VOKATÎV DI KURDÎ DE

Husein Muhammed

  1. Vokatîv anku rewşa gazîkirinê yan rewşa banglêkirinê çi ye?

Vokatîv anku rewşa gazîkirinê yan rewşa banglêkirinê (bi inglîzî vocative case) yek ji rewşên yan haletên navdêran e.

Wek ku tê zanîn kurmancî de çar rewşên navdêran hene:

  1. rewşa binavkirinê/xwerû anku nomînatîv, wek: welat, Serdar, , gul, Jiyan[1]
  2. rewşa çemandî/tewandî anku oblîk: welatî/welêt, Serdarî/Serdêr, gulê, Jiyanê[2]
  3. rewşa ravekirinê anku îzafeyê: welatê, Serdarê, gula, Jiyana[3]
  4. rewşa gazîkirinê/banglêkirinê anku vokatîv: welato! Serdaro! gulê! Jiyanê![4]

Rewşên 1 – 3 pir tên bikaranîn û di piraniya rêzimannameyên kurdî de tên behskirin.

Armanca vê nivîsarê ne ew in lê rewşa 4) anku rewşa gazîkirinê/banglêkirinê yanî vokatîv e.

Vokatîv di rêzimannameyên kurdî de hem kêm hatiye vekolîn û behskirin û hem jî bi yekalî anku ne piralî maye: Gava ku hatiye behskirin jî, tenê vokatîva bi paşgiran hatiye ravekirin. Lê hin awayên din jî yên vokatîvê hene ku em ê berê xwendevanên hêja bidinê.

  • Vokatîv di rêzimannameyên heyî de û hewcehiya bi lênêrîneke berfirehtir

Di çend rêzimannameyên kurdî de bi kurtî behsa vokatîvê tê kirin lê pir bi kurtî û ne bi piralî. Carinan mînak û nimûne ji vokatîvê tên dan lê bi kurtî jî vokatîv bi xwe nayê ravekirin û ronkirin. Bo nimûne, Abdullah Karabax di rêzimannameya xwe de tenê hin nimûneyên ji vokatîvê dide bêyî ku mijarê bi xwe, anku armanc û bergehên bikaranîna wê şirove bike.[5]

Kêm caran ku rewşa vokatîv hatiye «ravekirin» jî mixabin hingê jî:

  • Yan bi awayekî giştî behsa tiştekî ne-serekî hatiye kirin, wek ku Samî Tan kiriye: «Rewşa banglêkirinê (vocative case) Di vê rewşê de navdêr hinek paşgiran werdigirin û bi wan paşgiran zayend û mêjera navdêran diyar dibe.»[6]

Lê mijara serekî ya rewşa vokatîv banglêkirin e anku gazîkirin e, ne diyarkirina zayenda kesa/ê diyarkirî ye. Rast e di hin haletan de (em ê paşî bibînin ku bi ti awayî ne di hemû haletan de) formên vokatîv zayenda rêzimanî ya peyvê jî diyar dikin lê ew di vokatîvê de ne mijara serekî ye.

  • Yan jî mijar rasterast şaş hatiye şirovekirin, wek ku dîsa Samî Tan kiriye: «Di rewşa banglêkirinê de navdêrên ku qertafên banglêkirinê digirin dibin baneşan… Bi şêweyekî din afirandina baneşanên pirjimar bi alîkariya peyva “gelî” û bi qertafa tewangê ya pirjimariyê “-an ”ê çêdibe.»[7]

Berî her tiştî şaş e mirov idia bike ku navdêrên ku «qertafên banglêkirinê digirin dibin baneşan». Wek çawa ku di rewşa binavkirinê/xwerû/nomînatîv de û di rewşa çemandî/tewandî/oblîk de her navdêr in û wek navdêr dimînin, di rewşa banglêkirinê/vokatîvê de jî bi heman awayî navdêr navdêr in û wek navdêr dimînin. Berovajî ku Tan idia dike, ew nabin baneşan (nîda, interjeksiyon, bi inglîzî interjection).[8]

Herwiha, berovajî ku Tan idia dike, ti tiştek bi navê «baneşanên pirjimar» nîne. Baneşan hin peyv in ku naçemin û ne xwedî hejmarên rêzimanî ne. Rast e ku hin peyv ji wan tenê li gel navdêrên pirhejmar tên bikaranîn, wek «gelî» ya kurmancî lê ew pirhejmariyê çênake.

Mixabin em ne haydar in ku heta niha ti lêkolîneke berhevdana vokatîvê di devokên kurmancî de yan jî di zaravayên kurdî de hatibe kirin. Loma ev jî hewcehiyeke berçav e.

