“Kirin” – lêkolîneke zimannasî ya hevdemî, dîrokî û diyalektî

Husein Muhammed

Ev nivîsar beşek ji rêzelêkolînên me yên li ser giringtirîn lêkerên kurdî ye. Berî niha beşên li ser bûn û hebûn, hatin û çûn û dîtin û gotin hatine belavkirin.

  1. Çima lêkolîneke taybet li ser lêkera kirinê?

Kirin di kurmancî de, piştî bûnê[1], bikarhatîtirîn lêker e. Anku di nav bi hezaran lêkerên (fiil, verb) kurdî de tenê bûn ji kirinê zêdetir tê bikaranîn.

Giringiya lêkera kirinê ne tenê ji wê tê ku wek prensîp her tişt dikare were kirin. Ji bilî ku kirin wateya hemû karûbaran dide, ew di heman demê de herwiha dikare di kurmancî de bêhejmar lêkerên nû yên transîtîv (gerguhêz, têper) çêke.

Hinek ji van lêkerên bi alîkariya kirinê pêkhatî bi sedsalan yan hezarsalan e ku di kurdî de hene. Bo nimûne:

  • geş kirin
  • mezin kir
  • ron kirin

Lê hinek jî vê dawiyê ji peyvên bi eslê xwe biyanî bi alîkariya kirinê hatine çêkirin, wek:

  • gol kirin
  • organîze kirin
  • sponsor kirin

Kirin ne tenê lêkeran lê bi heman awayî bi heman forma xwe ya ”kirin” hejmareke bêsinor ya navdêran, bi forma xwe ya ”kirî” partîsîpên demên borî û bi paşgirên ji wê yên wek ”-ker, -kar…” hejmareke mezin ya navdêrên biker (ismê fail, bi inglîzî agent nouns) çêdike. Bo nimûne:

  • navdêr (navdêrên lêkerî): mezinkirin (wek ”mezinkirina zarokan”), geşkirin, organîzekirin…
  • partîsîpên demên borî: geşkirî, mezinkirî, organîzekirî…
  • navdêrên biker: geşker, mezinker, organîzerker…

Tiştekî balkêş yê kirinê ew e ku berovajî gelek lêkerên pir bikarhatî yên kurmancî, di devokên kurmancî de ti varyanteke forma wê ya raderî/ferhengî peyda nabe û ew di hemû devokên kurmancî de tenê bi awayê kirinê tê ye. Bidin ber hin lêkerên din, bo nimûne bûn ku di devokên kurmancî de bi awayê bûyîn, bün/bwîn û bîn[2] jî peyda dibe yan jî lêkera anîn ku di devokan de bi awayê hanîn, hînan, hînadin, înan, înadin[3] jî heye.

Herwiha gava ku em li bistika/qurmê kirinê yê demên borî dinêrin, em dibînin ku dîsa di hemû devokên kurmancî de tenê formeke wê heye ku -kir- e, wek ”min (ne)kir, min (ne)dikir, min (ne)kir-i-ye, min (ne)kir-i-bû”. Dîsa bidin ber hin lêkerên din, bo nimûne bistikên demên borî yên lêkerên dîtin û gotinê ku her yekê ji wan coteke bistikan heye: -dît- û -dî-; -got- û -go-, wek ”min dît, min dî” û ”min got, min go”.

Lê gava ku em li demên neborî binêrin, em ê bibînin ku di devokên kurmancî di mijara bistika demên neborî ya lêkera kirinê de dibin du beş:

  • Piraniya kurmancîaxivan bistika -k- bi kar tînin, wek ”ez di-k-im, tu di-k-î, ew di-k-e, em/hûn/ew di-k-in, bi-k-e! ne-k-e/me-k-e!…”
  • Lê hejmareke mezin ya kurmancîaxivan li Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê (lê ne li Rojavayê Kurdistanê) bistika -ke- bi kar tîne, wek ”ez di-ke-m, tu di-ke-yî, bi-ke! bi-ke-n! ne-ke! ne-ke-n!…

Em ê paşî hûrtir bibînin ka li kîjan deveran -k- û li kîjan jî -ke- tê bikaranîn.

Gava ku em li klasîkên kurdî anku berhemên şairên me yên wek Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Mela Huseynê Bateyî dinêrin, em dibînin ku dîsa lêkera kirin bi awayê kirin e û bistika wê ya demên borî dîsa jî -kir- e. Lê gava ku em li bikaranîna wê di demên neborî de binêrin, em ê bibînin ku şairên yên klasîk me hem herdu bistikên jorîn anku -k- û -ke- bi kar tînin û hem jî hê bistikeke sêyem jî: -kir-. Bo nimûne:

  • Melayê Cizîrî: ”Ah ji dest cewra evînê çi bikirim min bende em.”[4]
  • Ehmedê Xanî: Da ez bikirim vî derdî teşxîs / paşê bikim ez dewayê telxîs.[5]

Wek ku tê dîtin, Xanî di heman malikê de di rêzika yekem de forma ”dikirim” anku bi bistika -kir- û di rêzika duyem de jî forma ”bikim” anku bi bistika -k- peyva ”kirin” bi kar aniye.

Bo zelaliyê hêjayî gotinê ku li vê derê mebesta şairan bi esehî û bêguman ”kirin” e û bi ti awayî ne ”kirîn/kirrîn” anku ”standina bi pare” ye.

Li jor me tenê çend nimûne ji mijarên balkêş yên têkildarî lêkera kirinê pêşkêş kirine. Kerem bikin em bi hûrgilî biçin nav mijarê û bibînin ka kirin bi rastî di kurmancî, di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên lêzim de çawa ye û çawa tê bikaranîn.

Ev nivîsara me ji sê beşên serekî pêk tê:

  1. Pêşî em ê lê binêrin ka bistik û qurmên demên borî û neborî yên lêkera kirinê çi ne û çawa di kurmancî, zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên lêzim de tên bikaranîn.
  2. Paşî em ê li kirinê wek lêkereke alîkar (bi inglîzî auxiliary verb) binêrin ku ew çawa di gelek devokan de erk û rola avakirina demên bên digire ser milê xwe.
  3. Li dawiyê jî em ê li kirinê wek lêkereke sivik (bi inglîzî light verb) binêrin ku çawa bi alîkariya wê hejmareke bêsinor peyvên nû hatine çêkirin û niha jî bi berdewamî û bi çalakî tên çêkirin.

2. Forma rader û bistika demên borî di kurmancî û zar û zimanên lêzim de

Wek ku me li jor jî gotiye, di hemû devokên kurmancî de forma rader/mesder/ferhengî ya peyva kirinê tenê bi awayê ”kirin” peyda dibe û ti varyanteke wê ya bi awayekî din nîne.

Carinan di nivîsan de û bi taybetî jî di peyivînê de, gava ku paşgirek bikeve pey wê, i-ya wê ya duyem dikeve û dibe bi awayê kirn-, wek ”kirne”, ”kirna wî karî” û ”bi wê kirnê” li cihê formên standardtir yên wek ”kirine”, ”kirina wî karî” û ”bi wê kirinê”.

Lê ev avêtina i-ya kîteya dawiyê ya peyva xwerû ji xwe diyardeyeke giştî ya kurmanciya devkî ye û ne tenê di lêkera ”kirin” de heye. Ev diyarde herwiha tenê hingê peyda dibe gava ku paşgireke vokalîk (-a, -ê, -ên) bikeve dûv ”kirin”ê. Wek din formeke serbixwe ya di kurmancî de li ti deverê ”kirn” peyda nabe.

