkera bûn ya dînamîk di zimanê nivîskî de -b- ye. Di dema niha de ew pêşgira berdewamiyê (bi kurmanciya nivîskî ”di-”) û paşgirên kesî yên atematîk yên normal werdigire.
Bûna dînamîk di dema niha ya raweya ragihandinê de (erênî, standard):
| Kes | Lêker | Nimûne: bikaranîn li gel navdêran | Nimûne: Bikaranîn li gel rengdêran |
| ez | dibim | Ez dibim mamoste | Ez mezin dibim |
| tu | dibî | Tu dibî mamoste | Tu mezin dibî |
| ew (yekhejmar) | dibe | Ew dibe mamoste | Ew mezin dibe |
| em | dibin | Em dibin mamoste | Em mezin dibin |
| hûn | dibin | Hûn dibin mamoste | Hûn mezin dibin |
| ew (pirhejmar) | dibin | Ew dibin mamoste | Ew mezin dibin |
Wek ku tê dîtin, ”bûn” dikeve dûv rengdêrên raveker lê berî navdêrên raveker, bo nimûne:
- ew mezin dibe.
- ew dibe mamoste.
Eger navdêrê raveker bi xwe bi yek an çend rengdêr an hokeran ravekirî bin, ew jî tên dûv. Bo nimûne:
- ew dibin mamsoteyên baş
- ew dibin mamosteyên gelek baş û jêhatî.
Gava ku ravek dikeve pey lêkera bûn, herwiha paşgira ”-e” dikare bi lêkerê were kirin (eger ji xwe bi -e bi dawî nebe). Bo nimûne:
- ez dibime mamoste
- tu dibiye mamoste
- em/hûn/ew dibine mamoste
Lê ji ber ku di “ew dibe” bi xwe ji xwe lêker bi -e bi dawî dibe, e-yeke din lê nayê zêdekirin:[34]
- ew dibe mamoste
Peyvrêziyê erk û wezîfeyeke giring di lêkera bûn de heye çunkî di demên borî de wateya bo nimûne van herdu hevokan ji hev cuda ye:
- ew mamoste bû (rewşa ku hebû)
- ew bû mamoste (rewşa ku guherî)
- Formên din
Da keşf bibit li ber me ewhal
Kanî dibitin muyesser iqbal.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 5)
Wek pêşgir û paşgirên lêkerên din jî, di hinek devokan de formên ji zimanê nivîskî yê standard cuda ne.
Pêşgira berdewamiyê ya standard “di-“ di piraniya devokên kurmancî de jî “di-“ ye. Lê di kurmanciya rojavayî de û li Xorasanê ew “de-“ ye. Herwiha di soranî de jî ew “de-“ ye, bi hin devokên soranî “e-“ ye.
Bo nimûne bi kurmanciya rojavayî û xorasanî:
- ew mezin debin.
- ew debin mamoste.
Di hin devokan de (bi taybetî di kurmanciya rojavayî de û li Serhedê û Xorasanê), li şûna rehê standad “-b-“ varyanta “-w-“ yan “-v-“ li kar e. Bo nimûne:
- ew mezin diwin/divin.
- ew diwin/divin mamoste.
Herwiha paşgirên kesî jî li gor devokan diguherin. Bo nimûne:
- ew dibê/dibî/dibit/dibît/dibitin/dibîtin mamoste (standard: ew dibe mamoste)
- ew mezin dibê/dibî/dibit/dibît/dibitin/dibîtin (standard: ew mezin dibe)
Bo hemû varyantên paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan, li vê derê binêrin.
- Bi zaravayên din yên kurdî
Bi zaravayên din jî yên kurdî bûna dînamîk di dema niha de wek lêkereke asayî diçeme anku ditewe.
Di soranî de rehê wê yê dema niha wek kurmanciya standard -b- ye. Ew pêşgira berdewamiyê “de-“ (di hin devokan de, bi taybetî li Silêmaniyê “e-“) û paşgirên kesî yên lêkeran werdigire:
- ew gewre de-b-êt. (ew mezin di-b-e.)
- ewan gewre de-b-in. (ew mezin di-b-in.)
Di soranî de, wek di kurmancî de jî, bûna dînamîk dikeve dûv rengdêran lê berî navdêrê raveker an an komika navdêrî ya raveker. Lê berovajî kurmancî, di soranî de herwiha daçeka “be” dikeve navbera bûna dînamîk û ravekerên wê.
- ewan gewre debin (ew mezin dibin = rengdêr + bûn)
- ewan debin be mamoste (ew dibin mamoste – bi soranî: bûn + be + navdêr)
- ewan debin be mamostay zor baş. (ew dibin mamosteyên pir baş)
Di kurdiya başûrî de jî bûna dînamîk bi awayekî giştî wek kurmancî û soranî ye lê bi piranî wek hinek devokên kurmancî li ser rehê -w- û pêşgir û pêşgirên lêkeran tê avakirin (ne wek kurmanciya standard û soraniya standard li ser rehê -b-).
Di zazakî de bûna dînamîk li ser rehê ben- û paşgirên kesî tê avakirin:
| Zazakî | Kurmancî |
| Ez bena | Ez dibim |
| Ti benî (nêr) Ti bena (mê) | Tu dibî |
| O beno (nêr) A bena (mê) |
Ew dibe |
| Ma/şima/ê benê | Em dibin |
- Neyînîkirina bûna dînamîk di dema niha ya raweya ragihandinê de
Ew nabine mûcizê çu derdan
lewra ku heyin li cumle erdan.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 39)
Neyînîkirina bûna dînamîk di dema niya ya raweya ragihandinê de di kurmancî de bi veguhastina pêşgira berdewamiyê ”di-” bi pêşgira neyînîkirinê ya dema niha ”na-” tê çêkirin.
Bo nimûne:
| Erênî | Neyînî | Nimûne: bikaranîn li gel navdêran | Nimûne: Bikaranîn li gel rengdêran |
| ez dibim | nabim | Ez nabim mamoste | Ez mezin nabim |
| tu dibî | nabî | Tu nabî mamoste | Tu mezin nabî |
| ew dibe | nabe | Ew nabe mamoste | Ew mezin nabe |
| em dibin | nabin | Em nabin mamoste | Em mezin nabin |
| hûn dibin | nabin | Hûn nabin mamoste | Hûn mezin nabin |
| ew dibin | nabin | Ew nabin mamoste | Ew mezin nabin |
Eger lêker berî raveka xwe were, wek formên erênî, herwiha formên neyînî jî dikarin daçeka pêvekirî ”-e” bigirin. Bo nimûne:
- ez nabime mamoste
- ew nabime mamoste
Devokên ku li şûna rehê lêkerê yê standard -b- formeke din (-v-, -w-) bi kar tînin, dîsa di neyînîkirinê de jî heman rehî dixebitînin. Bo nimûne:
- divim > navim (standard: dibim > nabim)
- diwin > nawin (standard: dibin > nabin)
Di soranî de neyînîkirina bûna dînamîk ya dema niha ya raweya ragihandinê wek di kurmancî de bi pêşgira “na-“ ye ku cihê “de-/e-“ ya soranî digire:
- ew gewre debêt > ew gewre nabêt
Di kurdiya başûrî de jî hin li deveran neyînîkirina bûna dînamîk ya dema niha ya raweya ragihandinê bi paşgira “na-“ ye lê li piraniya deveran bi forma “nye-“ ye. Bo nimûne:
- gewra nawin/nyewin (mezin nabin)
Di zazakî pêşgira neyînîkirina bûna dînamîk ya dema niha ya raweya ragihandinê bi pêşgira “nê-“ tê çêkirin:
- o beno mamoste (ew dibe mamoste) > o nêbeno mamoste (ew nabe mamoste)
- BÛNA STATÎV DI DEMA NIHA YA RAWEYDANANÊ DE
- Erênî
Sed xunçeyê dil ji ber bi ker bin,
Sosin bizeban û baxeber bin.[35]
(Ehmed Xanî: Mem û Zîn, 7)
Mebest ji forma dananê (subjunktîv) li vê derê berfireh e. Ew di kurmancî de adeten li gel peyva “bila” (di hin devokan de “bela, bera, bira” û di soranî de “ba”) tê bikaranîn:
- Bila ew bikin.
- Bila ew bibêje.
Di kurmancî de heman forma bilanî li gel piraniya peyvan dikare bo formên fermanî (imperative) jî were bikaranîn ku pê ferman û emir tên dayîn. Bo nimûne:
- Bike!
- Bibêjin!
Ew herwiha wek forma şertî jî tê bikaranîn ku adeten li gel peyva “eger” û varyantên wê[36] û carinan jî bi peyva “ku” re tên xebitandin. Bo nimûne:
- Eger tu bikî …
- Ku ez bibêjim …
Herwiha heman rawe û form li gel lêkerên alîkar tên bikaran bikaranîn:
- Divê ew bikin.
- Dixwazim bibêjim.
Bûna statîv di dema niha ya raweyên bilanî, fermanî û şertî de bi pêşgira “b-“ û paşgirên kesî yên atematîk tê çêkirin:
| Paşgirên kesî yên atematîk | Bûna statîv (formên bilanî/fermanî/şertî), standard |
| Ez …-im | Ez … bim |
| Tu …-î | Tu … bî |
| Ew …-e | Ew … be |
| Em …-in | Em … bin |
| Hûn …-in | Hûn … bin |
| Ew …-in | Ew … bin |
Formên devokî
Di devokan de hin paşgirên kesî ji formên standard cuda ne loma bûna statîv ya formên bilanî/fermanî/şertî jî ji formên standard cuda ne.
Bûna statîv (formên bilanî/fermanî/şertî) li gor devokan:
| Standard | Devokî |
| Ez … bim | Ez … vim/wim[37] |
| Tu … bî | Tu … be/bê/bi/vî/wî/wi/vi/vî… |
| Ew … be | Ew … bit/bît/bitin/bîtin/we/ve… |
| Em … bin | Em … bîn/win/vin |
| Hûn … bin | Hûn … win/vin |
| Ew … bin | Ew … win/vin |
Hinek nimûne ji bikaranîna formên bilanî/fermanî/şertî:
- Bila ew li malê be. (bilanî)
- Zîrek be! (fermanî)
- Dixwazim ew li malê bim. (hêvî, rica)
- Divê em heval bin. (neçarî, mecbûrî)
- Eger ew kurd be, divê xwe baş hînî kurdî bike. (şertî, mercî)
- Ku tu zîrek bî, tu ê bi ser bikevî. (şertî, mercî)
- Neyînî
Raweya dananê ya lêkera bûn ya statîv di dema niha de jî wek kopulayê tê neyînîkirin.
Awayê serekî yê neyînîkirinê di zimanê nivîskî de zêdekirina peyvika neyînîkirinê “ne” li hevok e.
| Kopula, neyînî (standard) | Raweya dananê ya bûna statîv di dema niha de |
| Ew ne kurd e. | Eger ew ne kurd be… |
| Tu ne mezin î. | Ku tu ne mezin bî… |
| Ew ne hevalê min e. | Bila ew ne hevalê min be… |
| Azad û Jiyan ne xwişk û birayên hev in. | Heke Azad û Jiyan ne xwişk û birayên hev bin. |
| Hevalên min yên baş ne li wê derê ne. | Divê hevalên min yên baş ne li wê derê bin. |
Awayê din yê neyînîkirina bûna statîv ya raweya dananê vezelandina an girêdana pêşgira neyînîkirinê bi lêkerê ve ye:
| Erênî (standard) | Neyînî (awayê duyem) | Nimûne (neyînîkirina awayê duyem |
| Ez … bim | Ez … nebim | Eger ez ne li malê nebim… |
| Tu … bî | Tu … nebî | Eger tu ne li malê nebî… |
| Ew … be | Ew … nebe | Eger ew li malê nebe… |
| Em … bin | Em … nebin | Eger em li malê nebin… |
| Hûn … bin | Hûn … nebin | Eger hûn li malê nebin… |
| Ew … bin | Ew … nebin | Eger ew li malê nebin… |
Ev awayê duyem yê neyînîkirina bûna statîv nayê tercîhkirin ji ber ku li gel awayê neyînîkirina bûna dînamîk tê tevlihevkirin û nezelaliyê di wateya hevokan de peyda dike. Li jêrtir piştî ravekirina neyînîkirina bûna statîv em ê behsa wê tevliheviyê jî bikin.
- BÛNA DÎNAMÎK DI DEMA NIHA YA RAWEYÊN BILANÎ DE
- Erênî
Mebest ji bûna dînamîkî di dema niha ya raweya dananê de ew e ku bila kesek yan tiştek bibe tiştek(î din):
- Bila ew bibe mamoste.
Bi alîkariya hinek peyvên din li cihê “bila” ew dikare herwiha bibe raweya fermanî yan şertî. Bo nimûne:
- Bibe mamoste! (fermanî)
- Eger em bibin mamoste… (şertî)
- Xwezî tu bibî mamoste! (hêvî, daxwaz)
Forma erênî ya raweya dananê ya bûna dînamîk di dema niha de bi vê formulayê tê çêkirin:
- pêşgira “bi-” + bistika lêkara bûnê “-b-” + paşgirên kesî:
Bi gotineke din, raweya dananê ya bûna dînamîk di dema niha de wek raweya ragihandinê ya bûna dînamîk di dema niha de ye lê li cihê pêşgira “di-”, pêşgira “bi-” heye.
| Bûna dînamîk, dema niha, raweya ragihandinê (standard) | Bûna dînamîk, dema niha, raweya dananê/fermanî/şertî (standard) |
| Ez dibim | Ez bibim |
| Tu dibî | Tu bibî |
| Ew dibe | Ew bibe |
| Em dibin | Em bibin |
| Hûn dibin | Hûn bibin |
| Ew dibin | Ew bibin |
Wek di raweya ragihandinê ya bûna dînamîk de jî, cihê ”bûn”ê di peyvrêziyê de diguhere: ew tê berî navdêrên raveker lê piştî rengêrên raveker. Kerem bikin hinek nimûneyan:
| Bûna dînamîk, dema niha, raweya dananê/fermanî/şertî, li gel rengdêran (standard) | Bûna dînamîk, dema niha, raweya dananê/fermanî/şertî, li gel navdêran (standard) |
| Bila ew mezin bibe. (bilanî) | Bila ew bibe mamoste. (bilanî) |
| Mezin bibe! (fermanî) | Bibe mamoste! (fermanî) |
| Eger tu mezin bibî… (şertî) | Eger tu bibî mamoste… (şertî) |
| Xwezî hûn mezin bibin. (hêvî) | Xwezî hûn bibin mamoste. (hêvî) |
| Divê em mezin bibin. (neçarî) | Divê em bibin mamoste. (neçarî) |
| Ku ew mezin bibin… (şertî) | Ku ew bibin mamoste… (şertî) |
Formên devokî
Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hişyar.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 5)
Di hemû devokên kurmancî de pêşgira bûna dînamîk ya raweya dananê wek di kurmanciya standard de û herwiha di hemû zaravayên din jî yên kurdî “bi-“ ye.
Di hin devokan de (bi taybetî di kurmanciya rojavayî de û li Serhedê û Xorasanê), li şûna rehê standad “-b-“ varyanta “-w-“ yan “-v-“ li kar e. Bo nimûne:
- standard: eger ez bibim şivan, eger tu bibî şivan
- hin devok: eger ez bivim/biwim şivan, eger tu bivî/biwî şivan.
Herwiha paşgirên kesî jî li gor devokan diguherin. Bo nimûne:
- ku ew bibê/bibî/bibit/bibît … şivan (standard: ku ew bibe şivan)
- ew mezin bibê/bibî/bibit/bibîtin/bibitin… (standard: ew mezin dibe)
Bo hemû varyantên paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan, li vê derê binêrin.
- Neyînî
Neyînîkirina bûna dînamîk ya raweya dananê bi forma wê ya erênî tê çêkirin bi avêtina pêşgira “bi-“ û zêdekirina pêşgira “ne-“. Bo nimûne:
- Erênî: Ku ew bibe şivan…
- Neyînî: Ku ew nebe şivan…
Di hemû devokên kurmancî û herwiha di soranî, kurdiya başûrî û zazakî de pêşgira neyînîkirina bûna dînamîk ya raweya dananê “ne-“ ye.
Di hinek devokên kurmancî de (bi taybetî devokên rojavayî û serhedî û herwiha Xorasanê) li şûna bistika “-b-“, bistik “-v-“ yan “-w-“ ye. Bo nimûne:
- Standard: Ku ew nebe şivan…
- Hin devok: Ku ew neve/newe şivan…
Di soranî de bistika “-b-“ ye lê di piraniya devokên kurdiya başûrî de jî bistik “-w-“ ye.
Paşgirên kesî yên lêkeran li vê derê jî li gor devokên diguherin. Bo nimûne:
- Standard: Ku ew nebe şivan…
- Hin devok: Ku ew nebê/nebit/nebît…
- BÛN DI DEMA BÊN DE
- Bûna statîv di demên bên de
Dema bê/were ya raweya ragihandinê ya bûna statîv ya bi alîkariya lêkera alîkar ya dema bê ”ê” (yan varyanteke wê: dê, wê, yê) + bistika lêkera ”bûn”ê anku ”-b-” + paşgirên kesî yên lêkeran tê çêkirin.
| Dema bê ya raweya ragihandinê ya bûna statîv ya erênî (standard) | Nimûne |
| ez ê … bim. | Ez ê sibê li malê bim. |
| tu ê … bî. | Tu ê sibê li malê bî. |
| ew ê … be. | Ew ê sibê li malê be. |
| em ê … bin. | Em ê sibê li malê bin. |
| hûn ê … bin. | Hûn ê sibê li malê bin. |
| ew ê … bin. | Ew ê sibê li malê bin. |
Li şûna van formên standard di devokên kurmancî ev awa jî peyda dibin:
| Formên standard | Formên devokî |
| ez … bim. | ez … wim/vim |
| tu … bî. | Tu … bê/wî/vî |
| ew … be. | Ew … bê/bit/bît/bîtin/we |
| em … bin. | Em … bîn/win/vin |
| hûn … bin. | Hûn … win/vin |
| ew ê … bin. | Ew … win/vin |
Bûna statîv ya neyînî di dema bê ya ragihandinê de bi çendîn awayên cuda mimkin e.