Gava ku em li rêzimannameyên kurdî yên bi zimanên din nivîsandî binêrin, rewş ne bi temamî wisa kembax e:

  • Ismaïl Kamandâr Fattah di rêzimannameya devokên kurdiya başûrî ya bi zimanê fransî de bi çar rûpelan behsa vokatîvê (bi sernavê «apostrof», bi fransî «l’apostrophe») di wan devokan de dike.[9]
  • Zülfü Selcan di rêzimannameya xwe ya zazakî ya bi zimanê almanî de dîsa bi çend rûpelan behsa vokatîvê di zazakî de dike.[10]
  • Masoud Mohammadirad jî di rêzimannameya xwe ya hewramî ya bi zimanê inglîzî de behsa vokatîvê di hewramî de dike.[11]

Mixabin ti ji van her sê berheman jî behsa vokatîvê di herdu zaravayên kurdî yên serekî (kurmancî û soranî) nakin û wek din jî ti berhevdanekê bi zaravayên din yên kurdî re yan bi zimanên din yên lêzim re nakin. Hinek ji wan jî – ya derbarê kurdiya başûrî û bi taybetî jî ya derbarê hewramî – behsa hin zaravayan dikin ku vokatîv tê de ne wek di kurmancî de berbelav e. Bo nimûne, di hewramî de vokatîvî paşgirkî hema bêje qet nîne û tenê vokatîva kirpî peyda dibe.

Di vê nivîsara xwe de em ê hewl bidim hem vokatîva paşgirkî (ya bi paşgiran) û hem jî vokatîva kirpî (ya bi guhastina cihê giraniya/guvaşê di peyvê de) nasîn. Herwiha em ê vokatîva kurmancî bidin ber vokatîvê di zar û zimanên lêzim de.

  • Vokatîv di kurmancî de
  • Avaniyên cuda yên vokatîvê di kurmancî de

Di kurmancî de du avaniyên yan awayên vokatîv hene:

  • vokatîv paşgirkî (wek «hevalo!», «keçê!», «kurdino!»)
  • vokatîva kirpî (guherandina cihê giraniya/kirpa/guvaşa/stresa dengî ji dawiya peyvê bo destpêka wê)

Di rêzimannameyên kurdî de, bi taybetî yên ku bi kurdî hatine nivîsîn, heta niha bi piranî tenê bi kurtî behsa vokatîva paşgirkî hatiye kirin. Yên din bi piranî – eger ne bi temamî – hatine jibîrkirin yan piştguhkirin.

Kerem bikin em her yekê ji van awayên vokatîvê di kurmancî de binasin. Piştî nasandina awayên cuda yên vokatîvê bi kurmancî em ê berê xwe bidin vokatîvê di zaravayên din yên kurdî de û di zimanên din yên lêzim de.

  • Vokatîva paşgirkî

Diyartirîn û berçavtirîn avaniya vokatîv di kurmancî de vokatîva paşgirkî (bi inglîzî suffixal vocative) ye ku formên vokatîv bi zêdekirina paşgirekê (sufîksekê) ji formên xwerû çêdike.

Di kurmancî de sê paşgirên formên vokatîva paşgirkî çêdikin hene:

  • paşgira -o (-yo, -wo) bo çêkirina formên navdêrên nêr yên yekhejmar, bo nimûne:
    • kur > kuro, heval> hevalo! Xwedê > Xwedêyo/Xwedêwo!
    • bira > birawo!
  • paşgira -ê (-yê) bo çêkirina formên navdêrên mê yên yekhejmar, bo nimûne:
    • jin > jinê!
    • heval > hevalê!
    • da(yik) > dayê!
  • paşgira -ino (-no, -îno, -yno) bo çêkirina formên navdêrên pirhejmar, bo nimûne:
    • mêr > mêrino!
    • jin > jinino!
    • heval > hevalino!
    • dayik > dayikino!
    • bira > birano!

Çend mijarên giring di bikaranîna paşgirên li jor de hêjayî balkişandinê ne:

Formên vokatîv yên navdêrên nêr yên yekhejmar yên bi -o/-yo/-wo taybet in û ne wek ti rewşên din yên navdêran in anku naşibin formên xwerû (wek “mêr, heval, bira”) û ne formên çemandî (wek “mêrî, hevalî/hevêl, birayî/birê”) û ne jî formên ravekirinê (wek “mêrê, hevalê, birayê”).

Herwiha formên vokatîv yên pirhejmar jî taybet in û naşibin formên navdêrên pirhejmar yên xwerû (wek “mêr, jin, heval..”) yan yên çemandî (wek “mêran, jinan, hevalan…) yan yên ravekirinê (wek “mêrên, jinên, hevalên…) ne.

Lê formên vokatîv yên navdêrên mê yên vokatîv hevşêweyî formên çemandî yên navdêrên mê yên yekhejmar in (wek “jinê, hevalê”).

Di formên pirhejmar de cudahî di navbera navdêrên mê û nêr de nîne çunkî bi awayekî giştî jî di pirhejmariyê de kurmancî ti cudahiyê di navbera navdêrên mê û nêr de nake.

Li jor me çar varyantên paşgira formên vokatîv yên pirhejmar daye: -ino, -no, -îno. Ji van “-ino” û “-no” formên kurmanciya navendî, rojavayî, serhedî û xorasanî ne. Ji van forma “-ino” adeten dikeve pey navdêrên ku di rewşa xwerû de bi konsonantekê yan çend konsonantan bi dawî dibe, wek “heval > hevalino”, “xwişk > xwişkino” û paşgira “-no” jî dikeve pey navdêrên ku di rewşa xwerû de bi vokalekê bi dawî dibin, wek “bira > birano”. Lê carinan di nivîsînê de û bi taybetî jî di peyivînê de paşgira “-no” herwiha cihê paşgira “-ino” jî digire, wek “heval > hevalno”.