Gava ku em li zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên lêzim binêrin em ê taybetmendiyeke kirina kurmancî heye ku ji ya van zar û zimanan cuda ye: di kurmancî de li pey dengê /r/ di vê peyvê de dengê /d/ peyda nabe lê di hemû zar û zimanên nêzîk de /d/ yan /t/ heye:

  • soranî û kelhurî: kirdin
  • zazakî: kerdene
  • hewramî: kerdey
  • farisî: kerden
  • belûçî: korteg
  • pehlewî: kerden/kerten
  • avestayî: kir(i)te (=kirî, hatî kirin)[6]

Bistika demên borî ya ”kirin”ê di hemû devokên kurmancî de -kir- e dengê /d/ yan dîsa jî tê de nîne. Lê gava ku em li zar û zimanên lêzim dinêrin, dîsa dengê /d/ di bistika wan ya demên borî de jî heye:

  • soranî û kelhurî: -kird-
  • zazakî, hewramî û farisî: -kerd-
  • pehlewî: kerd-/kert-
  • belûçî: kort-

Ev dengê /d/ yan /t/ li dawiya bistikên demên borî di rastiyê de paşgira demên borî ye û di gelek zimanên hindûewropî de heye û niha jî di piraniya lêkerên inglîzî de di demên borî de bi awayê -ed tê bikaranîn û di almanî û swêdî de jî di gelek peyvan de wek -t li kar e. Ew herwiha wek -t di bistika gelek lêkerên kurmancî de jî li kar e, wek -dît-, -hat-, -got-, -kuşt-… Herwiha ew bi awayê -d di bistika hejmareke mezin ya lêkerên gerguhêz (transîtîv, têper) yên kurmancî de jî tê dîtin, wek ”-çand-, -firand-, -hejand-, -keland-…[7]    

Lê di lêkerên ku li dawiya bistikên wan yên demên borî -rd- hebûye, di kurmancî de d-ya wan nemaye. Bo nimûne, kurmancî ”birin, kirin, mirin, xwarin” lê:

  • soranî: birdin, kirdin, mirdin, xwardin
  • zazakî: berdene, kerdene, merdene, werdene
  • farisî: borden, kerden, morden, xorden

Nemana d-ya -rd- ne tenê di lêkeran de lê herwiha di peyvên din de jî qewimiye. Bo nimûne, kurmancî ”mêr” lê:

  • soranî: mêrd
  • zazakî: merdim
  • farisî: merd

Li serdemekê -rd- di kurmancî de pêşî bi hev ve heliyaye û bûye -rr- (asîmîlasyon anku du dengên ji hev cuda dibin du dengên wek hev) û paşî jî yek ji herdu dengên wek hev ketiye (degemînasyon anku ketina yek ji herdu dengên wek hev).[8]

Tarîxiyen bistika demên borî *ekert- bûye, paşî bûye ”kert-”, paşî ”kerd-”, paşî ”kird-” û li dawiyê jî di kurmancî de bûye ”-kirr-” û taliyê jî wek ”-kir-” gihiştiye forma xwe ya niha. Em dikarin gihiştina wê wiha diyar bikin:

  • *hekert/ekert- > -kert- > -kerd- > -kird- > -kirr- > -kir-[9]

Hêjayî gotinê ye ku guherîna -rd- bi -rr- nayê wê wateyê ku dengê maneyê ku [ɾd] (رد) bûbe -ř- [r] (ڕ) anku ”r-ya req” yan ”r-ya qelew” û paşî dîsa bûye r-ya [ɾ]. Di rastiyê de ew piştî guherîna -rd- bûye du [ɾ] yan [ɾ:] (رر) anku du ”r-yên nerm” û paşî yek jê ketiye û wek tenê r-yekê maye loma em dibêjin ”birin, kirin, xwarin, mêr”, ne ”*biřin, *kiřin, *xwařin, *mêř”.

Nayê zanîn ka kengî di kurmancî pêşî -rd- bûye -rr- û paşî bûye -r-. Lê ew serdemekê qewimiye ku kurmancî û zaravayên din yên kurdî êdî ji aliyê dengnasî ve ji hev veqetiyabûn çunkî heman guherîn di soranî, kelhurî, zazakî, hewramî… de neqewimiye. Li aliyekî din, ev guherîn berî nivîsîna kevntirîn berhemên bi kurmancî nivîsandî qewimiye çunkî di ti hemû klasîkên me yên wek Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî yan Feqiyê Teyran de êdî formên van lêkeran ne bi -rd- e û ne jî bi -rr- ne lê bi tenê r-yekê ne. Bo nimûne:

  • Melayê Cizîrî: ”Şox û şengê zuhrerengê / Dil ji min bir dil ji min / Awirên heybetpilingê / Dil ji min bir dil ji min.”[10]
  • Feqiyê Teyran: ”Xîveta `alem di navê / Ji berketa feyz û gulavê / Min temenna kir ji Avê / Ji me`niya heqîqetê.”[11]
  • Ehmedê Xanî: ”Zînê mirina Memê bi guh ket / Goya miribû, ji nû bi ruh ket.”[12]

3. Bistikên demên neborî yên lêkera kirinê

3.1. Bistikên demên neborî

Mebest ji bistikên demên neborî ew bistik yan qurmên lêkeran in ku pêşgir û paşgir pê ve tên kirin û demên niha û bên jê tên çêkirin. Bo nimûne:

  • ez di-bêj-im, tu na-bêj-î

Li vê derê -bêj- bistika demên neborî ya lêkera gotinê ye.

Ji bistikên demên neborî adeten herwiha formên raweya fermanî jî tên çêkirin, wek:

  • bibêje/bêje! nebêje/mebêje!

3.2. Bistikên demên neborî yên kirinê di kurmancî de

Di kurmanciya niha de du bistikên demên neborî yên kirinê peyda dibin: -k- û -ke-. Bikaranîna wan di rawe û demên neborî yên cuda de bi temamî wek hev e lê bikaranîna wan li gor devok û deveran cuda ye: hin devok û dever -k- û hinek jî -ke- bi kar tînin.

Di klasîkên kurmancî de herwiha -kir- jî çendîn caran wek bistika demên neborî jî hatiye bikaranîn tevî ku ew hem niha û hem jî di klasîkan de herwiha bistika demên borî ya lêkera kirinê ye. Bi qasî ku me kariye heta niha seh bikin, bistika -kir- êdî di ti devokeke kurmancî de wek bistika demên neborî bi kar nayê û tenê bistika demên borî ye.

Her sê bistikên demên neborî yên lêkera kirin ji kevntirîn klasîkan ve tên dîtin. Anku ti ji wan bi ti awayî ne nû ne. Li jêr em ê her yekê ji van bistikan bidin nasîn.

Bistika -k-

Di kurmanciya nivîskî de (bi taybetî ya bi alfabeya latînî û krîlî) bistika demên neborî ya lêkera kirinê bi awayekî giştî -k- ye. Kerem bikin em paradîgmayên wê yên demên neborî bi tabloyekê pêşkêş bikin:

Raweya ragihandinê, dema niha Raweya dananê,
dema niha
Raweya fermanî
ez di-k-im/na-k-im ez bi-k-im/ne-k-im  
tu di-k-î/na-k-î tu bi-k-î/ne-k-î bi-k-e! ne-k-e/me-k-e!
ew di-k-e/na-k-e ew bi-k-e/ne-k-e  
em di-k-in/na-k-in em bi-k-in/ne-k-in  
hûn di-k-in/na-k-in bi-k-in/ne-k-in bi-k-in! ne-k-in/me-k-in!
ew di-k-in/na-k-in bi-k-in/ne-k-in  

Tevî ku ev bistik bi tek dengê xwe -k- pir kurt e jî, ew ne tiştekî nû ye. Ew hemû klasîkên kurmancî de pir hatiye bikaranîn. Bo nimûne:

  • Melayê Cizîrî: Husn û hub bê yek du nabin dê bi-k-in şah û geda / Nûr-i nadit şu`leya Mehmûd-i bê şem`a Eyaz / Me`neya `işqê dizanî ayeta husnê bixwîn / Da tu herfên muhbetê yek yek ji hev [bi-]k-î imtiyaz.[13]
  • Ehmedê Xanî: ”Ew qulzimê rûm û behrê tacîk / Hindî ku bi-k-in xurûc û tehrîk / Kirmanc dibin bi xwîn mulettex / Wan jêk ve di-k-in mîsalê berzex.”[14]

Bistika -ke-

Lê hejmareke mezin ya kurmancîaxivan û devereke berfireh ya kurmancîzar bistika -ke- bi kar tê. Ew dever ji sinorên navbera kurmancî û soranî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dest pê dikin, piraniya deverên kurmancîaxiv yên parêzgehên Hewlêr[15] û Dihokê digirin (ji bilî Zaxo) û di ser sinorê Bakur-Başûr re hemû parêzgeha Hekariyê û hin deverên başûrê parêzgeha Wanê bi kar tînin.