Awayê serdest û standard zêdekirina peyvika ”ne” ya neyînîkirinê li pey biker (subjekt) û lêkera alîkar ya dema bê anku ”ê” (yan varyanteke wê: dê, wê, yê) û herwiha hokerên mihtemel tê çêkirin:
| Dema bê ya raweya ragihandinê ya bûna statîv ya erênî (standard) | Dema bê ya raweya ragihandinê ya bûna statîv ya neyînî (standard) |
| ez ê … bim. | ez ê … ne … bim. |
| tu ê … bî. | tu ê … ne … bî. |
| ew ê … be. | ew ê … ne … be. |
| em ê … bin. | em ê … ne … bin. |
| hûn ê … bin. | hûn ê … ne … bin. |
| ew ê … bin. | ew ê … ne … bin. |
| Nimûne, erênî (standard) | Nimûne, neyînî (standard) |
| Ez ê sibê li malê bim. | Ez ê sibê ne li malê bim. |
| Tu ê sibê li malê bî. | Tu ê sibê ne li malê bî. |
| Ew ê sibê li malê be. | Ew ê sibê ne li malê be. |
| Em ê sibê li malê bin. | Em ê sibê ne li malê bin. |
| Hûn ê sibê li malê bin. | Hûn ê sibê ne li malê bin. |
| Ew ê sibê li malê bin. | Ew ê sibê ne li malê bin. |
Cihê peyvika neyînîkirinê “ne” li pey biker (fail, subjekt) û lêkera alîkar (ê) ye û herwiha berî lêkera serekî “bim/bî/be/bin” e lê wek din dikare bikeve berî yan piştikên hokerên temamker. Bo nimûne:
- Ez ê ne li malê bim.
- Ez ê sibê ne li malê bim.
- Ez ê ne sibê li malê bim. (Lê ”ez ê rojeke din li malê bim.”)
Peyvika neyînîkirinê dikare herwiha were dubarekirin jî. Bo nimûne:
- Ez ê ne sibê û ne jî dusibê li malê bim.
Awayekî din yê neyînîkirina dema bê ya raweya ragihandinê ya bûna statîv vezelandina yan girêdana ”ne-” wek pêşgir bi rehê lêkera ”bûn”ê ve ye.
| Dema bê ya raweya ragihandinê ya bûna statîv ya neyînî, awayê duyem | Nimûne |
| ez ê … nebim. | Ez ê sibê li malê nebim. |
| tu ê … nebî. | tu ê sibê li malê nebî. |
| ew ê … nebe. | ew ê sibê li malê nebe. |
| em ê … nebin. | em ê sibê li malê nebin. |
| hûn ê … nebin. | hûn ê sibê li malê nebin. |
| ew ê … ne bin. | ew ê sibê li malê ne bin. |
Gelek caran jî li cihê neyînîkirina dema bê ya statîv, forma neyînî ya kopulayê tê bikaranîn. Bo nimûne:
- Neyînîkirina bi dema bê: Ez ê sibê ne li malê bim.
- Neyînîkirina bi kopulayê: Ez sibê ne li malê me.
- Bûna dînamîk di dema bê de
Dema bê/were ya bûna dînamîk ya bi lêkera alîkar ya dema bê ”ê” (yan varyanteke wê: dê, wê, yê) + pêşgira ”bi-” + bistika lêkera ”bûn”ê anku ”-b-” + paşgirên kesî yên lêkeran tê çêkirin:
| Bûna dînamîk, dema bê, erênî, li gel navdêran (standard) | Bûna dînamîk, dema bê, erênî, li gel rengdêran (standard) |
| Ez ê bibim … | Ez ê … bibim |
| Tu ê bibî … | Tu ê … bibî |
| Ew ê bibe … | Ew ê … bibe |
| Em ê bibin … | Em ê … bibin |
| Hûn ê bibin … | Hûn ê … bibin |
| Ew ê bibin … | Ew ê … bibin |
| Nimûne ji bûna dînamîk, dema bê, erênî, li gel navdêran (standard) | Nimûne ji bûna dînamîk, dema bê, erênî, li gel rengdêran (standard) |
| Ez ê bibim parêzer | Ez ê mezim bibim |
| Tu ê bibî parêzer | Tu ê mezin bibî |
| Ew ê bibe parêzer | Ew ê mezin bibe |
| Em ê bibin parêzer | Em ê mezin bibin |
| Hûn ê bibin parêzer | Hûn ê mezin bibin |
| Ew ê bibin parêzer | Ew ê mezin bibin |
Di hin devokan de, bi taybetî di kurmanciya rojavayî, serhedî û xorasanî de, li cihê bistika ”-b-” ya standard, bistika ”-w-” yan ”-v-” tên bikaranîn. Bo nimûne:
| Formên standard | Formên devokî |
| ez ê … bibim. | ez ê … biwim/bivim |
| tu ê … bibî. | Tu ê … biwî/bivî |
| ew ê … bibe. | Ew ê … biwe/bive |
| em ê … bibin. | Em ê … biwin/bivin |
| hûn ê … bibin. | Hûn ê … biwin/bivin |
| ew ê … bibin. | Ew ê … biwin/bivin |
Di devokan de paşgirên kesî yên lêkeran jî dikarin ji paşgirên standard cuda bin. Bo nimûne:
- Standard: ew ê … bibe
- Devokî: ew ê … bibê/bibit/bibît/bibîtin
Di kurmanciya rojhilatî de di dema bê de pêşgira ”bi-” di dema niha de bi lêkeran ve nayê zeliqandin, loma bi lêkera ”bûn” di dema bê de jî pêşgira ”bi-” nagire.
- Standard: Ez ê bibim mamoste. Tu ê mezin bibî.
- Kurmanciya rojhilatî: Ez ê bim mamoste. Tu ê mezin bî.
- BÛN DI DEMA BORÎ YA SADE DE
- Raweya ragihandinê
- Erênî
Ew bûn ku me digo di roz-i newrûz
mislê Meh û Mihrê alem-efrûz
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 15)
Bistika demên borî ya lêkera bûnê di kurmanciya standard û soranî de ”-bû-” ye.
Di hin devokên kurmancî de ew bi yek ji van awayan e:
- -bî- (forma rader ”bîn”)
- -bü-/-bwî- (forma rader ”bün, bwîn”)
Forma serdest di kurdiya başûrî de ”bü-” (forma rader ”bün”) û di zazakî de jî ”bî” (forma rader ”bîyene”) ye.
Di hin devokên kurmancî de (bi taybetî kurmanciya rojavayî, serhedî û xorasanî), gava ku pêşgireke wek ”di-”, ”bi-” yan ”ne-” bikeve pêşiya bistikê, ew ji ”-bû-/-bî-/-bü-” dibe ”-wû-/-vû-”
Di dema borî ya sade de bistika ”-bû-” wiha paşgirên kesî digire:
| Formên standard | Formên devokî |
| ez … bûm. | ez … bîm/büm/bwîm |
| tu … bûyî. | Tu … bî/büyî/bwîyî |
| ew … bû. | Ew … bî/bü/bwî |
| em … bûn. | Em … bîn/bün/bwîn/bûyn[38] |
| hûn … bûn. | Hûn … bîn/bün/bwîn |
| ew … bûn. | Ew … bîn/bün/bwîn |
Di dema borî ya sade de forma bûna statîv û dînamîk hevşêwe ne anku wek hev in. Li gel navdêran ji peyvrêziyê diyar dibe ka ew statîv yan dînamîk e: forma dînamîk dikeve berî navdêran û forma statîv jî dikeve dawiya hevokê.
| Nimûne ji bûna dînamîk, dema borî ya sade, erênî, li gel navdêran (standard) | Nimûne ji bûna statîv, dema borî ya, erênî, li gel rengdêran (standard) |
| Ez bûm mamoste. | Ez mamoste bûm. |
| Tu bûyî mamoste. | Tu mamoste bûyî. |
| Ew bû mamoste. | Ew mamoste bû. |
| Em bûn mamoste. | Em mamoste bûn. |
| Hûn bûn mamoste. | Hûn mamoste bûn. |
| Ew bûn mamoste. | Ew mamoste bûn. |
Bûna dînamîk diyar dike ku rewş diguhere. Bo nimûne: “ew file bû û paşî bû mamoste.” Bûna statîv diyar dike ku ew tiştek/kesek bû lê behsa ti guherînê nake. Bo nimûne: “Ew ji dema jidayikbûna xwe heta ku mir misilman bû.”
Lê gava ku mirov lêkera bûn di dema borî ya sade de li gel rengdêran bi kar tîne, formên dînamîk û statîv herdu eynî ne û peyvrêziya wan jî heman peyvrêzî ye, ti cudahiyek di navbera wan de nîne. Bo nimûne:
| Nimûne ji bûna dînamîk, dema borî ya sade, erênî, li gel rengdêran (standard) | Nimûne ji bûna statîv, dema borî ya, erênî, li gel rengdêran (standard) |
| Ez baş bûm. | Ez baş bûm. |
| Tu baş bûyî. | Tu baş bûyî. |
| Ew baş bû. | Ew baş bû. |
| Em baş bûn. | Em baş bûn. |
| Hûn baş bûn. | Hûn baş bûn. |
| Ew baş bûn. | Ew baş bûn. |
Bêyî konteksteke berfirehtir, mirov nikare tenê ji van hevokan bizane ka mebest behskirina ji rewşeke berdewamî yan guherînê ye, anku bo nimûne ka ”ew kes herdem kesekî baş bû” anku ”qenc, rind, ne nexweş… bû” yan jî ”ew kes pêşî nebaş/nexweş bû û paşî rewşa wî baştir çêtir bû”.
- Neyînî
Qelbê me nekir qebûl-i hîle
Qet bo xeredê nebû wesîle.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 6)
Berovajî formên erênî yên lêkera bûn di dema borî ya sade de, formên neyînî yên lêkera bûn di dema borî ya sade de li gor dînamîkî û statîviyê ji hev cuda ne.
Formên dînamîk yên neyînî ji formên erênî bi zêdekirina pêşgira ”ne-” tên çêkirin:
| Formên erênî (standard) | Formên neyînî yên dînamîk (standard) |
| ez bûm | ez nebûm |
| tu bûyî | tu nebûyî |
| ew bû | ew nebû |
| em bûn | em nebûn |
| hûn bûn | hûn nebûn |
| ew bûn | ew nebûn |
| Formên erênî yên dînamîk li gel navdêran (standard) | Formên neyînî yên dînamîk li gel navdêran (standard) |
| ez bûm mamoste. | ez nebûm mamoste. |
| tu bûyî mamoste. | tu nebûyî mamoste. |
| ew bû mamoste. | ew nebû mamoste. |
| em bûn mamoste. | em nebûn mamoste. |
| hûn bûn mamoste. | hûn nebûn mamoste. |
| ew bûn mamoste. | ew nebûn mamoste. |
Gava ku bûna dînamîk li gel rengdêran tê bikaranîn, peyvrêzî diguhere lê formên bûnê bi heman awayî ne:
| Formên erênî yên dînamîk li gel rengdêran (standard) | Formên neyînî yên dînamîk li gel rengdêran (standard) |
| ez mezin bûm. | ez mezin nebûm. |
| tu mezin bûyî. | tu mezin nebûyî. |
| ew mezin bû. | ew mezin nebû. |
| em mezin bûn. | em mezin nebûn. |
| hûn mezin bûn. | hûn mezin nebûn. |
| ew mezin bûn. | ew mezin nebûn. |
Di hin devokên kurmancî de (bi taybetî kurmanciya rojavayî, serhedî û xorasanî), gava ku pêşgira ”ne-” dikeve pêşiya bistikê, ew ji ”-bû-/-bî-/-bü-” dibe ”-wû-/-vû-/-vü-”:
| Formên neyînî yên standard | Formên neyînî devokî |
| ez nebûm | ez newûm/nevûm |
| tu nebûyî | tu newûyî/nevûyî |
| ew nebû | ew newû/nevû |
| em nebûn | em newûn/nevûn/nebûyn[39] |
| hûn nebûn | hûn newûn/nevûn |
| ew nebûn | ew newûn/nevûn |
Neyînîkirina formên statîv yên bûnê di dema borî ya sade de bi du awayên ji hev cuda tên kirin. Awayê serdest û standard zêdekirina peyiva neyînîkirinê ”ne” li hevokê ye, adeten yekser piştî biker (subjekt), carinan dûr ji lêkera ”bûn”. Bo nimûne:
- ez mamoste bûm à ez ne mamoste bûm.
- ew biçûk bû à ew ne biçûk bû.
Ev awayê neyînîkirinê bi awayekî giştî wek neyînîkirina standard ya kopulayê ye. Lê wek neyînîkirina kopulayê jî, neyînîkirina bûna statîv di dema borî ya sade de dikare herwiha bi zêdekirina pêşgira ”ne-” li bistika ”-bû-” jî were çêkirin ku dibe wek neyînîkirina bûna dînamîk di dema borî de. Bo nimûne:
- Bûna dînamîk: Ew nebû mamoste. (Berojavî: Ew bû mamoste.)
- Bûna statîv: Ew mamoste nebû. (Berovajî: Ew mamoste bû.)
Wek ut ê dîtin, ji peyvrêziyê diyar dibe ka mebest bûna dînamîk yan jî bûna statîv e.
Lê dema ku bûn bi navdêran re were bikaranîn, ev derfeta jihevcudakirinê nîne:
- Ew mezin nebû. (Dikare hem mamoste ”ew ne mezin bû” û hem jî ”ew mezin nebû” bide.)
Loma giring e ku di zimanê nivîskî de bûna statîv (wek ”ew ne mezin bû”) û bûna dînamîk (mîna ”ew mezin nebû”) ji hev bên cudakirin.
- Raweya dananê
Raweya dananê/şertî ya lêkera bûnê ya statîv di dema borî ya sade de bi kurmanciya standard bistika ”-bû-” + paşgirên kesî yên lêkeran + paşgira bilaniya dema borî ya dûdar ”-a” tê avakirin. Yan eger em bi awayekî sadetir bibêjin, raweya dananê di zimanê standard de ji raweya ragihandinê ya dema borî ya sade + paşgira ”-a” tê çêkirin. Bo nimûne:
| Dema borï ya sade, raweya ragihandinê | Formên neyînî devokî |
| ez bûm | ez bûma |
| tu bûyî | tu bûya |
| ew bû | ew bûya |
| em bûn | em em bûna |
| hûn bûn | hûn bûna |
| ew bûn | ew bûna |
Di kurmanciya rojhilatî de û-ya bistika demên borî ya ”bûn”ê li gel a-ya raweya dananê ya dema borî asîmîle bûye û awayekî bi bistika ”-b-”, navgira ”-a-” û paşgirên kesî tê çêkirin:
- ez b-a-m-a
- tu b-a-y-a
- ew b-a-y-a
- em bana/bayna[40]
- hûn/ew bana
Ji vê jî zêdetir di kurmanicya rojhilatî awayekî sivikkirî tê bikaranîn ku a-ya dawiyê avêtiye:
- ez b-a-m
- tu b-a-y
- ew b-a
- em ban/bayn
- hûn/ew ban
Neyînîkirina raweya dananê ya bûna statîv bi zêdekirina pêşgira peyva ”ne” li hevokê ye. Bo nimûne:
- Erênî: Eger ez mamoste bûma…. / Ku ew mezin bûya…
- Neyînî: Eger ez ne mamoste bûma… Ew ne mezin bûya…
Raweya dananê ya bûna dînamîk ya erênî wek ya statîv e lê li pêşgira ”bi-” jî lê tê zêdekirin. Bo nimûne:
- Statîv: Eger ez mamoste bûma… / Ku ew mezin bûya…
- Dînamîk: Eger ez bibûma mamoste… / Eger ew mezin bibûya…
Di kurmanciya rojhilatî de jî ew li ser bingehê -ba- tê avakirin:
- Statîv: Eger ez mamoste bam(a)… / Ku ew mezin ba…
- Dînamîk: Eger ez bibam(a) mamoste… / Ku ew mezin biba…
Neyînîkirina raweya dananê ya bûna dînamîk bi guhertina pêşgira bilaniyê ”bi-” bi pêşgira neyînîtiyê ”ne-” tê avakirin. Bo nimûne:
- Erênî: Eger ez bibûma mamoste… / Eger ew mezin bibûya…
- Neyînî: Eger ez nebûma mamoste… / Eger ew mezin nebûya…
- BÛN DI DEMA BORÎ YA BERDEWAM DE
Hasil bibûya ji bo wî tacek
elbette dibû mej î rewacek.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 5)
Dema borî ya berdewam di kurmanciya standard de bi pêşgira ”di-” tê çêkirin:
- diçûn
- dihatim
- dixwar
Lêkera bûn bi foksiyona xwe ya dînamîk jî bi heman awayî bi pêşgira ”bi-” + bistika dema borî ”-bû-” + paşgirên kesî yên lêkeran tê çemandin anku tewandin.
Di hin devokên kurmancî de (bi taybetî kurmanciya rojavayî, serhedî û xorasanî), gava ku pêşgira wek ”di-”bikeve pêşiya bistikê, ew ji ”-bû-/-bî-/-bü-” dibe ”-wû-/-vû-”
| Formên standard | Formên devokî |
| ez dibûm | ez dibîm/dibüm/dibwîm/diwûm/divûm |
| tu dibûyî | Tu dibî/büyî/bwîyî/diwûyî/divûyî |
| ew dibû | Ew dibî/dibü/dibwî/diwû/divû |
| em dibûn | Em dibîn/dibün/dibwîn/dibûyn[41]/diwûn/divûn |
| hûn dibûn | Hûn dibîn/dibün/dibwîn/diwûn/divûn |
| ew dibûn | Ew dibîn/dibün/dibwîn/diwûn/divûn |
Wek di dema niha de, pêşgira berdewamiyê di kurmanciya xorasanî de ”de-” ye. Bo nimûne:
- ez de-wûm (ez di-bûm).