Varyantên “-îno, -yno” di kurmanciya rojhilatî/behdînî de tên bikaranîn. Ji van forma “-îno” dikeve pey navdêrên ku di rewşa xwerû de bi konsonantekê yan çend konsonantan bi dawî dibe, wek “heval > hevalîno”, “xwişk > xwişkîno” û paşgira “-yno” jî dikeve pey navdêrên ku di rewşa xwerû de bi vokalekê bi dawî dibin, wek “bira > birayno”.

Paşgirên vokatîvê di kurmancî de dikarin bikevin pey hem navdêrên giştî (wek “bira, heval, mêr, jin”) û hem jî navdêrên taybet anku navên kesan (Heseno, Jiyanê!…).

Bi formên vokatîvê adeten bangî mirovan tê kirin (wek “Heseno, Jiyanê, kuro, keçê, birano, dayikino…) Lê ew dikare wek prensîp li gel hemû navdêran were bikaranîn û gelek caran heta li gel navdêrên nejîndar jî tê bikaranîn, wek:

  • kûçik > kûçiko!
  • ker > kero!
  • zik > ziko!
  • welat > welato!

Ew herwiha li gel rengdêrên navdêrkirî jî tê bikaranîn:

  • hêjano! (< hêja)
  • mezino! mezinino! (< mezin)
  • esmerê! (< esmer)
  • porkurê! (< porkur)

Paşgirên vokatîvê adeten yekser dikevin pey navdêran û ji bilî zêdebûna paşgirê ti guherîneke din di navdêrê de peyda nabe. Lê wek ku ji nimûneya li jor “da(yik) > dayê!” diyar dibe, kurtbûna peyva xwerû mimkin e.[12]

Bi taybetî di navên kesan de di rewşa vokatîv de bistika/qurmê peyvê kurt dibe, bo nimûne:

  • Hesen: Heseno > Heso
  • Birahîm: Birahîmo > Biro
  • Evdile: Evdilewo > Evdo
  • Fatma: Fatmayê > Fatê
  • Besna: Besnayê > Besê
  • Gulistan: Gulistanê > Gulê

Bi taybetî di navên kesan formên vokatîv bi temamî dikevin cihê formên xwerû jî wek navên xwerû jî yan jî wek bernavên van kesan tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • Navê wê Gulê ye.
  • Heso ne li malê ye.

Ne tenê navên kesan, lê hin peyvên din jî – bi taybetî peyvên malbatî – bi forma xwe ya vokatîv li cihê formên xwerû jî tên bikaranîn, wek:

  • Dayê ne li malê ye.
  • Ew babo/bavo ye.

Bi taybetî di zimanê zarokan de hinek ji wan heta dikarin paşgirên çemandinê yan ravekirinê jî wergirin, wek:

  • Baboyî/bavoyî got.

Tevî ku bi awayekî giştî -o paşgira vokatîvê ya navdêrên nêr yên yekhejmar e û -ê paşgira vokatîvê ya navdêrên mê ye lê bi taybetî di navên kesan de herdu cins dikarin heman formê jî wergirin:

Li aliyekî, bi taybetî di kurmanciya rojhilatî/behdînî de bernavên jinan/keçan jî hemû dikarin paşgira “-o” ya vokatîv bigirin lê ev wek formeke “tehlkirinê” ya wan navan tê hesibandin, wek:

  • Fato (li şûna ”Fatê” yan “Fatmayê”)
  • Xeco (li cihê “Xecê” yan “Xecîceyê”)

Ew form dikarin herwiha wek formên xwerû jî bên bikaranîn û heta paşgirên çemandinê jî bigirin, wek:

  • Fato ne li malê ye.
  • Xeco xwişka wî ye.
  • Ew birayê Xecoyê ye.

Li aliyê din, bi taybetî di devokên navendî de jî hin navên kesan paşgira vokatîv ya mê ”-ê” werdigirin, wek:

  • Memê (bi formeke din ”Memo») (< Memed < Mihemed < Muhemmed)
  • Ehmê (bi formeke din «Ehmo») (< Ehmed)
  • Hemê (bi formeke din «Hemo») (< Mihemed yan Ehmed)

Di hin devokan de (bi taybetî devokên rojavayî) heta hin peyvên giştî yên nêr jî – bi taybetî peyvên malbatî – pêşgira vokatîvê ya «-ê» digirin, wek:

  • kekê!
  • birê!

Di meseleya kurmanciya rojhilatî de anku bikaranîna paşgira «-o” li gel navên mê jî dibe ku diyardeyeke giştîkirina heman paşgirê be bo herdu zayendan wek çawa ku tarîxiyen di yekzayendkirina yan bêzayendkirina formên pirhejmar de qewimiye be.[13]

Lê di meseleya devokên navendî û rojavayî de ihtimalen mijar ne yekkirina herdu zayendan be lê paşgira «-ê» di navên «Memê, Ehmê, kekê, birê» de tenê paşgira îzafeyê/ravekê be anku ev formên elîptîk yên «Memê [Alan]», «Ehm(ed)ê [filan malê]», «kekê [min]», «bir(ay)ê [min]» bin.

