Signature: MshT49LkhpdzTjSMZrxISEcEnaHw/j9S2BcSwzzVa5CGuQybQUkLa1/+vTe10Y0vlw04zkCO+gE3o6T5aTobsvPkWV+W1Em1rmj01tTFczUXAOKnDAF6k8YHnal6X0BeX9HCT0Hs0nnkwjgjKTxdxigFqXdDkjPoNbZq7r9qjIUcUyCtxGfVofJOp95Gy2JsA0W726njhtdbIXv78st1X2PhXBGOkLnN2KR0+6K0NB72roJgX9bv1dazQdirJqPOdoyXyUm1GeBzCy6Hu9brjKEgIdScDbXqm1QfgOJ3+kAdEL89BqFvbx90zrFOCzQ/RoNhFHDG6f8rEhGwki5K4w==

Xelîfe Yusuf di “Manzum Takrîz”ê de Dibêje: “Ilim tenê bi Erebî nîne”

Di edebiyata klasîk a Kurmancî de, yek ji dengên herî zelal ên parastina zimanê dayikê, helbesta Xelîfe Yusuf a bi navê “Manzum Takrîz” e. Di vê berhemê de nivîskar li hember wê îdîayê derdikeve ku dibêje: “Ji xeynî Erebî ilim nîne.”

Xelîfe Yusuf, ku li gundê Zengezûrê yê Bazîdê (Agirî) ji dayik bûye û gelek berhemên wî yên fikh, hedîs û ilmê dînî bi Kurmancî nivîsîne, di vê helbestê de dibêje ku dîn û zanîn ne girêdayî yek zimanî ne. Li gorî wî, mirov dikare dînê xwe baş bizane, çi bi Kurmancî be, çi bi Îbranî be. Zimanê Kurmancî belkî wek Erebî “fesîh” û “şirîn” neyê dîtin, lê di wate û me’nayê de “şekirîn” e; ango têgihîştin jê xweş û zelal e.

Helbestvan kesê ku tenê Erebî qebûl dike wek “cahil û bêedeb” bi nav dike û dibêje: ger tu ji Erebî baş fehm dikî, paşê wê fehmê ji xelkê re bi Kurmancî vebêje. Wî bi xwe jî ji Erebî fehm kiriye û paşê bi zimanê xwe nivîsiye. Ji bo ku nîşan bide Kurmancî zimanê ilm û edebê ye, Xelîfe Yusuf çend berhemên navdar ên klasîk dijjmêre:

– Ehmedê Xanî: “Mem û Zîn”, “Yûsif û Zelîxa” û “Nûbihara Biçûkan”
– Mela Xelîlê Sêrtî: “Nehcu’l-Enam”
– Şêxê Batê: “Mewlûda Pêxember”

Ev nav nîşan didin ku Kurmancî ne tenê zimanê axaftinê, lê zimanê kitêb, fetwa, mewlûd û perwerdehiyê jî bûye. Helbestvan dibêje: her çiqas Kurmanciya me ne fesîh be jî, fehma me’nayê jê gelek xweş e.

Di bingeh de tema ya sereke ev e: “zimanê dayikê asteng nîne ji bo ilmê dînî; berevajî, ew rêya herî nêzîk e ku xelk wateyê fêm bike.” Xelîfe Yusuf, wek gelek alimên medreseyên Kurdistanê, li ser şopa Ehmedê Xanî radiweste û dibêje nivîsîna bi Kurmancî ne kêmasiyek, lê berpirsiyarî ye.

Li jêr helbesta orîjînal a Xelîfe Yusuf e:

Guh nede wî cahilî wî bêedebî
Ku dibêje ilim nîne ji xeyrî Erebî
Lazim e tu dînê xwe qenc bizanî
Ger çi bi Kurmancî weya bi Îbranî
Lîsanê Kurmancî eger çi naşirîn e
Lakîn di benda mênaê de şekirîn e
Guhê kerê li ser serê wî dane
Kerbûna wî da qenc bibe eyan e.
Ey kesê xebî tu ne guhdirêj î
Ma tu fetwa ji xelqê re bi Erebî dibêji.
Ya tu fehm dikî ji hurûfê Erebî bi qencî
Paşî ji wan re teqrîr dikî bi Kurmancî.
Min ji Erebî wusa fehm kiriye
Paşê bi zimanê Kurmancî nivîsiye.
Xweziya tu wan dikî î’tîrazê
Ez jî hazir bibûma wê wext û lehzê.
Ewan dê bidiya ji min ecêb îcabet
Heta qiyamet bibûna şermî xecalet.
Meger kurê bi Kurmancî nizanî
Çend kîtab gotine Ehmedê Xanî.
Yûsif Zelîxa û Mem û Zîn
Nûbihara fesîh bi elfazê şekirîn.
Bizanî tu Nehcul’enama celîle
Bi Kurmancî te’lifa Mela Xelîl e.
Ne Şeyxê Batê xudan Munewwer
Bi Kurmancî gotiye Mewlûda Pêxember
Ger çi Kurmanciya me ne fesih e
Fehma me’naê ji wê xayet melîh e.

Xelîfe Yusuf -Manzum Takrîz

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

ÇAR STÛNÊN BINGEHÎN ÊN TÊKOŞÎNA AZADÎYÊ

Ji bo ku têkoşîna her neteweyî ya ji bo azadî û rizgariya neteweyî berdewam bibe …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *