Mehmed Uzun di sala 1953an de li Siwêrekê hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthilata Tirkan ve hat zîndankirin. Ew endamekî çeleng ê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swedê ye. Wî li sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.
Di sala 2005an de vegeriya Tirkiyê û li Stenbolê ma. Dawiya wê salê, ji aliyê wezareta rewşenbîriyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê hat xelatkirin. Lê mixabin ku di 29ê Gulana 2006an de hat zanîn ku tûşî nexweşiya giran a pençeşêrê bûye. Di destpêkê de ew li nexweşxaneya zanîngeha Karolînskayê, li Stokholma Swêdê hat nivandin.
Ji bo çare- seriyê ber bi Amerikayê jî hat şandin. Lê bi hatin û tedawiya xwe ya Diyarbekir hinek bi xwe ve hat. Berî nexweşketinê, Mehmed Uzun mijûlî nivîsîna romaneke nû bi navê “Hêviya Auerbauch”î bû. Mehmed Uzun di 11ê Cotmeha 2007an de, li Amedê ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya Xweda.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…