Wek ku tê zanîn, di kurmancî de giraniya/kirpa/guvaşa/stresa/aksansa dengî (bi inglîzî stress yan accent) di navdêrên xwerû de li ser kîteya/heceya (bi inglîzî syllable) dawiyê ye, wek (kîteya girankirî hatiye qelewkirin):[14]

  • bira, heval, welat, Hesen, Ehmed, Rojîn, Mihemed

Wek paşgirên din jî yên çemandinê/tewandinê yên navdêran (û paşgirên çemandinê bi awayekî giştî jî), paşgirên vokatîvê jî bêgiranî ne anku nayên girankirin. Ev tê wê wateyê ku giraniya peyvê li ser kîteya berî wê dimîne, wek:

  • birawo!, hevalo/hevalê/hevalino, welato!, Heseno!, Ehmedo!, Jiyano!, Mihemedo!

Bala xwe bidinê ku di peyvên ku di rewşa xwe de bi konsonantekê yan çend konsonantan bi dawî dibin, di rewşa vokatîv de konsonanta wê ya dawiyê beşek ji kîteya dawiyê li gel paşgira vokatîviyê û ew konsonant jî êdî ne beşek ji kîteya girankirî ye, wek:

  • he-val > he-va-lo/he-va-lê/he-va-li-no (yan: he-val-no/he-va-lî-no!)
  • Mi-he-med > Mi-he-me-do!

Di navdêrên ku di rewşa xwerû de yekkîteyî ye de giranî jixwe li ser tek kîteya heyî ye. Gava ku paşgira vokatîviyê dikeve dûv, dîsa giranî li ser kîteya yekem dimîne, wek:

  • bab/bav > babo/bavo!
  • kek > keko!
  • xwişk > xwişkê! xwişkino (yan xwişkno/xwişkîno)
  • kurd > kurdo! kurdê! kurdino(yan kurdno/kurdîno)

Eger peyva xwerû di rewşa vokatîv de hatibe kurtkirin û kîteya di rewşa xwerû de girankirî ketibe, giranî paşve tê ser dawîn kîteya beşa mayî ji peyva xwerû. Bo nimûne:

  • dayik > dayê!
  • Fatma > Fatê!
  • Hesen > Heso!

Lê gava ku formên bi eslê xwe vokatîv di li cihê formên xwerû tên bikaranîn, giranî neqil dibe ser kîteya dawiyê çunkî giraniya navdêran di rewşa xwerû de li ser kîteya dawiyê ye. Bo nimûne (di mînakan de me tenê giraniya peyva bi eslê xwe vokatîv qelew kiriye, ne giraniya her peyvê):

  • Babo/bavo li malê ye?
  • Keko nehatiye.
  • Dayê wisa got.
  • Fatê keça wan e.
  • Heso îro ne diyar e.
  • Vokatîva kirpî

Di beşa pêştir de me behsa vokatîva paşgirkî kiriye. Lê bikaranîna vokatîva paşgirkî di kurmancî de bi awayekî giştî tiştekî dilxwazane ye anku formên vokatîv dikarin di banglêkirinê/gazîkirinê de bên bikaranîn lê bikaranîna wan adeten ne tiştekî pêdivî û zerûrî ye. Li cihê wan, herwiha formên bêpaşgir jî dikarin bên bikaranîn. Bo nimûne:

  • Vokatîv paşgirkî: Hevalo/hevalê, tu çi dikî?
  • Vokatîva bêpêşgir: Heval, tu çi dikî?

Ne tenê di navdêrên giştî de (wek di nimûneyên li jor de peyva «heval») lê di navên kesan de jî herdu awa mimkin in:

  • Vokatîv paşgirkî: Rojeno/Rojînê, tu çi dikî?
  • Vokatîva: bêpêşgir: Rojen/Rojîn, tu çi dikî?

Vokatîva paşgirkî di vî warî de ji rewşên din yên navdêran cuda ye. Rewşên din yên navdêran bi zerûrî li cihê pêdivî tên bikaranîn mirov nikare wan bi kar neîne. Bo nimûne, mirov nikare adeten li şûna rewşa çemandî/tewandî forma neçemandî bi kar bîne û wek nimûne li cihê «di kitêbê de» bibêje «*di kitêb de» yan li şûna rewşa ravekirinê rewşa xwerû bi kar bîne, wek nimûne li cihê «kitêba min» bibêje «*kitêb min».

Lê di rastiyê de rewşa vokatîv jî ne tiştekî dilxwazane ye çunkî di hevokên wek «Rojen/Rojîn, tu çi dikî de», «Rojen» û «Rojîn» tenê bi ser ve wek formên xwerû û neçemandî dixuyin. Rast e ku bi nivîskî ew bi temamî wek formên binavkirinê/xwerû/nomînatîv in lê bi gotinê ew wan cuda ne:

Kerem bikin li van nimûneyan binêrin ku me giraniya/kirpa/guvaşa/stresa peyvê di navên «Hesen» de diyar kiriye:

  • Hesen birayê wî ye. [he’sen]
  • Hesen, tu çi dikî? [‘hesen]