Di soranî de jî li deverên bakurtir (bo nimûne Hewlêr û Mihabadê) pêşgira ”de-” li kar e lê li deverên başûrtir yên soranîaxiv dengê /d/ ketiye û tenê ”e-” maye. Bo nimûne:
- Hewlêr, Mihabad: min debûm (ez dibûm)
- Silêmanî: min ebûm (ez dibûm)
- Sine: min ewüm (ez dibûm)
Di kurdiya başûrî de jî li piraniyan deveran ”e-” ye, bo nimûne ”min ebüm/ebîm/ebûm” (ez dibûm).
Di dema borî ya berdewam de bûn herdem tenê dînamîk e û ti caran ne statîv e. Ew bi piranî li gel rengdêran tê bikaranîn. Bo nimûne:
- Ew mezin dibû, ez sax dibûm, hûn baş dibûn…
Lê kêm caran ew bi navdêran re jî tê xebitandin. Bo nimûne:
- Ew dibû misilman. (Ew di proseya misilmanbûnê de bû.)
Neyînîkirina dema borî ya berdewam bi zêdekirina pêşgira ”ne-” tê çêkirin:
| Formên standard | Formên devokî[42] |
| ez nedibûm | ez nedibîm/nedibüm/nedibwîm/nediwûm/nedivûm |
| tu nedibûyî | Tu nedibî/nebüyî/nebwîyî/nediwûyî/nedivûyî |
| ew nedibû | Ew nedibî/nedibü/nedibwî/nediwû/nedivû |
| em nedibûn | Em nedibîn/nedibün/nedibwîn/nedibûyn[43]/nediwûn/nedivûn |
| hûn nedibûn | Hûn nedibîn/nedibün/nedibwîn/nediwûn/nedivûn |
| ew nedibûn | Ew nedibîn/nedibün/nedibwîn/nediwûn/nedivûn |
Wek ku tê dîtin, pêşgira berdewamiyê ”di-” li pey ”ne-” dimîne, ne wek dema niha ku pêşgira ”na-” pêşgira berdeamiyê ”di” dixe. [44] Bo nimûne:
- dema niha: ew mezin dibe à ew mezin nabe.
- dema borî ya berdewam: ez mezin dibû à ew mezin nedibû.
- BÛN DI DEMA BORÎ YA DÛDAR
Di kurmanciya standard de lêkera bûn di dema borî ya dûdar de wek dema borî ya sade ye lê di herwiha paşgira boriya dûdar jî digire ku li gel kesê yekem yê yekhejmar û hemû kesên pirjimar ”-e” ye.
- dema borî ya sade: ez bûm, em/hûn/ew bûn
- dema borî ya dûdar: ez bûme, em/hûn/ew bûne
Dema borî ya dûdar ya kesê duyem yê yekjimar di zimanê standard de her wek dema borî ya sade ye:
- dema borî ya sade: tu bûyî
- dema borî ya dûdar: tu bûyî
Dema borî ya dûdar ya kesê sêyem yê yekjimar di zimanê nivîskî de wek dema borî ya sade ye lê paşgira ”-(i)ye” lê tê zêdekirin:
- dema borî ya sade: ew bû
- dema borî ya dûdar: tu bûye
Bûn di dema borî ya dûdar de bi piranî dînamîk e:
- Ew mezin bûye. (Berê biçûk bû.)
- Ew bûye mamoste. (Berê xwendekar bû.)
Wek ut ê dîtin, cihê ”bûn”ê di peyvrêziyê de diguhere li gor ku ka ew bi rengdêran an jî navdêran re tê bikaranîn.
Nadiren bûn di dema borî ya dûdar de bi wateyeke statîv jî tê dîtin. Bo nimûne:
- Ew du rojan li seferê bûye.
- Ew pênc salan mamoste bûye.
Bi ihtimaleke mezin ev bikaranîn ji tesîra hin zimanên din, bi taybetî ji tesîra tirkî ye. Awayekî berbelavtir yê vegotina vê hevokê dikare bi dema niha were derbirîn eger rewş hê berdewam be yan jî bi dema borî ya sade eger rewş êdî ne wisa be:
- Ev du roj in ku ew li seferê ye. Ev pênc sal in ku ew mamoste ye.
- Du roj bûn ku li seferê bû. Pênc salan mamoste bû.
Neyînîkirina bûnê di dema borî ya dûdar de bi alîkariya pêşgira “ne-“ ye:
- ez nebûme
- tu nebûyî
- ew nebûye
- em/hûn/ew nebûne
Bo nimûne:
- Ew mezin nebûye.
- Vê zivistanê tu qet nexweş nebûyî?
Formên devokî
Di devokan de bistika dema borî ya lêkerê dikare ”-bî-/-bü-/-bwî-” be û wisa were bikaranîn. Bo nimûne:
- ez bîm, ez büm, ez bwîm…
Herwiha hin formên cuda yên ji ber paşgirên cuda yên kesî hene. Di kurmanciya rojhilatî de paşgira kesê yekem yê pirjimar ”-în-/-yn” e loma:
- em bûyne (< bû-yn-e = em bûne)
Li gelek deverên kurmanciya navendî li şûna ”tu bûyî” forma ”tu bûye” hem di dema borî ya dûdar û hem jî di dema borî ya sade de tê bikaranîn.
Li gelek deveran li şûna ”bûye” di zimanê devkî de awayê ”bûwe, buwe, biwe” tê gotin.
Devokên ku bistika lêkera bûn wek ”-w-” yan ”-v-” bi kar tînin, formên neyînîkirinê yên wisa dixebitînin:
- ew newûme/nevûme
- tu newûyî/nevûyî
- ew newûye/nevûye
- em/hûn/ew newûne/nevûne
Devokên ku bistika ”-w-” dixebitînin, bi taybetî forma kesên pirjimar kurt dikin û wê ji sêkîteyîtiyê dikin dukîteyî:
- em/hûn/ew newne…
- BÛN DI DEMA BORÎ YA DÛR
Ewreng zeîf û jar-i bûbû
goya ku bi cismî tar-i mû bû.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 45)
Di kurmanciya standard de lêkera bûn di dema borî ya dûr de ji bistika lêkerê ya demên borî ”-bû-”, paşgira dema borî ya dûdar ”-bû-” û paşgirên kesî tê avakirin. Anku hem bistika lêkerê û hem jî bistika dema borî ya dûr wek hev in û tên dubarekirin:
- ez bûbûm (bû-bû-m)
- tu bûbûyî (bû-bû-yî)
- ew bûbû (bû-bû)
- em/hûn/ew bûbûn (bû-bû-n)
Dema borî ya dûr bûnê tenê bi wateya xwe ya dînamîk tê bikaranîn û wek statîv peyda nabe. Bo nimûne:
- Em mezin bûbû. (Ji rewşa biçûktiyê ketibû veguherîbû rewşa mezinahiyê.)
- Em bûbû mamoste. (Ew êdî ji xwendekariyê xilas bûbû û ketibû rewşa mamostetiyê.)
Anku formên wek “*ew mamoste bûbû” nerêzimanî ne anku şaş in.
Di axiftinê û hin nivîsan de jî li şûna formên ”bûbû-” mirov gelek caran awayê ”bibû-” dibîne. Ev ji tesîra sivikkirinê yan jî dîsîmîlasyona dengî be ku dike du kîteyên pey hev yên wek hev ji hev cuda bibin û yek ji wan biguhere. Lê di zimanê nivîskî de baştir e ku formên bi ”bûbû-” werin tercîhkirin.[45]
Ji bilî van forman, herwiha hinek awayên devokî yên li ser bingehê bistika ”-bî-/-bü-/-bwî-” peyda dibin:
- ez bîbîm, tu bîbî, ew bîbî, em/hûn/ew bîbîn
- ez bübüm, tu bübüyî, ew bübü, em/hûn/ew bübün
- ez bwîbwîm, tu bwîbwî, ew bwîbwî, em/hûn/ew bwîbwîn
Di kurmanciya rojhilatî de li gel kesê yekem yê pirjimar forma li ser bingehê bistika ”-bû-” bi awayê ”em bûbûyn” e ji ber ku paşgira kesê yekem yê pirjimar di wê komdevokê de ”-în/-yn” e.
Di devokên rojavayî, serherdî û xorasanî de B-ya navîn ya ”bûbû-” dibe û W/V û wek din jî peyv tê sivikkirin û wek ”biwû/bivû” tê gotin.
Neyînîkirina dema borî ya dûr ya lêkera bûn bi zêdekirina pêşgira ”ne-” li forma wê ya erênî ye.
- Erênî: Ew bûbû mamoste. Hûn mezin bûbûn.
- Neyînî: Ew nebûbû mamoste. Hûn mezin nebûbûn.
Hemû formên devokî jî neyînîkirinê bi heman awayî pêk tînin lê li ser bingehê forma xwe ya erênî. Bo nimûne:
- Ew nebîbî mamoste. Ew nebübü mamoste. Em em nebûbûyn mamoste…
Hêjayî gotinê ye ku devokên ku B-ya duyem dikin W/V, neyînîkirinê jî her li ser wî bingehî pêk tînin û B-ya yekem li pey pêşgira ”ne-” nakin W/V. Bo nimûne:
- Ew nebiwû/nebivû mamoste. (Ne ”*ew newiwû/nevivû mamoste” – bidin ber dema borî ya sade ya wan devokan ”ew newû/nevû mamoste”.)
- RAWEYA FERMANÎ
Lêkera bûn di raweya fermanî (emirkirinê, împeratîv, bi inglîzî imperative) de hem bi awayê statîv û hem jî bi şêweyê dînamîk tê bikaranîn.
Raweya fermanî bêdem e anku formên wê yên cuda bo demên cuda tine ne. Ew bi maneya xwe têkildarî demên neborî ye çunkî ferman bo niha yan bo demên bên tê dan. Ew herwiha li ser bistik û rehên demên neborî tê çêkirin. Bo nimûne:
- Bi-bêj-in!
- Bi-xw-e!
Formên fermanî yên bûna dînamîk de ew li ser bistika ”-b-” ya bistika lêkera bûna dînamîk û formên bûna statîv li ser bingehê kopulayê tên çêkirin.
Pêşgira raweya fermanî jî wek ya raweya dananê ”b(i)-” ye. Bo nimûne:
- Bi-b-e mamoste!
- Wêrek b-in!
Wek lêkerên din jî, raweya fermanî li gel sê kesên rêzimanî tê bikaranîn:
- kesê duyem yê yekjemar (tu)
- kesê duyem yê pirjimar (hûn)
- kesê sêyem yê yekjimar (em)
Hûn cumle li erdekê cema bin,
herçar-i bi meqseda xwe şa bin!
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 20)
Raweya fermanî ya bûna statîv
Raweya fermanî ya bûna statîv ji pêşgira fermaniyê ”b(i)-” û kopulayê pêk tên.[46]
Bo nimûne:
| Raweya ragihandinê | Raweya fermanî |
| (Tu) zîrek î. | (Tu) zîrek be! (b-e) |
| (Hûn) zîrek in. | (Hûn) zîrek bin! (b-in) |
| Em zîrek in. | (ka em) zîrek bin! [47] |
Wek ku tê dîtin, di kurmanciya standard de paşgirên kesî yên lêkeran yên raweya fermanî wiha ne:
- kesê duyem yê yekjemar: tu …e
- kesê yekem yê pirjimar: em …in
- kesê sêyem yê pirjimar: ew …in
Hêjayî balkişandinê ye ku paşgira kesî ya raweya fermanî ya kesê duyem yê yekhejmar (tu) “-e” ye ku ji kopula -û paşgira standard ya kesê duyem yê yekhejmar raweya ragihandinê ya kesê duyem ”î, -î” cuda ye:
Di kurmanciya rojhilatî û soranî de paşgira kesê yekem yê pirjimar ”-în” e loma di kurmanciya rojhilatî de mirov dibêje:
- (Ka em) zîrek bîn!
Neyînîkirina raweya fermanî anku raweya qedexekirinê (prohîbîtîv, bi inglîzî prohibitive) ya bûna statîv bi zêdekirina peyvika neyînîkirinê ya ”ne” tê çêkirin:
- (Tu) ne tembel be!
- Em ne tirsonek bin!
- (Hûn) ne hêdî bin!
Raweya fermanî ya bûna dînamîk
Raweya fermanî ya bûna dînamîk ji pêşgira ”bi-” + bistika lêkerê ”-b-” û paşgirên kesî yên lêkeran yên raweya fermanî pêk tên. Di nimûneyên li jêr
- (Tu) zîrek bibe! (bi-b-e)
- Em wêrek bibin! (bi-b-in)
- (Hûn) lezgîn bibin! (bi-b-in)
Di kurmanciya rojhilatî û soranî de paşgira kesê yekem yê pirjimar ”-în” e loma di kurmanciya rojhilatî de mirov dibêje:
- Em wêrek bibîn! (bi-b-în)
Li aliyekî din, di hinek devokên kurmanciya navendî û rojavayî de paşgira kesê sêyem yê yekjimare li şûna “-e” ya standard bi awayê kurtkirî wek “-i” tê bikaranîn yan bi temamî tê xistin:
- Zîrek bibi! Zîrek bib! (standard: Zîrek bibe!)
- Bibi mamoste! Bib mamoste! (standard: Bibe mamoste!)
Neyînîkirina raweya fermanî ya bûna dînamîk bi zêdekirina pêşgira neyînîkirinê ”ne-” yan “me-“ tê çêkirin. Bo nimûne:
- (Tu) tembel nebe/mebe!
- Em tirsonek nebin/mebin!
- (Hûn) hêdî nebin/mebin!
Pêşgira “ne-“ di kurmanciya rojhilatî de û roj bi roj zêdetir di kurmanciya nivîskî de serdest dibe. Pêşgira “me-“ di kurmanciya rojavayî de, di piraniya devokên kurmanciya navendî de û herwiha di soranî, hewramî û zazakî de tê bikaranîn. Li aliyekî din, di kurdiya başûrî û herwiha di farisî jî pêşgira “ne-“ tê xebitandin, ne pêşgira “me-“.[48]
- PARTÎSÎPÊN BÛNÊ
Ev ruh û cesed bi cebr û ikrah
tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 1)
Mebest ji partîsîpan (pareng, çêbiwar, lêkerên rengdêrî, lêkerên sîfetî, ji fransî participe, bi inglîzî participle) ew formên lêkeran in ku dişibin rengdêran û wek ravekerên navdêran tên bikaranîn.[49] Bo nimûne:
- kesa/ê hatî (kesa/ê ku hat/hatiye)
- kesa/ê kuştî (kesa/ku hat/hatiye kuştin)
Du partîsîpên demên cuda hene:
- partîsîpa demên borî
- partîsîpên dema neborî
Partîsîpa dema borî ya bûnê
Partîsîpa dema borî ya bûnê ji bistika demên borî ”bû-” û paşgira partîsîpa demên borî ”-(y)î” tê çêkirin:
- bû + -yî à bûyî
”Bûyî” wek partîsîp maneya ”ya/yên ku bû/bûye/bûbû” yan ”yên ku bûn/bûne/bûbûn” dide. Bo nimûne:
- Keça bûyî bûk mala xwe bar kir cem mêrê xwe. (Keça ku bû bûk…)
- Zilamê bûyî bav bi zarokên xwe bextiyar bû. (Zilamê ku bû bav…)
- Di qezaya bûyî de du kes mirin (Di qezaya ak u de du kes mirin.)
- Herdu zarokên bûyî keçik in. (Herdu zarokên ku bûne/welidîne
Di hin devokan de, bi taybetî di kurmanciya rojavayî û navendî de, carinan li cihê ”bûyî”, mirov forma ”bûnî” dibihîze.[50]
Forma neyînî ya partîsîpa demên borî bi zêdekirina pêşgira neyînîkirinê ”ne-” li pêş partîsîpa demên borî tê avakirin.
- ne- + bûyî à nebûyî
Bo nimûne:
- Keça nebûyî bûk li mala bavê xwe ma. (Keça ku nebû bûk…)
- Zilamê nebûyî bav bi hesreta hebûna zarokan dijiya. (Zilamê ku nebû bav…)
Devokên ku forma ”bûnî” bi kar tînin, forma wê ya neyînî wek “nebûnî” dixebitînin.
Devokên ku lêkera bûn wek bîn/bün/bwîn bi kar tînin, partîsîpa wê ya demên borî jî li gor wê wek biyî/büyî/bwiyî dixebitînin û wê wek nebiyî/nebüyî/nebwiyî jî dikin neyînî.
”Bûyî” û “nebûyî” wek formên partîsîpî bi piraniya yan hemû wateyên cuda yên lêkera bûn ya dînamîk tê bikaranîn, wek:
- welidîn, ji dayik bûn: ”Zarokê bûyî tendurist e.” anku zarokê ku ji dayik bû.)
- qewimîn, rûdan: ”Di qezaya bûyî de sê kes mirin.”
- gihiştin derece yan pileyekê: “Efserê bûyî general zû hat kuştin.”
Bi nivîskî partîsîpa lêkera bûn hevşêweyî forma dema borî ya sade û dûdar ya lêkera “bûn” bo kesê duyem yê yekhejmar e. Bo nimûne:
- Tu bûyî mamoste. Tu nebûyî mamoste. (dema borî ya sade yan dûdar)
- Keça bûyî bûk. Kurê nebûyî zava. (partîsîpa demên borî)
Partîsîpa demên borî ya lêkera bûnê bi berfirehî bi taybetî di peyvên pêkhatî/hevdanî de tê bikaranîn:
- mezinbûyî (ya/yê ku mezin bû/bûye/bûbû; yên ku mezin bûn/bûne/bûbûn)
- çêbûyî (ya/yê ku çêbû/çêbûye/çêbûbû; yên ku çêbûn/çêbûne/çêbûbûn)
Bo nimûne:
- Keça mezinbûyî bû bûk. (Keça ku mezin bû, bû bûk)
- Kurikê mezinbûyî bû zava. (Kurikê ku mezin bû, bû zava.)