Bo nimûne:

– ez di-ke-m/na-k-em, tu di-ke-y(î)/na-ke-yî, ew di-ke-t/na-ke-t[16], em di-ke-yn/na-ke-yn[17], hûn di-ke-n/na-ke-n, ew di-ke-n/na-ke-n.

Bistika -ke- jî di klasîkan de tê dîtin. Ew bi taybetî di Mewlîda Kirmancî[18] ya Mela Huseynê Bateyî de tê bikaranîn. Wek kut ê zanîn, ew ji herêma Hekariyan e. Niha jî li Hekariyan bistika kirinê ya demên neborî -ke- ye. Çend nimûne ji Mewlîdê:

  • ”Gotî wî Pêxamberê `alî sifet: Mewlûda min her kesê mezin bi-ke-t / Ez şefî`ê wî me roja mehşerê / Dê vexwit ew tasek ava kewserê.
  • ”Her kesê hazir bi-ke-t ew yek te`am / Ba buxur û şerbet û qedrek temam / Gazî [bi-]ket îxwan û hilbîtin çira / Bête xwendin Mewlûda xeyr-ul-wera.”

Herwiha Feqiyê Teyran jî carinan bistika -ke- bi kar aniye tevî ku bi piranî bistika -k- dixebitîne. Bo nimûne:

  • Ê mislê min bê `ilm û xet / Mecnûnekê `heywansîfet / Bê teftêş pirsyaran di-ke-t / Bê rehnima kî babetê.[19]

Bistika -kir- ya demên neborî

Me li jor diyar kiriye ku bistika demên borî ya lêkera kirinê di tevahiya devokên kurmancî de -kir- e, wek: min (ne-)kir, min (ne-)di-kir, min (ne-)kir-i-ye, (ne-)kir-i-bû…

Lê gava ku em li klasîkên kurmancî dinêrin, em dibînin ku -kir- ne tenê wek bistika demên borî lê herwiha wek bistika demên neborî jî hatiye bikaranîn. Bo nimûne:

  • Melayê Cizîrî: Qelbê e`yan di-kir-it hub we wucûd / ‘Işqê iksîr e we em sîm û mes în / Mulhimê xeybê weh imla di-kir-it / Meded û feydê ji rûhu l-qudus în.”[20]
  • Ehmedê Xanî: ”Da bên û bikin hîkayetê gûş / Hindek bi-kir-in xwe pê feramûs / Hindek bi-kir-in bi can sema’ê / Hindek bi-kir-in ji dil weda’ê.”

Herdu ”dikirit” yên Melayê Cizîrî bi kurmanciya niha ya standard ”dike” ne û bi devoka devera wî anku Cizîrê niha bi awayê ”dikit” in. Her sê ”bikirin”ên Ehmedê Xanî jî beramberî ”bikin” ya kurmanciya niha ne. Bala xwe bidinê ku Xanî bi xwe jî di hevoka yekem de ”bikin” bi kar tîne lê paşî di her sê hevokên dûv de varyanta ”bikirin” bi kar tîne.

Em ne yekem kes in ku bal kişandiye bikaranîna -kir- wek bistika demên neborî ya lêkera ”kirin”ê. Bo nimûne, Lezgînê Çalî di nivîsareke xwe ya li ser rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî de diyar dike ku şair ne tenê -kir- wek bistikeke demên neborî ya ”kirin”ê lê herwiha -bir- wek bistikeke demên neborî ya ”birin”ê (bi kurmanciya giştî -b-, bi devokên rojhilatî -be-) û herwiha ”-der-” ya wek bistikeke demên neborî ya ”dan, dayîn”ê (bi kurmanciya giştî -d-, bi devokên rojhilatî -de-).[21]

Heman şairan heman -kir- mîna kurmanciya îro wek bistika demên borî jî bi kar aniye. Bo nimûne:

  • Melayê Cizîrî: ”`Arif heta nenoşî ji destê meyfiroşî / Xaib nebû ji hişî peyda ne-kir wilayet / … / Cama di destê şahid jengê ji dil dişûtin / Pîrê moxan ji rendan weh-weh di-kir riwayet.
  • Ehmedê Xanî: Xelqê ku didîtin ew kemergah / Hazir di-kir-in ji xewrê dil ah / Zahir di-kir-in ku zend û bazin / Êdî nediman gilî û gazin.”[22]

Gelo çima û çawa bistika -kir- ya demên neborî êdî di kurmancî nemaye? Bo lêgerîna bersiva vê pirsê, kerem bikin em pêşî lê binêrin ka bistikên demên neborî yên lêkera ”kirin” di zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên xiz d çi û çawa ye.

3.3. Bistikên demên neborî yên kirinê di zaravayên din yên kurdî de

Soranî: ke- û -ka-

Di soranî de bistika demên neborî ya lêkera ”kirdin” (kirin) li gel kesê sêyem yê yekhejmar (ew) -ka- ye û li gel hemû kesên din -ke- ye. Bo nimûne:

  • min de-k-em/na-k-em, to de-ke-yt/na-ke-yt, ew de-ka-t/na-ka-t, ême de-ke-yn/na-ke-yn, êwe de-ke-n/na-ke-n, ewan de-ke-n/na-ke-n[23]

Kelhurî: -ke-

Di kurdiya başûrî anku feylî/kelhurî/kirmaşanî de jî bistika demên neborî ya lêkera “kirdin” (kirin) wek di soranî de -ke- ye. Berovajî soranî, ew herwiha li gel kesê sêyem yê yekhejmar jî her -e- ye, (ne wek soranî -ka-). Bo nimûne

  • (e-)ke-m (ez dikim), (e-)ke-y (tu dikî), (e-)ke-ÿ (ew dike), (e-)ke-ym (em dikin), (e-)ke-n (hûn dikin), (e-)ke-n (ew dikin)[24]

Hewramî: –ker–

Di hewramî de bistika demên neborî ya lêkera “kerdey” (kirin) -ker- e. Bo nimûne:[25]

  • ker-û (ez dikim), ker-î (tu dikî), ker-o (ew dike), ker-mê (em dikin), ker-dê (hûn dikin) dikin, ker-a (ew dikin)

Hêjayî gotinê ye ku di hewramî de herwiha wek bistika -kir- ya kurmancî jî heye lê di hewramî de ew bistika pasîv e anku “tê kirin”.[26]

Zazakî: –ker– û –ke–n–

Di zazakî de di bistikên demên neborî yên lêkera “kerdene” (kirin) hene: -ker- û -ke(n)-. Bistika -ker- di raweya dananê/subjunktîv de tê bikaranîn anku beramberî hingê ku di kurmacî de pêşgira “bi-“ (bi zazakî jî “bi-“) yan jî pêşgira “ne-“ (bi zazakî “nê-“) were bikaranîn, wek:

  • “Ganî Tirkîya jenosîdê vera Kurdan qebûl bi-ker-o.”[27] (“Divê Tirkiye jenosîda dijî kurdan qebûl bike.” anku itirafê bi gelkujiya dijî kurdan hatî kirin bike.)
  • “Eke hukmat îtîraz nê-ker-o, Demîrtaş veradîyeno.”[28] (Heke hikûmet itiraz neke, Demirtaş tê berdan.)