Di hevoka “Hesen birayê wî ye» de, peyva/navê “Hesen” di rewşa xwerû/nomînatîv/binavkirinê de ye anku nehatiye çemandin/tewandin. Di wê de giranî li ser kîteya dawiyê ye. Gava ku ew di rewşa çemandî (Hesenî/Hesên), rewşa ravekirinê (Hesenê) yan rewşa vokatîva paşgirkî (Heseno) de tê bikaranîn, dîsa giranî li ser dawîn kîteya bistika/qurmê peyvê dimîne. Lê gava ku navê “Hesen” bi awayekî banglêkirinê were bikaranîn lê paşgira vokatîva paşgirkî neyê bikaranîn, hingê giranî ji kîteya dawiyê ya bistika/qurmê peyva xwerû neqil dibe ser kîteya yekem. Ev ne tenê di navên kesan de lê di her peyvê de çêdibe gava ku bi mebesta banglêkirinê tê bikaranîn. Bo nimûne (di nimûneyan de me tenê giraniya peyva yekem diyar kiriye.):

  • Bira!
  • Wey babo/bavo!
  • Ay dayê!
  • Heval, tu çi dikî?
  • Xwedê, tu duayên me qebûl bikî!
  • Şeytan, wisa meke/neke!
  • Bêrîvan, tu ê kengî biçî/herî bêrê?

Wek ku di beşa pêştir de hatiye diyarkirin, giraniya peyvê di rewşa vokatîvî de hingê neqil nabe pêşiyê peyvê gava ku paşgireke vokatîviyê (-o, -ê, -ino) were bikaranîn. Lê eger paşgira vokatîviyê êdî bûbe beşeke navên kesan/heywanan û êdî bi wê formên di rewşa binavkirinê/xwerû de jî were bikaranîn, dîsa di rewşa banglêkirinê de giranî neqil dibe ser kîteya yekem:

  • Heso!
  • Gulê!
  • Hemê!
  • Qero! Beşo! (wek du navên kûçikan/seyan)

Di kurmancî de di banglêkirinê anku gazîkirinê de, gava ku navê kesê yan heywanê yan tiştê bangkirî tê bikaranîn, bikaranîna yek ji herdu awayên vokatîvê pêdivî û zerûrî ye: Yan divê formeke vokatîva paşgirkî bên bikaranîn yan jî formeke vokatîva kirpî:

  • Heseno, tu çi dikî? (he’seno])
  • Hesen, tu çi dikî? ([‘hesen])

Anku şaş e ku mirov bibêje:

  • Hesen, tu çi dikî?

Bêguman mirov dikare navê ”Hesen” bi temamî ji hevokê biavêje eger di rewşa axiftinê de diyar be ka kî tê axaxftin:

  • Tu çi dikî?

Lê peyvên yekkîteyî (û formên wan yên biçûkirinê/dîmînutîv), gava ku di banglêkirinê de tên bikaranîn, bi zerûrî divê di rewşa vokatîva paşgirkî de bên bikaranîn û di forma xwe ya bêpaşgirkî de di banglêkirinê de nayên bikaranîn:

  • Kuro/kuriko, wisa meke/neke! (ne: ”*Kur/kurik, wisa meke/neke!)
  • Keçê/keçikê, tu çi dikî? (ne: “*Keç/keçik, tu çi dikî?)
  • Mêro/mêriko, were meydanê! (ne: “*Mêr, were meydanê!)
  • Jinê/jinikê, ez evîndarê te me! (ne: “*Jin/jinik, evîndarê te me!)
  • Kero!
  • Koro/korê! kerro/kerrê!

Sebeb ew e ku di peyvên yekkîteyî de giranî bi zerûrî li ser tek kîteya heyî ye loma bi forma yekkîteyî diyarkirina rewşa vokatîvî bi neqilkirina giraniya peyvê ne mimkin e loma vokatîva paşgirkî pêdivî ye.

  • Vokatîv di zaravayên din yên kurdî de
  • Vokatîv di zazakî de

Di zazakî de jî hem vokatîva paşgirkî û hem jî vokatîva kirpî heye.

Vokatîva paşgirkî di zazakî pir dişibe ya kurmancî. Di rewşa vokatîv de navdêrên yekhejmar yên nêr paşgira -o û navdêrên mê jî paşgira -ê digirin – anku herdu tam wek kurmancî. Navdêrên pirhejmar paşgira -êne digirin (di kurmancî de: -ino/-no, bi kurmanciya rojhilatî -îno/-yno).[15] Bo nimûne:

  • laz (law, kur) > lazo (lawo, kuro)
  • waye (xwişk) > wayê (xwişkê!) (gava ku ê-ya vokatîviyê tê, e-ya dawiya peyvên mê dikeve)
  • doman (zararok) > domanêne (zarokino!)

Wek di kurmancî de, di zazakî de navên kesan di rewşa vokatîv de gelek caran tên kurtkirin. Bo nimûne:

  • Hesen > Heseno > Heso!
  • Fatma > Fatmayê > Fatê!

Herwiha di zazakî zazakî de jî formeke din ya vokatîvê bi neqilkirina giraniya/kirpa/guvaşa/stresa peyvê ji dawiyê bo destpêkê ye:

  • rewşa xwerû/binavkirinê/nomînatîv: cîran, Hesen
  • rewşa vokatîva kirpî: cîran!, Hesen!
  • Vokatîv di soranî de

Di soranî de jî hem vokatîva paşgirkî û hem jî vokatîva kirpî peyda dibe.

Paşgir vokatîva paşgirkî bo navdêrên yekhejmar -e û bo navdêrên pirhejmar -îne ye. Bo nimûne:-

  • kuře! (kuro!)
  • kiçe! (keçê!)
  • kurdîne! (kurdino – bi kurmanciya rojhilatî “kurdîno!”)