Partîsîpa demên borî ya bûnê di soranî soranî: “bû”[51] û di zazakî de “biye/bîye” ye.
Partîsîpên demên neborî yên bûnê[52]
Mebest ji partîsîpa demên neborî kesek yan tiştek e ku tiştekî dike yan dê bike yan jî dibe yan dê bibe tiştek. Bo nimûne:
- mirovê gerok (kesa/ê ku digere)
- jehra kujende/kujinde (jehra ku dikare ak uan yan heywanan bikuje)
- xortekî stranbêj (xortê ku stranan dibêje)
- çekdarên têkoşer (çekdarên ku tê dikoşin)
- Kurikê distre û keçika direqise li ser dikê bûn.
Partîsîpa demên neborî ya lêkera bûnê di kurdî de ti formeke serbixwe ya wisa nîne ku mirov wê yekser bêyî hevok û kontekstê ji peyvên din cuda bibîne. Ew dikare ji forma ragihandinî (îndîkatîv) yan ji forma dananî (subjunktîv) ya demên neborî ya lêkera bûnê be lê di hevokê de wek were bikaranîn. Bo nimûne:
- Xwendekarên (ku) dibin mamoste li dibistanan kar dikin.
- Xwendekara/ê (ku) bibe yekem tê xelatkirin.
- PEYVSAZIYA BI BÛNÊ
Peyva “bûn” di peyvsaziya kurdî de xwedî roleke pir giring e. Ew hem wek lêkereke dînamîk û hem jî statîv peyvên nû ji peyvên heyî çêdike. Ew rewşên heyî derdibire (wek wateya “to be” ya inglîzî) û hemî jî proseyên guherînê îfade dike (wek wateya “to become” ya inglîzî).
Peyvsazî ji rengdêran
Ew teqrîben bi awayekî bêsinor lêkerên negerguhêz (întiransîtîv) ji rengdêran çêdike. Bo zelalkirina ku bi rastî ev lêkerên pêkhatî ne, em ê li vê derê wateyên wan yên inglîzî jî bidin:
- mezin bûn (to grow up)
- kêm bûn (to reduce)
- nexweş bûn (to be/become/fall sick)
Ev lêkerên pêkhatî jî li gor dem, kes û raweyên lêkeran diçemin. Bo nimûne:
- ew mezin dibe/nabe
- ew mezin bû/nebû
- ew mezin bûye/nebûye
- ew mezin bûbû/nebûbû
- em mezin bibe/nebe
- ew mezin bibûya/nebûya
- …
Ji van lêkerên pêkhatî jî herwiha navdêrên pêkhatî tên çêkirin:
- mezinbûn (growing up)
- kêmbûn (reduction)
- nexweşbûn (being/becoming/falling sick)
Bo nimûne:
- Mezinbûna zarokan
- Kêmbûna kar
- Nexweşketina ji ber sermayê
Ew bi “-ne-“ dikarin werin neyînîkirin.
- mezinnebûn
- kêmnebûn
- nexweşnebûn
Herwiha partîsîpên demên borî jî bi forma partîsîpa borî ya “bûn”ê anku bi “bûyî” tên çêkirin. Bo nimûne:
- mezinbûyî (grown-up)
- kêmbûyî (reduced)
- nexweşbûyî (fallen sick)
Ew dikarin herwiha bi peyvika “-ne-“ bên bên neyînîkirin:
- mezinnebûyî
- kêmnebûyî
- nexweşnebûyî
Peysazî bi pêşlêkeran
Peyva bûn li gel piraniya pêşlêkerên kurdî beşdarî peyvsaziyê dibe. Bo nimûne:[53]
- rabûn
- vebûn
- berbûn
- derbûn
- hilbûn
- werbûn
Ji pêşlêkerên bingehîn ew tenê tevî pêşlêkera “da-“ nabe.[54] “Bûn” herwiha li gel “çê-“ tevî peyvsaziyê dibe ku bi eslê xwe rengdêr e lê ak u bûye nîv-pêşlêker û di piraniya devokan de hema-hema êdî xwerû bi kar nayê.
Peyvên bi pêşlêkerekê û “bûn”ê çêbûyî hem lêker in û hem jî navdêr in (yan lêkerên navdêrkirî ne). Bo nimûne:
- vebûn: “derî vebû” (lêker), “vebûna derî” (navdêr)
Ji hemû peyvên wiha partîsîpa demên borî ya jî tê çêkirin:
- rabûn à rabûyî
- vebûn à vebûyî
- berbûn à berbûyî
- derbûn à derbûyî
- hilbûn à hilbûyî
- werbûn à werbûyî
Peyvsazî ji navdêr û komikên navdêrî û bûnê
Bûn herwiha li gel hin navdêr û komikên navdêr beşdarî peyvsaziyê dibe. Bo nimûne:
- kurdbûn (ku kesek kurd e, nasnameya kurdî ya kesekî, kurdîtî, kurdayetî, kurdînî)
- misilmanbûyî (kesa/ê ku bûye misilman)
- ji dayik bûn (lêker), jidayikbûn (navdêr), jidayikbûyî (partîsîp)
- dest pê bûn (lêker), destpêbûn (navdêr), destpêbûyî (partîsîp) [55]
- BIKARANÎN Û XISTINA CÎNAVAN JI HEVOKÊN BÛNÊ
Go: ”Gerçi ku zahirî hekîm im,
zêde bi du ’illetan ’elîm im.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 19)
Li gel formên cuda yên lêkera bûn di piraniya haletan de bikaranîna cînavan ne mecbûrî lê îxtiyarî ye. Anku mirov dikare cînavan bibêje/binivîse yan jî nebêje/nenivîse anku ji hevokê bixe û dîsa jî guhdar/xwendevan dizane ka mebest kîjan kes e. Bo nimûne:
- Kurd im. (Tevî ku ”ez” di hevokê de nehatiye nivîsîn jî, diyar e ku yê kurd ”ez” im, ne ”tu” yî yan ”ew” e yan ”em/hûn/ew” e.)
- Ne tirk î. (Diyar e ku mebest jê ”tu ne tirk î” ye)
- Mamoste bû. (Diyar e ku mebest jê ”ew” e)
Di kurmanciya standard de bi awayekî giştî ji şiklê lêkerên demên neborî diyar e ka ew têkildarî kesê yekem yê yekhejmar (ez), kesê duyem yê yekhejmar (tu) yan kesê sêyem yê yekhejmar e. Loma bikaranîna cînavan di van haletan de ne zerûrî ye. Bo nimûne:
- (Ez) kurd im. (Ez) mamoste bûm.
- (Tu) kurd î. (Tu) mamoste bûyî.
- (Ew) kurd e. (Ew) mamoste bû.
Ji şiklê lêkerên demên neborî herwiha diyar dibe eger ew pirhejmar be lê di kurmanciya standard de yekser diyar nabe ka ew têkildarî kesê yekem yê pirhejmar (em), kesê duyem yê pirhejmar (hûn) yan kesê sêyem yê pirhejmar e. Bo nimûne:
- Em kurd in. Em mamoste bûn.
- Hûn kurd in. Tu mamoste bûn.
- Ew kurd in. Ew mamoste bûn.
Di kurmanciya rojhilatî û soranî de kopula û paşgira kesê yekem yê pirhejmar (em) ji yên herdu kesên din yên pirhejmar cuda ye loma cînavê kesê yekem yê pirhejmar jî dikare wek cînavên kesên yekhejmar were xistin:
- (Em) kurd în. (Em) mamoste bûyn.[56]
Lê di kurmanciya rojhilatî yan soranî de jî cînavên kesê duyem yê pirhejmar (hûn) û kesê sêyem yê pirhejmar (ew, pirhejmar) nikarin yekser werin xistin çunkî kopula û paşgirên wan yên kesî wek hev in.
Lê li gor kontekstê mimkin e ku di zimanê nivîskî û di hemû devokên kurmancî û soranî de werin xistin. Kerem bikin li van nimûneyan binêrin:
- Hûn kurd in? (Hûn) li malê bi kurdî dipeyivin? (Ji kontekstê diyar e ku di hevoka duyem de mebest dîsa ”hûn” e loma bikaranîna wê ne zerûrî ye.)
- Azad, Jiyan û Sînem li eynî dibistanê kar dikin. (Ew) mamoste ne. (Ji kontekstê diyar e ku mebest dîsa Azad, Jiyan û Sînem in anku ”ew” in loma gotina yan nivîsîna ”ew” ne zerûrî ye.)
Beşa 2
Lêkera hebûn
- MIJARA BEŞA DUYEM YA KITÊBÊ: HEBÛN
Tacdîn du bira hebûn di qellaş
manendê du şahbazê cemmaş.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 10)
Mijar û babeta beşa duyem ya vê kitêbê peyva hebûn e.
Wek ku me di beşa yekem ya kitêbê de li peydabûn, wate û bikaranîna peyva bûn pêşkêşî xwendevanên xwe yên hêja kir, em ê di vê beşê îcar bi heman awayî bi berfirehî cih bidin peyva hebûn, peydabûn, wate û bikaranîna wê.
Hebûn ji aliyekî ve yek ji peyvên herî zêde bikarînayî yên kurdî ne lê li aliyê din jî yek ji razbertirîn û surîtirîn peyvên zimanê me maye. Li rexekî hema-hema her pirtûka rêzimana kurdî cih dide peyva hebûnê jî lê li rexê din hê jî gelek nezelalî û lihevnekirin li ser taybetmendiyên wê, sinifandina wê û heta çêbûna wê jî hene.
Ji hêlekê ve ew pir dişibe hevwateyên xwe yên zimanên germenî – bo nimûne almanî haben, inglîziya kevn habban, inglîziya navîn haven, inglîzî have[57], swêdiya kevn hava û swêdiya niha ha. Ev peyvên zimanên germenî hemû maneya ”hebûn”ê ya bi wateya ”xwedîbûn”ê didin. Bo nimûne:
- inglîzî: I have a book. (Kitêbeke min heye. Min kitêbek heye.[58])
Lê ev peyvên germenî maneya ”hebûn”a kurdî ya bi wateya “peydabûnê, mewcûdbûnê, zindîbûnê” nadin. Bo nimûne, gava ku mirov bi inglîzî bixwaze bibêje “ez heme”, mirov nikare peyva “have” bi kar bîne.
Lê li hêleke din, di farisî de peyva ”hesten” heye ku hevwateya “hebûn”a kurdî ye lê tenê bi maneya wê ya “peydabûnê, mewcûdbûnê, zindîbûnê” dide lê maneya “xwedîdtiyê” nade. Loma mirov dikare “ez heme” ya kurdî bi farisî bi alîkariya vê lêkerê bibêje “men hestem”. Lê mirov nikare bo hemû “kitêbeke min heye/min kitêbek heye” lêkera farisî ya “hesten” bi kar bîne.
Gelo “haben” ya almanî, “have” ya inglîzî yan “hesten” ya farisî ji aliyê etîmolojiyê ve hevrehên “hebûn”a kurdî ne anku ji heman bingehî peyda bûne yan jî wekhevî yan hevwatetiya wan tenê tesadifî ye?
Gelo madem ku “hebûn” forma rader/ferhengî/înfînîtîv e, çima li dawiya wê “-bûn” heye di kurdî de adeten dema borî ya dûr çêdike, wek “çû-bûn, hat-i-bûn”? Gelo çima hevreha “bûn”a farisî di peyva farisî de nîne anku ew çima “hesten” e û ne bo nimûne “he-bûden” e?[59]
Yan jî gelo “hebûn” peyveke pêkhatî/hevdanî ye ku ji peyvên “he” û “bûn” pêk hatiye, wek ku bo nimûne “mezin bûn, nû bûn”? Eger wisa be, gelo ew “he” çi ye? Eger wisa be, gelo çima peyvên din bi heman awayî jê nehatine çêkirin, wek “*he-kirin” bi heman awayî ku ji “mezin” lêkera pêkhatî “mezin kirin” û ji “nû” jî wê yên din yên wek “nû kirin” hatiye çêkirin?
Yan gelo ew jî pêşlêkerek e wek “ber-, hil-, ra-, ve-“? Eger pêşlêker be, hingê çima bi alîkariya hin lêkerên din peyvên din jê nehatine çêkirin wek “*he-dan, *he-kirin” wek çawa ku ji “ber-, hil-, ra-, ve-“ peyvên wek “ber-dan, hil-dan, ra-dan, ve-dan” û “hil-kirin, ra-kirin, ve-kirin”
Gelo çima neyînîkirina “hebûn”ê ne wek ya peyvên din bi pêşgirên “na-, ne-, me-“ ye[60] lê bi formên wek “nîne” û “tine ye” tê îfadekirin?
Ev pirs û gelek pirsên din jî yên derbarê hebûnê bi awayekî têrûtesel nehatine vekolîn û bersivdan. Armanca vê beşa kitêbê ew e ku bersiva piraniya van pirsan bide.
- VARYANT Û HEVREHÊN HEBÛNÊ
Hebûn di kurmancî û soranî de forma serdest û standard e. Di kurmanciya nivîskî de carinan awayên heyîn jî tê bikaranîn.[61]
Di devokên kurmancî de ev form jî peyda dibin:
- hevûn[62] / hewûn[63] (li hin deverên kurmanciya rojavayî û kurmanciya serhedî, herwiha li Xorasanê)
- hebîn[64] (li hin derên Behdînan, bi taybetî li Zaxoyê)
- hebün/hebwîn (li hin derên Behdînan, bi taybetî li Barzan)
Di kurdiya başûrî de awayê serdest hebün e anku bi ü ye, ne bi û.
- WATEYÊN HEBÛNÊ
Du wateyên peyva hebûnê hene ku mirov dikare li vê derê bi inglîzî bide:
- “to exist; to be (there)” anku “mewcûd bûn, peyda bûn, berdest bûn, amade bûn, hazir bûn, li cihekî bûn, zindî bûn, sax bûn, jîn, hatî bûn…”
- “to have, to own” anku “xwedî bûn, xudan bûn, sahib bûn, malik bûn…”
Wateya bingehîn û resen ya peyva hebûnê “to exist; to be there” anku “mewcûd bûn, peyda bûn, berdest bûn, li cihekî bûn, zindî bûn, sax bûn…” Bi vê maneyê “hebûn” li gor kes û hejmarên rêzimanî d_ceme anku diçive:
- ez heme/hebûm
- tu heyî/hebûyî
- ew heye/hebû
- em hene/hebûn
- hûn hene/hebûn
- ew hene/hebûn
- Ehmed heye/hebû.
- Fatma heye/hebû.
- Ehmed û Fatma hene/hebûn.
Bo nimûne:
- Em hene. (anku “em dijîn, ez sax in…”)
- Li malê mêvan hebûn. (Hinek mêvan hatibûn malê.)
- Çend zaravayên kurdî hene? (Hejmara wan çend e?)
Wateya “to have, to own” ya peyva hebûnê sekunder e anku wateya pileya duyem e. Di rastiyê de xwedîtiya wê tenê bi wateya wê ve girêdayî ye û ji aliyê rêzimanî ve ew jî heman ”hebûn”a bi maneya ”peyda bûn, mewcûd bûn”ê ye. Ev rastî ji wê yekê diyar e ku ”hebûn” ne li gor kesa/ê ”xwedî” lê li gor tiştê ”xwedîdar/xwedîkirî” tê çemandin anku çivandin. Herwiha ne kesa/ê ku ”xwedî” ye lê tiştê ”xwedîdar/xwedîkirî” di hevokê de di haletê neçemandî anku neçivandî de ye. Bo nimûne:
| Kurmanciya navendî û rojavayî | Kurmanciya rojhilatî | Inglîziya wan |
| Sêveke min heye. | Min sêvek heye. | I have an apple. |
| Du sêvên min hene. | Min du sêv hene. | I have to apples. |
| Sêveke wê heye. | Wê sêvek heye. | She has an apple. |
| Du sêvên wê hene. | Wê du sêv hene. | She has two apples. |
| Sêveke me heye. | Me sêvek heye. | We have an apple. |
| Du sêvên me hene. | Me du sêv hene. | We have to apples. |
| Ezê/ezî te heme. | Te ez heme. | You have me. |
| Tuyê/tuyî min heyî. | Min tu heyî. | I have you. |
Wek ku jorîn diyar dibe, ”hebûn” di kurdî de li gor tiştê ku heye ditewe, ne li gor kesa/ê ku ”xwediya/xwediyê” wî tiştî ye. Bo nimûne:
- bi kurmanciya navendî yan rojavayî: ”Sêveke min heye” lê ”du sêvên min hene.”
- kurmanciya rojhilatî: ”Min sêvek heye” ”Min du sêv hene.”
Herwiha ne tiştê heyî (sêv) lê ”xwedî” anku ”ez” di haletê çemandî de ye: ”Min sêvek heye”, ne ”*ez sêvek heme.”
Berovajî wê, gava ku em li hevwateyên wan yên inglîzî dinêrin, em dibînin ku ”xwedî” anku ”I” (ez) nehatiye çemandin û ”have” (hebûn) jî di herdu hevokan de wek hev e:
- I have an apple. (Sêveke min heye. Min sêvek heye.)
- I have to apples. (Du sêvên min hene. Min du sêv hene.)
Di kurdî de “hebûn” di bingeh de ne xwedîtiyê lê hebûna tiştê “xwedîdar” îfade dike. Formên wek “Sêveke min heye” yan “min sêvek heye” di pileya pêşîn de peydabûna sêvekê îfade dikin, ne “xwedîtiya min”. Di hevokên wiha de biker/kirde/subjekt/fail ne ne “min“ lê “sêv“ e. Di rastiyê de hevokên wek “min sêvek heye” kurtkirina tiştekî wek wiha ye:
- Bi min (re) sêvek heye.