Bistika -ke(-n)- di raweya ragihandinê anku îndîkatîv de tê bikaranîn anku dema ku mirov di kurmancî de pêşgira berdewamiyê “di-“ yan jî pêşgira neyînîkirinê “na-“ bi kar tîne:

  • ez ken-a (ez dikim, ti ken-î (tu dikî), o ken-o (ew [mêr] dike), a ken-a (ew [jin] dike), ma ken-î (em dikin), şima ken-î (hûn dikin), ê ken-î (ew dikin)[29]

Me li jor bistika zazakî wek -ke(-n)- nivîsiye anku n-ya wê xistiye nav kevanokan. Bistika -ken- ya zazakî dikare bi rastî bi du awayan were şirovekirin: -ke- yan jî -ken-. Adeten ew wek -ken- hatiye şirovekirin lê -n- dikare herwiha navgira berdewamiyê be ku wek -n- yan -en- di lêkerên din jî yên zazakî de di raweya ragihandinê ya dema niha de heye û beramberî pêşgira “di-“ ya kurmancî ye, wek:

  • -vîn- (bistika lêkera “diyene” anku ”dîtin”) > o vîn-en-o (ew di-bîn-e)
  • -va- (bistika lêkera “vatene” anku ”gotin”) > o va-n-o (ew di-bêj-e)

Eger n-ya bistikê bi xwe di rehê peyvê de hebûya, divê hingê “ew dike” bi zazakî “o ken-en-o” bûya lê wek ku tê zanîn, ya heyî “o ke-n-o” ye.

Îcar eger bistik -ke- be û -n- navgira berdewamiyê be (beramberî pêşgira “di-“ ya kurmancî), hingê bistika zazakî wek -ke- ya kurmanciya rojhilatî û soranî ye. Wek prensîp bistika zazakî dikare herwiha tenê -k- jî be û -en- navgira berdewamiyê be wek di peyva “o vîn-en-o” (ew di-bîn-e).

Ji ber ku zazakî di raweya dananê/subjunktîv de bistika -ker- parastiye û herwiha -ker- di hewramî de jî berdewam e, bi qenaeta me bistika demên neborî di hemû raweyan de di zazakî de berê -ker- bûye û di raweya ragihandinê de li gel navgira berdewamiyê -en- forma *keren- pêk dianî hevokên wek “*o ker-en-o” lê hêdî-hêdî “*kereno” pêşî ji sê kîteyan kurt bûye û bûye “*kerno” û paşî r-ya wê bêdeng bûye û bûye “keno”.

Li aliyekî din, em ê li jêr di hin zimanên lêzim de bibînin ku di wan de bistikeke wek -ken- ya zazakî peyda dibe tevî ku di wan de wek di zazakî de navgira berdewamiyê -en-/-n- nayê bikaranîn jî.

3.4. Bistikên demên neborî yên kirinê di zimanên xizm de

Belûçî: -ken-

Di belûçî de bistika demên neborî wek di zazakî de -ken- e lê, berovajî zazakî, belûçî wê heman bistikê hem di raweya ragihandinê û hem jî di raweya dananê bi kar tîne. Bo nimûne:

  • raweya ragihandinê, erênî: men-e ken-an[30] (bi zazakî “ez ken-a” – herdu bi wateya “ez di-k-im”)
  • raweya ragihandinê, neyînî: men-e neken-an[31] (bi zazakî “ez nê-ken-a” – herdu bi wateya “ez na-k-im”)
  • raweya dananê, erênî: men bi-ken-an[32] (bi zazakî ”ez bi-ker-a” – herdu bi wateya “ez bi-k-im”)
  • raweya dananê, neyînî: men ne-ken-an[33] (bi zazakî ”ez ne-ker-o” – herdu bi wateya “ez ne-k-im)

Dengê /e/ li dawiya peyva “mene” ya belûçî pirtika berdewamiyê ye wek pêşgira kurmancî “di-“. Ew wek paşgira berdewamiyê ya kurdiya başûrî anku feylî/kelhurî/kirmaşanî ye û herwiha bi wî awayî di devokên başûrîn yên soranî de jî peyda dibe (di devokên bakurtir de di soranî de bi awayê “de-“ ye). Di belûçî de ew ne bi lêkerê ve lê bi peyva berî wê ve tê nivîsîn.

Farisî: -kon- / -kun-

Di farisî de bistika demên neborî ya lêkera “kerden” (kirin) bi farisiya niha ya tehranî -kon- e û bi farisiya derî û tacîkî -kun- e. Anku ew pir dişibe bistika demên neborî ya belûçî û zazakî -ken- lê, berovajî zazakî, farisî jî wek belûçî wê heman bistikê hem di raweya ragihandinê û hem jî di raweya dananê bi kar tîne. Bo nimûne:[34]

  • mî-kon-em (ez dikim), mî-kon-î (tu dikî), mî-kon-ed (ew dike), mî-kon-îm (em dikin), mî-kon-îd (hûn dikin), mî-kon-end (ew dikin)
  • bê-kon-em (ez bikim), bê-kon-î (tu bikî), bê-kon-ed (ew bike), bê-kon-îm (em bikin), bê-kon-îd (hûn bikin), bê-kon-end (ew bikin)

Di pehlewî anku farisiya navîn de bistika demên neborî ya lêkera “kerden” (kirin) wek di farisî de -kun- bû.[35] Di hexamenişî anku farisiya kevn de jî -kunev- bû.[36] Di avestayî de bistika demên neborî -kir(i)neo- (kərənao) bû[37] û sanskrîtî de jî kṛṇó- bû[38] û di hindî û ûrdûyî de niha bûye -kern- (bi transîksiyona inglîzî -karn-).[39]

Reh û rîşên hemûyan digihin makezimanê proto-hindûewropî *kʷer- (bistika demên neborî ya lêkera “kirin”ê).[40] Dengê jornivîsî ʷ tê wê wateyê ku dibe ew di eslê peyvê de hebûbe lê herwiha mimkin e ku tine bûbe jî.

Wek ku tê zanîn, di kurmancî û soranî de diyadeyeke berbelav e ku dengê -e- dibe -i- wek kurmancî “birin, kirin, mirin” û soranî “birdin, kirdin, mirdin” lê zazakî “berdene, kerdene, merdene”, hewramî “berdey, kerdey, merdey”, farisî “borden, kerden, morden” û hwd. Anku baş tê fehmkirin ku bistika demên neborî ya “kirin”ê di kurmancî de bûbûya “-kir-“.

Lê em li ser pirsa xwe vegerin: Gelo çima bistika demên neborî wisa wek -kir- (yan -ker-) nemaye û bûye -k-? Kerem bikin em di beşa piştî vê de li sebebên wê bigerin.

3.5. Ketina -ir-/-er- ji bistika demên neborî ya ”kirin”a kurmancî

Wek ku ji bistika demên neborî ya ”kerdey” ya hewramî -ker- û bistika demên neborî ya raweya dananê/subjunktîv ya lêkera zazakî “kerdene” anku ji -ker- û herwiha ji bistika kevnar ya demên neborî ya “kirin”a kurmancî ku ji klasîkan diyar dibe -kir- (wek “ew di-kir-it” anku “ew dike” û “ew bi-kir-in” anku “ew bikin”), di kurmancî de jî divê demekê bistika demên neborî ya “kirin”ê bi awayekî giştî -kir- bûbe.

Lê gelo çi sebeb hene ku kurmacî -ir- ji bistika -kir- ya demên neborî avêt û tenê -k- hişt? Gelo çima kurmancî tiştekî wisa kiriye lê hewramî wisa nekir û herwiha zazakî jî di raweya dananê de -er- ji bistika -ker- neavêtiye?

Berî ku em bersiva vê pirsê bidin, hêjayî gotinê ye ku kurmancî -ir- ne tenê ji bistika kevnar ya -kir- avêtiye lê herwiha ew bo nimûne ji bistika lêkera -bir- (birin) û bistika -xwer- (xwarin) ketiye û herdu bûne -b- û -xw-, wek “ez te di-b-im/na-b-im malê” yan “ew te di-b-e/na-b-e malê û “ew sêvan di-xw-im/na-xw-im” û “ew sêvan di-xw-e/na-xw-e”. Ev herdu bistik jî wek -ber- (ji “berdene” anku “birin”) û -wer- (ji ”werdene” anku “xwarin”) di zazakî de di raweya dananê de û di hewramî de di hemû raweyan de hê jî tên bikaranîn.