Kurtkirina navên kesan di rewşa vokatîv de di soranî de ne hindî di kurmancî û zazakî de çalak û berhemdar e lê di soranî de jî hinek nav wisa tên kurtkirin:

  • Ḧeme (kurtkirina navên wek: Mihemed, Ehmed, Hemed…)

Di soranî de jî vokatîva kirpî wek kurmancî bi neqilkirina giraniyê ji kîteya dawiyê ya peyva xwerû bo kîteya yekem tê pêkanîn.

  • Vokatîv di kurdiya başûrî de

Di kurdiya başûrî anku di devokên feylî/kelhurî/kirmaşanî de jî hem vokatîva paşgirkî û hem jî vokatîva kirpî peyda dibe. Di vê zaravayê de paşgira vokatîvê bo navdêrên yekhejmar wek di soranî jî ”-e” lê bo navdêrên pirhejmar ji soranî cuda ye û li gor devok û deveran -eyl, -êl, -el, -yel yan -gel e.[16] Bo nimûne:

  • jin > jineyl/jinêl/jinel/jinyel/jingel (jinino! gelî jinan!)

Di kurdiya başûrî de jî vokatîva kirpî wek kurmancî bi neqilkirina giraniyê ji kîteya dawiyê ya peyva xwerû bo kîteya yekem tê pêkanîn.

  • Vokatîv di hewramî de

Berovajî zaravayên din yên kurdî, di hewramî de vokatîva paşgirkî peyda nabe yan jî pir bisinor e: Li gel navdêrên yekhejmar ti paşgirên vokatîvî peyda nabin lê li gel navdêrên pirhejmar mimkin e ku bi mebesta bangkirinê forma çemandî ya pirhejmar were bikaranîn, wek ”hewramiya!” anku ”[gelî] hewramiyan!”.[17]

Ev awayê bikaranîna pirhejmara çemandî wek formeke vokatîv di soranî de jî peyda dibe û vê dawiyê êdî di kurmancî de jî tê dîtin, wek di peyvên ”hevalan! rêzdaran, mêravanan! hêjayan!” gava ku xîtabî hin kesan tê kirin. Li gel peyva ”gelî” ya banglêkirin ev form zerûrî ye, wek ”gelî hevalan!” yan ”gelî kurdan!”

Awayê serekî yê vokatîvê di hewramî de vokatîva kirpî ye ku wek di kurmancî de jî giraniya peyvê neqil dibe ser kîteya yekem. Masoud Mohammadirad di rêzimannameya xwe ya li ser hewramî de idia dike ku di rewşa vokatîv de giraniya peyvê ji dawiyê ber bi paşve li ser duyem kîteya (penultimate syllable) navdêr[ên hewramî] ye û van nimûneyan dide:[18]

  • tate! (babo/bavo!)
  • eda! (dayê!)
  • kinaçê! (keçê!)

Ji xwe piraniya peyvên kurdî yên sade (anku ne yên dariştî û ne yên pêkhatî) di rewşa xwe ya xwerû de yekkîteyî yan dukîteyî ne loma ”kîteya duyem ji dawiyê ve” (penultimate syllable) dibe kîteya yekem/destpêkê.

Lê ravekirina meseleyê bi ”kîteya duyem ji dawiyê ve” bi qenaeta me şaş e çunkî gava ku mesele peyvên sêkîteyî yan dirêjtir bin, ne kîteya duyem ji dawiyê ve lê dîsa jî kîteya yekem/destpêkê girankirî ye. Bi qenaeta me di nimûneya ku Mohammadirad daye anku di peyva hewramî ”kinaçê” de jî dîsa li ser kîteya yekem e: Di rastiyê de kîteya girankirî yan ”ki-” ye. Eger bi rastî ”na-” be jî, mesele ”i-ya têrneker” e:

Wek qeyd û bendeke giştî mirov dikare bibêje ku her vokala kurdî bi tenê yan li gel konsonantên li dora xwe kîteyekê pêk bîne. Vokala ”i” jî wisa ye. Lê dîsa jî hin peyv hene ku ”i” tê de heye û vokaleka din jî heye lê dîsa jî ew ne dukîteyî lê yekkîteyî ne. Bo nimûne, di peyvên ”bira, jiyan, ziman” de di her yekê de du vokal hene lê dîsa jî her yek ji wan peyveka yekkîteyî ye. Anku di axiftinê de mirov divê wan bi derbekê bibêje (bira, jiyan, ziman) wek ku ”i” di wan de tine be (bra, zman). Tenê bi zor û tadeyeke nesiriştî mirov dikare bibêje ”*bi-ra, *ji-yan, *zi-man”. Herwiha di peyvên wek ”siyaset, xiyanet” jî sê vokal hene lê dîsa jî ew di axiftinê de peyvên dukîteyî ne, ”siya-set, xiya-net”, ne ”*si-ya-set, xi-ya-net”.[19]

Meseleya ”kinaçê” jî dikare wisa be eger bi rastî jî giranî li ser kîteya ”-na-” be. Loma bi baweriya me giraniya peyvên dikare yan ”kinaçê!” yan jî ”kinaçê!” be lê ne ”kinaçê!” ye.