- Li ba/cem/nik/aliyê min sêvek heye.
- Bo min sêvek.
- Sêveke ku ya min e heye.
Di hemû van hevokan de ya biker sêv e, “min” tenê temamker e.
- PEYVA HEBÛN ÇI YE Û ÇAWA PEYDA BÛYE?
Gelo hebûn lêkereke xwerû, dariştî yan pêkhatî ye?
Pirsa gelo hebûn çi celeb peyv e û çawa peyda bûye, sergêjiyek di nav kesên ku li ser zimanê kurdî dinivîsin de peyda kiriye.
Awayên çemîn û çivîna anku tewîna wê ne wek lêkerên din in. Bo nimûne, ew ti pêşgirên wek “bi-, di-, na-, ne-, me“ ne digire berî tevahiya peyvê û ne jî piştî “he-“ û berî “bûn”ê.
Bo nimûne, ev hemû awayên çemandina lêkera “bûn”ê hene û li gor rêzimanê rast in:
- dibim, bibe, bibim, dibûm, nebin, nebûm, mebin!
Lê ti ji van peyvên ji ”hebûn”ê nînin û li gor rêzimanê ne rast in:[65]
- *dihebim, *bihebe, *bihebe, *dihebûm, *nehebûm, *nehebin!
Ji van formên şaş yên li jor diyar dibe ku “hebûn” wek peyveke xwerû pêşgirên lêkeran wernagire.
Herwiha eger mirov cihê pêşgirên lêkeran biguherîne jî, ti çare nîne loma ti ji awa û forman nînin û li gor rêzimanê ne rast in:
- *hedibim, *hedibe, *hebibe, *hedibûm, *henebûm, *henebin!
Ev formên şaş jî diyar dikin “hebûn” ne peyveke bi pêşlêkerekê dariştî/çêkirî ye ku pêşgirên lêkeran bikerin navbera pêşlêkerê û lêkera xwerû.
“He-“ya peyva “hebûn”ê herwiha ne rengdêrek e jî ku ketibe kêleka “bûn”ê çunkî lêkerên ji rengdêran pêkhatî dikarin pêşgirên lêkeran wergirin. Bo nimûne:
- mezin bûn à mezin dibin, mezin bibin, mezin nabin, mezin nebin, mezin mebin…
- çêbûn à çêdibin, çê(bi)bin, çênabin, çênebin, çêmebin…
Loma mijarê bi temamî serê hin kesan gêj kiriye.
Ma hebûn ne lêker e?
Du kesên ku li ser çi û çawaniya peyva hebûnê nivîsiye Zana Farqînî û Bahoz Baranin. Herdu jî idia dikin ku “hebûn” ne lêker (fiil) e lê navdêr (substantîv, ism) e.
Zana Farqînî navê nivîsara xwe ya li ser mijarê kiriye Der barê lêkera hebûnê de[66] lê dîsa jî idia dike ku “hebûn” ne lêker e lê navdêr e! Ew çemandina hebûnê dişibîne tiştên wek “baş bûn” û “mamoste bûn”ê û “ez he-me, tu he-yî, ew he-ye, em/hûn/ew he-ne” dişibîne “ez mamoste me, tu mamoste yî, ew mamoste ye, em/hûn/ew mamoste ne.”
Li aliyekî ew nave “lêkera hebûnê” li sernavê nivîsa xwe dike, li aliyê din lêkerbûna “hebûn”ê red dike, û wê dişibîne rengdêran (“baş”) û navdêran (“mamoste”) û bêyî ku ti şiroveyeke zelal bide, dibêje ku “hebûn” navdêr e?
Bêguman “hebûn” di gotinên wek “hebûna me” de navdêr e. Lê bi heman awayî hemû lêkerên kurdî bi forma xwe ya rader/înfînîtîv/mesder navdêr in. Bo nimûne, di nimûneyên jêrîn de “hatin, çûn, hatin, nexwarin” navdêr in.
- hatina newrozê
- vexwarina avê
- piştî çûnê
Lê di heman demê de ew bi eslê xwe lêker in û ti zimannasekî hişyar lêkerîtiya wan red nake.
Lê Zana Farqînî û Bahoz Baran yekser û lêkerîtiya “hebûn”ê red dikin û dibêjin ku ew (tenê) navdêr e. Tevî ku Farqînî “hebûn”ê dişibîne rengdêran (“baş”) û navdêran (“mamoste”) jî, ew bêşirove idia dike ku “hebûn” navdêr e çimkî “tu heme, tu heyî, ew heye…” bi şikl û dirhê xwe dişibe “ez mamoste me, tu mamoste yî, ew mamoste ye…”
Lê eger hel û çare bi şikl û dirûvan be, mirov dikare wê bişibîne hin celeb û sinifên din jî yên peyvan. Bo nimûne:
- rengdêr: ez birçî/birsî[67] me, tu birçî/birsî yî, ew birçî/birsî ye, em/hûn/ew birsî ne.
Madem ku wiha ye, çima hingê “hebûn” navdêr be û ne, bo nimûne, rengdêr be?
Farqînî rasterast dibêje ku “hebûn” navdêr e lê mimkin e ku mebesta wî ne tevahiya “hebûn”ê lê tenê “he” be. Lê mebesta wî kîjan ji herduyan jî be, dîsa jî ne rast e.
Berî her tiştî divê were gotin ku navdêr bi navên kesan, heywanan, cihan, tiştan yan jî navên diyarde yan karûkiryaran. Lê “he” bi ti awayî ne navê ti tiştekî wisa ye. Ji aliyê rêzimanî ve, her navdêrek herwiha dikare wek peyveke serbixwe bêyî ti peyveke din were bikaranîn û fehmkirin. “He” ya di “hebûn”ê dîsa bi ti awayî ne peyveke wisa ye.
Wek ku me li jor behs kiriye, “hebûn” bi wateya xwe ya resen “mewcûd bûn, peyda bûn, berdest bûn, zindî bûn, sax bûn…” e. Peyvên “mewcûd, peyda, bedrest, zindî, sax…” hemû rengdêr in. Madem ku ji aliyê şikl û dirûvî ve “hebûn” hem bişibe navdêran (wek “he-me” û “mamoste me”) û hem jî rengdêran (“he-me” û “birçî/birsî me”), ma dê ne beraqiltir bûya ku mirov bibêje ku “he-“ rengdêr e û ne navdêr e!
Lê wek ku me li jortir îsbat kiriye, “he-“ nikare wek rengdêran were çemandin. Bo nimûne, mirov dikare hevoka “ez birçî me” bike “ez birçî dibim” lê mirov nikare hevoka “ez heme“ bike “*ez hedibim.”
Lê bi heman awayî mirov nikare “hebûn”ê wek “mamoste bûn”ê jî bitewîne. Bo nimûne, mirov dikare ji “mamoste bûn”ê bibêje “ew bû mamoste” yan “ew dê bibe mamoste” lê mirov nikare bibêje “*ew bû he” yan “*ew dê bibe he.”
Farqînî pir nêzîkî aşkerekirina raz û sira “hebûn”ê dibe gava ku dinivîse ku “he-“ ihtimalen hevreha “est” ya zazakî ye û ji peyveke wek wê kurt bûye. Lê zêdetir li mijarê nafikire û vedigere ser idiaya xwe ya şaş ku qaşo “hebûn” navdêr e!
Herçi Bahoz Baran e, ew idia dike ku:
- Hebûn navdêrek e û wateya “erê” dide.[68]
Di jêrnota ya li ser vê heman hevoka xwe ew dinivîse: Li hinek deveran ji bo peyva ”erê”yê ”e” tê bikaranîn. Tîpa ”h”yê ji serê gellek peyvên Kurdi’yê ketiye. Di Dimili’yê de jî ”est” wateya ”he”yê dide…[69]
Berî her tiştî mirov heyirî dimîne ka çawa peyvek dikare wateya “erê” (belê) bide û navdêr be?! Di kurdî de “erê” û kurtkirina wê ya kurtkirî “e” di pileya yekem de maneya “belê” (bi inglîzî “yes”) didin û dikarin pirtik (particle), hoker (adverb) û baneşan (interjection) bin lê “erê” yan kurtkirina wê “e” ne navdêr in. Loma eger he-ya “hebûn”ê ji e-ya “erê” be, nayê fehmkirin ka ew çawa dikare navdêr be!
Bahoz Baran bi ser hilbûye (tê derxistiye) ku “he-“ya “hebûn”ê hevreha “est-“ ya zazakî ye lê mixabin baş li mijarê nefikiriye yan fehm nekiriye. Eger fehm kiribûya, dê dîtibûya ku hem “hebûn” bi temamî û hem jî her yek ji beşên wê “he-“ û “bûn” hemû bi hev re û her yek ji wan bi tenê jî lêker e!
Li jêr em ê bibînin çawa.
Lêkereke ji du lêkeran!
Bo ku em bizanin ka hebûn peyveke çawa ye, kerem bikin em pêşî li hevwateyên wê yên çend zarava û zimanên lêzim binêrin:
- kurmancî: hebûn, heyîn
- zazakî: est biyene, estene
- belûçî: est beyeg/bêg, hesteg
- farisî: hesten
Wek ku tê dîtin, di hinekan de ”h” li destpêkê heye (kurdî ”hebûn”, farisî ”hesten”) lê di hinekan de jî peyda nabe (zazakî ”est biyene/estene” û belûçî ”est beyeg/bêg”). Ev diyardeyeke berbelav ya kurdî û hin zimanên din yên îranî ye, bo nimûne:
- kurmanciya rojhilatî û soranî ”asin”, kurmanciya navendî û rojavayî ”hesin”
- kurmancî ”hesp”, soranî û ”esp”, farisî ”esb”
- kurmancî ”hejmar”, hin devokên soranî ”ejmar” (di soranî de bi awayekî giştî ”jimare”)
- kurmancî ”hêsan”, soranî û farisî ”asan”…
Diyardeya zêdekirina dengê ”h” ne tenê di kurmancî de lê herwiha di zimanên din jî yên îranî de tê dîtin. Bo nimûne, di zimanên îranî yên kevn de, bo nimûne di avestayî de hejmara 8 ”eşt-” bû (bi sanskrîtî jî) lê di zimanên niha yên îranî de – bo nimûne di kurdî, farisî û belûçî de – bûye ”heşt”.
Bi vî awayî mirov dikare bi hêsanî bibîne ku ”estene” ya zazakî, ”hesten” ya farisî û ”hesteg” ya belûçî – ku hemû hevwate ne – bi eslê xwe heman peyv in.
Herwiha baş tê zanîn ku ”est” di farisî de hevwateya ”e” ya kurmancî ne:
- kurmancî: Ew kurd e.
- farisî: O kord est.
Ev ”e” ya kurdî kurtkiriya ”est” e ku di farisî û zazakî û gelek zimanên din yên hindûewropî de jî heye, bo nimûne fransî ”est”, almanî ”ist” û inglîzî ”is”.[70] Di farisiya devkî de jî ew wek di kurdî de kurt bûye û bûye ”*e” û paşî wek e-ya dawiya peyvan bi giştî di farisiya niha ya îranî de bûye ”ê”. Loma ”o kord est” ya farisiya nivîskî niha bi farisiya devkî wek ”on kord-ê” tê gotin.[71]
Gava ku mirov zêdebûn yan ketina ”h” li destpêka peyvan û herwiha kurtbûna ”hest/est” bi ”e/he-” li ber çav bigire, mirov dikare bi zelalî bibîne ku ”he-bûn” ya kurmancî û soranî hevreh û hevberî ”est biyene” ya zazakî û ”est beyeg” ya belûçî ye.
Lê gelo çawa mimkin e ku peyvek ji formeke lêkerê (e/he-) û lêkereke din (bûn) peyda bibe?
Bo baştir zelalbûna wê yekê ku ”hebûn” bi rastî ji du lêkeran (e/he-/est/hest + bûn) çêbûye, kerem bikin em ”hebûn”a kurdî bidin ber hevwateyên wê yên tirkî û hin zimanên din yên lêzimî tirkî bin:
- kurdî: he-bûn
- tirkî: var olmak, varolmak
- azerî: var olmaq
- tirkmenî: bar bolmak
- qazaxî: bar bolu
Peyva ”var/bar” di zimanên tirkîkî[72] de tê maneya ”he(ye)” ya kurmancî, ”est(a/o)” ya zazakî û ”hest” ya farisî. Peyva ”olmak/olmaq/bolmak” ya zimanên tirkî jî tê wateya ”bûn” ya kurmancî, ”biyene” ya zazakî û ”bûden” ya farisî. Bi gotineke din, ”var olmak” ya tirkî peyv bi peyv dibe ”heye bûn” ya kurmancî, ”est biyene” û ”est beyeg” ya belûçî.[73]
Di kurmancî de jî divê demekê ew ”*est bûn” yan ”*hest bûn” bûbe û paşî bûbe ”*hes bûn”[74] û taliyê jî ”he bûn”. Dawiyê jî herdu peyv gihiştine hev û peyva ”hebûn” pêk aniye.
Bo baştir fehmkirina mijarê, mirov dikare herwiha ji aliyê wateyê ve wisa lê binêre ku ”he-”ya ”hebûn”ê bi maneya ”heyî” ye:
- ez heme: ez heyî me
- tu heyî: tu heyî yî
- ew heye: ew heyî ye
- em/hûn/ew hene: em/ew/hûn heyî ne
Lê ev yek tenê bo fehmkirina peyvê ye. Ji aliyê etîmolojî û dîroka ziman ve ”hebûn” ji du lêkeran – ”he(st)” û ”bûn” – peyda bûye.
Lê ”heyîn” ji kû hatiye?
Ji bilî forma ”hebûn”, di kurmancî de herwiha awayê ”heyîn” jî heye ku di bingeh de bi heman maneyê tê bikaranîn. Gelo forma ew çawa peyda bûye û çawa tê bikaranîn? Di vê beşê de em ê bi kurtî bersiva van pirsan bidin.
Forma ”heyîn” tenê di kurmancî de tê bikaranîn. Bo nimûne, di soranî yan kurdiya başûrî de ew peyda nabe. Di kurmancî de jî bikaranîna wê ji ya ”hebûn”ê bertengtir û bisinortir e. Ew bi piranî ne wek lêker lê wek navdêr bi maneyeke felsefî wek ”mewcûdiyet”ê yan jî bi wateyeke aborî ”malûmilk” tê xebitandin.
”Heyîn” ji aliyê etîmolojî ve hevreha hevreha farisî ”hesten”, belûçî ”hesteg” û zazakî ”estene” ye. Bo guherîna ”-ste-/-sti-” bi ”-î-” bidin ber farisî ”şkesten” û kurmancî ”şkestin” ku di hin devokan de bûye ”şkiyan”, di soranî de ”şkan”. Herwiha bidin ber farisî ”tevanisten” û soranî ”tiwanîn” (karîn, şiyan).
- HEBÛN JI HEMÛ PEYVÊN DIN CUDA YE
Zelal û aşkere ye ku lêkera ”hebûn” bi gelek awayan ji hemû lêkerên din yên kurdî cuda ye.
Ron e ku ”hebûn” ne lêkereke xwerû û sade ye ku tenê ji peyvekê pêk hatibe, wek ”hatin, çûn, dan, dîtin, kirin…” Lê ew ne wek lêkerên dariştî yên wek ”ber-dan, hil-dan, ra-kirin, ve-kirin, wer-girtin” e jî ku ji lêkereke sade û ji pêşlêkerekê çêbûne ku li gel hin lêkerên din jî yên sade lêkerên din yên dariştî çêdike.
”Hebûn” herwiha ji lêkerên pêkhatî jî cuda ye çunkî lêkerên pêkhatî ji du yan zêdetir peyvan pêk hatine ku her yek ji wan bi xwe jî wek peyveke serbixwe heye û tê bikaranîn û kêm-zêde xwedî wate yan erkeke zelal e, bo nimûne: ”mezin bûn, dest pê kirin, ji bîrê çûn…”.
Rast e ku ”hebûn” wek peyveke dariştî yan pêkhatî dixuye çunkî tê de bi zelalî lêkera ”bûn”ê tê dîtin. Lê beşa pêşîn ”he-” ne pêşlêker e çunkî wek pêşlêkerên din nakeve pêşiya ti lêkerên din yên sade û ne jî peyveke serbixwe ya xwedî wate yan erkeke diyar e ku ”hebûn”ê bi hev re bike lêkereke pêkhatî.
Ne tenê ji aliyê çêbûnê ve lê herwiha ji hêla bikaranînê/çemandinê ve jî ”hebûn” ji lêkerên din cuda ye. Hemû lêkerên din yên kurdî di hin rewşan de pêşgirên wek ”bi-, di-, na-, ne-”[75] werdigirin lê ti ji van nakevin pêşiya hemû lêkera ”hebûn”ê yan jî navbera ”he-” û ”bûn”ê. Bo nimûne, ti ji van forman peyda nabin yan ne rast in:
- *biheme, *hebime
- *dihebû, *hedibû
- *naheye, *henaye
- *neheye, *heneye
Tevî ku ”hebûn” maneya ”mewcûd bûn, peyda bûn, heyî bûn” bide anku wek lêkereke pêkhatî ya ji rengdêrekê û lêkereke sade dixuye jî, ew bi temamî wek wan nayê bikaranîn. Bo nimûne, ”peyda bûn” dikare hem bibe ”ew peyda ye” û ”ew peyda dibe” lê ”hebûn” tenê dikare bi forma xwe ya statîv wek ”ew he-ye” were bikaranîn û wek ”*ew he-dibe” nîne.
Neyînîkirina ”hebûn”ê jî dîsa ji hemû lêkerên din yên kurdî cuda ye. Ew ne yekser bi zeliqandina paşgirên wek ”na-, ne-” lê çêkirin lê formên wê yên neyînî ”nîne, nînin, niye, tine (ye), tune (ye), nebû, tine bû…” ne ku em ê paşî behsa peydabûna wan bikin.