Sebeba xistina -ir- yan -er- ji xistina bistikên demên neborî di kurmancî de û nexistina wan di hewramî û zazakî de ji ber neçariyeke dengî bûye ku kurmancî piştî ketina dengê /d/ ji pey dengê /r/ ketibûyê. Piştî ketina /d/, êdî bistikên demên borî jî ji -bird-, -kird-, -xward- bûbûn -bir-, -kir-, -xwar-. Ev êdî bûbûn tam wek bistikên demên neborî (-bir- û -kir-) yan jî pir nêzîkî wan (-xwer-). Bikaranîna heman bistikê di demên borî û neborî de dibe sebebê tevlihevbûna bikaranînê çunkî hingê mirov nikare bizane ka mebest ji gotinên wek “di-bir-in” û “di-bir-in” (dema borî ya berdewam e wek ku niha em bi kar tînin) yan jî dema niha ye.

Loma bo rêgirtina li ber peydabûna tevlihevbûna deman û şaşfehmkirinê, kurmancî -ir-/-er- ji bistika demên neborî ya lêkerên wek “birin, kirin, xwarin” xistiye û bistikên wan yên demên neborî bûne -b-, -k-, -xw-: “ez di-b-im, ew di-b-e, ez di-k-im, ew di-k-e, ez di-xw-im, ew di-xw-e…”

Herçi hewramî û zazakî ne, ew ne hewceyî avêtina -er- ji bistikên demên neborî bûne çunkî ji ber mana -d- li pey -r- di wan de, bistikên demên borî bi -d- ji bistikên demên neborî yên bêyî -d- cuda mane. Bo nimûne:

  • hewramî, bistikên demên neborî: -ber-, -ker-, -wer-
  • hewramî, bistikên demên borî: -berd-, kerd-, -werd-

Di kurmancî de hê jî lêkerek heye ku bistikên wê yên demên borî û demên neborî wek hev e: “mirin”:

  • bistika demên borî: -mir- (ew mir)
  • bistika demên neborî: -mir- (ew di-mir-e)

Wek prensîp, mimkin e tevlihevkirina deman peyda bibe gava ku mirov peyvên wek ”ew di-mir-in” bi kar bîne ku hem dikare wek dema niha (forma wê ya neyînî ”ew na-mir-in”) û hem jî wek dema borî ya berdewam (forma neyînî ”ew ne-di-mir-in”) were fehmkirin.

Lezgîn Çalî jî di nivîsara xwe ya li ser rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî de balê dikişîne ser tinebûna yan nemana bistika -ker- (û herwiha -der- wek bistikeke lêkera ”dan, dayîn”ê) di farisî û pehlewî de jî.[41] Lê ew ji bîr dike ku di farisî de, berovajî di kurmancî de, bistika lêkera ”borden” (birin) wek -ber- maye û di demên neborî de di heû raweyan de li kar e.[42] Bistika ”kerden”ê (kirin) -kun-/-kun- jî demeke dirêj e di zimanên di pehlewî û hexamenişî de jî -kun- bûye.

Herçi bistika -der- e ku Melayê Cizîrî û klasîkên din jî bi kar aniye, herwiha di zazakî de wek -der- raweya dananê de peyda dibe û heta di soranî de jî wek alomorfeke bistika -de- di raweya dananê heye gava ku piştî wê paşgirek tê, wek ”bim-der-ê” (”wê bide min”, pirtik-bi-pirtik ”bi-min bide-wê”) yan ”welamim bi-der-ewe” (”bersiva min bide”, pirtik-bi-pirtik ”bersiva-min bi-de-ve”).[43]

Lê wek ku Lezgîn Çalî jî bal kişandiye ser, bistika ”dan”ê bi awayê -der- di farisî de peyda nabe. Ew herwiha di hewramî û belûçî de jî peyda nabe. Peydabûna bistika -der- di zazakî û soranî de bi rastî jî tiştekî nepayî û ecêb e çunkî dengê -r- ne di îraniya kevn[44] de û heta ne di makezimanê proto-hindûewropî[45] de jî peyda nabe.

Lezgîn Çalî herwiha dinivîse: ”Tenê jibo lêkerên mîna girtin-ê em li dema nebihurî “gir”ê dihêlin” û nimûneyên ”girtin”ê di dema niha de bi kurmancî, soranî û farisî dide û diyar dike ku di her sêyan de -r- di bistika demên neborî ya ”girtin”ê de dimîne.

Tam ne zelal e ka mebesta wî bi ”lêkerên mîna girtin-ê” çi ye. Eger mebesta wî ew be ku mana -r- di bistika demên neborî ya ”girtin”ê de tiştek e ku wê ji lêkerên wek ”birin, kirin” cuda û awarte dike, jixwe ”girtin” ne wan e: Di bistika demên borî ya ”girtin”ê anku di -girt- de dengê /t/ heye loma ew ne wek bistika demên neborî -gir- e loma ti hewcehî nebûye ku bistika -gir- were guherandin.

Bêguman ”girtin” pirseken û derdixe: Gelo çima peyvên wek ”birin, kirin” pêşî ji ”bert-, kert-, mert-” bûne ”berd-, kerd-, merd-” û ”bird-, kird-, mird-” û taliyê di kurmancî de dengê -d- ji bistika wan ya demên borî ketiye û bûne ”-bir-, -kir-, -mir-” lê ”girtin” nebûye ”*girdin” û paşî ”*girin” lê niha jî ”girtin” e?

Meseleya ”neguherîna” peyva ”girtin” ew e ku wê serdemê ku proseya guherîna ”-rt” bi ”-rd” çalak bû, hingê ”girtin” ne bi awayê niha bû. Forma niha ya ”girtin”ê hingê ne ”girtin” bû, bistika wê ya demên neborî ne -girt- bû û bistika demên neborî jî bi ihtimaleke mezin ne -gir- bû. Gava ku em li hevrehên peyva ”girtin” di zimanên din de binêrin, em ê bi hêsanî bibînin ku ”girtin” bi xwe formeke kurtbûyî ye. Bo nimûne, ew di zazakî de ”girewtene” (girotene, guretene)[46] û di farisî de ”giriften” e. Di kurmancî û soranî de divê ew di serdemekê de ew ”giriftin/girewtin” bûbe û gava ku -rt- di lêkerên din de bi -rd- guherîne, ”giriftin/girewtin” neketiye ber wê guherînê çunkî hingê -tr- ne di peyva ”giriftin/girewtin” de ne li pey hev bûn.

Eger em li bistika ”girtin”ê ya demên neborî binêrin, rast e ku di kurmancî û soranî de -gir- e û di farisî de -gîr- e lê bi saya hevrehên wan yên di zimanên din de dîsa bi hêsanî tê dîtin ku bistika demên neborî jî demekê divê ji -gir- dirêjtir bûbe. Bo nimûne, bidin ber avestayî ”greb-im” (ez di-gir-im), sanskrîtî grabh, rûsî grabit, inglîzî grab…[47]

Paşî serdemeke derengtir –(i)f- ji peyva ”girtin” ketiye wek çawa ku ew ji peyvên ”gotin” û ”ketin” jî ketiye (bo ”gotin”ê bidin ber farisî ”goften” û bo ”ketin”ê jî bidin ber kurmanciya rojhilatî ”keftin”, soranî ”kewtin”, zazakî ”kewtene” û herwiha bistika ”ketin”ê ya demên neborî ya kurmancî -kev-). Loma ”girtin” jê maye. Lê gava ku ev guherîn qewimiye, êdî proseya guherîna -rt- bi -rd- qediyabû loma êdî ”girtin” di kurmancî û soranî de nebûye ”*girdin” û ji wê jî di kurmancî de nebûye ”*girin”.