  • Vokatîv di zimanên din de

Di farisî de jî wek di kurdî de hem vokatîva paşgirkî û hem jî vokatîva kirpî heye lê vokatîva paşgirkî ji kurmancî kêmtir tê bikaranîn. Vokatîva paşgirkî bi paşgira -a/-ya tê çêkirin, wek «dost-a!» (hevalo! hevalê! dosto!/dostê!) û «Xoda-ya!» (Xwedê-yo! Xwedê-wo!). Wek di kurmancî de, di farisî de jî vokatîva kirpî bi neqilkirina giraniya peyvê ji dawiyê bo destpêkê tê pêkanîn. Farisî jî hin baneşanan bo çêkirina formên vokatîv bi kar tîne, wek «ey» û «ya» ku di kurdî de jî tên bikaranîn (li jêrtir binêrin).

Di belûçî de navdêrên yekhejmar di rewşa vokatîva paşgirkî de wek di rewşa xwerû de ne û navdêrên pirhejmar jî di rewşa vokatîv de wek di rewşa çemandî de ne. Bo nimûne, peyva «mat» (dayik, mak) hem wateya «dayik» (rewşa xwerû) û hem jî «dayê!» (rewşa vokatîv) dide. Bi forma xwe ya pirhejmar «matan» ew hem wateya «dayika» (rewşa çemandî) û hem jî maneya «dayikino!» (rewşa vokatîv) dide.[20]

Ji zimanên kevnar yên îranî, di avestayî de vokatîva paşgirkî hebû û bi piranî bi paşgira -e yan -i bû, wek «espe» (hespo!) û «neri» (mêro!).[21]

Di erebî û tirkî de vokatîva paşgirkî peyda nabe lê herdu jî vokatîva kirpî bi kar tînin: herdu ziman jî wek kurdî giraniyê ji kîteya dawîn tînin ser kîteya yekem. Herwiha bi taybetî erebî baneşana «ya» dixe pêşiya peyvên di rewşa vokatîv de. Di rewşa vokatîv de erebî paşgira rewşa binavkirinê/nomînatîv -un (tetwîn) ji peyvê tê avêtin. Bo nimûne:

  • erebî: Muhemmedun > ya Muhemmed! (Mihemed > Mihemedo! Ey Mihemed! Ya Mihemed!)

Di hindî û ûrdûyî de vokatîva paşgirkî heye. Di navdêrên pirhejmar de ew -o ye, bo navdêrên nêr yên yekhejmar adeten -ê û bo navdêrên yekhejmar yên mê adeten -a ye.[22] Bo nimûne:

  • lerka (kur, kurik) > lerkê! (kuro!) > lerko! (kurino!)
  • lerkî (keç, keçik) > lerkiya! (keçê) > lerkiyo (keçino!)

Di zimanên mezin yên rojavayî de vokatîv ne bi paşgirên taybet lê bi riya kirp û tonan tê nîşandan. Di hin zimanan de, bo nimûne di portugalî de baneşana “ó” tê pêşiya navan bo çêkirina vokatîvê.[23]

Lê piraniya zimanên slavî û herwiha hin zimanên din jî yên Rojhilata Ewropayê  rewşeke vokatîvê bi kar tînin. Yek ji balkêştirîn nimûneyan zimanê romanî ye ku paşgira “-o” li gel navdêrên mê û paşgira “-e” (nêzîkî dengê “ê” yê kurdî) li gel navdêrên nêr bi kar tine anku tam berovajî kurmancî![24] Bo nimûne:

  • băiat (kur, kurik) > băiete! (kuro!)
  • soră (xwişk) > soro! (xwişkê!)

Di romanî de, wek di kurmancî de jî, paşgireke taybet bo navdêrên pirhejmar yên herdu zayendan heye: bi romanî “-lor” (beramberî “-ino/-no” ya kurmancî):

  • frați (bira, pirhejmar) > fraților! (birano!)
  • Formên vokatîv li gel baneşanan

Rewşa vokatîv gelek caran ne bi tenê lê hevdem li gel hin baneşanan (nîda, înterjeksiyon, bi inglîzî interjections) jî tên bikaranîn.[25] Bo nimûne:

  • ey dayê! ey babo/bavo! ey kurdino!
  • lo hevalo! lo hevalino! lê hevalê!
  • gelî kurdan!
  • ya Xwedê! Ya Rebî!

Hinek ji baneşanan dikarin li gel navdêrên ji hemû zayend û hejmarên rêzimanî bên bikaranîn, wek «ey» di nimûneyên me de («dayê» yekhejmar û mê ye, «babo/bavo» yekhejmar û nêr e û «kurdino» pirhejmar e.)

Hinek baneşan dikarin tenê li gel zayendeke rêzimanî bên bikaranîn. Bo nimûne, mirov dikare bibêje «lê hevalê» (eger mebest hevaleke jin/keç be) yan «lê bizinê» yan «lê dêlê» lê mirov nikare «lê» li gel navdêrên nêr bi kar bîne û bibêje «*lê hevalo», «*lê nêriyo» yan «*lê kûçiko/sewo!».

Bo navdêrên nêr û yên di rewşa pirhejmar de mirov li cihê wê forma «lo» bi kar tîne, wek «lo hevalo» (yekhejmar û nêr), «lo hevalino» (pirhejmar), «lo lo nêriyo» û «lo kûçiko/sewo!». Heta bo navdêrên mê yên pirhejmar jî «lo» tê bikaranîn, ne «lê» loma mirov dibêje «lo jinino, lo keçino», ne «*lê jinino/keçino».