Herçi varyanta ”heyîn” e, ew ji xwe ji forma ”hebûn” jî zêdetir ne-temam e. Bo nimûne, lêkerên bi paşgira raderî/înfîntîv ya ”-în-/-yîn” di kurmancî de bistika wan ya demên borî bi ”-î-” yan ”-iya-” ye, bo nimûne bistika demên borî ya ”revîn” wek ”-revî-” yan ”-reviya-” ye. Lê bistika demên borî ya ”heyîn”ê ne ”*-heyî-” yan ”*-heyiya-” ye.
- DEM Û RAWEYÊN RÊZIMANÎ YÊN HEBÛNÊ
Di vê beşê de em ê demên rêzimanî (bi inglîzî tense) û raweyên wê (bi inglîzî aspect). Taybetmendiyeke diyar ya lêkera hebûnê jî ew e ku hejmara demên wê yên rêzimanî ji ya piraniya lêkerên din bisinortir e. Ew bi awayekî berfireh tenê di dema borî ya sade (wek ”ew hebû”), dema niha ya giştî (”ew heye”) û dema bê (”ew dê hebe”) de tê bikaranîn û pir kêm jî di dema borî ya dûdar de (”ew hebûye”). Bo nimûne, ew di dema borî ya dûdar de (”*ew hebûbû”[76]) yan dema borî ya berdewam de (”*ew hedibû” yan ”*ew dihebû”) de nayê bikaranîn.
Li jêr em ê lêkera hebûnê bi dem û raweyên wê yên cuda, ji formên serdest û standard heta varyantên devokî jî yên kurmancî pêşkêş bikin. Ji bilî formên erênî, em ê herwiha formên neyînî jî rêz bikin. Ji ber ku formên hebûnê yên neyînî wek piraniya yên lêkerên din yekser bi ”na-” yan ”ne-” nayên çêkirin lê taybet in (wek ”heye – nîne” yan ”hebû – tine bû”), em ê çawaniya avabûn yan peydabûna formên neyînî jî destnîşan bikin.
- Dema borî ya sadeDema borî ya sade ya raweya ragihandinê
Formên erênî yên standard
Mîr go: ”Me ji dil hebû bi daxwaz
Zînê bi Memê bikim serefraz.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 26)
Dema borî ya ya raweya ragihandinê (îndîkatîv) ya ya erênî ya lêkera hebûnê di kurmancî de ji bistika dema borî ”hebû” û paşgirên kesî yên lêkeran pêk tê.
- Ez hebûm (hebû-m)
- Tu hebûyî (hebû-yî)
- Ew hebû (hebû-∅)
- Em hebûn (hebû-n)
- Hûn hebûn (hebû-n)
- Ew hebûn (hebû-n)
Di soranî de jî heman bistika ”hebû-” tê bikaranîn:
- min hebûm
- to hebûy(t)
- ew hebû
- ême hebûyn
- êwe hebûn
- ewan hebûn
Formên erênî yên din
Di kurmanciya rojhilatî de li gelek deveran li cihê ”hebûn”ê formên ”hebîn” yan ”hebün/hebwîn” tên bikaranîn. Demên borî yên lêkerê jî li ser bistikên ”hebî-” yan ”hebü-/hebwî-” tên avakirin:
- Ez hebîm/hebüm/hebwîn
- Tu heb(iy)î/hebüyî/hebw(iy)î
- Ew hebî/hebü/hebwî
- Em hebîn/hebüyn/hebwîn
Piraniy devokên kurmanciya rojhilatî heta eger bistika wek ya standard ya ”hebû-” bi kar bînin jî, dîsa paşgira kesî ya lêkeran ya ya tematîk (anku ya piştî vokalan) yê kesê duyem yê yekhejmar (tu) li şûna ”-yî” ya standard wek tenê ”-y” dibêjin loma dibêjin ”tu hebûy”.
Herwiha heman devok paşgira lêkeran ya kesê yekem yê pirhejmar (em) wek ”-în/-yn” bi kar tînin loma dibêjin ”em hebûyn” (hebû-yn) lê paşgirên kesên duyem û sêyem yên pirhejmar wek forma standard in loma ”hûn/ew hebûn”.
Gelek devokên kurmanciya rojavayî, kurmanciya serhedî û kurmanciya xorasanî li cihê bistika standard ”hebû-” formên ”hewû-” yan ”hevû-” bi kar tînin loma dibêjin:
- Ez hewûm/hevûm
- Tu hewûyî/hevûyî
- Ew hewû/hevû
- Em/hûn/ew hewûn/hevûn
Formên neyînî
Formên neyînî yên raweya ragihandinê ya dema borî ya sade ya lêkera hebûnê di kurmanciya rojhilatî/behdînî de ”nebû-” û paşgira kesî ya lêkeran e:
- Ez nebûm
- Tu nebûyî
- Ew nebû
- Em nebûn
- Hûn nebûn
- Ew nebûn
Ev awayên neynîkirina hebûnê tam wek neyînîkirina lêkera bûnê ya dînamîk ya dema borî ya sade ya raweya ragihandinê ne, wek nimûne:
- Ew pîr nebû.
- Ez nebûm mamoste.
Di kurmanciya navendî û rojavayî bo cudakirina formên neyînî yên hebûnê ji formên neyînî yên hebûnê, li şûna bistika ”nebû-” forma ”tine bû-” yan ”tune bû-” tên bikaranîn:
- Ez tine bûm (tune bûm)
- Tu tine bûyî (tune bûyî)
- Ew tine bû (tune bû)
- Em tine bûn (tune bûn)
- Hûn tine bûn (tune bûn)
- Ew tine bûn (tune bûn)
Peyva ”tine/tune” ji ”ti/tu” (hîç, qet) e ku hevbera wê di kurmanciya rojhilatî de ”çu” ye. Anku ”tine bû” bi eslê xwe maneya ”çu/hîç/qet/qetiyen nebû” ye lê ”tine/tune” êdî bûye wek rengdêrekê û bi hev ve tê nivîsîn û ”bû-” jî wek lêkerekê ji wan cuda tê nivîsîn.[77]
Hin devokên kurmanciya rojhilatî li cihê ”nebû-” formên ”nebî-, nebü-, nebwî-” bi kar tînin, wek ”ez nebîm/nebüm” yan ”ew nebîn/nebün”.
Hin devokên kurmanciya rojavayî, serhedî û xorasanî formên ”newû-, nevû-, tine wû-, tine vû-, tune wû-, tune vû-” dixebitînin, wek ”ew tine wûn” yan ”ez nevûm.”
Carinan di hin rêzimannameyan de li ser bingehê formên neyînî dema niha yên lêkera hebûnê hin formên neyînî yên dema borî jî wek ”nîn bû-/nînbû” tên pêşkêşkirin.[78] Lê ev form bi temamî xeyalî ne û di rastiyê de peyda nabin. Em ê paşî diyar bikin ku ”nîn” çawa bistika demên neborî ye û ji wê çêbûye û şaş e ku ew wek bistika demên borî were bikaranîn.
- Dema borî ya raweya dananê
Formên erênî
Ger dê hebûya me padişahek
laiq bidiya Xwidê kulahek.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 5)
Di kurmanciya standard formên erênî yên dema borî ya raweya dananê anku subjunktîv (bilanî/mercî/şertî) ya lêkera hebûnê ji formên erênî yên dema borî ya raweya ragihandinê + paşgira ”-(y)a” tê çêkirin.
| Dema borî ya sade ya raweya ragihandinê, erênî | Dema borî ya raweya dananê, erênî |
| Ez hebûm | Ez hebûma |
| Tu hebûyî | Tu hebûya[79] |
| Ew hebû | Ew hebûya |
| Em hebûn | Em hebûna |
| Hûn hebûn | Hûn hebûna |
Li gelek deverên kurmancî lêkera ”bûn”ê jî raweya dananê ya dema borî de, û-ya di bistika dema borî ya raweya dananê ”hebû-” de bi ”-a” ya paşgira raweya dananê re asîmîle bûye anku bûye hevşêwe û bistika ”heba-” jê peyda bûye û bûye wek:
- ez hebama
- tu hebayî
- ew hebaya[80]
- em hebana
- hûn hebana
- ew hebana
Li hin deveran jî ”-a” ya dawiyê jê ketiye û bûye:
- ez hebam
- tu hebayî
- ew hebayî
- em heban
- hûn heban
- ew heban
Hin devokên kurmanciya rojavayî, serhedî û xorasanî b-ya ”hebû-/heba-” dikin ”w” yan ”v” loma formên wiha bi kar tînin:
- ez hevûma/hevama/hevam//hewûma/hewama/hewam
- tu hevûya/hevaya/hevayî/hewûya/hewaya/hewa
- ew hevûya/hevaya/heva/hewûya/hewaya/hewa
- em/hûn/ew hevûna/hevana/hevan//hewûna/hewana/hewan
Formên neyînî
Xwisrew nebûya siwarê şebdîz
Şîrîn li şekir dib^ye Perwîz?
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 17)
Di kurmanciya standard de formên neyînî yên dema borî ya raweya dananê anku subjunktîv (bilanî/mercî/şertî) ya lêkera hebûnê ji formên neyînî yên dema borî ya raweya ragihandinê + paşgira ”-(y)a” tê çêkirin. Lê paşgira kesî ya kesê duyem ”-yî” jê dikeve.
| Dema borî ya sade ya raweya ragihandinê, neyînî |
Dema borî ya raweya dananê, neyînî |
| Ez nebûm/ tine bûm | Ez nebûma/ tine bûma |
| Tu nebûyî/ tine bûyî | Tu nebûya/ tine bûya[81] |
| Ew nebû/ tine bû | Ew nebûya/ tine bûya |
| Em nebûn/ tine bûn | Em nebûna/tine bûna |
| Em nebûn/ tine bûn | Em nebûna/ tine bûna |
| Hûn nebûn/ tine bûn | Hûn nebûna/ tine bûn |
Wek çawa ku formên erênî li hin deveran bûne ”ez hebama/hebam, tu hebaya/heba, ew hebaya/heba, em/hûn/ew hebana/heban”, wisa di formên neyînî jî ”a” ketiye cihê û-yê û mihtemelen a-ya dawiyê ketiye, wek:
- ez nebama/nebam/tine bama/tine bam
- tu nebaya/nebayî/tine baya/tine bayî
- ew nebaya/neba/tine baya/tine ba
- em/hûn/ew nebana/neban/tine bana/tine ban
- Dema borî ya dûdar
Ji bilî dema borî ya sade, lêkera hebûnê herwiha dikare di dema borî ya dûdar de jî were bikaranîn lê bikaranîna wê pir bisinor e. Dema borî ya dûdar ji bistika ”hebûn”ê ya demên borî anku ”hebû-” + kopûlaya tematîk ya bi bistika demên borî ve zeliqandî tê çêkirin:
- Ez hebûme (hebû-me)
- Tu hebûyî (hebû-yî)
- Ew hebûye (hebû-ye)
- Em hebûne (hebû-ne)
- Hûn hebûne (hebû-ne)
- Ew hebûne (hebû-ne)
Çend nimûne ji bikaranîna dema borî ya dûdar:
- Gelo îro ti kes li malê hebûye?
- Ev gund berî hemû bajarên vê herêmê hebûye.
Li gor devokan, bistika demên borî dikare ”hebî-, hebü-, hewû-, hevû-” be û formên wek ”ez hebîme, ez hebüme, ez hewûme, ez hevûme…” bide.
Formên neyînî yên dema borî ya dûdar wek formên erênî ne lê li cihê ”he-” pêşgira ”ne-” yan jî peyva ”tine/tune” heye:
- Ez nebûme/tine bûme/tune bûme
- Tu nebûyî/tine bûyî/tune bûyî
- Ew nebûye/tine bûye/tune bûye
- Em/hûn/ew nebûne/tine bûne/tune bûne
Dema borî ya dûdar tenê bi forma xwe ya ragihandinê (îndîkatîv) peyda dibe. Eger hewce be, ew li şûna raweya dananê (subjuntîv/bilanî/mercî/şertî) jî were bikaranîn yan jî li cihê wê, raweya dadanê ya dema borî ya sade were bikaranîn:
- Eger ti kes li malê hebûye…
- Eger ti kes li malê hebûya…
- Dema niha
- Dema niha ya raweya ragihandinê
Formên erênî yên standard
Min hêvî heye ji ehlê halan
teqbîh nekin evan tifalan.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 7)
Dema niha ya raweya ragihandinî (îndîkatîv) ya lêkera hebûnê di kurmancî de ji ”he-” û kopûlaya tematîk[82] ya dema niha ya ragihandinê ya ”bûn”a statîv pêk tê:
- ez heme (he-me)
- tu heyî (he-yî)
- ew heye (he-ye)
- em hene (he-ne)
- hûn hene (he-ne)
- ew hene (he-ne)
Bidin ber:
- ez mamoste me
- tu mamoste yî
- ew mamoste ye
- em mamoste ne
- hûn mamoste ne
- ew mamoste ne
Formên erênî yên devokî
Ew nabine mûcizê çu derdan
lewra ku heyin li cumle erdan.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 39)
Li şûna forma ”hene” ya berbelav, herwiha forma ”henin” jî di hin devok û nivîsan li gel her sê kesên pirhejmar (em, hûn, ew) tê bikin.[83] Ev form bi piranî di devokên rojavayî de tê bihîstin. Herwiha forma ”heyin” bi maneya ”hene” bi kêmî di helbestan de tê dîtin, wek ku ji jêgirtina vê beşê ya Mem û Zînê diyar dibe.
Di hin devokên kurmanciya rojhilatî/behdînî de formên partîsîpî yên lêkerê ”hebûn”ê (”heyî”) bi forma kurtkirî ”hey-” tên bikaranîn:[84]
- eza/ezê heym (hey-m)[85]
- tuwa/tuwê hey
- ewa/ewê hey
- emêt[86] heyn (hey-n)
- hûnêt heyn (hey-n)
- ewêt heyn (hey-n)
Dîsa di devokên rojhilatî/behdînî de ew vî awayî ye:
- ez ya/yê heym (hey-m)
- tu ya/yê hey
- ew ya/yê hey
- em yêt[87] heyn (hey-n)
- hûn yêt heyn (hey-n)
- ew yêt heyn (hey-n)
Formên erênî yên zaravayên din
Di soranî de Dema niha ya raweya ragihandinî (îndîkatîv) ya lêkera hebûnê wek di kurmancî de li ser bingehê bistika ”he-” û kopûlaya tematîk tê avakirin. Lê ji ber ku kopûlaya tematîk ya dema niha ya raweya ragihandinê di soranî de hinekî ji ya kurmancî cuda ye, formên lêkera hebûnê jî hinekî cuda ne:
Soranî:
- min hem
- to hey(t)
- ew heye
- ême heyn
- êwe hen
- ewan hen
Bide ber nimûneyeke kopûlaya atematîk bi soranî:
- min mamosta-m[88]
- to mamosta-y(t)
- ew mamosta-ye
- ême mamosta-yn
- êwe mamosta-n
- ewan mamosta-n
Formên neyînî yên standard
Bê husn-i te nîne wan wucûdek
bê nûr-i te nîne wan nimûdek.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 5)
Di kurmanciya nivîskî de du awayên serekî yên neyînî yên lêkera hebûnê di dema niha ya raweya ragihandinê de hene:
- bistika ”nîn-” + paşgirên kesî yên lêkeran
- peyva ”tine/tune” + kopûlaya tematîk ya dema niha
| Forma erênî (standard) | Forma neyînî ji ”nîn-” + paşgirên kesî |
Forma neyînî ji ”tine/tune” + kopûla |
| ez heme | ez nînim | ez tine me/ez tune me |
| tu heyî | tu nînî | tu tine yî/tu tune yî |
| ew heye | ew nîne | ew tine ye/ew tune ye |
| em hene | em nînin | em tine ne/em tune ne |
| hûn hene | hûn nînin | hûn tine ne/hûn tune ne |
| ew hene | ew nînin | ew tine ne/ew tune ne |
Formên ”nînim, nînî, nîne, nînin” bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de û formên ”tine/tune…” jî di kurmanciya navendî û rojavayî de tên bikaranîn. Di kurmanciya nivîskî de herdu awa jî bi berfireh tên nivîsîn.[89]
Ji bilî van formên serdest û standard, hin varyantên wan jî hene:
- Hin devok li cihê bistika ”nîn-” awayê ”nin-” dixebitînin, wek ”ez ninim, tu ninî, ew nine, hem/hûn/ew ninin.
- Li hin deverên kurmanciya rojhilatî li gel kesê sêyem yê yekhejmar (ew) li şûna bistika ”nîn-”, bistika ”nî-” tê bikaranîn û wek ”ew niye” (ew nî-ye) tê gotin.
- Devokên ku formên ”tine/tune” bi kar tînin, di zimanê devkî de li gel kesê sêyem yê yekhejmar peyva ”tine/tune” bêyî kopûlaya ”ye” bi kar tînin anku dibêjin ”ew tine/tune”, ne ”ew tine ye/ew tune ye”.
- Hin devok li gel kesên pirhejmar (em/hûn/ew) li şûna formên ”em/hûn/ew tine ne/tune ne” varyanya ”em/hûn/ew tinin/tunin” dixebitînin.
Li jor, di dema dema borî de me diyar kiriye ku ”tine/tune” ji kû hatiye. Lê gelo bistika ”nîn-” ya pevên wek ”nînim/nînî/nîne/nînin” ji kû tê?
Kerem bikin li vê malikên helbesta Feqiyê Teyran Çiya anî li deştê Kir[90] binêrin û bala xwe bi taybetî bidin her rêzika bidin sêyem û ji wê jî peyva xwehrkirî/îtalîkî ”nehin”.
Bibînim bejn û balayê
Zerîfa şeng û lalayê
Nehin wek te di dinyayê
Di Tebrîz û di Şamê da
Çend malikan pêştir, şair herwiha dibêje:
Tu çêtir î j`Zuleyxayê
Nihin wek te di dinyayê
Dixwim sondê bi Tahayê
Munewwer bû di nûrê da
Li vir jî bi taybetî mala xwe bidin rêzika duyem û ji wê jî dîsa peyva xwehrkirî/îtalîkî ”nihin”.