Ji bilî lêkera ”girtin”, herwiha hinek lêkerên din jî di kurmancî hene ku -rt- li dawiya wan heye, wek ”bijartin”, ”hejmartin/jimartin” û bi kurmanciya rojhilatî herwiha ”hinartin”. Hevrehên wan di soranî de bi -rd- ne: bijardin, jimardin, nardin. Gelo çima ew di kurmancî de pêşî nebûne ”*bijardin, *hejmardin/*jimardin, *hinardin” û paşî ”*bijarin, *hejmarin/*jimarin, *hinarin”?

Du sebebên mihtemel hene:

  • Serdema ku proseya guherîna -rt- bi -rd- di kurmancî de çalak bû, di navbera dengên /r/ û /t/ yên van peyvan de heye yan çend dengên din jî hebûn anku -rt- ne li pey hev bû û loma neguheriye yan jî
  • Ev peyv ji serdema proseya guherîna -rt- bi -rd- nûtir in loma -rt- di wan de nebûye -rd- û paşî di kurmancî de jê neketiye.  

Lêgerîna li bersiva mitleq ya vê pirsê li derveyî qebareya nivîsara me ya niha ye û divê bo lêkolîneke paşvetir bimîne.

Bi esehî nayê zanîn ka bi rastî di serdema Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî de di axiftina xelkê de bistikên demên neborî yên wek -bir-, -der-, -kir- hebûn yan jî ew formeke arkaîkkirî ya bi qest ji aliyê Melayê Cizîrî ve ku paşî Xanî jî bi kar anîbe. Wek her şair û nivîskarekî mezin, ne ti tiştekî veşartî ye ku Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî ji bilî bikaranîna zimanekî heyî yê dewlemend, herwiha gelek peyv ji aliyê xwe ve jî çêkirine.[48] Gelo mimkin e ku tiştekî wisa li serdema Melayê Cizîrî û Xanî tine bûbe û wan tenê ji bal xwe ve bo bicihanîna şert û mercên rêzik û malikên şiirên xwe formên wisa bi kar anîbin?

Lezgîn Çalî dipirse gelo mimkin e ku hin beş ji Dîwana Melayê Cizîrî ji beşên din pir kevntir bin loma ev formên pir kevnar tê de hebin? Ew bi xwe digihe wê qenaetê ku ev ne mimkin e çimkî di malekê şair formên wek ”ew dikirit/bikirit” (dike, bike) bi kar tîne, çend rêz piştî wan formên ”dikit/bikit”.

Ji bilî bikaranîna herdu awayan li nêzîkî hev, herwiha peyvên derdorên wan jî ti delîleke wisa nadin ku ji serdema jiyana wan anku 400 – 600 sal ji niha kevnartir bin.

Bo ku mirov karibûya bigihe qenaeteke bêguman ku ew form di serdema wan şairan de hebûne yan tine bûne, divê gelek berhemên din yên nivîskî yan zargotinî hebûna. Mixabin peyda nabin.

Zelal e ku hê hingê jî bistikên -k- û -ke- yên ”kirin”ê, -b- û -be- yên ”birin”ê û -d- û -de- yên ”dan, dayîn”ê hebûne. Lê ev nayê wê wateyê ku -bir-, -kir- û -der- wek bistikên demên neborî bi rastî di zimanê gel de tine bûye. Formên hevber anku paralel mimkin in wek çawa ku bistikên demên neborî yên ”gotin”ê anku -bêj- û -bê- isbat dikin. Ji klasîkan diyar e ku bi delîl ew nîvhezarsalekê bi hev re hebûne û bi ihtimaleke mezin demeke hê jî dirêjtir. Loma hebûna bistikên demên neborî -kir-, -bir- û -der- di sedsalên 16 û 17 de di kurmancî de mimkin e. Di berhemên sedsalên 18, 19, 20 yan 21 de ti şopeke wan nemaye.

  • Kirin wek lêkereke alîkarî

Yek ji erk û rolên giring yên kirinê bikaranîna wê wek lêkereke alîkar e bi wateya ”niyet hebûn, biniyaz bûn, xwestin tiştekî bike yan li ber kirina tiştekî bûn” e. Bo nimûne:

  • Ez dikim sibê biçim gund.
  • Ew dike dest bi xwandina li zanîngehê bike.
  • Ew dikin dîsa vegerin welat.

Li vê derê “kirin” bi wateya “niyet heye” yan “biniyet bûn” hatiye bikaranîn. Mirov dikare hevokên jorîn wiha “wergerîne”:

  • Niyeta min heye ku sibê herim gund.
  • Ew biniyet e ku dest bi xwandina li zanîngehê bike.
  • Niyeta wan heye ku dîsa vegerin welat.

Ev awayê kirinê di kurmanciya rojhilatî de kêm tê bikaranîn lê hindî ku mirov ber bi rojavatir ve diçe, bikaranîna wê zêdetir dibe. Di devokên kurmanciya navendî de ev awa pir tê bikaranîn.

Di kurmanciya rojhilatî/behdînî de li cihê wê zêdetir formûleya “li ber bûn” tê bikaranîn, wek:

  • Min li ber e sibehî biçim gundî.
  • Wê/wî li ber e dest bi xwandina li zanîngehê bike(t).
  • Wan li ber e dîsa vegerin welat.

Kirin wek lêkera alîkar ya bi wateya ”niyet hebûn”ê, ”biniyet bûn”ê ne tenê di dema niha de lê herwiha di dema borî ya sade û bi taybetî jî di dema borî ya berdewam de jî dikare were bikaranîn. Bo nimûne:

  • Min dikir biçim gund. (Ez biniyet bûm biçin gund./Niyeta min hebû biçin gund.)
  • Wê/wî dikir dest bi xwandina li zanîngehê bike. (Ew biniyet bû/niyeta wê/wî hebû dest bi xwandina li zanîngehê bike.)
  • Wan dikir dîsa vegerin welat. (Ew biniyet bûn dîsa vegerin welat./Niyeta wan hebû dîsa vegerin welat.)

Gava ku mirov ji devokên navendî hê jî zêdetir ber bi rojava ve diçe, rola ”kirin”ê di avakirina demên bên yên rêzimanî de hê jî zêdetir dibe. Bo nimûne, li Semsûrê/Adiyamanê ”kirin” wek lêkera alîkar ya dema bê tê bikaranîn. Tiştekî balkêş e ku ew carcaran li gel hemû kesên rêzimanî bi awayê ”dike” tê gotin, wek:[49]

  • Ez dike werim. (Ez ê werim/bêm, niyeta min heye ku werim/bêm.)
  • tu dike werî
  • ew dike were
  • em dike werin
  • hûn dike werin
  • ewna dike werin.

Dibe ku bi nêrîna xwendevanan ev tiştekî ecêb û şaş jî be. Heta şirovekerê vê devokê, kekê me Fatih Aydin jê re gotiye “hinekî deformebûyî” jî.[50]

Lê divê em bînin bîra xwe ku lêkera alîkar ya avakirina demên neborî di kurmanciya rojhilatî de ”dê” û di kurmanciya navendî ”wê” û di herduyan de jî ”ê” wek ”ez ê bêm/werim” pir ji formên xwe yên orijînal ”ez divêm bêm/werim, tu divêyî bêyî/werî, ew divê bê/were, em/hûn/ew divên bên/werin” yan ”min divê bêm/werim, te divê bêyî/werî, wê/wî divê bê/were, me/we/wan divên bên/werin” dûr ketiye gava ku erk û rola lêkereke alîkar ya avakirina demên bên hilgirtiye. Di van devokan de jî wê paşgirên kesî ji xwe avêtine û tenê wek ”dê”, ”wê” yan heta pêşgira berdewamiyê ”d-” jî avêtiye û tenê wek ”ê” maye: ”ez ê bêm/weri.”

”Kirin” wek lêkereke alîkar ya avakirina demên bên di hin devokan de hê jî zêdetir pêşve çûye û tenê wek ”kê” maye. Bo nimûne, di devoka Kobanê de ”kê” ya ji lêkera ”kirin”ê tam li cihê ”ê/dê” ya avakirina demên bê tê bikaranîn:

  • Ez kê herme Kobanê. (Ez dê biçime Kobanê.)[51]
  • Peyvsazî bi kirinê

Wek ku me li destpêka vê nivîsara xwe diyar kiriye, ”kirin” di peyvsaziya kurdî de pir çalak û berhemdar e.