«Lo» bi xwe formeke vokatîv e, kurtkirina peyva “lawo” (forma vokatîv ji peyva «law» anku «kur, kurik»). Baneşana «lê» paşî ji wê hatiye çêkirin, bi veguhastina paşgira vokatîva peyvên nêr -o bi paşgira vokatîva peyvên mê -o lê dîsa jî li ser bistika/qurmê/bingehê peyva «law» maye lê kurt bûye û ji wateya xwe ya destpêkê veqetiyaye û dikare ne tenê bo bangkirina li lawan/kuran lê li her kesî bên bikaranîn bi şertê ku «lo» bo nêr û pirhejmaran û «lê» bo yekhejmarên mê.

Baneşana «gelî» tenê li gel navdêrên di rewşa pirhejmar de tê bikaranîn û tenê bi forma wan ya çemandî re: «gelî kurdan», «gelî hevalan».

Baneşana «ya» adeten tenê di kontekstên dînî de, wek bangkirina li Xwedê, pêxemberan, weliyan û hwd. de tê bikaranîn.

  • Vokatîv di çi hevokan de tê bikaranîn?

Formên vokatîv hingê tên bikaranîn gava ku kesek dixwaze yekser xîtabî kesekî yan hin kesan bike. Hevoka li pey forma vokatîv dikare hevokeke ragihandinê, fermanê, daxwazê yan pirsînê be. Bo nimûne:

  • Hevokeke ragihandinê: Hesen(o), ez ê sibê bêm mala we.
  • Hevokeke fermanê: Hesen(o), were vê derê!
  • Hevokeke daxwazê/duayê: Xwedêyo, Tu wan bisitirînî!
  • Hevokeke pirsînê: Heseno, tu ê kengî biçî?

Wek ku tê dîtin, kesa/ê banglêkirî dikeve destpêka hevokê û bi bêhnokekê (,) ji hevoka serekî tê cudakirin. Ev awayekî serekî ye lê herwiha mimkin e ku kesa/ê banglêkirî herwiha li dawiya hevokê jî be. Bo nimûne:

  • Hevokeke ragihandinê: Ez ê sibê bêm mala we, Heseno.
  • Hevokeke fermanê: Were vê derê, Heseno!
  • Hevokeke daxwazê/duayê: Tu wan bisitirînî, Xwedêyo!
  • Hevokeke pirsînê: Tu ê kengî biçî, Heseno?

Hin berhemên din yên Husein Muhammed yên zimannasiyê


JÊRNOT

[1] Wek ”Welat şîrîn e.”

[2] Wek “li welatî/welêt”.

[3] Wek “welatê me”.

[4] Wek “Welato, çend evîndarê te me!”

[5] Abdullah Karabax: Rêzimana Kurdî ya Kurmancî, bo nimûne r. 44

[6] Samî Tan: Rêzimana Kurmancî, r. 90.

[7] Samî Tan: Rêzimana Kurmancî, r. 198.

[8] Binêrin: Baneşan

[9] Ismaïl Kamandâr Fattah: Les dialectes kurdes méridionaux, r. 257 – 261.

[10] Zülfü Selcan: Grammatik der Zaza-Sprache, r. 298 – 303.

[11] Masoud Mohammadirad: A grammar of Hewramî, r. 109 – 110.

[12] Di kurmanciya rojhilatî de peyva ”da” bi maneya “dayik” wek peyveke serbixwe jî heye û beramberî “dê” ya kurmanciya navendî ye. Lê “da” wek peyveke serbixwe di piraniya devokên kurmancî de peyda nabe lê dîsa jî forma vokatîv “dayê” li piraniya deveran heye loma ji awira piraniya devokan vee w formeke kurtkirî ya “dayikê!” ye.

[13] Bo zayenda/cinsê rêzimanî û dîroka wê di zimanê kurdî de, binêrin: Cinsê rêzimanî.

[14] Binêrin: Giranî di dengnasiya kurdî de.

[15] Zülfü Selcan: Grammatik der Zaza-Sprache, r. 298 – 303.

[16] Ismaïl Kamandâr Fattah: Les dialectes kurdes méridionaux, r. 257 – 261.

[17] Masoud Mohammadirad: A Grammar of Hewramî, r. 109 – 110.

[18] Masoud Mohammadirad: A Grammar of Hewramî, r. 74.

[19] Binêrin: Dengrêziya kurdî.

[20] Karina Jahani: A Grammar of Modern Standard Balochi, r. 37.

[21] https://www.languagesgulper.com/eng/Avestan.html

[22] https://en.wikipedia.org/wiki/Vocative_case#Indo-Aryan_languages

[23] Jakob Maché: The Diversity of Vocative Formation Across Languages.

[24] https://en.wikipedia.org/wiki/Vocative_case#Romanian

[25] Bo baneşanan û bikaranîna wan di kurdî de binêrin: Baneşan.

https://zimannas.wordpress.com/2026/05/10/vokativ-di-kurdi-de/, 10.05.2026

Etîket: banglêkirin, gazîkirin, Husein Muhammed, navdêr, vokatîv, Zimannas

Gotara berê:

Gotara piştî:

Şîroveyekê bihêle