Di malpera çavkanî de, anku di Helbestakurdi.com de, peyva ”nehin” wek ”neh in” û peyva ”nihin” jî wek ”nih in” hatine nivîsîn heçku ew maneya ”9 in” bide. Wisa dixuye ku tîpguhêzê helbestê fehm nekiriye ka mebesta şair ji ”nehin” yan ”nihin” çi ye yan jî bi zelalî şaş fehm kiriye eger wisa tê gihiştibe ku merem jê hejmara 9 e.
Lê ne zêde zehmet e mirov ji naverokê fehm bike ku bi ”nehin wek te di dinyayê” yan ”nihin wek te di dinyayê” ew e ku şair dixwaze bibêje di dinyayê ti kesên wek yara wî nînin.
Ji naveroka helbestê aşkere ye ku ”nehin/nihin” bi mane ”nînin” yan ”nîne” ye. ”Nehin/nihin” pir nêzîkî ”*nehene/*nehenin” e anku ji paşgira ”ne-” û peyva ”hene/henin” hatiye çêkirin.
Ne tenê Feqiyê Teyran, lê herwiha Melayê Cizîrî jî wiha kerem dike:
Herçi nebit bidayet, esla nehin nihayet[91]
Bi kurdiya niha: ”Herçi tiştê ku destpêk tine be, qet dawî jî nîne.”
Li dereke din jî ya dîwana xwe Cizîrî wisa dinivîse:
Ew yek bi yek xalî nehin, bê hikmetek halî nehin
Wan surek halî nehin, ev reqs bê mestane da[92]
Wek ku baş tê zanîn, ”e” gelek caran di kurmancî de dibe ”i”, loma bo nimûne farisî ”kerden” û zazakî ”kerdene” lê kurmancî ”kirin” yan farisî û soranî ”behar” lê kurmancî ”bihar”. Loma hêsan e mirov bibîne çima ”*nehen” bûye ”nehin” û paşî ”nihin”.
Herwiha, wek ku bi berfirehî tê zanîn, dengê /h/ gelek caran dikare veguhere dengê /y/, bi taybetî di rewşên întervokalîk de anku di navbera du vokalan de. Bo nimûne:
- ronahî > ronayî
- şîrînahî > şîrînayî
- şahî > şayî
Wisa ”nihin” jî veguheriye ”niyin” û taliyê bûye ”nîn-” ku bistika peyvên ”nînim, nînî, nîne, nînin” e.
Di kurmancî de ew li ser bingehê ”*ne-hene” ya pirhejmar ava bûye lê di farisî de bistika peyvên ”nîst-” e û di pehlewî de jî ”nêst-” bû[93] ku ji ”nê-” (ne-) + ”est” (heye) anku ”ne-heye” hatiye avakirin. Bo nimûne, farisî: ”men nîst-em, to nîstî, o nîst, ma nîstîm, şoma nîstîd, anha nîstend”.
Di soranî de neyînîkirina hebûnê di dema niha de bi bistika ”nî-” ye, wek:
- min nî-m (ez nînim, ez tine me)
- to nî-y(t) (tu nînî, tu tine yî)
- ew ni-ye (ew nîne, ew tine ye)
- ême/êwe/ewan nî-n (em/hûn/ew nînin, em/hûn/ew tine ne)
Ev heman form di soranî de bo neyînîkirina ”bûn”ê jî tên bikaranîn, wek
- min mamoste-m – min mamoste nîm (ez mamoste me – ez ne mamoste me[94])
Di kurmanciya rojhilatî de jî li hin deran mirov li cihê bistika ”nîn-” forma ”nî-” bi kar tîne lê tenê li gel kesê sêyem yê yekhejmar (ew)
- ew niye (ew nîne, ew tine ye)
Hem bistika ”nîn-” ya kurmancî, ”nî-” ya soranî û hem jî ”nîst-” ya farisî hemû bistikên demên neborî ne û ji ”nehene, heye, hest” çêbûne û bi maneyê tên bikaranîn. Ne di kurmancî de di nav xelkê de ”nîn-” wek bistika demên borî (”*nînbû-” yan ”*nîn bû-”) û ne jî di soranî yan farisî de bi ”*nîbû-” yan ”*nîstbûd-”. Bo nimûne, soranî ”min nebûm, to nebûy(t), ew nebû, ême nebûyn, êwe nebûn, ewan nebûn” û farisî ”men nebûdem, to nebûdî, o nebûd, ma nebûdîm, şoma nebûdîd, anha nebûdend”.
Loma rêzkirinên di hin rêzimannameyan de wek ”ez nînbûm/nîn bûm, tu nînbûyî/nîn bûyî…” şaş in û divê neyên bikaranîn.[95]
- Dema niha ya raweya dananê
24.3.2.1 Formên dema niha ya raweya dananê
Formên erênî yên standard
Sed car bijîte ey keremkar,
ger dê me hebin guneh dused bar.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 3)
Dema niha ya raweya dananê (subjunktîv/bilanî/mercî/şertî/xwezîkî) ya lêkera hebûnê di rewşa erênî de ji bistika ”heb-” û paşgirên kesî tê avakirin:
- ez hebim (heb-im)
- tu hebî (heb-î)
- ew heb (heb-e)
- em hebin (heb-in)
- hûn hebin (heb-in)
- ew hebin (heb-in)
Formên erênî yên din
Heta remeqek hebit di canî,
Cana, tu di canî nihan î.
(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 44)
Di piraniya devokên kurmancî de bistika raweya dananê ya dema niha ya lêkera hebûnê ”heb-” e lê paşgirên kesî li gor devokan diguherin loma ji bilî formên standard hin formên devokî jî hene ku em dikarin di tabloya jêrîn rêz bikin:
| Formên erênî yên standard | Formên din yên erênî |
| ez hebim | – |
| tu hebî | tu hebe, tu hebê, tu hebi |
| ew hebe | ew hebê, ew hebi, ew hebit, ew hebitin, ew hebît, ew hebîtin |
| em hebin | em hebîn |
| hûn hebin | – |
| ew hebin | – |
Ji bilî van varyantan, li hin deveran bistik bi awayê ”hew-” yan ”hev-” e ku formên wek ”ez hewim/hevim”, ”tu hewî/hevî”, ”ew hewe/heve”… jê tên çêkirin.
Di soranî de jî bistika raweya dananê ya dema niha ya lêkera hebûnê ”heb-” e, bo nimûne:
- min hebim
- to hebî(t)
- ew hebê(t)
- ême hebîn
- êwe hebin
- ewan hebin
Formên neyînî yên standard
Formên neyînî yên raweya dananê ya dema niha ya lêkera hebûnê bi du awayên ji hev cuda tên avakirin:
- bistika ”neb-” + paşgirên kesî yên lêkeran
- peyva ”tine/tune” + bistika ”b-” + paşgirên kesî yên lêkeran
Awayê bistika ”neb-” + paşgirên kesî yên lêkeran bi taybetî di kurmanciya rojhilatî/behdînî de tê bikaranîn û formên wiha çêdike:
- ez nebim
- tu nebî
- ew nebe
- em nebin
- hûn nebin
- ew nebin
Ev awa bi temamî wek awayê raweya dananê ya dema niha ya lêkera ”bûn”a dînamîk e, wek:
- Ez bibim mamoste – ez nebim mamoste.
Awayê ”tine/tune” + bistika ”b-” + paşgirên kesî yên lêkeran bi piranî di kurmanciya navendî û rojavayî de li kar e û formên wiha çêdike:
- ez tine/tune bim
- tu tine/tune bî
- ew tine/tune be
- em tine/tune bin
- hûn tine/tune bin
Formên din yên neyînî
Formên din yên neyînî yên raweya dananê ya dema niha ya lêkera ”hebûn”ê dîsa li ser bingehê yek ji van awayên li jor behskirî tên avakirin lê formên devokî ji ber paşgirên kesî yên lêkeran yên ku li gor devokan diguherin formên cuda-cuda çêdikin:
| Formên erênî yên standard | Formên din yên erênî |
| ez nebim, ez tine/tune bim | – |
| tu nebî, tu tine/tune bî | tu nebe, tu nebê, tu nebi, tu tine/tune be, tu tine/tune bê, tu tine/tune bi |
| ew nebe, ew tine/tune be | ew nebê, ew nebi, ew nebit, ew nebitin, ew nebît, ew nebîtin, ew tine/tune bê, ew tine/tune bit, ew tine/tune bitin, ew tine/tune bît, ew tine/tune bîtin |
| em nebin, em tine/tune bin | em nebîn, em tine/tune bîn |
| hûn nebin, hûn tine/tune bin | – |
| ew nebin, ew tine/tune bin | – |
Ji bilî van varyantan, li hin deveran bistik bi awayê ”new-” yan ”nev-” e ku formên wek ”ez newim/nevim”, ”tu newî/hevî”, ”ew newe/heve”… jê tên çêkirin.
Herwiha qalibê ”tine b- / tune b-” di hin devokan de bi awayê ”tine/tune w-” yan ”tine/tune v-” ye û formên wiha jê peyda dibin: ”ez tine wûm”, ”ew tine vû”…
Di soranî de jî formên neyî yên raweya dananê ya dema niha ya lêkera hebûnê ji bistika ”neb-” tên çêkirin:
- min nebim
- to nebî(t)
- ew nebê(t)
- ême nebîn
- êwe nebin
- ewan nebin
24.3.2.2 Bikaranîna dema niha ya raweya dananê
Raweya dananê (subjunktîv) bi çendîn mebestên cuda tê bikaranîn. Ew di hevokên mercî/şertî, xwezîkî û bilanî de tê bikaranîn:
- Eger ew hebin… (formên neyînî: Eger ew nebin/tine bin…)
- Xwezî ew hebin. (formên neyînî: Xwezî ew nebin/tine bin.)
- Bila ew hebin. (formên neyînî: Bila nebin/tine bin.)
Raweya dananê herwiha wek bingehê dema bê tê bikaranîn:
- Ew ê[96] hebim.
- Tu ê hebî.
- Ew ê hebe.
- Em ê hebin.
- Hûn ê hebin.
- Ew ê hebin.
Heman bistika ”heb-” herwiha bo avakirina raweya fermanî jî tê bikaranîn:
- (Tu her) hebe!
- (Hûn her) hebin!
- Rastnivîsîna hebûnê
Di kurmanciya bi alfabeya latînî de lihevkirineke nêzîkî ji sedî sed heye ku hemû beşên peyva ”hebûn”ê û formên wê yên rawe û demên cuda bi hev ve tên nivîsîn. Bo nimûne:
- heme, heyî, heye, hene (ne ”he me, he yî, he ne”)
- hebûm, hebûyî, hebû, hebûn (ne “he bûm he bûyî, he bû, he bûn”)
- hebim, hebî, hebe, hebin (ne “he bim, he bî, he be, he hebin”)
- hebûma, hebûya, hebûna (ne “he bûma, he bûya, he bûna”)
Herwiha formên neyînî yên li ser bingehê ”nîn-” û ”neb-” jî bi hev ve tên nivîsîn. Bo nimûne:
- nînim, nînî, nîne, nînin (ne ”nîn im, nîn î, nîn e, nîn in”)
- nebim/nebûm/nebûma, nebî/nebûyî, nebe/nebû/nebûya, nebin/nebûn/nebûn (ne ”ne bim/ne bim/ne bûma, ne bî/ne bûyî, ne be/ne bû/ne bûya…)
Mixabin vê dawiyê bi navê ”zimannasiyê” hin kes rabûne idia dikin ku di rastiyê de formên rast yên ji hev cuda nivîsandî ne, wek ”he ye” û ”nîn e”. Hem Bahoz Baran[97] di nivîsa xwe ya li ser lêkera ”bûn”ê de û hem jî Zana Farqînî[98] vê idiayê pêş dixin tevî ku Farqînî wê.
Lê di rastnivîsînê de qeyd û bendeke herî giring ew e ku tenê pirtik anku morfemên serbixwe dikarin ji peyvên din cuda bên nivîsîn. Mebest ji serbixwetiyê li vê derê ew e ku pirtik an morfem bi tenê jî wateyeke yan erkeke zelal e û ew dikare tenê were bikaranîn yan ji paşgir û paşgirên pê ve were veqetandin û li cihekî bi tenê were bikaranîn.
Lê di kurmancî de ne ”he-” ya ”hebûn”ê û ne jî ”nîn-” ya ”tinebûn”ê van şert û mercan bi cih naînin. Ew wek peyvên serbixwe nayên bikaranîn û tenê dikarin bi kopûlayê re yan jî bi paşgirên kesî yên lêkeran ve werin bikaranîn.
Loma awayê serdest yê niha, ku peyvên wek ”heye” û ”nîne” bi hev re dinivîse, xweşbextane awayê rast e. Idiayên ku formên wek ”he ye” û ”nîn e” rasttir bin bi angaştên zimannasî tên kirin lê şaş in.
JÊRNOT
[1] Di vê lêkolîna xwe de em ê car bi car çend rêzikên ku formên cuda-cuda yên lêkera bûnê tê de hene ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî neqil bikin. Peyva bûn û formên wê yên cuda-cuda (bûn, bû, dibe, bin, in, bûne, nabin, nebûye…) di neqilkirinê de ji aliyê me ve hatine xwehrkirin/îtalîkîkirin. Mebest ji hejmara li pey navê Mem û Zînê hejmara helbestê di wê berhemê de ye.
[2] Naveroka kitêbê li vê derê berdest e. Bi taybetî bala xwe bidin beşa ”bûn”ê
[3] https://www.pirtukakurdi.com/urun/kesandina-lekeren-kurmanci
[4] Ya bi çemîna/tewîna dema niha ya ” -im, -sin, -dir, -iz, -siniz, -ler” û dema borî ”-dim, -din, -di, -dik, -diniz, -diler”.
[5] Di hevokên wiha de di kurdî, farisî û inglîzî de formeke lêkera ”bûn”ê bi zerûrî tê bikaranîn lê di erebî û tirkî de gelek caran cihê lêkera ”bûn”ê di dema niha de ”vala” ye. Bo nimûne: kurdî ”navê min X e”, farisî ”ismi men X est”, inglîzî ”my name is X” lê tirkî ”benim adım X __” û erebî ”ismi ___ X.” ( ___ diyar dike ku cihê lêkera ”bûn”ê vala ye.).
[6] Ya bi çemîna ”olur-”.
[7] Bo parvekirina devokên kurmancî, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/parvekirina-devoken-kurmanci/
[8] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/b%CA%B0uH-
[9] Konsonant (ku carinan jê re ”dengdêr”, ”herfên bêdeng” yan ”tîpên bêdeng” jî tê gotin) hemû herfên kurdî ne ji bilî ”a, e, ê, i, o, u, û”. Ev herfên rêzkirî vokal in (ku carinan jê re ”dengdar”, ”herfên bideng” yan ”tîpên bideng” jî tê gotin.)
[10] Bo pêşgirên kesî yên lêkeran, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/04/03/pasgiren-kesi-yen-lekeran-u-diroka-wan/
[11] Di nivîsîna soranî ya bi alfabeya kurdî-erebî de kopula bi peyva berî xwe ve tê nivîsîn. Li vê derê me bo zelaldîtinê xetikek xistiye navbera peyva pêştir û kopulayê.
[12] Tenê carinan li gor devokan yan bi devkî wek ”i” tê sivikkirin: ”Ew kurd i.”
[13] Vokalên kurdî: a, e, ê, i, o, u, û.
[14] Mebest ji ”kurdiya başûrî” devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî û devokên nêzîkî wan in.
[15] Di soranî de, bi taybetî di soraniya bi alfabeya kurdî-erebî tê nivîsîn de, kopula bi piranî bi peyva berî xwe ve tê nivîsîn. Tenê carinan kopulaya tematîk ya kesê sêyem yê yekhejmar (ew … ye) ji peyva berî xwe cuda tê nivîsîn. Li vê derê em ê bo aşkeredîtina kopulayê wê bi xetika – ji peyva berî wê cuda bikin.
[16] Herdu awayên ”to …-î” û ”to …-ît” di soranî de berbelav in. Ew herdu bi temamî hevwate ne û dikarin li cihê hev bên bikaranîn.
[17] Binêrin bo nimûne: Ismaïl Kamandâr Fattha: Les Dialectes Kurdes Méridionaux [Devokên kurdî yên başûrî] (bi fransî) r. 514 – 518.
[18] Binêrin bo nimûne: D. N. MacKenzie: The Dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon), r. 24 (cînav) û r.
[19] Binêrin bo nimûne: Roşan Lezgîn: Gramera kirdkî/zazakî bi kurmancî yan http://dilope.com/zazaca-ders-29/
[20] Tenê di demên neborî de, bo demên borî lêker li gel kesê sêyem yê yekhejmar bêpaşgir e.
[21] Binêrin têbîniya pêştir.
[22] Binêrin bo nimûne: Carina Jahani A Grammar of Modern Standard Balochi. Uppsala 2019. Herwiha berdest li: http://uu.diva-portal.org/smash/record.jsf?pid=diva2%3A1372275&dswid=-1041
[23] Binêrin bo nimûne: Habibullah Tegey, Barbara Robson: A Reference Grammar of Pashto. Washington: Center for Applied Linguistics 1996. Berdest herwiha li: https://files.eric.ed.gov/fulltext/ED399825.pdf
[24] Binêrin bo nimûne: Henrik Samuel Nyberg (1964–1974): A Manual of Pahlavi [Destnameya pehlewî] (2 cild, bi inglîzî). Herwiha binêrin: Desmond Durkin-Meisterernst (2012): Grammatik des Westmitteliranischen [Rêzimana îraniya navîn ya rojavayî] (bi almanî).