Ew hem bi alîkariya pêşgir û paşgiran peyvên nû dadirêje û hem jî hevkariya li gel peyvên din yên serbixwe peyvên pêkhatî çêdike. Ew hem bi forma xwe ya raderî (kirin), bi forma xwe ya partîsîpa demên borî (kirî) û hem jî bi paşgirên xwe yên -ker, -kar, -ger[52] peyvên nû çêdike.

”Kirin” û formên wê yên wek -ker, -kar, -kirî… bi piralî peyvên nû li gel peyvên xwemalî, peyvên ji zimanên cîran (erebî, tirkî, ermenî, aramî) û peyvên ji zimanên ewropî saz dike. Li jêr em ê hewl bidin ku tenê wek nimûne jê piralîtiyê pêşkêş bikin.

Pêşlêker + kirin

Peyvên ji pêşlêkerekê û kirinê yên berbelav ”rakirin” û ”vekirin” in. Herwiha ”hilkirin” (vêxistin, ron kirin, geş kirin; hildan, bilind kirin) û ”werkirin” (belav kirin, pelate kirin, pê de kirin) jî peyda dibin û bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de bi çalakî li kar in.

Lê bi qasî ku haya mej ê heye, ”kirin”ê li gel pêşlêkerên ”ber-” yan ”da-” ti peyvên ku werin bikaranînê çênekirine.

Rengdêr + kirin

Peyva ”kirin” dikeve gel hejmareke pir mezin ya rengdêran û jê lêkerên nû yên pêkhatî çêdike. Bo nimûne:

  • li gel rengdêrên xwemalî: sar kirin, germ kirin, ron kirin, tarî kirin, paqij kirin, pîs kirin
  • li gel peyvên ji erebî: helal kirin, heram kirin
  • li gel peyvên ji tirkî (bi kurmanciya devkî/tirkmancî): degiş kirin (guherandin), anlamiş kirin (fehm kirin)
  • li gel peyvên ji ewropî: koordîne kirin, organîze kirin

Ev lêkerên pêkhatî jî dikarin bi nivîsîna bi hev re bibin navdêrên pêkhatî. Bo nimûne:

  • germkirin (wek ”germkirina avê”), sarkirin, paqijkirin, pîskirin, ronkirin, tarîkirin
  • helalkirin, heramkirin
  • degîşkirin, anlamîşkirin
  • organîzekirin, koordînekirin

Bi veguhastina ”-kirin” bi ”kirî” ew herwiha dikarin bibin partîsîpên pêkhatî yên demên borî. Bo nimûne:

  • germkirî (wek ”ava germkirî”), sarkirî, paqijkirî, pîskirî, ronkirî, tarîkirî
  • helalkirî, heramkirî
  • degîşkirî, anlamîşkirî
  • organîzekirî, koordînekirî

Û bi veguhastina ”-kirin” bi ”-ker” ew herwiha dikarin bibin navdêrên biker (bi inglîzî agent nouns) yên pêkhatî yên demên borî. Bo nimûne:

  • germker sarker, paqijker (paqijkera nivîsgehan), pîsker, ronker, tarîker (wek perdeyeke tarîker)
  • helalker, heramker
  • organîzeker, koordîneker

Û bi veguhastina ”-kirin” bi ”-karî” yan ”-kerî” ew dikare navê karan/pîşeyan çêker. Bo nimûne:

  • paqijkarî/paqijkerî
  • organîzekarî/organîzekerî
  • koordînekarî/koordînekerî

Navdêr + kirin

Peyva ”kirin” dikeve gel hejmareke pir mezin ya navdêran û jê lêkerên nû yên pêkhatî çêdike. Bo nimûne:

  • ji peyvên xwemalî/îranî: kar kirin, zindan kirin, tembelî kirin
  • ji peyvên ji erebî: fehm kirin, hefs kirin, mehkeme kirin
  • ji peyvên ji zimanên ewropî: dans kirin, gol kirin, telefon kirin

Ev lêkerên pêkhatî jî dikarin bi nivîsîna bi hev re bibin navdêrên pêkhatî. Bo nimûne:

  • ji peyvên xwemalî/îranî: karkirin, zindankirin, tembelîkirin
  • ji peyvên ji erebî: fehmkirin, hefskirin, mehkemekirin
  • ji peyvên ji zimanên ewropî: danskirin, golkirin, telefonkirin

Bi veguhastina ”-kirin” bi ”kirî” ew herwiha dikarin bibin partîsîpên pêkhatî yên demên borî. Bo nimûne:

  • hefskirî, mehkemekirî…

Û bi veguhastina ”-kirin” bi ”-ker” yan ”-kar” ew herwiha dikarin bibin navdêrên biker (bi inglîzî agent nouns) yên pêkhatî yên demên borî. Bo nimûne:

  • fehmker, karker, dansker, golker…

Û bi veguhastina ”-kirin” bi ”-kar” yan ”-karî” ew herwiha dikarin bibin navdêrên biker (bi inglîzî agent nouns) yên pêkhatî yên demên borî. Bo nimûne:

  • karkerî, danskerî…

Daçek + kirin

”Kirin” dikare li gel çend daçekan jî lêkerên nû yên pêkhatî çêke. Bo nimûne

  • jê kirin (birîn/birrîn)
  • lê kirin (siwar kirin, danîn ser…)

Bi nivîsîna wan beşên wan bi hev ve, ev lêker dibin navdêr:

  • jêkirin (wek “jêkirina gulan”)
  • lêkirin

Bi veguhastina “kirin”ê bi forma partîsîpî ya demên borî ”kirî” partîsîpên pêkhatî yên demên borî tên çêkirin:

  • jêkirî
  • lêkirî

Bi veguhastina “kirin”ê bi paşgira bikersaz ”-ker” navdêrên biker tên avakirin:

  • jêker

Daçek + navdêr + kirin

Peyva ”kirin” herwiha li gel daçek û navdêran bi hev re lêkerên pêkhatî yên nû tên çêkirin. Bo nimûne:

  • ji bîr kirin
  • ji ber kirin
  • li ber kirin (cil lê kirin)

Gava ku peyv bi hev ve bên nivîsîn, dibin navdêr, wek:

  • jibîrkirin (wek ”jibîrkirina peyvekê”)
  • jiberkirin, ezberkirin (wek ”jiberkirina helbestan/Qur’anê)
  • liberkirin

Bi veguhastina “kirin”ê bi forma partîsîpî ya demên borî ”kirî” partîsîpên pêkhatî yên demên borî tên çêkirin:

  • jibîrkirî (wek ”nivîskarekî jibîrkirî”)
  • jiberkirî, ezberkirî
  • liberkirî

Bi veguhastina “kirin”ê bi paşgira bikersaz ”-ker” navdêrên biker tên avakirin:

  • jibîrker (kesa/ê ku bi zû-zû tiştan ji bîr dike)
  • jiberker, ezberker
  • liberker

Navdêr + daçek + kirin

Peyva ”kirin” herwiha li gel navdêr û daçekan bi hev re lêkerên pêkhatî yên nû tên çêkirin. Bo nimûne:

  • ser jê kirin (kuştina bi birîna ji gerdenê/stu ve ya heywanan yan mirovan)

Gava ku peyv bi hev ve bên nivîsîn, dibin navdêr, wek:

  • serjêkirin (wek “serjêkirina heywanan bo goştê wan”)

Bi veguhastina “kirin”ê bi forma partîsîpî ya demên borî ”kirî” partîsîpên pêkhatî yên demên borî tên çêkirin:

  • serjêrkirî (wek “heywanekî serjêkirî, mirovekî serjêkirî”)

Bi veguhastina “kirin”ê bi paşgira bikersaz ”-ker” navdêrên biker tên avakirin:

  • serjêker (qesab, serbirr)