[25] Binêrin bo nimûne: Javier Martínez, Michiel de Vaan (2014): Introduction to Avestan–
[26] Paşgira “-mi” di raweya indikatîv de dihat bikaranîn, wek ”ez dikim”. Ew hevreha ”-m, -im” ya kurmancî û herwiha “-em” ya farisî farisî ye. Paşgira “-a” di raweya subjunktîv de dihat bikaranîn, wek ”ez bikim”. Ew hevreha ”-a” ya zazakî û “-an” ya belûçî ye.
[27] θ wek erebî ث yan wek inglîzî TH bo nimûne di peyvên wek ”three, think, through”.
[28] Bo kopula di zimanên hindûewropî yên ne-îranî, binêrin bo nimûne: https://en.wikipedia.org/wiki/Indo-European_copula
[29] Kopula fransî teqrîben wiha tên bilêvkirin: suis /suî/, es /ê/, est /ê/, sommes /som/, êtes /êt/, sont /son/.
[30] Di rûsî de adeten kopula nayê bikaranîn (wek erebî û carinan wek tirkî jî) ji bilî li gel kesê sêyem yê yekhejmar.
[31] Tenê çend lêker di dema niha de bi pêşgira “ne-“ û du lêker jî bi pêşgira “ni-“ tên neyînîkirin: “karîn” û “zanîn” bi ni- û “şiyan” û di hinek devokan de “wêrîn” û “viyan/vîn” bi “ne-“.
[32] Li cihê “nîn-” li hin deveran formên bi ”nin-” tên bikaranîn. Li gel kesê sêyem yê yekhejmar (ew) li hin deveran li cihê “nîne” forma “niye” tê bikaranîn. Li gel kesê yekem yê pirhejmar (em) di hin devokan paşgira kesî wek li gel lêkerên din jî “-în” e anku li cihê “em nînin” varyanta “em nînîn” tê xebitandin.
[33] Li cihê ”tine” herwiha varyanta ”tune” jî bi berfirehî tê bikaranîn. Ji bilî formên “ez tine/tune me, tu tine/tine yî…” herwiha carinan formên wek ”ez tinim/tunim, tu tinî/tunî, ew tine/tunen, em/hûn/ew tinen/tunen” jî tên dîtin.
[34] Lê formên wê yên devokî yên ku bi -e bi dawî nabin, dikarin -e bigirin: ew dibit mamoste > ew dibite mamoste; ew dibît mamoste > ew dibîte mamoste; ew dibitin mamoste > ew dibîtine mamoste; ew dibî mamoste > ew dibiye mamoste… Lê forma devokî “ew dibê mamoste” paşgira -e nagirin.
[35] Anku: [Daku] sed bişkoj û kulîlkên dilî ji ber wê yekê vebin [û] sosin biziman û bixeber bin (biaxivin/bipeyivin).”
[36] Varyantên peyva ”eger”: er, eke, ger, heger, heke, heker…
[37] Formên ”wim/vim, wî/vî, we/ve, win/bin” di “ez … wim/vim, tu … wî/vî, ew … we/ve, em/hûn/ew … win/vin” wek peyvên serbixwe pir nadir in. Ew bi piranî hingê tên bikaranîn gava ku pêşgirek li berî wan hebe, wek ”ez biwim/bivim” yan ”ez newim/nevim”.
[38] Di kurmanciya rojhilatî û herwiha di soranî de paşgira kesê yekem yê pirjimar ”-în/-yn” e loma ”em … bûyn” li şûna ”em … bûn”.
[39] Di kurmanciya rojhilatî û herwiha di soranî de paşgira kesê yekem yê pirjimar ”-în/-yn” e loma ”em … nebûyn” li şûna ”em … nebûn”.
[40] Di kurmanciya rojhilatî û herwiha di soranî de paşgira kesê yekem yê pirjimar ”-în/-yn” e loma ”em … nebayn/bûyna” li şûna ”em … nebana/bûyna”.
[41] Di kurmanciya rojhilatî û herwiha di soranî de paşgira kesê yekem yê pirjimar ”-în/-yn” e loma ”em dibûyn” li şûna ”em dibûn”.
[42] Li vir me formên devokî bi ”i” nivîsîne lê di pratîkê de di zimanê devkî de i-ya wan ya piştî ”d” nayê gotin û ev peyv ji sêkîteyîtiyê dibin dukîteyî: Bo nimûne: ned_bûm, ned_bûyî, ned_bû, ned_bûn…
[43] Di kurmanciya rojhilatî û herwiha di soranî de paşgira kesê yekem yê pirjimar ”-în/-yn” e loma ”em dibûyn” li şûna ”em dibûn”.
[44] Herwiha varyantên wê yên ”ni-” (nizanim, nikarim) û ”ne-” (ne-şêm) jî di dema niha de pêşgira berdewamiyê ”di-” dixin.
[45] Bo sebebên tercîha me binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/22/bubu-yan-bibu/
[46] Di hin rêzimannameyan de ev ”b-” li vir wek bistikê lêkera bûnê û kopula jî li vê derê wek paşgirên kesî yên lêkeran tê hesibandin lê bin nêrîna me ew ravekirineke şaş e û di rastiyê de ”b-” li vir pêşgira fermaniyê ye.
[47] Li şûna formên bilanî yên wek “Bila/divê zîrek bin. “
[48] Hêjayî gotinê ye ku pêşgira neyînîkirinê ya “me-“ tenê bi raweya fermanî ve sinordar e. Di raweyên din de pêşgira “ne-“ yan “na-“ tê xebitandin.
[49] Binêrin bo nimûne Husein Muhammed: Partîsîp di kurdî de
[50] Ev wisa dixuye ku li ser bingehê ”bûn-î” anku ji forma rader/ferhengî ya lêkerê hatibe cê_kirin. Lê di rastiyê de ihtimalen -n- ya wê tîpa kelijandinê be ku carinan di li hin deran li şûna -y- tê dîtin, wek /tu çawa-n-î/ li şûna /tu çawa-yî/ (li gor ortografiyê ”tu çawan î” û ”tu çawa yî”) yan ”dostanî” li şûna ku ”*dostayî, *dostahî, *dostatî” be yan ”kurdînî” li şûna ”kurdîtî, kurdayetî…”
[51] Di soranî de partîsîpa demên borî bi ”û” tê çêkirin eger bistika demên borî bi konsonantekê bi dawî bibe (”hat à hatû” anku ”hat à hatî”) yan bi ”w” eger li dawiya bistikê vokalek hebe, wek ”kirrî à kirrî” anku ”kirrî à kirrî”). Lê çunkî li dawiya bistika dema borî ya ”bûn”ê (-bû-) ji xwe ”û” heye ku di alfabeya kurdî-erebî de bi du wawan (ww) tê nivîsîn, êdî w-/û-yeke din lê nayê zêdekirin û tenê wek bistika demên borî dimîne.
[52] Partîsîpên demên neborî di kurdî de mijareke aloz e. Binêrin bo nimûne Husein Muhammed: Partîsîp di zimanê kurdî de.
[53] Ji van peyvan, ”rabûn” û ”vebûn” berbelav in û pir baş tên nasîn. Yên din kêmtir tên bikaranîn û dibe ku di hin devokan de hinek ji wan tine bin lê di hin devokên din de hene. Bo wateyên wan, xwendevan dikarin li ferhengan binêrin, bo nimûne li https://ku.wiktionary.org/
[54] ”Bûn” herwiha li gel ”ba-” jî peyvan saz nake lê lê ji xwe “ba-“ wek pêşlêker nadir e yan heta ne pêşlêker e jî li gel piraniya lêkerên din jî yên siviki beşdarî peyvsaziyê nabe, bi awayekî giştî tenê tevî lêkera ”dan, dayîn” dide û ”badan” çêdike.
[55] Bi maneya ”bi xwe dest pê kirin”.
[56] Ev formên kurmanciya rojhilatî ne. Hevwateyên wan bi soranî wiha ne: ”(Ême) kurd în. (Ême) mamosta bûyn.”
[57] ”Have” ya inglîzî wek “hev” ya kurdî tê bilêvkirin.
[58] Awayê “kitêbeke min heye” aîdî kurmanciya navendî û rojavayî ye. Di kurmanciya rojhilatî de awayê serdest “min kitêbek heye.” ye.
[59] Li hevreh û hevwateya ”bûn/bûyîn”a di farisî de “bûden” e.
[60] Wek “nabim, nebim, mebe” yan “nakim, nekim, meke!”
[61] Nadiren ew wek “heyin” jî tê nivîsîn.
[62] Nadiren ev form di nivîsan de jî tê dîtin, bo nimûne ”Dibê meriv dagirkeriya welatê xwe xweş nebîne, ji hevûna dagirkeran aciz bibe, bixwaze wan ji wealtê xwe derxîne.” https://zinarexamo.blogspot.com/2023/03/jineka-giresuni-ci-ise-kurdan-li.html
[63] Nimûneyek ji bikaranîna wê: “Berê jî jinên zana hewûn.” Hekîmtiya Kurmancî, r. 105: https://www.researchgate.net/profile/Tekin-Cifci/publication/366987115_Hekimtiya_Kurmanci/links/63bd2e6da03100368a6aca4f/Hekimtiya-Kurmanci.pdf
[64] “Hebîn” ya bi maneya “hebûn, heyîn” bi dengê H-ya wek “heval” û ji “hebîn” (hebandin, hez kirin) ya bi H-ya wek “heft” cuda ye. Nimûneyek ji bikaranîna forma ”hebîn” ya bi maneya “hebûn”: “hebîna xûlya û hobiyekê”: Nivîsareke bi kurmanciya behdînî bi alfabeya kurdî-erebî: Gulanmedia.com, 2/2016.
[65] Hinek ji van peyvan wek formên çemandî yên lêkera “hebîn” (hebandin, hez kirin, dildar bûn) hene lê mebesta me li vê derê formên lêkera “hebûn”ê ne û ti ji van wek formên “hebûn”ê nînin.
[66] Zana Farqînî: Der barê lêkera hebûnê de, Amidakurd.com, 6/2007.
[67] ”Birçî” forma kurmanciya navendî û rojavayî ye, ”birsî” forma kurmanciya rojhilatî û soranî ye.
[68] Bahoz Baran: Bûn, Amidakurd.com, 8/2022, pêveka https://www.amidakurd.net/pel/Bun1.pdf, r. 9. (Mixabin nivîsara pêvekirî êdî di malperê de ne berdest e.)
[69] Heman çavkanî, rûpela 9, jêrnota 12.
[70] Bo etîmolojiya ”e”, ”est” û hevrehên wan binêrin bo nimûne: https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-Iranian/H%C3%A1sti (zimanên hindûîranî) û https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/h%E2%82%81%C3%A9sti (hemû malbata hindûewropî).
[71] Di farisiya tehranî de ”est” carinan jî wek “a” tê bilêvkirin: “On kord-a.”
[72] Mebest ji ”tirkîkî” (bi inglîzî Turkic) zimanên tirkî, azerî, ozbekî, tirkmenî, qazaxî û hwd. yên binemala wan in.
[73] Tiştekî ecêb e ku ne Zana Farqînî û ne jî Bahoz Baran di ravekirina ”hebûn”ë de bala xwe nedaye hevşibîna wê ya li gel ”varolmak” ya tirkî tevî ku herdu ji Bakur in û ji tirkî baş haydar in.
[74] Di kurdiya başûrî de û di farisiya devkî de jî ”hest” bûye ”hes” û ew form jî heye tevî ku paşî hê jî kurtir bûye û bûye ”e/ê” ”
[75] Çend lêker li şûna pêşgira “di-“ varyanta “t-“ werdigirin, bo nimûne ”ez t-êm” û hin jî li cihê pêşgirên ”na-” û ”ne-” varyanta ”ni-” werdigirin, wek ”ni-zanim” û ”ni-karim”.
[76] Mebest ji stêrka * li pêşiya hevokê tê wê maneyê ku hevokeke wisa nine yan şaş e û li vê derê tenê bo tinebûna/şaşiya wê destnîşankirinê hatiye nivîsîn.
[77] Berê “tine bû-/tune bû“ wek “tinebû/tunebû” jî dihat nivîsîn û niha jî kêm caran tê dîtin lê êdî bi awayekî pir serdest “ti” û “ne” bi hev û “bû-“ jî ji wan cuda tê nivîsîn.
[78] Bo nimûne Aynur Bozkurt di kitêba xwe kesandina lêkerên kurmancî rûpel 100 de hem formên wek “nînbûm, nînbûyî nînbû, nînbûn” û hem jî yên wek “nînbim, nînbî, nînbe, nînbin” û “nînbûma, nînbûyayî, nînbûya, nînbûna” dide ku hemû jî formên xeyalî ne û ne di zimanê xelkê de peyda dibin û ne jî di nivîsan de ji bilî çend nivîsên ku ev form ji hin rêzimannameyan neqil kiriye.
[79] Bi eslê xwe “hebû-yî-ya” lê sivik bûye û bûye wek “hebûya”. Di hin rêzimannameyan de li cihê wê forma ”hebûyayî” tê dan lê ev di rastiyê de şaş e ji berk u raweya dananê ya dema borî ji bistika demên borî “hebû-“ + paşgira kesî + paşgira raweya dananê ya dema borî “-(y)a” tê çêkirin, wek “ez hebû-m-a” yan “em/hûn/ew hebû-n-a” lê “*tu hebû-ya-yî” ji aliyê pirtikrêziyê anku morfotaksiyê ve dê bistika demên borî “hebû-“ + paşgira raweya dananê ya dema borî “-(y)a” + paşgira kesî bûya ku ji aliyê morfotaksî ve şaş e.
[80] Bi eslê xwe “heba-yî-ya” lê wek “hebaya” sivik bûye.
[81] Bi eslê xwe “tu nebû-yî-ya/tine bû-yî-ya” lê wek “tu nebûya/tu tine bûya” sivik bûye.
[82] Mebest ji ”tematîk” li vê derê ew form in ku dikevin pey peyvên ku li dawiya wan vokalek heye.
[83] Bo nimûne, Zinarê Xamo di nivîseke xwe de dibêje: ”Hin dîn henin ji dûr ve ban dikin dîn in. Lê hin dîn jî hene…”
[84] Binêrin nivîsareke me ya li taybet li ser partîsîpê di kurdî de.
[85] ”Eza heym” gava ku ”ez” mê be û ”ezê heym” dema ku ”ez” nêr be.
[86] Di kurmanciya rojhilatî de paşgira ravekê ”-êt” e li şûna paşgira ”-ên” ya kurmanciya giştî, wek ”kitêbêt min” (kitêbên min).
[87] Di kurmanciya rojhilatî de paşgira ravekê ”-êt” e li şûna paşgira ”-ên” ya kurmanciya giştî, wek ”kitêbêt min” (kitêbên min).
[88] Di soraniya bi alfabeya erebî de kopûlaya dema niha ya raweya ragihandinê bi peyva berî wê ve tê nivîsîn. Li vê derê me bi mebesta baştir diyarkirinê kopûla bi xetikekê ji peyva serekî cuda kiriye.
[89] Di soranî de qalibekî wek yê kurmanciya rojhilatî/behdînî li ser bingehê bistika “nî-“ tê bikaranîn, bo nimûne “min nî-m, to nî-yt, ew ni-ye, ême nî-yn, êwe/ewan nî-n”. Di zazakî de qalibekî wek yê kurmanciya navendî û rojavayî li ser bingehê “çin-“ (tine, tune, çu nine) tê bikaranîn, wek “o çino” (ew tine ye, ew nine.)
[90] Helbest dikare bo nimûne di malpera Helbestakurdi.com de were dîtin. Li wê derê peyvên peyva xwehrkirî/îtalîkî carekê wek ”nih in” û carekê jî wek ”neh in” hatiye.
[91] Binêrin: Dîwana Melayê Cizîrî (li gel wergera wê ya tirkî ya Osman Tunç), helbesta 14, rûpel 54. Osman Tunç ew wiha kiriye tirkî: ” Boş değildir hiçbiri, yüksek hikmetlerden uzak değil hiç biri / Bir cezbe olmasa hiç raksedip dururlar mı böyle mestane.” ku em dikarin wiha bi pexşankî li kurdî wergerînin: ”Ti ji wan vala nînin [=ne vala ne], ji hikmetên bilind dûr nînin / Eger ti cezbek tine be, ma dê wisa mestane rabin reqsê.”
[92] Binêrin: Dîwana Melayê Cizîrî (li gel wergera wê ya tirkî ya Osman Tunç), helbesta 1, rûpel 24. Osman Tunç ev malik wiha kiriye tirkî: ”Boş değildir hiçbiri, yüksek hikmetlerden uzak değil hiç biri / Bir cezbe olmasa hiç raksedip dururlar mı böyle mestane.” ku em dikarin wiha bi pexşankî li kurdî wergerînin: ”Ti ji wan vala nînin [=ne vala ne], ji hikmetên bilind dûr nînin / Eger ti cezbek tine be, ma dê wisa mestane rabûna reqsê.”
[93] Etîmolojiya peyva pehlewî li vê derê ye.
[94] Di hin devokên kurmancî de jî mirov dibêje ”ez mamoste nînim”.
[95] Aynur Bozkurt di kitêba xwe kesandina lêkerên kurmancî rûpel 100 de van formên şaş û xeyalî dide.
[96] Lêkera alîkar ya dema bê li gor devokan ”ê, dê, wê, yê” diguhere. Bo girannekirina barê hevokan, li vê derê em ê tenê forma ”ê” ya di hemû devokan de hevpar di nimûneyan de bidin.
[98] Zana Farqînî: Derbarê lêkera hebûnê de
https://zimannas.wordpress.com/2026/04/21/lekeren-bun-u-hebun-lekolineke-hevdemi-diroki-u-diyalekti/, 21.04.2026
Gotara berê: Bi Dîtina Seîdê Kurdî: Di Hizir û Xîreta Dînî û Neteweyî de Şiyarbuna Gelê Kurd
Gotara piştî: Şewqeya Sêhrbazo ya Tove Janssonê hat çapkirin