Daçek + cînav + kirin

Peyva ”kirin” herwiha li gel daçek û cînavan bi hev re lêkerên pêkhatî yên nû tên çêkirin. Bo nimûne:

  • li xwe kirin (wek ”cil li xwe kirin” – bi inglîzî “to dress, to get dressed”)
  • bi hev kirin, li hev kirin, pêk kirin (sulh kirin, li hev hatin)

Gava ku peyv bi hev ve bên nivîsîn, dibin navdêr, wek:

  • lixwekirin (wek ”lixwekirina cilan, lixwekirina gulavê”)
  • lihevkirin, pêkkirin, bihevkirin

Bi veguhastina “kirin”ê bi forma partîsîpî ya demên borî ”kirî” partîsîpên pêkhatî yên demên borî tên çêkirin:

  • lixwekirî
  • lihevkir

Bi veguhastina “kirin”ê bi paşgira bikersaz ”-ker” navdêrên biker tên avakirin:

  • lihevker (sulhker)
  • lixweker (wek ”lixwekera/ê cilên mode”)

Navdêr + daçek + cînav + kirin

Peyva ”kirin” herwiha li gel navdêr, daçek û cînavan bi hev re lêkerên pêkhatî yên nû tên çêkirin. Bo nimûne:

  • cil li xwe kirin (bi inglîzî ”to dress, to get dressed”)

Gava ku peyv bi hev ve bên nivîsîn, dibin navdêr, wek:

  • cillixwekirin (wek ”cillixwekirina jinan/mêran ya filan herêmê, cillixwekirina keç û xortan…”)

Bi veguhastina “kirin”ê bi forma partîsîpî ya demên borî ”kirî” partîsîpên pêkhatî yên demên borî tên çêkirin:

  • cillixwekirî (kesa/ê ku cil li xwe kirine, kesa/ê ku ne rûs/rût e)

Bi veguhastina “kirin”ê bi paşgira bikersaz ”-ker” navdêrên biker tên avakirin:

  • cillixweker (wek ”cillixwekerên mode”)

Hin berhemên din yên Husein Muhammed yên zimannasiyê


JÊRNOT

[1] Binêrin: Lêkerên bûn û hebûn.

[2] Binêrin: Lêkerên “bûn” û “hebûn” – lêkolîneke hevdemî, dîrokî û diyalektî

[3] Nivîsareke me ya taybet li ser lêkera anîn û varyantên wê paşî tê belavkirin.

[4] Melayê Cizîrî: Min di ber qalû bela.

[5] Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, beşa 19)

[6] Binêrin: kərəta

[7] Binêrin: T û D wek nîşana demên borî.

[8] Binêrin: Degemînasyon di dengnasiya kurdî de.

[9] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-Iranian/H%C3%A1kart

[10] Melayê Cizîrî: Şox û Şengê.

[11] Feqiyê Teyran: Ey av û av.

[12] Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, beşa 50)

[13] Melayê Cizîrî: Dil ji ‘ilacê ku bi der ket mizac.

[14] Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, beşa 5

[15] Li parêzgeha Hewlêrê bi piranî soranî tê peyivîn lê deverên wê yên bakurîn wek Mêrgesorê kurmancîaxiv in.

[16] Di van devokan de paşgira kesê sêyem yê yekhejmar “–(î)t” yan “-(i)t” e, wek ”ew dibêj-ît/di-bêj-it” loma “ew dike” ya kurmanciya nivîskî bi van devokan “ew diket” e lê çunkî k-ya wê bêhilm/bêpif/”nerm” e, ew ji “ew diket” ya forma dema borî ya berdewam ji lêkera “ketin”ê cuda ye.

[17] Di van devokan paşgira kesê yekem yê pirhejmar “-în/-yn” e, wek “em di-bêj-în” û “em di-şê-yn” (em dikarin) loma “em di-ke-yn/na-keyn”

[18] Mela Huseynê Bateyî: Mewlîda Kirmancî.

[19] Feqiyê Teyran: Ey av û av.

[20] Melayê Cizîrî: Were Canim.

[21] Kovara Kanîzar, hejmar 1 sal 2015, r. 43 – 59.

[22] Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, beşa 8).

[23] Bo çemandina “kirdin” (kirin) ya soranî di hemû rawe û deman de binêrin: کردن

[24] Bo çemandina “kirdin” (kirin) ya kelhurî di hemû rawe û deman de binêrin: کردن. Li wê derê tenê formên bêyî pêşgira berdewamiyê “e-“ (beramberî “di-“ ya kurmancî) hatine dan çunkî di hinek devokan de pêşgir nayê bikaranîn. Lê di hin devokên din de pêşgir tê bikaranîn loma me li vê derê ew di nav kevanokan de daye.

[25] Masoud Mohammadirad: A Grammar of Hewramî, r. 281.

[26] Masoud Mohammadirad: A Grammar of Hewramî, r. 245.

[27] Zazakinews.com

[28] Zazakinews.com

[29] Malmîsanij ile güncel bir röportaj. Di roportajê de bi şaşî li ber ”şima kenî” bi kurmancî “ew dikin” û li ber ”ê kenî” jî ”hûn dikin” hatiye nivîsîn. Ev bi zelalî şa_şiyên bêhemdî ne û me li vê derê verast kirine.

[30] Karina Jahani: A Grammar of Modern Standard Balochi, r. 135. Jahani di kitêba xwe de li cihê dengê belûçî yê wek e-ya kurdî herfa ”a” û li cihê dengê wek a-ya kurdî jî herfa ”á” bi kar tîne. Me li vê derê bo hêsankirina berhevdanê peyvên belûçî li gor alfabeya kurdî neqil kirine.

[31] Karina Jahani: A Grammar of Modern Standard Balochi, r. 136.

[32] Karina Jahani: A Grammar of Modern Standard Balochi, r. 146.

[33] Karina Jahani: A Grammar of Modern Standard Balochi, r. 146.

[34] Bo çemandina lêkera farisî ”kerden” (kirin) di hemû rawe û deman de li gor farisiya nivîskî û devkî ya Îranê û Efxanistanê binêrin: کردن. Bo çemandina heman lêkerê di tacîkî de binêrin: кардан.

[35] https://en.wikipedia.org/wiki/Middle_Persian#Stems

[36] https://en.wikipedia.org/wiki/Old_Persian#Verbs

[37] Binêrin: kərənao

[38] Binêrin: kṛṇó

[39] Binêrin: karnā

[40] Binêrin: kʷer-

[41] Kovara Kanîzar, hejmar 1 sal 2015, r. 43 – 59.

[42] Binêrin: بردن

[43] Em du nivîsar taybet li ser lêkerên ”anîn û birin”ê û lêkerên ”dan û standin”ê amade dikin loma em li vê derê mijara ”birin” û ”dan”ê zêdetir dirêj nekin.

[44] Binêrin: *dádaHti

[45] Binêrin: *dédeh₃ti

[46] Binêrin: girewtene.

[47] Binêrin:  gʰrebh₂-

[48] Hemû nivîskarên mezin wisa kiriye. Bo peyvên Melayê Cizîrî, binêrin nivîsara Lezgîn Çalî. Ji nav nivîskarên cîhanî binêrin peyvên William Shakespeare,

[49] Fatih Aydin: Devoka Semsûrê.

[50] Heman c_avkanî.

[51] Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka kobankî.

[52] Paşgira ”-ger” di peyvên wek ”rojnameger, dozger” de niha wek ku ji peyva ”gerîn” yan ”gerandin” be tê fehmkirin lê ew jî bi eslê xwe formeke lêkera ”kirin” e, wek -ker û -kar. Binêrin: -ger.

https://zimannas.wordpress.com/2026/05/12/kirin-lekolineke-zimannasi-ya-hevdemi-diroki-u-diyalekti/, 12.05.2026

Etîket: bistikên lêkeran, Husein Muhammed, lêker, lêkerên alîkar, Zimannas, zimannasiya berhevder, zimannasiya dîrokî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Şîroveyekê bihêle